ETÎMOLOJIYA PEYVA “HAWAR”

 

Kurd dema ku nikarin xwe ji rêwş, cih yan jî bûyerên giran xelas bikin, alîkariyê ji kesên din dixwazin û dibêjin “Hawar! Heware! Haho!” Hin caran jî dibêjin, “îmdat!”

Heta, di zimanê kurdî de, li derbareyê vê peyvê bivêjên bi nav û deng jî hene:

Wekî Xocê Xizir li hawara (yekî) hatin!”

“Weka Xwedê li hawara (yekî) hatin!

Baş e, jêderka peyva “hawar” kîjan ziman e?

Ango etîmolojiya peyva “hawar” bi zimanên kevnar peyva “hawar”:

Proto-Hînd-Ewropî u̯er-5 (*s u̯er-) ‘parastin, rizgarkirin’; Hîtîtî wārra ‘alîkarî, hawar’; Lûwîyî warrahît ‘hawar, alîkarî’; Horîyî arî ‘hawar, alîkarî’; Sanskrîdî aґvati ‘hawar, alîkarî, parastın’; Avestayiya kevin auurum ‘alîkarî, hawar’; Avestayî hwaršta ‘dilpakî, çakî/çêyî’, vǝrǝϑra- ‘berxwedan, mertal’Pehlewî ayarîh ‘hawar, alîkarî”;  Latînî iovere ‘hawar, alîkarî’;

Bi zimanên cînarên kurdî:

Erebî musade; Tirkî imdat; Farisî komek; Hîndî ha meded; Osetî wart ‘mertal.’; Gurcî  dakhmareba; Ermenîkî ognut’yun.

Ji peyvên jor jî diyeradike ku, koka peyva “hawar” Proto-Hînd-Ewropî ye, heta mirov dikare bêje ku bingehê vê peyvê jî hema zimanê kurdî bi xwe ye.