Aşên Bayê

 

Dema mijara aşê bayê vebe, her çendî li sînorê Afganîstan û Îranê aşê bayê salê herî kêm 120 roj jî digere, ti kes vê nizane, ji wê tenê aşê bayê yên Holanda tê bîra mirovan. Lê aşê bayê ne li Holanda li gor daneyên berdest berê li welatê me Ariyaniyan û Çînê hatiye çêkirin, li ser bakurê Afrîka û di dema dînastiya Zîrî (Demezrînerên wê ji eşîra Zîrkan e) de hatiye Spanyayê, ji wir jî li Ewrûpayê belav bûye. Kavîlên herî kevn yê aşê bayê li ser keleha Mazgirtê hatiya dîtin, ta niha kavileke din yê wiha zelal di lêkolînên arkolojîk te derneketiye. Yên xwendibin dizianin ku min hefteya çûyîn di nivîsa xwe de behsa vê mijarê kiribû. Em îro li ser vê mijarê bisekinin.

Her afrineriya tiştê nû, yan jî îcad û derhênan li ser bingehê pêdivîyên mirovan pêk tê. Bingehê aş ên tê zanîn; çi sîndîr, conî, destar û ding, çi ji aşê avê û bayê ji ber pêdiviya hêrandina dexlan hatine dahênan. Piştî lêkolînên arkolojîk, genimê ku bûye fosîl yê herî kevn û daneyên heyî yên arkolojîk ser û bin kir, di nav kavîlên Girê Mirazan (Xirabreşkê) de hate dîtin. Li gor vê mirovên li Kurdistanê jiyane 12 000 sal berê genim çandine. Her wiha di nav gelek kavîlên kevnên din ên li Kurdistanê de jî piştî lêkolînên arkolojîk genim hatiye dîtin. Cara herî dawiyê jî li mezra gundê Muradê/Solaxan Norîka li ser çemê Alakê genimê bûye fosîl hate dîtin. Ev genim 4500 – 4700 sal berê hatiye çandin.

Edî bi zanistî hatiye îspatkirin ku, welatê “genim, nok, nîsk, ceh û xilorê” Kurdistan e. Lazût (Garisê misrî) ji Amêrîka Latînî hatiye. Welatê birincê (ris) ji Çînê bigire hetanî dora çemê Nîl e. Welatê fasolî û cisnê fasoliyê wek lovî, baqle û bamya li dora derya Spî ye (Lexikon der Hülsenfrüchter). Bi giranî pêdiviya mirovan, bi hêrana “genim, nok, nîsk û ceh” hebû. Birinc dema dikele dikane hev bigire, ji wê hêrana wê ne girîng bû, bes pêdivî ji qalik derxistina wê hebû. Ango li welatê me divîbû ev dexlana bihata hêran. Dahênana aş li ser vê bingeha pêdiviya mirovan çêbûye. Ev jî li welatê genim yan jî dexlan ango li Kurdistanê pêkhatiye.

Mirovan berê genim li ser kevirê sîndîr bi kevirekî gilover pehn kiriye û jê ard çêkiriye. Ji van kevirên sîndîrê ku genim li ser hatî hêran, yê herî kevn di keleha Aspêşîn (Payizava /WAN) de hatiye dîtin. Lê hima bigire di hemû kelehên Urartuyan avakirî de ev kevirê sîndîrê heye. Li pey bi sîndîr genim zerandinê “destar” hatiye çêkirin. Zanyarê Îsraîl Lev Yadun wuha dibêje: “Ev aşê destan piştî dema qeşayê li bakurê Suriyê, Rojhilatê Anatolyayê (ango li Kurdistanê) hatiye bikaranîn.” Di Incîlê Sureya “Mose” de jî behsa aşê destan tê kirin.

Daneyên berdest nîşanî me didin ku berî aşê bayê, perwaneya bayê hatiye dahênan. Di nivîsên yan jî Kodeksên Hamûrabî yê serwerê Babîlan de zelal dibe ku wan wê demê bi hêza bayê tekereke mezin çerixandine, av ji çem derxistine û pê zevî û ziyan avdane. Tê gotin ku li Misra kevn xwerû di dema Firewnan de jî, ji bo çerixandina dezgehê bi vî awayî hêza bayê hatiye bikaranîn, lê ta niha ti belgeh, paşmayî û nîşaneyên wê bi dest neketine. Baş tê zanîn ku cara yekem Urartûyan ji bo hêrana genim di kelehên xwe de bi hêza bayê kevirê aş ê giran gerandine. Di gelek kelehan de hin nîşaneyên aşê bayê, wek kevirê binê aş, yan jî parçeyên kevirên aş hatine dîtin. Di keleha Mazgirtê de kavîlên aşê bayê; hem kevirê aş, hem jî binkevirê aş û cih yan jî avahiya wê ya ji dema Key Rûşa ve maye, hê jî heye û ev di cihanê de wek yekem kavilên aşê bayê tê zanîn. Dîrokzanê aboriyê yê Îtalyan “Malanima” radigîhîne ku li Îtalyayê cara yekem sedsalek Piştî Mîladê di nivîseke Romayiyan de behsa aşê bayê tê kirin. Lê ne zelal e ku ev aşe bayê li ku bûye. Dibe wan li kelehên Ûrartûyan ev dîbin û nivîsandibin.

Lêkolînên arkolojîk yên li welatê me ji ber bêbaviya dagirkeran bi awayê tê xwestin pêknehatine, ji wê em li lêkolînên arkolojîk yên din û derve dinêrin. Di lêkolînên heyî de tê idiakirin ku formeke aşê avê cara yekem li Misra qedîm, di dema Firewnan de, pey re jî li Mezopotamya û bi giştî li erdnigariya gelê Arî belav dibe. Dibe ku di demên pêş de piştî lêkolînên arkolojîk ên bingehîn tersê wê jî zelal be. Lewre têkiliyên Mîtaniyan û Firewnan baş tên zanîn, ew çawa “Maranya” yanê ereba şer ji Mîtanyan fêr bûn, dibe ku aş jî ji Mîtanyan derbasî wan bûbe. Ev ne tenê baweriya min e, gelek lêkolîner û arkolok jî di vê dîtinê de ne.

Dema mirov li ser înternetê bi zimanê tirkî li hin çavkaniyan digere matmayî dimîne, her tiştî ya bi îslamê ve yan jî bi Tirkan û dîroka Tirkan ve girê didin. Eger nikanibin jî, hetanî ji destê wan tê mijarê şêlû dikin. Hem jî kesên bi kolosên Prof û Dr. yan. Li ba wan tenê behsa çend aşên bayê yên li Tirkiyê û aşê avê ya li ser çemê Kelkîtê tê kirin. Min nedixwest ez di mijarek wiha de behsa wan bikim, lê ji ber ku ev mijar jî bi zanistî şêlû kirine, di divêtiya vê şiroveyê de mam. Hêviya min ew e ku welatê me bigîhîje azadi û serxwebûna xwe, da di warê arkolojîk û zanyariya dîrokî de, derfetên rastiyan derkevin pêş me.

 

Çavkanî

Yeni Özgür Politika