Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran

1590-1660

Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin ê kurd ê bi nav û deng e. Ji navçeya Mîksê ya girêdayî Hekariyê ye. Di sala 1590´î de li vê navçeyê hatiye dinê. Di sala 1660´î de dîsa li vê navçeyê çûye ser dilovaniya xwe.

Navê wî yê rastî Muhemed e, lê berhevkerê berhema wî ya bi navê Wesfê Şêx Senhanî dibêje, "kesê ku ev berhem nivîsiye, Mîr Muhemed e û bi navê Feqiyê Teyran bi navûdeng e." Di helbestên xwe de navê Mîm û Hê bi kar aniye.

Dîsa tê gotin ku Feqî bi zimanê çûkan zanibûye, ji ber vê hindê navê Feqiyê Teyran lê kirine. Tê gotin Feqî, şagirtê Melayê Çîzîrî ye.

Berhemên wî:

1. Ey Avê Av 277 malik
2. Şêxê Sen´aniyan 313 çarîn
3. Bersîsê Ebid 422 malik
4. Qewlê Hespê Reş  
5. Sîseban  
6. Xan Dimdim  

 

Mihacir

Ez dengbêj im hatim vira
Heta hebin dengê mîra
Ez ê binivîsim ser kaxeta
Ne di çim dêra ne mizgefta

Çolê bimînim ez bê cil
Ez ê bikim hewar û gazî
Çiqas bimînim hêsîr û tazî

Dil ji halê wan dilerizî
Qederê bê rojek diyar
Ê bê gotinê navê min ê jar
Metha bidin car bi car
Lawê bêjin bi kitêb û zar

Ê derbas bin rojên xefûr
Ê bên rojên qenc ên kibir
Xwe ra bikin ra û tevdîr
Hêsîr nebin ber zilma mîr

Gulê rabin bihar bihar
Mêrgê şîn bin mîna her car
Avên kaniya bizên zelal
Ê tune be Feqiyê dilsar

Dîlber

Ey Dîlbera gerden zerî
Way nazika dêm qemerî
Qamet ji mûma fenerî
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlbera gerden letîf
Way nazika qamet elîf
Qamet ji reyhana xefîf
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlbera gerden zucac
Way nazika mislê zucac
Qamet ji reyhana qirac
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlbera qamet mîsal
Way nazika dilî hejar
Te ji xandinê kirim betal
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlberê, way Dîlberê
Feryad ji destê keserê
Avek ji ava Kewserê
Wêran ezim, malim xirab

Ey Dîlbera gerden zirav
Dêm şûşeya, tijî gulav
Ey duxtera bejna zirav
Wêran ezim, malim xirab

Subhan ji Şahê Zulcelal
Way nazika sahibcemal
Ji xwendinê kirim betal
Wêran ezim, malim xirab

Subhan ji Şahê bi tenê
Xalik li xala gerdenê
Ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ezim, malim xirab

Sotim, biraştim bê hîsab
Lê pirsî bo kirme kebab
Kirye bi min sed reng ezab
Wêran ezim, malim xirab

Bêhiş kirim zulfê du reş
Biskê siyah, bihnê di xweş
Ey duxterê, çapik bi meş
Wêran ezim, malim xirab

Êşa mecaz peyda bûye
Îro li min dijwar bûye
Hêvî dikim heqîqî ye
Wêran ezim, malim xirab