KEMPERANDINA HORÎKÎ Û KURDIYA NÛJEN

 

Hevokek ji nameya şahê mîtaniyan Tûşrata, ji bo fîrawûn Amenhotepê III-mîn

Serdema XIV-mîn B.Z., xanedana XIII-mîn, fîrawûn Amenhotepê III-mîn deshilatdarê Misrê bû (B.Z. 1390-1353). Dîrokzanan, hukumdariya wî, wek serdemeke aşîtiya navbera dewletên herema Asya-Nêzik û pêşvebirina Misrê destnîşan dikin. Amenhotepê III-mîn şûna şer û qirejiran karê dîplomasiyeke berfireh meşandiye. Herwiha, wî heman siyaseta aşîtî û dîplomasiyê bi dewletên kurdan ên wê hinge re (Mîtanî- Karduniyaj, Arzava, Alaşiya, Ugarit, Qatna, Xazî, Gûdasûna, Qadeş, Kûmûdî, Zibrîbasanî, Qerqamûş, Xazor û hwd) jî pêkînaye. Tişta herî girîng ew e ku têkiliyên dîplomasiya wan bi nameyên dîrokî yên beramber îro li ber dest in. Ji ber ku Amenhotepê III-mîn nameyên ku jê re hatibûn şandin, dixe arşîvê. Cihe ku ev arşîv lê peydabûye li El Amarnayê ye. Ji ber vê sedemê arkeolog û dîrokzan ji arşîva Amenhotep III û kurê wî Amenhotep IV-mîn re dibêjin nameyên El Amarna. Hemû bi remza EA (El-Amarna) hatine tesnîfkirin.

Hejmara nameyan 382 ye û ser kevalên ji kîlê bi tîpên mixî hatine nivisandin.Pir balkêşe ku Ji behtirî nîvê wan ji hêla şahên kurdan hatine şandin. Zimanê karhatî akadî ye, lê bi tenê yek bi zimanê kurdî (akadî hingê zimanê dîoplomasiyê bû) ye. Ev jî dest nîşan dike ku, hinge li nav arîstokratên Misrê, yên kurdîzan gelekbûn. Heta şahbanû û gelek jinên arîstokratên Mısrê jî kurd bûn.

Nameya kurdî ya behsa wê tê kirin, ji hêla şahê mîtaniyan Tuşrata hatibû şandin, nameyeke dirêj e, di bin remza EA 24 hatiye tasnîfkirin. Helbet kurdîbûna nameyê eşkereye, ji ber ku bi zimanê kalbavên kurdan horî-mîtaniyan hatiye nivisandin. Ango kurdiya 3500 salan berê ye.

Di vê gotarê de lêkolîn ser hevokekê tenê çêdibd û ev hevok jî ne bi taybet, rasthatî hatiye hilbijartin.

Kurdiya horîyan:

“niġāri-mān kur-o šēn(a)-iffu-ž fur-êd-a”  (Mitt. iii 15)

Kurdiya nûjen:

“Birayê min ê diyariyên xwe bibîne”

t1

 

t2

Di tabelên jorîn de kemperandina hevoka kurdiya pêş 3500 salan û ya nûjen bi şêwazên hezrî nûjenî hatiye selimandin.

Ji bo du ziman bişibên hev çend mercên sereke pêvîst in; ji wan re dibêjin: semnatîk (wate), Fonetîk (deng) û sîntaks (hevoksazî). Ji nav van hersê mercan bi tenê di rêjeyeke % 30 hevoksazî newekhev e. Helbet sedemên vê yên dîrokî hene. Horîkî û Hînd-Îranî dema tekilhevbûne hevoksazî jî hinekî hatiye hatiye guhorandin. Jixwe biguhorandin û pêşveçûna civakê re ziman jî xwe nû dike. Her wisa zimanê kurdî jî xwe nûtir û zelaltir kiriye.

 Têbînî:

Di nivisa horîkî de “şeni/şena” tê wateya “bira”; Lê şênî di kurdiya nûjen de wek “şênî” tê bikarînan û tê wateya: “kesê heman deverê”, “heman ciyî”, “heman xw