ETÎMOLOJIYA DAÇEKA “JI”

 

 

Daçek çi ye?

Di hin zimanan de daçek:

Englizi: preposition, Rusî: predlog, litvanî: prielinksnis, Fransî: préposition, latînî: haec praepositio, Yunanî: próthesi, hîndî: poorvasarg, Farsî: hirûf idafe, Erebî: herf cerûn, Ermenî: nakhadryal, Tirkî: edat

Daçek, di navbera peyvan de têkiliya watebûnê avadike. Bi tena sere xwe nayên bikaranîn, ji ber ku tenê ti wateya wan nine. Her wisa dikarin bêjin ku daçek, di nav hevokê de, bi peyvên din re tên bikaranîn û peywir û wateyên cur bi cur li peyvan bar dikin û nayên tewandin, lê ditewînin.

Mînakî,

Daçeka ji:

Eger hezar caran ji yekî re bêjin “ji,” wisa rip û rût ti wateya wê nine. Lê dema ku bêjin, “Ew ji Kurdistanê ye” hinge têgihîştin çêdibe. Ji ber ku di hevokê de peywir û wateyeke taybet pêkînaye. Jêderk û orîjîna wî/wê destnîşan dike. Dema bala xwe bidin peyvan, ‘Kurdistan’ hatiye tewandin û bûye ‘Kurdistanê’; peyva ‘ew’ cinavk e û di zimanê kurdî de cînavk tên tewandin (ew dibe wî/wê). Çawa di hevokê de jî diyar dike, daçekên kurdî natewin, lê peyvên dû xwe yên têkildar ditewînin.

Daçeka “ji” di zimanê kurdî yê nûjen de bi alîkariya peyvan amraz, rê û dirb, jêderk, xûy û xislet, têkildariyên gelemperî, sedem, xwedîtî, şêwaz, kemperandin, têgîn û mijaran derbîran dike. Belam, ev daçek ne tenê di zimanê kurdî de, hin zimanên din ên Hînd-Ewropî de jî heye û berfireh te bikarînan. Lê belê di navbera hemûyan de cudabûnên bilêvkirinê hene.

Mînak:

Rûsî îz, Slovenî îz, Xirvadî îz, Bûlgarî îz, Sirbî îz, Slovakî z, Ûkraynî z, Slovakî z, Çêkî z, Lîtvanî îş, Îrlandî as ‘ji, di navberê de, di hundir de’

Hîndî es, Tacîkî az, Pehlewî az, Farisî ez, Ûrdû , Êrmenî its’, Kurdî (kurmancî) ji, di hin devokên kurdî de zi.

Wisa diyar dike ku ev daçak bi taybet a bi zimanê Hînd-Îranî û slavonî ye.

Baş e, jêderka daçekê ‟ji“ kîjan zimanî ye?

Jêderka vê daçekê di Sanskrîtî de sačā di Avestayê de jî hača ye û her du jî tên wateya bi hev re bûn, jê bûn ê.

Qonaxên tê re derbasbûyî wisa ne:

sačā= saçi/sazi/saji = ez/z/zi/ji

hača= haçi/hazi/haji= ez/z/zi/ji.

Bê şik ev ramana ji hêla gelek slavînas, hîndînas û îranînasan ve hatiye selimandin. Ji ber vê hindê, daçeka “ji” ya kurdî jî di heman qategoriyê de ye.

hacā - daçek; <hacā> ‘ji, li der’

Jêderk:

Avesta Kevnar: Yasna 29

Avesta Kevnar: Yasna 53 – ji gathayekî (sirûda mehrê)

Avesta Kevnar: Yasna 53 – ji gathayekî (sirûda mehrê)

Avesta Dereng: Yasna 10 – Ji sirûda Haomayê

pasāva hacā=ma atarsa Uvjiya  Ew (elamî) ji min ditirsiyan (DB II.12; Kent 1953)

“Oarmiš haya naṷcaina haṷ kaṷfa hača avana abariya kara haya

Aovuriya haṷdim yata Babiraṷ hacā Babiraṷ Krka uta Yauna abara yata çušaya”

“Ev keresteyên sedrê asûriyan ji çiyayekî (çiyayê Lubnanê) hanîne heya li ber Babîlê. Ji Babîlê jî kurdik û yewnaniyan hanîne heta li ber Sûsa yê.”

Belê, di hevokên Zend Avestayê û tablêtên Persepolîsê de jî diyar dike ku daçeka “ji” ji mêj ve heye û bi kurdiyeke pîr û paqij e.

Di tablêta ku behsa kişandina keresteyan dike de, behsa kurdan jî hatiye kirin, hacā “ ... Babiraṷ Krka uta Yauna abara yata çušaya” “... Ji Babîlê jî kurdik û yewnaniyan hanîne heta li ber Sûsa yê.” Ma ne wisa ye?

BİBLİGRAFİ:

Abraham, Katleen, Business and Politics under the Persian Empire. CDL, Bethesda, 2004.

Anousha Sedighi, Pouneh Shabani – Jadidi, The Oxford Handbook of Persian Linguistics

Cameron, George G. Persepolis Tresaury Tablets. Vol. 65. Chicago, 1948.

Cameron, George G. “Persepolis Tresaury Tablets Old and New.” Jurnal of Near Eastern Studies 17 (1957): 161-76.

Dikla Rivlin-Katz, Noah Hacham, Geoffrey Herman, Lilach Sagev, A Question of Identitaty, Social, Political, and Historical aspects of Identity Dynamics, in Jewish and Other Contexts, Library of Congress Control Number 2018967115, Berlin/Boston

Bartholomae, C. 1961. Altiranisches Wörterbuch, Berlin: W. De Gruyter.

Blake, B. J. 2004. Case, Cambridge: Cambridge University Press.

Boyce, M. 1975. A Reader in Manichaean Middle Persian and Parthian (Acta Iranica 9), Leiden: E.J. Brill.

Brinton, L. J. and E. C. Traugott 2005. Lexicalization and language change, Cambridge University Press.

Brunner, Ch. j. 1977. A Syntax of Western Middle Iranian, Delmar, New York: Caravan Books.

Bubenik, V. 2006. Case and Prepositions in Iranian. In J. Hewson & V. Bubonic (eds.), From Case to Adposition: The Development of Configurational Syntax in Indo-European Languages (131-158.), Amesterdam/ Philadelphia: John Benjamins Publishing Company.

Creissels, D. 1979. Le comitatif, la coordination et les constructions dites ‘possessives’ dans quelques langues africaines, Annales de l’Université d'Abidjan, Série H: Linguistique, 12/1: 125-144.

Givón, T. 1991. The evolution of dependent clause morpho-syntax in Biblical Hebrew, In E. C.Traugott and C. Heine (eds.), Approaches to grammaticalization (2/257-310),  Amesterdam and Philadelphia: John Benjamins.

Heine, B. U. Claudi & F. Hűnnemeyer 1991. Grammaticalization: A Conceptual Framework, Chicago: University Press.

Heine, B.1997a. The Cognative Foundation of Grammar, Oxford: University Press.

.1997bPossession: Cognative Source, Forces, and Grammaticalization, Cambridge: university Press.

. 2003. Grammaticalization, In B.D. Joseph & R.D. Janda (eds.), The Handbook of Historical Linguistics (575-601), Blackwell Publishing.