ETÎMOLOJIYA PEYVA “DEYN”

 

Deyn çi ye?

Di wateya aborî û hiqûqî de: Pere yan jî tiştekî ku divê ji paşê bê vedayîn re dibêjin deyn.

Di wateya bêgavîtiyê de: pêwistîbûn, lixwegirtîbûn, binbartîbûn

Li angoreyî hin zimanan “deyn”:

Erebî deyn, tirkî dûyun, farsî qerz, deyn, kurdî deyn, qerd/z   

Dema ku em li jor dixwînin peyva deyn di her sê zimanên Asya Nêzik de yekser (erebî, farisî, kurdî) tê bi kar înan. Baş e, ev peyv xwedera kîjan zimanî ye?

Etîmologên tirk, ereb, faris heta yên kurdan dibêjin ku xwedera peyva “deyn” zimanê erebî ye. Xwadiyê vê angaştê, sedem û piştrastbûna xwe bi van peyvên jêr diselimînin:

Aramîkî dîn ‘hukumdar, qanûn’, Akadkî dînû ‘daraz, qanûn’, dayanû ‘dadger’

Dema mirov wateya peyva “deyn” hinekî hûrbikolîne rastiya wê jixweberê derdikeve holê. Bilêvkirina peyva “deyn”, di heman demê de kiryara “dayînê” jî eşkere dike. Ango behsa mijara tiştekî bistînin, lê divê paşê vebidin xwadiyê wê yê berê.

Biryara “dayîn tiştekî” di heman demê de tê wateya “daraz”, “qanûn” û “dadweriyê” jî. Ji ber ku bi armanca ji paş ve vegerandina tiştan li angoreyî bi qanûn yan jî darazan pêktê. Eger tişta ku deyn hatiye wergirtin ji paş ve venegere hingê bi daraza dadgehî yan jî civakî ve tê vegertin û vedayîn

Her çiqasî peyvên dîn, dînû di zimanên aramîkî û akadkî de jî hatibin bi kar înan , ev nayê wateya ku jêderka wan peyvan di refa zimanên samîaxêfan e. 

Jêderka peyva “deyn” peyva dō- : də-, herwiha dō-u- : dəu- : du- a Proto-Hînd-Ewropî ye û tê wateya “dayîn” ê.

Mînakên jêr jî peytdikin ku peyva “deyn” ne ji zimanên samîaxêfan (bi taybet erebî) e:

PHA *dō-: *dә-, *do-u-: *dәu-. *du-, *ai- ‘dayîn’, Hitt. dā-, Toch. piddai- ‘diravdan, pêdan’, Skt. dā-, Proto-İrankî daH1 ‘dayîn’, Avesta kevin dadē-, Avesta dereng daδāiti Avesta -, Partkî dh-, Sogd. pr’yd, Baxterian. δα- ‘dayîn’, Farsî daden, Hindi dē, dēna, Ermenîkî ta, tal, Kurdî da, dan, dayîn, dayiş, day, dahe, he-dayan, pêdan

ChSl. dati, SCr. dati, Russ. dat’, Pol. dac, Boh. dati, Lith. duoti, Lett. duot.

Gr. δώσει (dosei),  δίνουν (dinoun), Lat. dare, İt. dare, donāre, Fr. donner, Sp. dar, Rom. da, Alb. jap, dhuroj.

İr. do-biur, Nİr. tugaim, tabhraim, W. rhoi, rhoddi, Br. rei.

Goth. giban, ON gefa, Dan. give, Sw. givs, OE giefan, NE give, Du. geven, OHG geban, NHG geben.

Peyva “deyn” ji bilî zimanê kurdî di hin zimanên Hînd-Îranî û Hînd-Ewropî jî heye:

Sanskrîtî:  

unb

 

Di zimanên latinîaxêf de peyva “deyn”:

Latînî debîtum ‘deyndarê tiştekî’, debere ‘deyndarî’, fransiya kevin dette, ingilizkî debt ‘deyn’ hwd.

Belê, diyare resena peyva “deyn” erebî nîne, heta mirov dikare bêje ku farisî jî nîne. Ji ber ku di zimanê farisî de peyva “qerz” zêde tê bi kar înan. Her wiha wisa xuya dike ku peyva “deyn” bi kurdiya resen e û ji ber vê jî di axaftinên kurdî de pir tê bi kar înan.

Bibliografie

A. Ernout & A. Meillet, Dictionnaire Etymologique de  la Langue Latine, Paris, 1951.

A. P. Pihan, Dictionnaire Etymologique des Motes de la Langue Francaise Derives de L'Arabe, du Persan ou du Turc, Paris 1866.

A. Walde, Latinisches Etymologisches Worterbuch, (With Avestan and Persian Indices), Heidelberg 1938.

Ali Hussein Kerim, Kürtçenin Etimolojik Sözlüğü, Ar yayınları, İstanbul 2019

Akkadian BOT. 916; KLN: 399

G. C. Withworth,  Anglo-Indian Dictionary,  Kegan Paul, Trench & Co, London 1885.

H. W. Baily, Indo-Scythian Studies (Khotanese Texts - volume VI), Cambridge University Press, 1967.

J. Duchesne-Guillemin, "Etymologies Avestiques",  Bulletin of the school of Oriental and African Studies  (BSOAS IX:1937-39) pp 861-869, University of London.

J. Pokorny, Indogermanisches Etymologisches Worterbuck,  Two volumes, Francke verlag, Bern 1959.

L. M. Devic,  Dictionnaire Etymologique des Mots Francais D'Origin Orientale, Oriental Press 1876.

Stuart E. Mann, An Indo-European Comparative Dictionary,  Helmut Buske Verlag, Hamburg 1987

W. Henning, "A List of Middle – Persian and Parthian Words",  Bulletin of the School of Oriental and African Studies  (BSOAS IX:1937-39) pp 79-92, University of London.