Baba Tahirê Uryan
935-1010 P.Z.
Baba Tahirê Uryan, bi navê din Baba Tahirê Hemedanî, yekem helbestvanê kurd e ku bi Kurdî, bi Zaravaya Lûrî nivîsiye. Baba Tahir, sala 935´an li bajarê Hemedanê hatiye cîhanê. Di sala 1010´an de jî çûye ser dilovaniya xwe.
Baba Tahirê Uryan, di temenê gihîştî de dibe sofî û êdî felsefeyeke wî ya xwezayî heye. Çarînên Baba Tahirê Uryan bi nav û deng in.
Baba Tahirê Uryan bandor li hemû helbestvanên hemdema xwe kiriye. Çend helbestvanên bi nav û deng ku di bandora Baba Tahirê Uryan de mane ev in: Helbestvanê Faris Omer Xeyam, Mewlana Celaledini Rûmî, helbestvanê tirk Yunus Emre, helbestvanên kurd Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî û gelek helbestvanên din.
Baba Tahir ji ber ku helbestên xwe bê sansur û vekirî nivîsînê, paşnavê wî bûye Uryan (rût û tazî). Baba Tahirê Uryan herî bêtir bi çarînan bi nav û deng bûye. Pêşî çarînên wî winda bûn. Lê rojhilatnasekî bi navê Edward Fitzgerald, salên 1880´yî 260 çarînên wî ji nava gel kom kirine û weşandine. Ji aliyê din ve çarînên wî ku hatin berhevkirin, li Tehranê hatine weşandin.
Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye
Dilê min ji derdê te herdem xemîn e
Balîfa min kevir, doşeka min zemîn e
Sûcê min ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê ji te hez dike dilbixwîn e?
Dilêm jar û xemgîn çawan ne nalim?
Hebûn im agirîn çawan ne nalim?
Dibêjne min çawan û çend dinalî?
Ku merg im di kemîn çawan nenalim?
Dilê şad ageh ji dilê jar nîne
Kesê xoşrewş ageh ji bîmar nîne
Ne b’nasê te ev wêneyeke kevn e
Ku azad ji dîlî agehdar nîne
Dilê´m ji bilî te dilber nagire
Li cihê gewherê gewher nagire
Dil sotemenî û evîna te agir
Bê sotemenî agir her nagire
Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
Hemû min biqewrînin tême cem te
Ku ji te biqewirim biçim cem kê
Biçim ez ji vê alemê bi der çim
Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim
Ez ê ji dildarê re peyamekê bişînim
Ku ger dûrî xweş e, ez ê dûrtir çim
Nizanim kê ez tazî û Uryan kirime
Ez ku cellad im, kê ez bê can kirime
Xencerê bidin ez sîng biçirînim
Da ku bibînim eşqê çi bi can kiriye
Meger şêr û piling î, ey dil, ey dil
Di gel min her dem li ceng î, ey dil, eydil
Eger destê´m giha xûna te dirêjim
Bibînim ka çi reng î, ey dil, ey dil
Bê te gulşen wek zîndan e li nik min
Gulistan agiristan e li nik min
Bê te aram û jî û jiyana min lê
Hemu xewa perîşan e li nik min
Gulistan cihê te ey nazenîn im
Ez di gulxen û xwelî de rûdinim
Çi di gulşen, çi di gulxen, çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim
Xoş ew saet ku dîdara te bibînim
Kemendê enberîn tara te bibînim
Nabîne şadiyê her giz dilê min
Me ger ew dem ku ruxsara te bibînim
Were rojek dîdara te bibînim
Gul û sumbul bi dîdara te çînim
Were rûne li nik min salan û mehan
Da ku têr te bibînim nazenîna min
Bihar hat, hat ji bo çolê û der û deşt
Biharek bû, ciwanî hat, bi guzeşt
Li ser gora ciwanan lale zîl dide
Her li dema ku zerî têne gulgeşt
Gulîstan cihê te ey nazenînim
Ez di gulxen û xwelî de rûdinim
Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim
Alemê de kes nebe wek min, amîn
Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn
Her ê ku bi halê min bawer nîne
Weke min be, weke min be, weke min
Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse
Eger destêm bighê çerxa felekê
Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê:
“Te bi yekî dayiye sed nîmet
Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê”