Cegerxwîn
1903 - 22'ê Kewçêra 1984
Jidayikbûn û Zaroktî
Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de li gundê Hesarê hatiye cihanê, ji yazdeh xwîşk û biran tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya. Bavê wî Hesen di sala 1918'an de li bajarê Amûdê, diya wî Eyşan di sala 1919'an de li gundê Bêdir-Memo çûne ser dilovaniya xwe. Cegerxwîn demekê li cem xwîşk û birayê xwe maye.
Jiyan û xebata li Binxetê (Kurdistan a Başûrê Rojava)
Di sala 1920'an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûriyê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye. Di sala 1927'an de bi keça xalê xwe Kehla Selîm re dizewice û li Amûdê bi cî dibin. Di sala 1928'an de xwendina xwe qedandiye û îcazeta xwe wergirtiye, bûye melayê gundê Hazda Jorîn û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye. Di sala 1936'an de Cegerxwîn bi çend malên gundiyan re du gundên ku navên wan Çêlek û Cehenem bû, ava dikin. Di sala 1937-1938'an de Cegerxwîn û hevalên xwe li bajarê Amûdê ji xortên kurdan re komelekê dadimezirînin, lê komeleya wan ji aliyê Fransizan ve tê girtin.
Di sala 1946´an de Cegerxwîn tê li bajarê Qamişloyê bi cih dibe. Di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd tê avakirin. Dr. Ehmed Nafiz dibe serok û Cegerxwîn jî dibe sekreter.
Di sala 1948'an de Cegerxwîn dibe endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Di sala 1949'an de cara yekemîn Cegerxwîn tê girtin. Di sala 1950'î de Cegerxwîn dibe endamê Civata Aştîxwazên Sûriyê û di nav wê de kar dike. Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komûnîstan ve dibe namzadê parlamenta Sûriyê.
Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komûnîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên wî rêxistina AZADÎ saz dikin û demekê şûnde rêxistina xwe fesih dikin û tev li Partiya Demokratî ya Kurdî dibin.
Di sala 1959´an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir li Zanîngeha Bexdayê di Beşa Kurdî de dibe mamosteyê zaravaya kurmancî. Di sala 1962´an de hukûmeta Îraqê Cegerxwîn dike der û ew û zaroyên xwe vedigerin Sûriyê, Cegerxwîn tê girtin û piştî demekê tê berdan.
Di salên 1963'an û 1973´de di navbera Sûriyê û Iraqê de tê û diçe û gelek caran jî tê girtin û berdan. Di sala 1973'an de diçe Libnanê û li wir dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? û çîroka Salar û Mîdya çap dike. Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûriyê û heta sala 1979´an li wir dimîne.
Li Swêdê
Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûriyê direve û diçe Swêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Swêdê derbas dike. Di 22-10-1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn diçe ser dilavaniya xwe. Gora Cegerxwîn li bajarê Qamisloyê di hewşa xaniyê wî de ye.
Berhem
1. Dîwana yekem: Pirîsk û Pêtî, 1945 Şam
2. Çîroka yekem: Cîm û Gulperî, 1948 Şam
3. Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam
4. Çîroka diwem: Reşyê Darê, 1956 Şam
5. Gotinên Pêşiyan: 1957 Şam
6. Awa û destûra Zimanê Kurdî, 1961 Bexda
7. Ferhenga Kurdî, cildê pêşîn, 1962 Bexda
8. Ferhenga Kurdî, cildê duduyan 1962 Bexda
9. Dîwana siyem: Kîme ez, 1973 Beyrût
10. Poêma : Salar û Mîdiya, 1973 Beyrût
11. Dîwana çara: Ronak, 1980 Stokholm
12. Dîwana pênca: Zend Avista, 1981 Stokholm
13. Dîwana şeşa : Şefeq, 1982 Stokholm
14. Dîwana hefta : Hêvî, 1983 Stokholm
15. Tarîxa Kurdistan, cild 1, 1985 Stokholm
16. Dîwana heşta : Aşitî, 1986 Stokholm
17. Tarîxa Kurdistan, cild 2, 1987 Stokholm
18. Folklora Kurdî, 1988 Stokholm
19. Jînenîgariya min, 1995 Stokholm
PÎRA TORÊ
Hilkişîme çûme jorê her du rex min bend û rez,
Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez.
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem,
Pîre bî bû por-sipî bû taqî-reş bû rû gewez.
Min ji pîrê xweş dipirsî ey metê tu ji kû ve tê;
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya romê me ez.
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin,
Min go pîrê qey tu kurdî? çûye tilyên xwe bi gez.
Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke;
Pir ditirsim ez ji derbê singûyê roma teres.
Min digot, axa û beg; wê go kurê min guh medê,
Ew şivan in sermiyan in dane gur wan col û pez.
Min kurek tenha heye ew şandî bajêr medresê,
Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez.
Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxûn gotiye;
Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.
EY HEVAL ROBSON!
Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam zana û insan
Gernas û rênas, dijminê Dalas
Di ser ava re, di ser çiya re
Rengê te ê reş tê ber çavê me
Dengê te ê xweş xweş tê guhê me
Ev xebata te didî me hêrzan
Kêferata te didî me lerzan
Ev tevgera te ji bona insan
Pir jê ditirsin axa û dehqan
Xwedî sermiyan ji te ditirsin
Hemî xanedan ji hev dipirsin
Dibêjin reşik çawa şiyar bûn?
Destê hev girtin li ber me rabûn
Dalas ditirsî weke Mak-Arsî
Di ber piyan çûn pir tac û kursî
Xwedî sermiyan serê xwe hildan
Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin
Ji meydan...
Ey heval Robson!
Ne tenê reşik ketin bin destan
Em jî sipî ne mane perîşan
Reben, belengaz, bindest,çarereş
Birçî û tazî, tev jar û nexweş
Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb
Ketin bin destan ev Kurd û Ereb
Zencî û Hindî em hemî insan
Kê em hiştine wisa perîşan
Nîzam, nîzam...
Nîzama hovan, ev nîzama xwar
Nîzama faşîst em xistin bin dar
Xwedî sermiyan, dezge koledar
Em kirin bêçar, em kirin bin bar
Kirin tar û mar...
Ey heval Robson,
Derdê min û te, ev derdê giran
Zordestiya ko kete nav cihan
Hin mezin, bilind, dehqan xanedan,
Hin reben bindest mane perîşan
Ji vî derdê me Markis îngilis
Bûne du rêzan, bûne du hozan
Lênîn Sitalîn rê şanî me dan
Pale şiyar bûn xebat û lebat
Roj hilat, roj hilat...
Xelas bû rojhilat
Roja sor, roja zer
Ji Mosko hate der
Tava xwe da Balqan da Elman
Xwe berdaye ser Çîn, Çîn
Çîna mezin, Çîna giran
Şewqa xwe da Hind
Tev dagirt, cihan...
Ey heval Robson,
Karker û rencber, cotar şiyar bûn
Reben perîşan bi hevre rabûn
Bi tang û bi top, diçin şer û ceng
Li her der qîrîn li her der hewar
Li hawîr bû deng
Dixwazin azadî, serbestî wekhevî
Narevin...
Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî..
Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval
Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal
Berepaş direvin bayloz, xanedan
Malê wan malê wan,
Bû bela serê wan...
Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan
Dilê wan, çavê wan,
Ev kelem ev mîz...
Dicivin, dikevin, di şer de direvin
Peykevin peykevin...
Ey heval Robson!
Me divê dinyake ko her kes dewlemend
Dinya bû buhişt çi bajar çi gund
Ji bo her kesî fersend û mecal
Xwenda û zana, hozan û delal
Qesra me bilind, bexçe xweş û rind
Em tev de dilxweş li nav dimeşin
Tilûr diqişin, cobar dixuşin
Çuqlî dihejin, pelik diweşin
Çiya pir bilind, dirêj, girover
Tîrêjê rojê xwe berdane ser
Dinya maye mişt, ji jîn, ji evîn
Xweşî tev dagirt
Her kes, her tişt, her der...
Ey heval Robson
Fermo em herin
Serbest bigerin
Bixun, binerin
Bibênin bipirsin
Zorker nemaye ji kê bitirsin
Sinor nemane çibkin peseport
Dilxweş û rûgeş hemî keç û xort
Li vir xurînî bixun hingivîn
Li Mosko taştê, firavîn li Çîn
Li Newyorkê şîv, li London paşîv
Çi reş çi sipî tev bibin kirîv...
Firek bidin xwe, em herin Merîx
Destê xwe bidin Şêrîn û Zelîx
Zîka riwê te maçkî bimijî
Tîna dilê xwe bi te bikujî
Bêje ezbenî, bêje ezbenî,
Jola dikenî, Zika dikenî...
Dengê te ê xweş herkes dixwazî
Wî dengê şêrîn...
Bêje ey heval, hevalê delal
Bi saz bi qêrîn...
Bimrî koledar, bimrî zordestî
Bijî azadî, bijî serbestî.
Ey heval Robson!
Ev cîhana xweş
Besî teva ye çi sipî çi reş
Divê derbas kin rû biken û geş
Dewlemend serbilind,
Tev bi hev re rind...
Nemênin sêwî, birçî û tazî
Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî
Bi hev re herin tev kar û xebat
Heşt sêt, çar sêt, du sêt
Pir xweş e xebat
Bo milet û welat,
Ko bibin em bi kinc, bi xwarin
Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar
Li ber hev nanerin
Bûn heval, bûne dost, bûne yar
Hovitî nema ye...
Tev xwenda, tev zana, tev şiyar
Ev kevoka selam, pir xweşik pir ciwan
Baweşîn, baweşîn bikî ew li ser me li insan
Pir xweş e ev cîhan
Tev evîn, tev de jîn
Ax... Cegerxwîn
Pir xweş e ev cîhan...