ETÎMOLOJIYA PEYVA “HERAM"

 

 

Wek tê zanîn du peyvên têgîner hene ku ew cudahiyên di navbera îslamê û olên din destnîşan dikin. Ji wan re dibêjin “helal” û “heram”. Hefteya buhurî gotara “etomolojiya peyva “helal” hatibû weşandin. Vê carê jî mijara gotarê derbareyê etîmolojiya pevva “heram” e.  

 Peyva heram di hemû zimanên miletên misilman de cih girtiye. Lê belê di zimanê kurdî de bingehekî wê pir saxlem heye. Di kurdî de ne bi tenê ji bo tiştên qedaxe kiriyê olî, hema li sertaserê beşên jiyanê têgîna “heram” tê bihîstin.

 Mînakî:

Wî av herimand; li te heram be; heramxwir, heramoyî, heramî; Behr bi devê kûçika heram nabe û hwd bi sedan pêgotî, biwêj û gotinên pêşiyan hene.

 Bi taybet ji mînakên jor pêgotiya “Wî av/nan/jiyan ... herimand” ji bilî kurdan kesên din wisa nabêjin. Diyare peyva “heram” ne ji dema ola îslamê pê ve ketiye li nav zimanê kurdî. Wisa xuya dike ku bingehekî wê dûr û dirêj heye. H3evî dikin ku emê di riste û paragrafên jêrîn de vê bûyerê biselimînin.

 Her wiha,

Heram çi ye?

Tişt, xwarin û kiryarên ku li dijraberî destûrên olî ne; tişt, xwarin û kiryarên ku ji bo bikarînana wan destûra olî tunebe, jê re dibêjin “heram”.

Li anegorî lêkolîner; zimanas û yên ku xwe wisa dizanin, wateya têgîna “Heram”:

Erebî ḥarām حرام [#ḥrm (rader)] qedaxe, tabû, nabe ku dest têdin/lêdin.

Erebî ḥarām حرام [#ḥrm (radera lêker)] qedaxe, bi taybet qedaxeya olî/dînî ≈ Erebî ḥaruma/ḥarima حَرُِمَ qedaxe, tabû, nabe ku desttêdin/lêdin, pîroz.

 Tabel I. Şêveyên bi lêvkirin û beşên ku peyva “heram” bi kar tînin:

A.H-Tab 1

Wek di tabela I-emîn de jî tê dîtin, têgîna “heram” di zimanên erebî, farisî û kurdî de wek hev tê bilêvkirin. Bi tenê zimanê tirkî de tîpa dengdêr a destpêkê “e” wek “a” hatiye bilêvkirin. Lê wek têgîn beşên jiyanê yên ku pir tê de tê cih digre ne wek hev in. Ji bilî kurdan, gelên din vê peyvê piranî li derbareyê qedexeyên olî bi kar tînin. Lê kurd di hemû beşê jiyanê de vê peyvê derbîran dikin.

Tabel II. Di zimanên samîaxêfan kevnar de peyva “heram”:

A-H. Tab 2

 

Di tabela duyemîn (tabel II) de rivêka (masdara) peyva heram wek HR I destnîşan bûye, ji ber ku HR II û yên din jî hene û wateyên wan jî gelekî cuda ne. Zimanê destpêkê niviskî yê samîaxêfan akadî ye. Ji ber vê egerê zimanê akadiyan wek jêderka destpêkê a samîaxêfan hatiye pejirandin. Di wî zimanî de haramû tê wateya ‘cuda, cudabûn’ ê. Eger mirov têkiliya peyvên haramû û heram bikemperîne wateyên herduyan yekser ne mîna hev in. Haramû, tişteka/î ku cudahiya wî/wê li yên berdest hene derbîran dike. Her wiha, bi neyekseriyeke mezin dor li wateya peyva heram dikişîne. lewra, peyva heram yekser tiştên qedaxe û tabûyan salix dide. Peyvên di zimanên din de (bnr. tabel II: xarad, hexrim, xtrš, axarim, ħrm, axrem, ħaruma), her çendî bilevkirina wan ne wek hev bin jî, wateya wan û ya peyva heram kêm û zêde nêzikî hev in.

Niha jî em bala xwe bidin zimanên kevnar ên nesamîaxêfan

Tabel III. Di ziamanên nesamîaxêfên kevnar de peyva “heram”:

 

A.H-Tab 3

 

Di tabela sisemîn de peyvên nesamîaxêfên kevn hatine rêzkirin û pir balkêşe ku di wan zimana de jî peyvên yekser û neyekser bi nêzikî peyva “heram” hene. Jixwe têgîna gişkan bi “peyva heram re hene. Di tabela sisyan de peyva herî balkêş navê Ehrîman e. Ehrîman di ola Zerdûştiyê de Xwedayê neqenciyê ye. Navê Ehrîman mîna ku bi saya zimanê hîtîtî û lûvîkî yekcar hatiye çespandin. Diyare di navbera “Ehrîman” û têgîna “heram” têkiliyeke yekser heye. Ev hizir bi serê xwe şayesteyê lêkolînekê ye.

Li derbareyê peyva heram mirov nikare yekser bêje ku ev peyva ji filan jêderkê hatiye. Lê em dikarin bihêsanî bêjin ku peyva “heram” ji Mezopotamya Jorîn derhatiye û paşê daketiye Mezopotamya Jêrîn. Ji ber vê hindê mirov dikare bêje ku “heram” peyveka Proto-Firatî ye.

 Referans:

Ali Husein Kerim, Destan, Helbest û Mîtolojiya Horiyan, Weşanên Enstîtûta Kurdî li Almanya, 2014, Köln.

Ali Husein Kerim, Kürtçenin Etimolojisi Sözlüğü, 2019, Ar Yayınları, İstanbul.

Bernice Varjick Hecker, The Biradical Origin of Semitic Roots, The University of Texas at Austin, 2007.

Boston: Houghton-Mifflin.

C. Watkins, The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots. 2nd edition, 2000,

Comparative Grammar of the Semitic Languages, 1964, Wiesbaden: Otto Harrassowitz.

H. Craig Melchert, Cuneiform Luvian Lexicon, Chapel Hill, N.C. 1993

Hans G. Güterbock and Harry A. Hoffner, Jr., The Hittite Dictionary of the

J. Payne Smith, A Compendious Syriac Dictionary, 1908, Oxford: Clarendon Press.

Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuc Munih, 1959

Oriental Institute of the University of Chicago, 1989.

S. Moscati, A. Spitaler, E. Ullendorf, W. Von Soden, An Introduction to the

Sanskrit Languag 1945, Leipzig: Breitkopf and Härtel.

W. D. Whitney, The Roots, Verb-Forms, and Primary Derivatives of the

https://www.etimolojiturkce.com/

https://www.nisanyansozluk.com/?k=haram