ETÎMOLOJIYA PÊŞGÎNA “VE-”

 

Kurdî zimanekî derhozedar (mûcîzedar) e. Dema mirov rêzimana kurdî vedikolîne bivê-nevê bi vê bûyera girîng dihese. Hemû zimanên gelan ji ber dilên wan xweş û girîng in, lê gelek ji wan ji bona perwerdeya asan, bi navê venûkirinê, ji xwezayîbûna xwe hatine dûrxistin. Helbet têkilîbûn li ser (mudaxale) kurdî jî çêbûye, encax kurdî zimanekî elastîkî ye û ji ku de bê kişandin ew dîsa jixweber vedikişe bingeha xwe ya xwezayî. Ev jî dibe sedema ku mirov mebesta xwe bi şêweyekî asan bi zimanê kurdî bikare derbîran bike û her wisa pê fêrî dîsîplînên zanîstî bibe.

Dema ku kurd bixwazin tiştekî carek din ji paş ve bixin an jî dubarebikin, pêwîst nîne ku mirov peyvan li pey hev rêz bikin. Ji bo vê kiryarê pêşgîna “ve-” dixin serê lêkeran û daxwaza xwe bi hêsanî destnîşan dikin.

Mînak:

veanîn: vegerandina tiştên kes yan jî kesekî biribe û paşê vegerandibe

vegotin: tişta ku berê hatibe gotin, carekê dîsa bête gotin.

vejîn: ji nû ve jiyîn

veger: pêkanîna kiryar, cih an jî çalakiya berê.

Her wek peyvên mîna:

Pêşgîna ve- piranî di 3 rêwşan de tê bikarînan:

  1. Ji bo nû ve çêkirin û dubarekirina tevgêr, libat, kirin û çalakiyan

vesazkirin, vekirin, vekolîn

  1. Ji bo vegera rewş, têşê û hebûna sereta ya kirinan

veçêkirin, vejîn, veserkirin

  1. Ji bo kirpandin û pihêtandina lêkerekî

vesazkar, veçêker, venûkirin

veava kirin, vebêjî, vebeşan, vebestandin, vebeyan, vebuhujîn, vebijartin, vebîn, vebirandin, vebirûsîn, vebişirîn, vebûn, veçemîn, veçêrîn, vedayîn, vehilan, vekişîn, veciniqîn, veçirîn, veder, vekolîn, vegijîn, vegeran, vesazî û hwd

Di zimanê kurdî de, ji lêkerên wisa re dibêjin “lêkerên pêşgînî/qertafî.”

Etîmolojiya pêşqîna “ve-”

Peşgîna “ve-” ya kurdî ji peyva *u̯er-3/*wret/*wert- a Proto-Hînd-Ewropî derhatiye û tê wateya ‘veger, vegera ciyê xwe, bi pê ve girêdan.’ Vê peyvê bi du cureyan di nav zimanên Hînd-Ewropiyan de cih girtiye. Ev peyva proto-Hînd-Ewropî di kurdî de wek pêşgînên “ve-”, di zimanên din de jî wek re-” tête bilêvkirin.

Peyva *u̯er-3/*wret/*wert- a Proto-Hînd-Ewropî çawa bûye “ve-” yan jî “re-”?

Proto-Hînd-Ewropî *u̯er-3/*wret/*wert- (LIV: 691 f.; J. Pokorny 1156ff.) > Sanskrîdî vart- ‘zivirîn, vegerîn’ (EWAia II: 518); Lûvîyî wartā(i)- ‘zivirîn, vegerandin’ (wa-ar-ta-a-ši: KBo XXIX 32 ii 3); Avesta serdema dereng varat- ‘zivirîn, vegerandin’, varato.rava ‘gindirîna têdera erebê’; Farisiya kevn vart- ‘zivirandin’; Kurdiya kevn havîr-, vir-, firfirîn; Partî wrt, wird- ‘zivirîn, vegerandin’, zwrt- ‘zivirandin’ (Ghilain: 53f; DMMPP: 345a, 5b, 102b, 40b); Sogdiyaniya berê wrtn-; Çoresmiyanî wrd- ‘zivirandin, vegerandin’ ; Kurdî vir ‘devera nêzik’, wir ‘devera dûr’, vajî ‘ters’, zivir, siwir, siwiranewe’.

Wisa diyar dike ku ji *wert- a PHE > we- > ve- derketiye hole.