HÛN ZIMANÊ TIRKÎ Û ETÎMOLOGÊN TIRK ÇAWA DIZANIN?

 

Mijara ziman, rîçalnasiya (etimolojî) wê, zanyariyeke xwerû ye, têgîhîştin û zanîneke têr dixwaze. Dema mijar mijara zimanê Tirk, Fars, Ereb û Kurdan be, hê dijwartir e. Lewre netewdewletan, (xwerû netew dewleta Tirk) li ser bingehê nijad û mijareyên zimanê Kurdî bi hostatiya sextekaran lîstine, hîmên wê yên bingehîn tev de livandine, hin belgeyên heyî jî ruxandine, şewitandine, yan jî veşartine. Li gel wê bi hêzên xwe yên dewletî-aborî gelek xwendayên biyanî jî di bin siya xwe de xebitandine, bi rêya wê her tişt nuximandîne û şêlû kirine. Xwerû jî netewdewleta Tirk. Ji wê jî dema lêkolînerên Kurd û Kurdistanî berê xwe didin lêkolînan, bi gelek dijwarî û keleman re rû bi rû dimînin. Lê cihê hewldan lê hebe, gîhîştina rastiyan jî lê pêkan e. Ji bo gihîştina rastiyê divê mirov berê rewşa çavkaniyên wan, dekbaziya etîmolog û zimanzanên wan bê kêmasî li ber çavan raxîne, ji wê min ev mijar hilbijart.

Bêguman ev mijareyeke gelek berfireh e, bi zimanekî zelal û vekirî ev mijar hemû lîst, dekbazî û lihevanînên netewdewletê yên herî kone werdigire. Ji wê jî lêkolîneke hûr û kûr dixwaze. Bes mijara ziman û netewperestiya Tirk wisa zelal û vekiriye, di her gotin û hevoka hatiye bikaranîn de xwe dide der, lewre dibe ji heza xwe ya kotekê û têkiliyên xwe yên navdewletî be, serkarî û rayedarên wan bixwebawer, pedivî bi porkirinên hê konetir jî nedîtine. Mîna ku cihan di xizmeta lihevanîn û konetiya wan de be, wisa serbest tevgeryane û tevdigerin. Bi vê têgîhîştinê, têkiliyên aborî û stratejîk, gelek zanyarên (qaşo) bîyanî jî tevê vê lîstika xwe kirine. Bi kurtî jî be, mirov dikane çend xalan bi hin daneyên şilftazî ve li vir rêz bike, da ku rastiya bingehê belgehên wan li ser rûniştine, yan jî dane rûniştin zelal bike.

Çend gotin li ser gen û nijada li Anatolyayê

Birêz Şoreş Reşî rojnameger û lêkolînerekî herî durist û têgihîştî ye. Di gotara xwe ya bi navê „Türk Genlerî ve Sorunlu resmî tarîh“ (Genên Tirkan û dîroka fermî ya bi pirsgirêk) de encama lêkolînên genologê gelek têgîhîştî Timuçin Binder derxistiye pêş û wiha pêde diçe: „Tîmuçîn Bînder zanayekî li zanîngeha Kaliforniyayê beşa bîyolojiya mirov û xwerû lekolînên li ser mijareyên genolojiya mirovan perwerdeya xwe kuta kiriye. Piştî lêkolînên li ser genên li Anatolya hene, wiha radigîhîne:

„Diroka fermî ya Tirk bi pirsgirêkan dagirtiye, lêkolînên dawiyê xwerû yên genolojiyê vê dîroka fermî bi tevahî vala derxistiye.“ Jiwê tenê zanyaran guhdarîkirin dikane mirovan bigîhîne rastiyan.“ Birêz Bînder di ragihandina xwe ya berfireh de wiha pêde diçe:

„Piraniya gelên li Anatolyayê dijîn, 40 000 sal berê jî li vir, li ser vê xakê jiyane. Rika bi sala 1071 an re Anatoluya xwe guhezandiye tirkayetiyê, tenê efsane /çîrok e. Komên ku ji Asyayê hatine, tenê li dor rêjeyeke ji % 10, 15 an e. Li gel wê baş nayê zanîn, ka yên ji Asyayê hatine jî, Afagan, Îranî yan jî Tirk in, ji hev derxistin gelek dijwar e. Genên li Tirkiyê ta berê mîladê ev rengê xwe yê îro wergirtiye. Yên hatine jî di nava gelê vir de bi tevahî helyane û wenda bûne.“

Belê di vê daxuyaniya zanistî de xuya dibe ku genê Kurdan li vir serdestî hildaye û yên dû re hatine di nava xwe de helandine. Dewleta Tirk jî hewldaye ku li ser inkara Kurdan nijadeke ji gelên cûda biafirîne, û hetanî radeyekê jî bi ser ketine.

Lêkolînên genolojiyê yên din:

Xebata Y-DNA ya di sala 2004 de bi aliyê saziya Excavating Y-chromosome haplotype strata in Anatolia ve hatiye pêkanîn, lêkolîn û dazanîneke têr û tijî ye, heta dema rastî xuyakir, dewleta tirk bi boneyên cûda pêşî lê girt, ev sazî radigîhîne ku li Anatolyayê tenê ji %3,4 genê asyayî heye. Ev nexşeya li jêr jî nexşeya wê ye. Di vê nexşeyê de rengê şînê vekirî cihê genên Hind - Ewropî (Kurd, Ermenî, Grêk û çandên berê, rengên din jî tevlihev in (Hînd- ewropa, Tirk, çerkez, Ereb, afrîkayî û gelên din) Ev nexşe bi tena serê xwe hemû rastiyan li ber çavan radixîne. Ji ti gumanî re cih nahêle. Bes ew her li ser rika xwe ne.

W-1

Wer xuyaye tirsa dagirkerên Tirk jî, di vir de ye û dijminahiya Kurdan jî, ji vê rastiya genelojiyê tê. Ditirsin ku rastîya heyî derkeve û hemû hewldanên wan ên ji bo projeya neteweyek tirk afirandinê ku li ser derew û canbaziyan rûniştiye, vala derkeve. Li gel genê mirovan xwerû jî, di warê ziman û zanyariyên bi ziman re têkildar de derketina rastiyan jî, ew xistine nava dilbizdînê. Ji bo vê li ser hev genologên rastiyan şêlû û belovajî dikin, afirandine û hewl didin ku wan bikarbînin.

Li ser politika ziman ya Îttahat Teraqqi çend gotin

Bingehê nijadperestiya Tirk di civîna Îttîhat Teraqî ya ku di mijdara 1910 de li Selanîkê pêkhatibû de hatiye avêtin. Di wê civînê de ev biryar hatibû girtin: „Ji bo ku em bikanin niştimanperweriyê di nava Tirkan de bidin rûniştin û pêşî li netewperestiya mîkro ya gelên din ên di nava xaka Osmaniyan de dijîn bigirin, divê teqez di hemû dibistanên heyî de ders tenê bi tirkî were dayîn û pêşî li zimanên din were girtin!“

Roja 23 adara 1916 de jî biryara di nava sazî û şîrketan de tenê destûra bi tirkî nivîsandin dayînê, hate girtin. Hemû şîrket neçar man ku qursên Tirkî vekin û fêrê tirkî bibin.

Wê demê Omer Seyfetîn di rojnameyekê de wiha nivîsîbû: „Tenê xwedî li armanceke netewî derketina Tirkan dikane Osmaniyan ji vê rewşê rizgar bike.“

Ziya Gökalp jî di helbesteke xwe de wiha dinivîse:

„Divê li ba her ferdî hestê netewî, anane û ziman yek be

Ey mebûsên paqij li wê qadê cihê Boşoyan (mebûsê Rûm)) tine...“

Ewladên te li ser sînoran bi dil û can can didin

Ey Kurê Tirk a ew der e welatê te...“

Ne tenê ev, ew nijadperestiya xwe wisa di nava gelên li Anatolyayê ku di nava xwe de helandine de dane rûniştin, mejî wisa kor kirine, hemû kirine parêzwanê zimanê tirkî, bê zimanê tirkî her zimanî wekî cûdaxwazî û netewperestî dane pejirandin. Ji wê dema em di nava Kurdan de bêjin, „em jî di her warê jiyanê de zimanê kurdî bikarbînin“ hima xwenda û ne xwendayê Kurd ên mejiyên wan bi wê bangaşiya dagirkeran herimîye, me bi netewperestî û nijadperestiyê tewanbar dikin. Lê yên Tirkan mîna fermanekî xwezayê ya tanriyê Taklamakanê bin, dipejirînin.

Belê hewldanên nijadeke ji derewan afirandinê, komkujî û koteka di vê pêvajoyê de daxistine qada jiyanê, bê belge û dane, di jiyana rojane de jî xuya dike. Bes bi sedan belge hene. Me tenê ji bo têgîhîştinê çend mînak girtin. Em niha jî berê xwe bidin bingehê zimanê wan.

Ma proto-Tirkî heye?

Li ser vê mijareya „Proto – tirkî“ gengeşî gelek zêde ne, lê di encamê de gişt digîhîjin rastiya nebûna wê bingehê. Jiwê piraniya zimanzanên wan jî wiha dinivîsînin: „Di bingehê xwe de „proto – tirkî“ tine, tenê mîna ku bingehekî wisa hebe, têgîhîştineke wisa hatiye afirandin. Di rastiyê de li ti demê li ti derê „Proto-tirkî“ nehatiye axaftin û ti nişaneyên wê jî tine. Yanê ne li Taklamakanê, ne li Gobî, ne li Nura Lokê, ne li Kazaxîstanê, ne di nav wan çend rêzên nivîsên Orhûn de û ne jî li derekî dinê bingeheke wisa û nişaneyên wê jî tine. Ev angaşt tenê bi awayê modeleke teorîk ya hin yekîtîyên xizimtiya hin ziman û devokan e.

Lê serkariyên vî navî li xwe kirine, hewldane ku vê rastiyê veşêrin, berpirs û hêzên ewlekariya wan dewletan jî, ji bo pejirandindayînê tim kotek nîşan dane û hemû rê û dirbên lêkolînên vê rastiyê girtine, ji wê lêkolîneran li ser wê mijarê bi têgîhîştina zanyariyê bêtir tenê bi awa û rengên serkarî dixwazin, nivîsîne. Mînakên nebûna bingehê „Proto - tirkî“ pir in, bi taybetî jî ev nivîsa rojnameger Îsmet Berken her tiştî bê kêmasî û bê guman zelal dike. Îsmet Berkan ê ku berê kolomnîstekî rojnameya Redîkalê bû, niha di rojnameya Arti de dinivîse, di gotara xwe ya roja 01.03.2007 an a di Yenîozgurpolitikayê de derketibû de, wiha nivisîbû:

„Ez gelek caran bi SK Turgut Ozal û S. Demîrel re çûm komarên Tirkî yên Asyayê. Gelek zanyar, dîrokzan, lêkolîner, rojnameger û Prof. Yusuf Halaçoglu jî bi me re hevrêyî dikir. Piştî mê Nivîsen Orhûn û Kul Tîgîn jî ziyaret kir, di navbera me de li ser nijada “Tirk” gengeşiyên bi tîn dest pêdikir. Di encama gengeşiyê de me giştan pejirand ku bi navê Tirk, nijad û gelekî tine, lê zimanê Tirkî heye! Li gel wê me pejirand ku hemû nivîsên mixî (Yazitlar) û dîrokî bi zanistî şaş hatine tercumekirin. Lê me ev ranegihand bala giştî.“

Gelo ji vê wêdetir pêdivî bi mînakên din hene?

Zimanê wan ya heyî jî li despêkê di rewşeke pir teng de bû, ne zimanê zanyariyê bû:

Em bersiva vê ji çavkaniyên wan bigirin.

Ziya Paşa di gotara xwe ya bi navê „şîîr ve înşa (helbest û avabûn)“ ya ku roja 7 îlona 1868 an di hêjmara 11an a Hurriyetê de hatibû weşandin de wiha dinivîse: „Gelo ziman û helbesta gelê ku em jî endamê wê ne, heye?“ dû re wiha pêde diçe: „Di berhemên wêjeyî yên zimanê me de gotinên tirkî pir kêm in, nagîhîje ji sisyan yekan jî. Dama şirovekirinê de gelek têgînên têklihev tên bikaranîn, ji bo têgîhîştinê pêdiviya mirov bi ferhengan heye.

Orjîna nivîsê:

Münşeat-ı Feridun ve asar-ı Veysî ve Nergisî ve sair münşeat-ı mutebere ele alınsa içlerinde üçte bir Türkçe bulunmaz. Ve bir maslahat ifade ederken bedî ü beyan fenleri karıştırılarak, ibraz-ı belâgat için öyle müşevveş ve mütetabiü’l-izafat ibareler yazmışlar ki Kamus ve Ferheng beraber olmadıkça ve bir adam fenn-i meani ve adab-ı Arabda kemal-i mahareti olduktan sonra âdeta bir ders mütalâa eder gibi bir çok zamanlar sarf-ı zihn etmedikçe manasını istihraca muktedir olamaz.

Di nivîseke Murat belge ya di kovara Bîrîkîmê de hatiye weşandin de wiha tê ragihandin. „...wê çaxê (di destpêkê de) di rojnameya Hakimiyetî Milliye de ev hatiye weşandin; „Divê em bê ku li çavkaniyên  peyvên di nava gel de tên bikaranîn gerînê, wan peyvên tên bikaranîn, rasterast weke peyvên tirkî bipejirînin.!“

Di malpera akademî edu. ...rumca ve yunanca.. de mijara bandora zimanê yunanî tê ragihandin. Em ji wê jî mînakeke piçûk bigirin:

 Di xebata: Konferensa Zimanê Tîrk ya navnetewî de ku di sala 2008 de ji aliyê du zanîngehên wan ên bi nav û deng ve hatibû pêkanîn de mijara bandora rûmî weke jêr hatiye rahgihandin:

(III. Uluslararasi Büyük Türk Dîl Kurultayi (Bilkent Üniversitesî ve  Lefke Avupa üniversitesî yayinlari 2008   293 -299) bi aşîkarî radigîhîne:

  1. Piraniya navê sewze hetanê hin cisnê geniman bi rûmî /grêkî ne. Yanê ji bîber (îsot) bigire hetanî pirasa û yulafê (xirpûk) navê 50 nebatiyan li pey hev rêzkirine.
  2. Navê hemû berhemên ji deryayê derdikevin jî bi giranî bi zimanê grêkî ne.
  3. Ji navên bûyareyên xwezayî wek „poyraz“ bigire hetanî navên erdnîgarîyê wke „körfezê“ heta peyva „paçavra“ jî bi rûmî ye.

 Di vê xebatê de navê 250 peyvên hatine rêzkirinê, tev de bi grêkî û rûmî ne. Yanê navê riwêk, sewze, berên deryayê, rêvebirî, peyvên zanistî yên grêkî diçe 1000 peyvî dibîne. Bi kêmasî ewqas jî peyvên xas kurdî, weke „dayî, dayîza (teyze), gogerçîn û “peyvên aşîkar, wek pêşîn, bazar û hê wekî din di nava zimanê wan de hene. Li gel wan gelek jî gotinên Fransî, îtalyanî û îspanyolî di zimanê wan de hene.Rast dema mirov van hemû gotinên biyanî ji nava zimanê wan derxe, çend gotinên wan dimîne?

Ji her gelî Sadrazamên wan hene, lê ji Kurdan tine.

Ji ber ku mijara bandora rûmî/grêkî vebû, dixwazim vê jî lê zêde bikim. Li gel zimanê Rûmî û Grêkî gelek Rûm û Arnavût bûnin sadrazam, ji Rûman deh wezîr û Sadrazamên weke Zaxnos Paşa, Rûm Mehmet Paşa, Mesih Paşa, Yunus Paşa, (Parmaksızoğlu, s.456) hene. Her wiha ji Sirban û ji Arnavutan jî gelek sadrazam derketine.

Lê, lê, lê yek Kurdekî di nava Sadrazam û wezîrên wan de tine. Kesên weke Molla Guranî jî tenê û tenê bi awayê mamostetiyê roleke xizmetkariyê wergirtine. Û îro jî nahêlin Kurd bibin serokkomar, serokwezîr û serok kizîr.

Kurdan li hemberê vê tenê sitrana „Mîrê min mîrê mîran e, li qonaxên wezîr û padîşahane“ strane.

Her dem devşîrmeyên riçalên xwe înkarkirî di xizmeta wan de bûne

Her û her biyanî ew û bingehê wan pesinandine û bûnin hîmên wê nijadperestiya wan a tund. Hima çend navên nas.

Mustafa Sâmih Rifat Bey (Yalnizgil) (1875, İstanbul- 3 Aralık 1932, Ankara), Bi xwe kesekî cihû ye. Berê di dibistanên cihuyan de xwendiye. Ji aqildêr û pesindarên zimanê tirkî yek e.

Mustafa Samî Rifat; ne profesor û ne jî pisporê ziman e, tenê  ruştiye (lîse) xwendiye. Lê serokê yekem yê Saziya zimanê Tirk (TDK) ye. Her çendî erebiya wî pir kêmbûye, dîsa jî cara yekem qaşo wî û Mehmet Akîf Ersoy (erebiya wî jî ne erebî ye) „Dîvan-î Lûgat-î Tirk“ wergerandine ser tirkî (gelo bi çi fendî). Eh dema wî û Mehmet Akîf Ersoy wergerandibe, êdî hewce nake ku mirov li ser „Divan -î lugat -î Tirk“ biaxive.

Mehmet Akîf Ersoy. Bavê wî arnavûtê bajarê Kosovayê ye. Kalikê wî ji serokên pomagatan e. (Köyqorucusuyê li sirbîstanê. Pomagat) Ev gotina „pomagat“ bi sirbî ye û tê wateya cerdewan /qorucuyan). Navê Pomakan jî ji wir tê.

Ahmet Cevat Emre: Ji rûmên Gîrîtê ye, bi devoka grêkiya Gîrîtê diaxive, lê devokên grêkî yên din pir baş dizane û ev kes zimanzanekî Tirka ye. Çi xwendiye ne zelal e, bes navê wi jî di nava zimanzanên Tirkan de derbas dibe. Her wiha hin kesên wekî wî yên din jî.

Mijareyeke balkêş jî ev e: Tevahiya aqildêr û rêberê têgîhîştinên wan ên zimanî bîyanî ne.

Pan-turkizim ji aliyê Yusuf Akçura, Ahmet Ağaoğlu, Hüseyinzade Ali yên li Rûsayê hatine dunê û li wir xwendine ve hatiye pêşkêşkirin, yanê bavê Panturkîzmê jî di bingehê xwe de nijad biyanî ne. Hûn dikanin li nîvîsa Yusuf Akçura, ya ku wî di sala 1904 an de bi navê “Üç Tarz-ı Siyaset” nivîsîye, binêrin

Li gel wê; bavê Teoriya Ziman û roj (Güneş-dil teorisi) Dr. Phil. H.F. Kvergic e. Wî ev fikra daye wan û qaşo ji wan re rêberî kiriye. Yanê tirkayetî û fikrê wan û xizmetkarên wan tev de bîyanî ne. Kurd jî tenê leşker û weke gorîyan hatine dîtin.

Kongreya yekemîn ya Jön Tirkan li Parîsê di mala senetorê Firansiz Lefévre-Pontalis de hatiye lidarxistin, 47 kes tevê vê kongreyê bûne. (Ev agahî di gelek belge û kovaran de hene. Mînak „Akademi.edu, Uluslararası Sosyal Araştırmalar Dergisi, Cilt 1 , Sayı 5, 2008

Dîsa kongreya Jön Tirk II. Li Parîsê Kurd ne têde, bi tevlêbûna hemû kom û komikên li Parîsê û Federasyona şoreşger ya Ermeniyan (Taşnaksutyun) 29 kanuna 1907 pêk tê. Hûn dikanin li vê berhemê jî binêrin. „Abdullah A. Cehan Osmanlı Devleti'nin Sürgün Politikası ve Sürgün Yerleri,"(PDF).

Xeta Îttahat Terakî netewperestiya xwe herî zêde ji mareşalê Alman yê ku „Colmar von der Görlitz“ tê zanîn fêrbûye û bi pêşniyazên wî kesî û biyaniyên din ev têgîhîştin berfireh kirine. Belê ji bavên netewperestiya Tirkan yek jî Mareşalê Alaman Colmar e. Yanê Colmar Mamosteyê wan, Kemal jî mamosteyê Hîtler e.

Bi bandora vê;

Ta di sala 1915 an de bi navê Mekatib-i Hususiye Talimatnamesi, fermannameyekê hatiye derxistin di wê de wiha radigîhîne: „Kêmar tenê dikanin di taxa xwe de dibistan û medreseyan vekin, lê divê di wan de jî dersên tirkî û dîroka Tirkan ji aliyê mamosteyên Tirk ve were dayîn. Li gel wê dem ji dem bi aliyê wezareta perwerdê û rayedarên dewletê yên li herêmê ve were kontrolkirin (Maarif Nezareti ve mülki amirler) mijar bi berfirehî di İhtimal Dergisi Yayınevi, Ankara 2016, ss. 283 -303.8 Ercan Uyanık, a. De heye.

Di serdema Komarê de jî heman reng heye. Ew kesên ku di civînên „korî ziman“ ya Stenbolê de cih digirin û li wir „Bingehê bîrdoza Roj – Ziman û dîrokê (Güneş dîl teorîsî) berfireh dikin, yek ne tirk e, ne jî zimanzan e. Yên tê de cih digirin, ev in: Hamît Zubeyr, Agop Martayan, Hakki Nezîhî, Naîm Hazim, Ahmet Cevdet, Necmî Dîlmen, Hasan Reşît Tankut û yên din.

Friedrich Wilhelm Radloff, navê wî yê bi rûsî „Wassili Wassiljewitsch Radlow“ (Rus-Alman) Ferhengek hin devokên asyayê dinîvîse. Lê hîç nakeve nava etîmolojiya peyvan, bes peyvên tên bikaranîn û bersivan wan ya rûsî û almanî dinivîse (ji bo leşkeran). E. k. Pekarsky ji bo leşkeriyê ferhengokek Yakutî û rûsî dinivîse. Eh evana jî dibin çavkaniyên zanyar û etîmologên Tirkan. Em ji Oskar Mannê mîsyonerê ku mejiyê hin Kurdan tevlihevkirî dizanin, ka van lêkolînerên ewropî çi nivîsîne. Belê çevkaniyên wan ev kes in. Em disa vegerin ser mijara „Korî ziman“ ya li Stenbolê.

Ji ber ku yên di van korî ziman de cih digirin ne pisporên ziman in, di gengeşiyan de hevdu rezîl dikin. Yê herî zêde peyvên nû çêkirine, yan jî ji zimanên din girtine hinek guherîne û ji zimanê tirkî re kirine mal yek jê Zîya Gökalp e.

 Murat Belge di gotareke xwe ya di kovara Bîrîkîmê de Zîya Gökalp keskî wek makîneya peyv çêkirinê dinirxîne. Murat Belge vê mînakê dide „XMR“ ya erebî girt û kir „hamûr“

Em mînakek ji paşgir û peyvên biyanî peyv çêkirinê bigirin.

Peyva îngîlîzî „cup = kap“ girtin bi alîkariya wî peyvên nû çêkirin. Çend mînak: Pîslîkkabi, sukabi, yemekkabi, ayakkabi, deneykabi ûû.

Li gel Ziya Gökalp Nurullah Ataç jî ji makîneyên peyv çêkirinê yek e. Her wiha yên din jî, heta Mustafa Kemalê wan jî peyv çêkirine.

Hima bigire hemû rayedarên komara Tirk di destpêkê de peyv çêkirine, Heta ev peyvana jî: „Er, subay, kurmay, genel, özel, evrensel, kutsal, önemli, arıtmak, ısı, esenlik, erdem, kıvanç, konuk, afrîndeyên Mustafa Kemal in. Çavkanî (Atatürk ve Dil…”, s. 56. 675 Zeynep Korkmaz, “Atatürk ve Dilimiz”, Ankara Üniversitesi’nin 60. Kuruluş Yılı Armağanı, AÜ Basımevi, Ankara 2006,)

Di korî Ziman ya sisyan de ku bi fermana Mustafa Kemal pêkhatibû, li ser vê biryarê radiwestin:

  1. Peyvên bi bingehê xwe ve tîrkî ne,
  2. Peyvên bi rêya texlît û wergerê [onomatophe],
  3. Peyvên ji zimanên biyanî hatine girtin [a) Yên rasterast ji wan ziamanan hatine girtin, b) yên li ser zimanekî din re derbasê tirkî bûne.

Civînên korî ziman yên li pey vê civînê jî hima bigire li ser heman bingehî dimeşin, le ne mijara me ye, ev wek mînak bes e.

Rusan jî tim dijminahiya Kurdan û xizmeta Tirkan kirine.

Murat belge, di „Bianetê“ de li ser vê mijara Rûsan û bêbextiya wan wiha dinivîse:

„Polîtîkayeke rûsan ya Kurdan ji bakurê Kurdistanê (cihê dagirkirî) derxistinê heye. Lê naxwazin bi kuştin, bi derbiderkirinê ji axa wan derxin. Murat Bardakçiyê ku bi salan deftera Talat Paşa (pirtûka bergreş) li ba xwe hiltîne, dû re hêdî hêdî hin beşên wê radigîhîne bala giştî, lê mejûyê serdema nivîsandina vê defterê nade. Eger wî bîst sal berê ev agahiyên di defterê de ragihandiba bala giştî, emê niha di pevajoyekê hê pêştetir de bana. Bi dîtina min ew agahiyên di wê devterê de di dawiya sala 1915 de hatiye nivîsandin. Tenê anegorî deftera Talat Paşa 1,5 mîlyon Ermenî ku ji %80 yî wan tê derbiderkirin. Li gel wê mîlyonek Kurd û bi qasê 200 000 tirk û yên din tên koçberkirinê. Talat Paşa li dij plana Kurdan li dor Helebê bi cihkirinê derdikeve. Ew teqez dixwaz ku Kurd li cihên misliman lê kêm in, werin bi cihkirin.“

Min di navbera salên 1972 – 1975 an li gundê „Bêşkiz“ za Sungûrlu /Çorimê mamostetî kir, ez gelek di nava gundên Kurdên Çorimê de geriyam. Piraniya wan di serdema dagirkeriya Rûsan de ji Kurdistanê hatibûn derbiderkirin.

Heyeta biryara rewşê: ‘’Tirk, Arnavut, Ermeni û Yahudiyek’’

Di nava rêvebirên meşrûtiyeta dudyan de ti rola Kurdan tine, heta di belgeyan de navê wan jî derbas nabe. Mîna ku ew di nava sînorên Osmaniyan de hîç tinebin, wisa nêzîkê Kurdan bûne. Hima bigire di ti demên Osmaniyan de jî ev tine. Tenê hin kesên wekî Îdrîsî Betlîsî di forma Korucî û ajanan de hatine bikaranîn. Îro jî serokê îstixbarata wan Hakan Fîdanê Kurd e û gelek cerdewan /qoricîyê di bin çek û di parlamentoyê de hene. Ji xwe Alparslanê wan jî Mervanî ji bo armanca xwe bikaranîn, piştî di şer de bi ser ket jî ti daxwaz û rengê Mervaniyan nepejirand. Çima Mervanî bûn alavên destê wan ev jî mijara lêkolîn û gengeşeyê ye.

Di malpera Akademî.edu de li ser pêkhate û komên di meclîsa Meşrûtiyeta dudyan de bi hev re dixebitin wiha dinivîse:

„Guhertina di meclîsê de bi hevkariya gelan, yanê Arnavut, Ermenî û Yahûdî (eh Rûm jî tine, Kurd jixwe kevoka di rikeha wan de ye.) biryarara guhertinên hatibûn girtin, ji bo Ebdulhemîtê II. ji wê biryarê agahdarkirinê, ji Tirkan Arîf Hikmet Paşa, Mebûsê Draçê yê Arnavût Esad Toptanî Paşa, Mebûsê Selanîkê Emanuel Karasû (yahudîye) û Ermenî Aram Efendî çûn...“

Di serdema Selçûkiyan de ziman

Ji ber ku mijara me zimane wm tenê ji bo bi bîranînê vê agahiya girîng jî bidin: Her çendî dewleta Tirk Selçûkîyan wekî Tirkên asyayî destnîşan dikin jî, Di dewleta Selçûkîyan de zimanê wêje û nivîsandinê Farisî, Jimanê zanyariyê jî erebî ye. Zimanê tirkî ti rolekê nalîze. Di ti daneyan de behsa wî jî nayê kirin.

Etîmolog, werger û dekbaziyên wan

Min çendî û çend caran wiha nivîsîbû: „Her dewleta ku nû tê damezrandin, ji xwe re netew, ziman, dîrok û çandekê ji vir û ji wir, li ser hin qaşo daneyên ku bi giranî li ser vir û derewan avabûne, diafirîne. Ev xala bingehîn ya netewdewletê ye.“ Di vî warê dekbaziyê de jî herî zêde dewleta Tirk û rêveberiya wê li ser tevahiya daneyên berdest bi sextekariyeke kone lîstîye, hemû rastîyên heyî tineyî belovajî û şêlû kirine. Hima bigire di bin her kevirî de ji xwe re tişteke lihevanî dîtine. Ev ne rika min e, hemû pispor vê dibêjin û daneyên heyî jî vê têgîhîştinê bê kêmasî erê dikin. Mînak; çend rêzên nivîsên mixî yên li ser kêlikên Orhûnê (Orhûn yazitlari) û çend gotinên Mahmudê Kaşkarî, uyguriya piraniya gotinên wê ji zimanê taxorî hatiye wergirtin ku bingehên wan digîhîjin zimanên din wekî belge nîşan dane. Niha jî; „îlk türkçe, orta tükçe“ nizanim çi pêve kirine, bi destên kesên di zanîngehên xwe de perwerdekirî, Dr. yên ji bironzê bi sitivanga wan ve darvekirî, hewl didin ku van lihevanînan wek zanyariyê bidin pejirandin. Bi giranî jî bi wan, bi hin navê biyanî hin tişt dane nivîsandinê û bi navê zanyariyê pêşkêş kirine, aha ji te re etîmolojî û zanyarî. Em jî hewl didin ku van çiv û çîvanokên wan ên bi her awayî nixumandî derxînin û wan çivan sererast bikin. Lê mixabin ku vê sererastkirinê jî kesên qaşo bi nijadî ve ji me ne, lê bi Dr. û qirawata wan hewl didin ku van hewldanên me vala derxînin. Hele yên erebî xwendine, xwedê dijminê herî xirab jî ji wan biparêze. Tevahiya cihanê bi doxîna erebî ve girêdidin. Lê îro êdî baş tê zanîn ku erebî piraniya peyvên akadî ji ser aramî re wergirtiye. Peyvên teknîkî ji grêkî, peyvên felsefîk ji zimanê Arî, peyvên avadaniyê ji kiptî /Misir-Fraunan wergirtiye. Li gel wan gelek jî ji zimanê fenîkeyî, îtalyanî û zimanên din jî girtine nav zimanên xwe. Mînak; „Qelem“ ne erebî ye, êdî baş tê zanîn ku ji zimanê hîndî hatiye girtin.

Sextekariya herî mezin jî ya wergêran e. Bi navê Dr. Prof, nizanim çi qarnaqisî tiştên wergerandine tev de belovajî kirine, xwerû jî navê Kurdan di her nivîsê de guherîne.

Werger û weşanxaneyên zimanê tirkî çi wergerandine ser tirkî di nava çarçoveya bîrdoza tirkayetî de werger pêkanîne, bi taybetî jî dema tekstên cûda ji zimanekî din wergerandine ser zimanê xwe, bi peyv û daneyan lîstine. Di vî warî de gelek mînak hene. Di bin gelek serenavên jêr de mînakên vê hene, em di nava wan mînakan de bixwînin.  Dema Macar (Ungarn) dest bi lêkolîna dîroka xwe dikin, Zanyarên xwe dişinin Asyayê. Piştî lekolînan digihîjin wê encamê ku ji 7 eşîrên Macaran pêktîne yak jî eşîra Kurd- Gyarmat e (Bi macarî:  Kurtu, Kirth, Kyurta.) lê dîrokzanên Tirkan peyva macarî ya bi Kurdan re têkildar wiha wergerandiye tirkî:“Körtle“. 

1. Di rastiyê de ev gotin bi tena serê xwe rastiya sextekarî û dekbaziya wan li ber çavan radixîne. Lê em bi mînakên hê beloqtir bidomînin.

2. Piraniya wergerên wan bi dekbaziyan dagirtîne. Profên wan dema werdigerînin, bi giranî navên Kurdan û peyvên bi kurdan re têkildar diguherînin. Mînakek ji qaşo Prof. Dr. A. Agirakça (çavkanî Bedel Boselî)

W-2

3. Prof. Dr. û etîmologên Tirkan ne tenê nav û daneyên bi Kurdan re têkildar yên di nava sînorên dewleta Tirkiyê de tev de guherîne, Wan di mijara Kurdan de belgeyên fermî yên dewletên din jî bê ku şerm bikin guherîne, Mînak; navê Şêx Xalidê Neqişbendî tehrîf kirine.  „Şêx Xalidê Neqişbendî yê Kurdistanî“ ew kirine Ereb. Em ji nivîsa Fener Rojbîyanî bixwînin:

Şêx ‘Ebdullah Dehlewî herwisa tîne ziman ( Mulkî Kurdistan).

Di hemû berhemên Şêx Xalidê Neqişbendî yê Şarezorîyê kurdî ku ji alîyê dewlete tirk ve hatine wergerandin ser zimanê tirkî ew peyva ( Mulkî Kurdistan/مُلكِ كردستان) ji nav kitêbên tirkî rakirin û veşartin û her çi îmaj û peywendî bi kurdbûn wî veşartin û hertim Mewlana Xalid wekû Erebek bexdadî pêşkêş dikin û bi siyaset û zanistî dixin serî û mejîyê miletan.“

Orjîna nivîsê li jêr e hûn dikanin lêbinêrin.

W-3
 

d. Ew goristana li Axlatê ya navdar hima bigire ti têkiya xwe bi Selçûkiyan û Tirkan re tine, lê dewleta wan di sala 1960 de bi fermaneka serkeriya dewletê ya demê (cunta leşkerî) navê wê kirin „Selçûk Mezarligi /Goristana Selçûkîyan“ Di malpera Bîtlîsnameyê de gotareke hêja û gelek berfireh li ser vê mijarê heye.Yê bixwaze di vî derbarî de agahiyên têr werbigirin, dikanin têkevin wê malperê û wê gotarê bixwînin.

Mînakên wiha bi sedan e. Gelek caran jî gotina „Kurd“ nanivîsînin, yan jî di cihê wê de gotinekê hîç nayê têgîhîştin bikartînin. Etîmologên Tirkan jî bi giranî van çavkaniyên tahrîfkirî û yên dişibin van çavkaniyan bikartînin.

e) Prof Dr. Abulwahap Kara li çavên cihanê nêrîye û derewekî li hewa teqandiye di malpera xwe de wiha nivîsîye: „Kazakistanda Saka Türklerî kralîçesînin Fîlmî çekîldî“ Hopala, çi têkiliya Tomrîsa û Tirkan bi hev re heye?

  1. Di wê serdemê de di ti belgeyî de navê Tirkan û eşîrên tirkan di piyasayê de tine.
  2. Carê Tomrîsa kralîçeya serweriya Massagetan e, Baş tê zanîn ku Serweriya Massagetan konfederasyoneke eşîrên Kurdan e. Di nava wê konfederasyonê de Massekan, Reşî, Alanan, Reşkotan, Sakan, Bûsan, Taxorî û yên din hene. Heta hê îro jî bi wî navê „Massekan“eşirekî kurdan  heye. Saka jî îro li Bazîdê, Kafkasyayê, li Tacikîstanê hene û bi devokeke kurmancî diaxivin. Alanan ji sînorê Çînê bigire hetanî Ewropê hatine. Mînak; Oset  jî Alan in. Mirov dikane li ser internetê deweta eşîra Sakan jî temaşe bike. Ji Herodot bigire hetanê dîrokzan û belgeyên Çîn û Hindîstanê tev de Sakan wek eşîreke Arî destnîşan dikin. Li gel wê Tomrîsa bi xwe keça generalekî Medan e. Yanê Prof. bi fermana ji serkarên xwe girtî li nava çavên cihanê dinêre, bê ku ji wan payeyên xwe şerm bike bi xwe bawer derewan dike.

f. Ne tenê etîmolog, dîrokzan û zanyarên wan, rojnameger û rojnameyên di siya wan de jî def û zurna derewan germ kiribûn û hê jî dikin, heta ev di serê mirovên di rêzê de jî dane rûniştin.  daku bikanin di mêjiyan de têgîhîştinên derewên hatine kirin, biafirînin û bi rêya wan di bala giştî de bi cih bikin. Weke mînak: Di rojnameyekê salên siyî de bi serenavê „Afrînerê afrîneran Atatirk“ nivîsekî derketibû û tê de ev nivîsîbûn (çavkanî Bitlisname):  Ji kerema xwe re li vê nivîsa ku weke wêne hatiye girtin, binêrin:

 

W-4

Em li Almanyayê  di dema organîzekirina şahî û pîrozbahiyên bi gelan re bi sedan caran rastê vê mejiyê hatiye afirandin hatin. Her çendî rezîl jî dibûn, dîsa jî ew rika xwe didomandin.

g. Etîmologên wan hetanî salên heştêyî jî, dema bingehê peyvekê bigihîşta zimanê kurdî peyvên weke „yerlî dîl, eskî dîl“ yanê peyvên „cigehî û zimanê kevn“ bikardianîn. Bê guman ev jî ji bîr nedikirin; „… cara yekem di filan nivîsê de derbas bûye!“ Lê niha çevkaniyên şêlû û nixumandinê zêde kirine. Dibêjin; „bi uygurî, nivîsên Orhûnê, Mehmudê Kaşgarî, kipçakça û nizanim çi tirkî... Ji ber ku zimanên cîran ji hev peyvan werdigirin, divê mirov van pirsana ji wan bike: „Ma ew gotinên di wan zimanan de hatitine bikaranîn, gotinên wan zimanan in? Çiqas gotinên biyanî di nava wan zimanan de hene? Têkiliya wan zimanan û tirkîya îro çiqas bi hev re hene? Û û û...“

Qedexeyên Ziman û berheman.

Resmî qedexekirina ziman û berhemên kurdî baş tê zanîn. Pêdivî bi şirove û belgeyan jî tine. Heta berhemên ku saziyên wan ên fermî weşandine, lê ew ji wan bi gûman in, yan jî bi tirsa dibe ku Kurd ji wan sûd werbigirin jî, qedexe dikirin û hê jî dikin. Di vê roja me de hê xirabtir e. Di vî warî de gelek nûmûne û belge hene. Li gel wê em dizanin ku li Wanê, Hekarî, Dêrsim, Agiriyê û li gelek deverên din jî hin nivîsên mixî bi bombebaranan ruxandine, da têkiliyên wan û Kurdan neyên zanîn, hin deverên dîrokî bi zanistî di bin bendavan de hîştin. Xwestin bi vê karê dîrokzan û etîmologên xwe hêsantir bikin. Dema dîroka gelekî û belgeyên zimanê wê yên dîrokî tinebin, ew û ziman bixwe jî li holê namîne. Mijar li ser vê pindê ye. Em tenê mînakek ji birêz Mehmet bayrak bidin bes e. Mehmet Bayrak di xebata xwe ya bi navê „Maxson“ de wiha dinivîse:

„...Fakulteya Ziman û dîrokê ta di salên 1940 de dest bi weşana monografiyên gundan kiribû, Lê ew mamosteyên sosyolojî û etnolojiyên ku ev kar dabûn destpêkirin û hin berhem weşandibûn, ta di nîvê salê de ji kar hatin girtin....“

Û  xebata ku min bi tevê  akademisyenê elbistanî Prof. Dr. Refet Yinanç’ın û Dr. M. Elibüyük me di bin serenavê “Maraş Tahrir Defterleri- 1563” amadekiribû, her çendî qaşo weşanên TTK (Saziya dîroka Tirk) jî bû, cunta 12 îlonê ew qedexe kir...“

Baş tê zanîn ku  ne tenê di demên cuntayên leşkerî de her demê berhemên şiyarbûna Kurdan yan jî rastiyên bi Kurdan re têkildar hatine qedexe kirin. Li gel wê bi kamyonan berhemên kevn yên li bajarên Kurdistan barkirine û birine Konyayê û kirine odeyên kozmîk. Bêguman ev mijareyên bi serê xwe ne û hêjayê lêkolînêne bingehîn û bi belgeh in, ji bo bibîranînê ev bes e.

Kayum danîna ser şaredariyên bajaran jî bi armanca nixwimandina reastî û belgeyan e, Wan qayûman hin saziyên çandî – hunerîyên li wan bajaran hatibûndamezrandin qedexe kirin, berhemên bi Kurdan re têkildar (wek peykerê Ehmedê Xanî, Pirtukxane) rakirin. Ev tev de bi armanca pêşî li rastiyan girtinê hetine kirin û bi wê karên dekbaziyan hêsantir kirine. Yanê têkiliya wan qedexeyan jî bi pejirandindayîn angaştên qaşo zanyar û etîmologên wan re têkildar e.

Em niha jî çavkaniyên Etîmologên wan yek bi yek binirxînin.

1 Nivîsên li ser kêlikên Orhunê.

Em berê mînakek ji wan bigirin û çend pirsan lê wer bikin. Mînakek ji nivîsên Orhûnê ya ku hinek hatine sererastkirin bigirin.:

teŋri : yarlıkadukin : üçün : özüm : kuutum : bar : üçün

kagan : olurtum : kagan : olurup : yok : çıgań : bodunug :

koop : kuubratdım : çıgań : bodunug : bay : kıltım[75]

üze kök : teŋri ; asra : yagız : yer : kılıntukda :

ekin ara : kişi oglı : kılınmış : kişi : oglınta : üze :

eçüm apam : bumın kagan : iştemi kagan : olurmış[75]

Üze teŋri basmasar asra yir telinmeser Tüi bodun

iliŋin törüŋün kim artatı udaçı erti[

Bunça törüg kazganıp inim Kül Tigin özi ança kergek boldı.

Kaŋım kagan uçdukda inim Kül Tigin yiti yaşda kaltı..“

Ev nivîs nîvê wan nivîsên Orhunê ne. Ji ber ku nîvê nivîsê Orhûnê jî bi zimanê çînî, çend rêz jî bi devokeke nayê têgîhîştinê hatiye nivîsandin, Bê wê ti tiştek din tine. Yanê nikane bibe çavkaniya etîmolojiya wan, bi zimanekî din çevkaniyeke ne cidî ye. Lê dema mirov pirtûkên etîmolojiya Tirkan vedike bi kêmasî 1001 gotinan a bi vê nîvîsê ve girê didin. Bi zimenekî zelal ev ne zanistî xapandineke û dekbaziyekê kone ye.Lewra piraniya kesan ev nexwendine û nedîtine. Yanê weke vê gotina gel: „Min li serê taxê aftingî avêt, hatim binê taxê û pê girt!“

 Ji bo rastiya wê têgîhîştinê em ji çavkaniyên wan mînekek bigirin: Di xebateke TDK (Turk Dil Kurumu) de ev mijara „Nivîsên Orhûnê“ wiha tê vekirin:

„Bê 7 rêzên dawiyê ya nivîsara Bilge Kağan, (Bilgä Qaγan[1], Çince: 毗伽可汗Pinyin: píjiā kěhàn, Wade-Giles: p'i-chia k'o-han) ku li aliyê wê yê bakur hatiye nivîsîn her 24 rêzên din û yên Kul Tigîn heman nîvîs in, yanê tekrar e....“ Ango bi xwe dinivîsînin ku, ew nikane bibe bingehê etîmolojiya wan. Hem xwe diderewînin û hem jî weke çavkaniyeke dîrokî bikartînin.

2 – Mehmudê Kaşgarî:

Destnivîsara Mehmudê Kaşgarî di piyasayê de tine, ti kesî jî ew nedîtiye. Anegorî daneyên heyî Muhammed bin ebî Bekr ibn ebi’l-Feth, di dema Osmaniyan de ji ber destnivîsa Mehmûd Kaşgarî  ev dîvana bi navê „Dîvânu Lugâti’t-Türk’“ ji nû ve nivîsîye. Niha nûsheya di piyasayê de ev nivîsa bi destan qopîkirî ye, yan jî ya di her nivîsê de behsa wê tê kirin ev e. Ku ev ji nû ve nivîsandin, yan jî qopî jî, piştî serdema Tazmînatê pêkhatiye.

Bêguman nayê zanîn ka Muhammed bin ebî Bekîr çiqas sererast kiriye, lê zêde /kêm kiriye û çiqas guheriye. Di encamê de tê idîakirin ku Mehmudê Kaşgarî li dora 7 000 gotinî bikaraniye. Dema mirov lê dinêre fêm dike ku herî kêm nîvê wan gotinên ku hatine bikaranin gotinên biyanî yên derbasê wan devokê tirki bûne ne. Nîvê mayî jî, baş nayê fêmkirin û nayên zanîn ka ji kîjan devokî yan jî zimanî hatine girtin. Yanê têkiliya xwe bi tirkiya îro re pir kêm e. Em mînakeke bi aliyê TDK ê ve sererastkirî bidin, divê em ji bîrnekin ku lêkolînerên bîr û îman Tirk ev nivîsîne, lê dîsa jî em çend mînakan jê bigirin:

„Kaçan görse, anı Türk 

Ayga anıg anıg aydaçı   

Muŋar tegir uluglug   

Munda naru keslinür   

Saziya zimanê tirkî ev wisa wergerandiye tirkiya îro:

„Onun Türk olduğunu gördüklerinde   /Derler ki şeref   /Ve haysiyet buna yaraşır   /Ondan sonrası bundan mahrum kalır“ (Wergera wê ya kurdî: Dema dibînin ku ew Tirk e /Dibêjin şeref / û heysiyet li vê tê/ yê li pey jî ji vê bêpar dimîne.)

Ev jî:

koṅ yılka yiti yigirmike "koyun yılının onyedisine" (Huvdehê sala mar)

Mînakek jî ji salnameya ajalan ya qaşo li ba Mehmudê kaşgarî hebûye (Divê ev bê gotin ku ev di dema transkripsiyonê de bi aliyê Tirkan ve anegorî tirkiya îro hatiye sererastkirin.

Ev salname rasterast qopya salnama Çînê ye, yan jî li ber wê hatiye çêkirin.

sıçgan yılı‘sıçan yılı’ /sala mişk

ud yılı ‘öküz yılı’  /Sala ga

bars yılı‘pars yılı’  /sala pars

tavışgan yılı ‘tavşan yılı’  /sala kêvroşkê

nag yılı‘timsah yılı’   /sala tîmsahê

yılan yılı ‘yılan yılı’ / Sala Mar

yund yılı ‘at yılı’  /Sala hespê

koy yılı ‘koyun yılı’ /sala pez

biçin yılı ‘maymun yılı’ /Sala meymûnê /qirdikê

takagu yılı ‘tavuk yılı’  /Sala mirîşkê

ıt yılı ‘köpek yılı’ / sala kuçikan

toŋuz yılı ‘domuz yılı’   /sala berazan

3 – Çavkaniyeke wan jî qaşo kazaxî /kipçakça ye.

Werin em ji bo bikanin di vî warî de jî, rastiya derew û dekbaziyên etîmologên Tirk li ber çavan raxînin ji xebata doktorayê ya Uğur GÜRSU ya ku di Dergîpark (kovareke fermî ye) da hatiye weşandin bixwînin:

„Bandor lihevkirina tirkî û farsî digihîje bi sedan salan berê. Ji ber vê bandorê ne tenê bi hêjmareke zêde peyvên farsî derbasê tirkî bûne, gelek paşgîn /paşgirên peyvçêkirinê û formên fermanî yê farsî jî derbasê tirkî bûye. Emê di vê xebatê de li ser pêşgîn, paşgîn û formên tewang û rengdêrên derbasê tirkiya kazaxî ango kipçakçayê bûne, rawestin. Her wiha di xebata me de wê reng guhertina wan jî derkevin pêş...

Di tirkiya hemdemî ya Tirkiyê de gelek peyvên farisî bi cih bûne. Li gel peyv deynkirinan paşginên ji peyv û navan nav çêdikin jî ketine nava ziman. Çend mînak: „-stan, -zar, -kÀr, -dÀn, -gÀh, -bÀn ve -çe -mend, -vÀr, -īn, -gūn, -ī, -veş, -Àne“ Ji wan weke mînak: „karargÀh, güzergÀh, gülistÀn, gülzÀr, lalezÀr, şamdÀn, buhurdÀn, bağbÀn, günahkÀr, bestekÀr, bahçe, tarihçe vb. "Çaydanlık" ve "yağdanlık" û hûn wekî din...

Li gel wan ev pêşgir /pêşgîn jî derbasê tirkî bûne: „bī-, nÀ-, hem-, ber-, pür-“ mînak: bī-haber, bī-karar, nÀ-hoş, nÀ-merd, hem-şehrī, hem-şīre, hem-cins, ber-bad, pür-neşe, daniş-mend, ümid-vÀr, zerr-īn, reng-īn, nil-gūn, hak-ī, meh-veş, dost-Àne, şah-Àne“

Ugur Gürses di xebata xwe de lîsteya bi sedan peyvên ku ji zimanê Arî derbasê kazaxî /kipçakça bûye dide. Yên bixwazin dikanin lînkê vekin û lê binêrin.Yanê Kipçakça jî herî kêm nîvanîv ji peyvên Arî (kurdî /farsî) pêk tê, jiwê ev jî serê dekbaziyên etîmologên Tirk pornakin. Her wiha kipçakça van salên dawiyê gelek peyv ji tirkiya Tirkiyê jî wergirtiye.

Dîsa di malpera aykiridogrular.com“  de Alî Karduxos wiha dinîvîse:

„Di tirkî de pêşgir nayêne bikaranîn, lewra di tirkî de pêşgir tinene. Lê gelek paşgîrên ku hemî jî ji zimanên Hînd û Aryanî hatine girtin, hene. Û ev paşgîr, bêyî ku fonksiyonên wan baş bêne zanîn, bê ser û ber û bi her awayî têne bikaranîn: -der, -dar, -er, -ar, -e, -el, -al, -sel, -sal, -am, -av, -li, -lik, -cı, -cık, -ce, -çe, -gi, -geç, gar, -tay… mînak : 

tarihsel (dîrokî): tarih + sel; tarih: bêjeyeke bi erebî ye.-sel, -sal, ji fransizî hatine girtin.“

4 – Qaşo uygurî

Edî di gelek belgeyên lêkolînî yên arkeolog û dîrokzanan de zelal dibe ku beşeke eşîra Taxorîyan xwerû di destpêka mîladê de ji başûrê Kafkasyayê koçberî Taxorîstan (Uyguristanê) dibin, li wir mîrîtî û çandeke gewre li pêş dixin. Dû re dema Manî di sala 277an pişt Mîladê bi êşkence tê kuştin. Xalîfeyên wî ji bo xwe parastinê, xwe li Taxorîstanê digirin, ji ber ku Taxorî zimanê xelîfeyên Manî têdigîhîjin, hemû taxorî baweriya manî dipejirînin.

Piştî di sedsala 19. an de Tekstên Manî yên orjîn ku bi zimanê farsî, partî/kurdî, soxdî, çînî - li Dun-Hung û Turfana li Taxorîstanê (Ûyguristan) jî hate dîtin. Hê hate fêmkirin ku taxorîkî jî Kurdî /Arî ye. Vê hebûna zimanê Taxoriyan di lêkolînên zimanê „Îndo Ewropî“ de jî roleke bingehîn lîst.

Belê Ugur li ser çanda Taxoriyan rûniştiye. Tirk jî li Anatolya li ser çand û zimanê kurdî û gelên din rûniştiye. Dijminahiya Kurd û kurdî bi giranî ji vê rastiyê tê. Yanê ditirsin ku rastiya derewên wan derkeve, û ew cihana derewên wan tar û mar bibin.

 Uygur ji xwe re Tirk nabêjin û xwe ji wan nahesibînin. Navê Uyguran yê orjîn ev e: „Huei-ho, Wei-ho, Huei-hu, Wei-qu-er“ Rêvebiriya Uyguran di serdema Kul Kuluk Kaxan de baweriya Manî dipejirînin. Ji ber ku nîvê wan taxorî bûn, baweriya Manî jî li ser bingehê zimanê taxorî rûniştibû, gelek gotinên Kurdî /Arî xweber derbasê zimanê wan bûbû, hete herî kêm nîvê zimanê uyguran Taxorikî ye. Taxoriyên li Daxistan û Azarbeycanê hê jî bi devokek kurmancî diaxivin.

Bi gotinekî kurt çevkaniya etîmologên Tirk ya bi navê Uygurî jî, herî kêm ji %80 derewke mezin e. Ne çavkaniyeke guncaw e.

Di nexşeya jêr de cîhê bi rengê şîn boyaxkiri, war û cihê Taxoryan e, Uygur dû re hatine û tevê wan bûne. Piştî ev nexşeya bi aliyê zanyarê û pleantropologên ewropiyan ve hatiye çêkirin ,Nizanim pêdivî bi gotineke din heye?

W-5
 

Ew bi xwe dibêjin: „Ozbekî û Uygurî bi giranî di bin bandora farsî de mane û gelek taybetiyên xwe yên koma tirkî wendakirine. Her çendî Uygur di nava sînorên Çînê de dijîn jî, bandora zimanê rûsî jî li wan bûye“

(KOS 361, KRS 503, TRS 424).

5 – „Tirkiya kevn, ya navîn, ya nû;“ peyvên bê wate ne, tev de ji bo serê mirovan tevlihevkirinê tên bikaranîn. Di vî warî de ti belgeyeke wan tine. Mirov nikane Nivîsên Orhûnê wek Tirkiya kevn bi nav bike. Di vî warî de lihevanînên dekbaziyeke kone heye. Divê mirov hajî her gotinên wan hebe. Xwerû jî vê lêkera Alman ji bîr neke; „getürkt“ yanê alavêre dalavê.

6 – Dekbaziya; ev gotin cara yekem di filan demê de di filan nîvîsê de derbas dibe. Dibe di wê nivîsê de ev peyv, yan jî peyvên wekê wê hebin, lê ev nayê wê wateyê ku ew peyveke tirkî ye, yan jî têkiliya wê bi tirkî re hebe. Mînak; Fuzulî wiha dinivîse: „Destbûsû arzusuyla ölürsem duostlar, kuzen eylen topraximdan odlare yare su!“ Di vê hevokê de „dest, buse (ramusan), arzû, dost, kuz“ peyvên  Arî (farsî, kurdî) ne. Lê ew ji bo xapandinê dibêjin; „...di filan hevokê de derbas dibe...“

7 – Di van salên dawiyê de ji bo serî tevlihevkirinan û xapandinan vê carê jî berê xwe dane zimanê çavuşî Profesorê Zanîngeha Andaoluyê Prof. Dr. Aysu Ata di kovara „ets. Anadolu.edu ya bi serenavê „Orhun Türkçesî“ de vê tabloya jêrîn dide. Di vê tabloyê de tê fêmkirin „Tirkiya navîn“ ya îro ye. Lê ti têkiliya çavuşî jî bi tirkîya îro li Anatolyayê hatiye afirandin re tine.

W-6
 

Têbinîyek; li ser mijara hebûn û nebûna yekitiyeke koma zimanê Altay;

Di vê xebata Prof. Dr. Aysu Ata de ev rastî jî hatiye vekirin: „...Tirkologê İngiliz Sir Gerard Clauson (1891-1974), Alman Gerhard Doerfer (1920-2003) û Rus Aleksandr Mihayloviç Şçerbak (1928-2008) li gel wan gelek zanyarên din jî ti yekitiyeke di navbera koma ku weke „koma zimanê Altay“ hatiye binavkirin de, nabînin û napejirînin, bi belgeyan red dikin. Her wiha ev zanyarana li dij angaşta ji bingehek derçûna Tirkî, moxolî û Tunguz-Mançû (Koreyî, japonî) jî derdikevin. Ferhenga etîmolojiyê ya bi navê „Etymological Dictionary of the Altaic Languages, Brill 2003“ de jî ev mijar zelel dibe. Zanyarên  wekî Louis Ligeti (1902- 1987), Johannes Benzing (1913-2001), D. Sinor, Karl Grønbech (1901-1957) jî di vê mijara hebûn û nebûna yekitiyeke di navbera van zimanan de bêlayan dimînin.“ (ji min:Bêlaynî, yan jî erênekirin jî bi têkiliyên bi dewleta Tirk re têkildar e.)

Prof. Dr. Aysu Ata di mijara teoriya Altay de wiha pêde diçe: „Gelek xebat û nivîsar li ser rewşa bîrdoza (teoriya) Altay hene. Van xebatên li ser angaşta yekitiya di navbera van zimanên navborî de hê negihîştine wê kemilina zanistî. Yanê ev teworî ne wekî yekitiya zimanên Hînd-Ewropî zelal e. Di rika angaştê de maye.“

Mijara çîrokên Gorgut (gor gotinan)

Ji ber ku hin etîmologên tirkan çîrokên „Gor-gut“ jî weke çevkanî nişandidin ji wê ezê vê mijarê jî hinek vekim. Berê zimanê wê:  Zimanê çîrokên „Gor- gut“ ji % 40 bi peyvên Arî /Îranî, ji % 30 erebî dagirtiye. Yê mayî jî ji tirkîya Azerbeycanê, zimanên kafkasî û zimanên din pêk tên.

Navê wê: Bi tirkiya Azarbeycanê: „Kîtabî Atayî Qorqut /Gorgut,“ Bi Tirkmeni = Kîtaby Dadem Gorgut, Tirkiya Türkiyê = „Dede Korkut Kîtabi...“ Yanê piraniya gelên navê tirkî li wan bûne jî bi aşîkarî peyva „li gor gotinê = gor + gut“ bikartînin.

Ev tiştên me nivîsîne ne îddîa ne, hemû lêkolîner zanyarên li ser vê mijarê xebitîne di wê baweriyê de ne. Em ji wan kesayetiyan çend mînak bidin:

Heinrich Friedrich Diez ê di xebata xwe ya bi navê „Abendlänlischen Handschriften“ (destnivîsarên Asyayî) de ji bo çîrokên Gorgût wiha dinivîse: „Naveroka wê di warê ortografî, ferhengî, rêzimanî û avahiyê de tevahî bi awayê têgîhîştina Rojhilatê Tirkiyê hatiye nîvîsandin. (Yanê ji vegotinên kurdî hatiye girtin.)

Nushaya li Drêsdena Almanyayê ye ku li Qajarê hatiye dîtin, di sedsala 18. de hatiye nivîsandin ku xuyaye qopiya nivîsên kevn e.

Laut Berthold ji wiha dinivîse: „Ev destana „Gorgut li Kafkasyayê hatiye nivîsandin ...“

Kî ev kiriye piyasaya Tirkan jî tê zanîn. Berê Îttihat Teraqîcî Rifatê Kîlîsî (Kilisli Rifat) di bin siya îttahtçiyan de qaşo ji nûshaya Dresdenê sud wergirtiye û bi navê  „Kitâb-ı Dede Korkud alâ Tâife-i Oğuzân“ de nivîsiye di sala 1938 de jî Orhan Şaik Gökyay bi hin wêneyên nûshaya Dresdenê diweşîne. Wan çiqas li ser lîstîye baş nayê zanîn.

Şiroveyeke kurt

Navê rast: „Çîrokên (Dede) Gor-gut“ e. Tirkan navê wê kiriye „Dede Korkut“ yanê „getürkt“ kirine, ji bo têgîhîştinê em wê lêkera Alman bi kurdî bêjin; peyva bi fend û fûtan tirkkirî. Di rastiye de ti têkiliya peyva „Gor-gut“ bi peyva tirkî „Korkut“ re tine, tenê şibandin heye. Mijara şibandinê jî azîneke xapandina etîmolog û serkarên Tirkan e. (Ji min) Her çendî bê kêmasî zelal e jî, em disa bêjîn: Dibe ku „Gor-gut“ ji peyva „gor gotinê“ hatibe. Ez sedîsed di wê baweriyê de me. Wek li „gor gotinên kalo /Dede!“ Ji ber ku di hin devokên kurmanciya Azerî de li cihê forma lêkerê „got“  bilêvkirina „gud“, heta di devoka Behdînan de jî cih bi cih bi vê forma „gût“ tê bikaranîn, ev form di hin devokên din de jî heye.

Bila şaş neyê fêmkirin, rika min ne ew e ku ew çîrok bi kurdî ne (pêdiviya kurdî bi wan çîrokan tine), bes tenê hewl didim ku navê wê zelal bikim, da em lîstikên bêbav ê ku xwerû bi alîkariya Almanan bi tevahiya cihanê dane pejirandin, bibînin, lema min ev mijar vekir. Ev pirtûka çîrokan ya li Azerbeycanê hatiye dîtin, niha li Muzeya Dresdenê /Almanyayê ye. Hin çîrokên din jî hene, tê bawerkirin ku ew jî ji qelemê hemen nivîskarî derketiye, niha li Vatîkanê ye. Ew jî wek beşa dudyan ya çîrokên Dede Gor-gud tên zanîn.

Deme ez çend roj li Dresdenê bûm, min çû lê nêrî. Lê mixbin ku destûra girtin û xwendinê nedan, min rûpela di camekanêde xuyakir hinek xwend (Bi giranî jî be ez dikanim tîpên erebî, xwerû forma farsî bixwînim. Min bi awayê şiroveya xwe xwend. Tiştên min xwend, jê nîvanîv têgîhîştim.

Etîmolojî û hin Etimologên tirk ên tên nasîn

Etimoloji (Zanyariya rîçalnasiyê); mijara peyv ji kîjan bingehî afiriye, wateya wê ya bingehîn, guhertinên dengnasiya di pêvajoya salan de lê pêkhatî. Yan jî peyv ji kîjan zimanî hatiye girtin, wateyên wê yên di wî zimanî de, peyvên hevwate, dijwate û guhertinên dengnasiyê werdigire. Ji wê etîmolojî zanyariyeke bi serê xwe û bingehîn dixwaze. Etîmolojiya zanistî; ti car etimolojiya gel, ya çîrokî, ezber û lihevanînan nahewîne.

Anegorî daneyan peyva etîmolojiyê cara yekem di serdema Helenistik de bi aliyê zanayarê Girêk

Dionysiosê Halikarnasos ve di wateya rîçalnasiyê de hatiye bikaranîn. Eflatûn jî di nîvîsa bi navê “Kratlyos” dikeve nava hewldanekî wisa. Tê ragihandin ku di sedsala XIX de xwerû bi xebatên lêkolînerên wekî Raynouard, Diez, Bopp, Grimm rengê xwe yê zanistî girtiye. Bi giranî li ser vê bingehî pêk tê.

1 – Teşe û wateya bingehîn ya peyvekê, pêşveçûn guhertinên li pey.

2 – Her dengên di peyvêde hatine bikaranîn bi peyvên nêzê wê ve rûberandin.

3 – Hemû guhertinên wateya peyvê li ber çavan raxistin.

4 – Eger di peyvê de dengên biyanî hebin, wê mijara dengên biyanî û têkiliya wan ya bi wê peyva biyanî re divê were zelalkirin.

Tişta herî girîng.

Yên ku berê li ser etîmolojiya zimanê tirkî nivisîne bi giranî biyanî ne. Di nava wan de Îngîlîz, Fînî, Alman, Ermeni, Rûs, Macar, Polonî hene.

Zimanzanên Tirkan (Mustafa Kemal)

Agop Dilaçar (Bûyîn; 22. gulanê 1895) Յակոբ Մարթայեան Agop Martayan; mirin 1935) Xwerû Mustafa kemal ev navê „Dîlaçar“ lêkiriye. Di dema Komkujiya Ermeniyan de ji ber xizmeta wî dest nedane wî. Hin zanyarên Ermenî li dij wî peyva „xayîn“ bikaranîne. Ew profesorê Zimanê tirkî bû. Hetanî roja mir jî Sekreterê Saziya zimanê Tirk TDK ê bû. Hin zanyarên Ermenî îdîa dikin ku wî gelek peyv û formên ermenîkî tevê zimanê tirkî kirine. Baş tê zanîn ku ew berê mamosteyê zimanê ermenîkî bû. Wek efserek payebilind di serfermandariya artêşa dudyan ya li Amedê de bi salan maye. Ji Mustafa Kemal xelatên cûda cuda ji ber karê leşkerî girtiye. Demekê li Beyrûtê bûye gernîndeyê dibistana Ermeniyan, Mustafa Kemal ji bo sadekirin û dewlemendkirina zimanê tirkî ew di sala 1932 de cardin anî Tirkiyê û li ser saziya ziman da rûniştin.

Seven Nişanyan

Ji van etîmologên Tirk yek jî Seven Nîşanyan e. Di kovara Dergîparkê de wiha behsa wî tê kirin: „Ferhenga wî ya piraniya peyvên tirkî werdigire, di warê şirove û vekirinê de ne ewqas berfireh e. Agahiyên li ser peyvên biyanî yên di tirkî de baş e, lê rika wî ya li ser hin peyvên ji zimanê ermenîkî û rûmî hatine girtin, ne di cih  de ne!“

Min jî, li ferheng û şiroveyên wî yên di bin serenavê „index Anatolicus“ ya li ser înternetê li navên cigeh û bajaran nêrî, ji şovenîstên tirkan xirabtir, bi hestê dijminî nêzîkê nav û peyvên kurdî bûye. Em çend mînakan ji ferhenga wî ya etîmolojiyê bidin.

  1. Ji bo navê Muradiyeyê yê kevn wiha dinivîse: „Di nav gelê Kurd de peyva „bergirî  /bargirî“ wek peyveke kurdî tê fêmkirin, ev ji nezanîna wan tê. (barêgiran Halk arasında yaygın olan Kürtçe «bargirî» `beygirli` veya `ağır yüklü` yorumu bilgisizlik eseridir.) Ev ne tenê înkarkirin, li gelê me heqaret e jî. Bila carê biçe li zimanzanê Ermenî Xiracya Açaryan binêre.
  2. Li ser navê Avesorê (Çavûştepe) jî wiha dinivîse: „Ev keleh bi aliyê mîrê Ermenî „Haik“ ve hatiye avakirin.“ Lê hemû arkeolog, dîrokzan dizanin ku tapletek/kevaleke serwerê Urartuyan Rûşa li ser vê kelehê nivîsîye heye. Her wiha avahîya kelehê û nivîsên li kelehê jî vê destnîşan dikeşn. Wisa bi aşîkarî li nava çavên mirovan nêrîn û rastiyan înkarkirin jî, şerm e.
  3. Nirxandinên wî ya li ser peyva „kirt“ Mazgirt, Eleşkirt, Malazgirt  jî, ji bin ve şaş in. Bi baweriya min ew vê bi qestî û zanistî dike. Lewra zimanzanê Ermenî yê navdar Xiracya Açaryan bi zelalî dinîvîse ku ev ji lêkera „kirdin /kerden“ tê. Her wiha hemû lêkolîner û etîmolog jî vê dizanin. Li gel wê li Îran û Afagnîstanê jî bi vê paşgînê gelek navên cigehan hene.

Wî ferhengeka navê cîgehan amadekiriye. Divê mirov lê binêre lê bi her şiroveyên wî bawer neke. Bi taybetî jî di mijara navên cigehên li Kurdistanê de. Bi tevahî ya xeyalî û lihevanîn e, yan jî dike Ermenîkî. Eger wî ermenîkî nivîsîbe, divê mirov li çavkaniyên din, yanê yên Farsî, yên Kurdî, yan jî li zimanzanê Ermenî Xiraçya Açaryan binêre. Li devoka Hemş iniyên Derya Reş  binêre.

İsmet Zeki Eyüboğlu 

Li ser nijada wî agahiyên cuda hene, hin wî bi Kurdan, hin bi Lazan, hin jî bi Gurciyan ve girêdidin. Lê ev aliyê wî ji bo min ne girîng e, ez li xebatên wan dinêrim. Ferhenga wî ya etîmolojiyê jî bi giranî ji normên etîmolojiyê gelek dûr e. Lêkolînerên Tirk jî vê dibêjin. Mînak; di kovara DergîPark de, Xebata wî ya etîmolojiyê wiha tê şirovekirin :“Di warê ziman ê civakî û pêşveçûnên zanyariyê de pir kêm dimîne, ne têr e. Bi zimanekî din tiştên heyî di berhema xwe de civandiye... Di dawiya şiroveya dirêj de jî wiha dinivîsin: „Bes ew  di warê zanyariya etîmolojîk de zanyarek me yê bi nav û deng e!“

Prof. Dr. Tuncer Gülensoy

Anegorî hin agahiyan ev ne navê rast e, kesekî xwe di pişt vî navî de veşartiye. Bes di medyayê de tê ragihandin ku ji Uşakê ye.  Wî kesî di bin navên  „Kürmançi ve Zaza Türkçeleri Üzerine Bir Araştırma, İnceleme-Sözlük“ û Kürt dîlinin etîmolojîsî“ jî nivîsiye. Mînak li ba wî navê bizinê bûye „kaçî“ Eh kaçî jî ji kêçî tê neee? Hem jî li ba dewletê etîmologek herî mezin e, ha (Xwedê ji nezera çavan biparêze!!). Di DergîParkê de wiha dinivîse: „Birêz Prof. Dr. Tuncer Gülensoyê ku Ferhenga etîmolojiya Tirk Ankara 1994, LXXVI+154 S nivîsiye. Bi xebatên xwe yên etîmolojîk tê nasîn. Ew zanyarekî me yê di warê Türkolog-Mongolist de yê herî pêşketî ye.

Tewlo dilo!....

Çîroka min û navê vî kesî bi navê T. Gülensoy

Min di sala 1994-1995 an de li saziya Perwerdeya Gel (Volkshochschule) Mainzê dersa Kurdî dida. Ji dekaniya zanîngeha Maînzê bang min kirin. Ez çûm, profesor derxist pirtûkek wek kovar ya bi serenavê  „Kürtçenin etîmolojîsî“ ya  Prof. Dr. Tuncer Gülensoy da min. Ji ber ku hevalekî ew li welêt  kirîbû, anîbû ba min, min pêşte rastiya wê pirtûkê dizanî. Lema dema min ew di destê profê Alman de hem jî li zanîngehê dît, ez bi dengê bilind keniyam. Û min ji dekan pirsî: „Hûn bi kesên wiha bawer dikin (yê bi min re axivîbû paşnavê wî „Bulut (xwin) bû.) Ew jî keniya û got: „Êdî navê profesoriyê jî herimandine. Mirov nikane ewqas bêmejî be. (So dumm kann man nîcht sein!) Xebatên vî kesî yê etîmolojiya Tirkî jî heye. Lê ne hêjayê şiroveyê ye. A ev kes qaşo Tirkologê herî navdar e. Anegor hin daneyan kesekî din xwe di paş vî navî de veşartiye.

Hasan Eren jî bi navê „Türk Dilinin Etimolojik Sözlüğü“ nivîsîye. Ew hem ji wê xata porkirin û înkariyê neqetyayê, hem jî boyax û rûpoşandinên nû li etîmolojiya Tirkan zêde kiriye. Li gel wê çavkaniyên wî jî heman çavkanî ne.

Û Dundeyên li pey wan

Em mînakekê ku ji bo zelalkirina mijarê, hemû dek û dolabên etîmologên wan li ber çavan radixîne bidin::

Paşa Yavuzarslan  Bi serenavê „Di metnên dîrokî yên tirkî de peyva „şîmşek“ ji bo wê jî li ser tîpa „ş“ û qaşo li çavkaniyên wê geryaye (di Dergîparkê de di bin wî navî de bigerin). Maşallah xwedê ji nezera çavan biparêze çi zanyarî!. Camêr çevkanî T. Gülensoy, Hasan Eren û yên wekî wan nîşan dide. Di nava gelê me de dibêjin; „şehedê rovî dêlya rovî ye!“ ê çavkaniyên wan jî bi giştî wisa ne. Em ji bo têgîhîştinê paragrafek ji şiroveya wî bigirin:

„Piştî demên ku me weke tirkiya kevn û ya navîn binavkiriye (ji min; yanê ew dem tinene, lê wan wisa binavkirine) tîpa „ş“ weke dengekî destpêkê di pîleya dudyan û sisyan de ketiye nava zimanê tirkî, bes şiroveya wê dijwar e. Di zarava û devokên tirkî yên din de ev tîp tine. Dibe ku di sedsalên 14. û 15. an de ketibe nava zimanê tirkî. (Yanê li Anadolyayê)... Li pêş peyvê hebûna „ç“- „s“  bi pêşketinê hetanî Lêkera „çöz“ - tê. Em dikanin vê pêşveçûna herdu tîpên pêşiyê wisa destnîşan bikin: (*çaş- / *çeş- > 1. etü. ve otü. şaş-/ şeş- “çözmek, çözülmek” (ETY IV, 103 .s. ve DLT II, 293 .s.); 2. *çeş- > *çes- > çez- “çözmek” (TarS. II, 883)“

Paşa efendî, piştî bi rûpelan gotinên gilover û bi mijarê re ne têkildare rêz dike, ti çavkanî nabîne, peyva „şîmşekê“ tîne bi peyvên „şaş / şeş“ şaşirmak ve girê dide. Yanê „şeş- bêş“ dibîne.“ Lê baş tê zanîn ku ev herdu peyv peyvên arî ne, ta diçe digîhîje Sumerî.

Ez şiroveya rastiya van peyvan ji „ak sözlük“ re bihêlim, ew rastiya „şaş, şeş“ bê kêmasî vedike. Aksözlük di wê derbarî de wiha pêde diçe:

„Şaş /şaşi“: Kesê nikanibe bi herdu çavan di paralêla hev de bibîne. Ev ji peyva kurdî „şaş“ hatiye girtin. Peyva kurdî „şaş“ di wateya kesê şaş dibîne, metalmayî bi şaşî li dora xwe dinêre re (şaşı, şaşkın, şaşırmıştê) tê gotin. Bingehê vê peyvê digihîje  peyva sumerî „aş“ (yanê 6) ev di akadîde dibe „şeşşum“ Sumeran ji 6 re „aş“ 1/6 an re „şuş“  hêjmara 60 re jî „xaş“ digotin. Em dizanin ku bingehê peyvên tirkî; „şaşı, şaşmak, şaşmaz, şaşırmak, şaşkın, şaşırtmak, şaşkaloz, şaşkınca, şaşırtıcı, şaşakalmak, şaşalamak“ hêjmara şeş (6) e. Mînak di tirkî de dibêjin: „şeşî bêş görmek“ yan jî „şeş beş görmek“ jî tê wateya şaş dîtinê. Ev hêjmara „6“ di piraniya zimanê Îndo Ewropî de heye.

İbranî şeş, Tacikî şaş, Rusî shest, Rumenî şase, Almanî sechs, İtalyanî sei, Çekî šest, Hırvatî û Sırbî šest, Portekî û İspanyolî seis e ...“

Weke têbinî:

  1. Holger Peterson di berhema xwe ya bi navê „Armenisch und die nachbar Sprachen“ de xwerû li ser peyvên ku ji ermenîkî derbasê zimanê tirkî bûne, radiweste. Ew dinivîse ku herî kêm 200 gotinên ermenîkî derbasê tirkî bûne. Eger ji ermenîkî ewqas gotin derbasê tirkî bûbin, bêguman ji kurdî du qatê wê peyv derbasê zimanê tirkî bûne. Lê piraniya wan weke „yerlî dîl“ û „eskî dîl“ yan jî di bin navê farsî de hatinin veşartin.

Etîmologên Tirk û biyanî hîç li ser gotinên kurdî yên derbasê zimanê tirkî bûne ranewestiyan e, lê giştan nivisîne ku; ji erebî, farsî, rûsî, bulgarî, sirbî, fransî, almanî, îngîlîzî, îtalyanî û zimanên din gotin derbasî Tirkî bûne. Bes ti kesî behsa gotinên ji kurdî û devokên kurdî derbasê tirkî bûne nakin, mîna ku tev de bi ziman û têgîhîştina Tirkan û etîmologên wan li zimanê kurdî binêrin, çawa ku lîstika qirdikan bilîzin, di vî warî de kor, kerr û lal in.

  1. Tê zanîn ku Enver Paşa bi rikî gotiye; Tirk ne moxolî ne, Arî ne. Niha hin qaşo kesên bi dîplome hin peyvên Arî (kurdî, farsî) wek peyvên tirkî nîşan didin (mîna peyva „armanc“) û hewl didin ku vê rika Enver Paşa bidin pejirandin. Dîsa li Azerbeycanê Saziyek bi navê „Mîlli tarîhîmîzî araştirma  merkezî) damezrandine, xebatkarên wê hewl didin ku hemû împarator û şarestaniyên li Kurdistanê damezrîne, wek şarestaniyên Tirk-Azeriyan (!) nîşan bidin. Lîstik pir mezin e, hem jî ji bo wê hemû derfetên dewletî bikartînin.

Encam.

Bêguman ev mijar mijareyeke gelek berfireh e, divê xebateke doktorayê, yan jî lêkolîneke gelek berfireh û bi daneyên cûda were amadekirin. Min bi vê nîvîsê xwest piçek jî be, ez rastiya wan, bingehê daneyên ku li ser derew û zanyarên wan ên şêlû rûniştine li ber çavan raxînim. Bi hêvîya hin xwendekarên Kurd xebatên xwe yên doktorayê li ser vê mijarê çêkin. Bêguman wê li welêt ne pêkan be. Lê li Ewropayê jî gelek xwendekarên vê beşa rîçalnasiyê dixwînin hene, ew dikanin berê xwe bidin xebatên wiha.

Çavkanî

Türk genleri ve sorunlu resmi tarih / Şoreş Reşî https://www.kurdenanatolien.com 

https://www.bitlisname.com/ahlattaki-mezarlik-selcuklularin-midir/

https://www.bitlisname.com/bitlisin-onunde-baglar-turkusu-ve-bitlisin-asimilasyonu/

Radlof, Vasili. "II". Die Alttürkischen inschriften der Mongolei, Zweite Folge (Rusça) (1899 bas.). Sankt-Peterburg.

Radlof, Vasili. "I, II, III". Die Alttürkischen inschriften der Mongolei (Rusça). Sankt-Peterburg.

Tekin, Talât. Orhon Yazıtları (2006 bas.). AnkaraTürk Dil Kurumu Yayınları. ss. 1-201. ISBN 975-16-0065-0.

https://dspace.ankara.edu.tr/xmlui/bitstream/handle/20.500.12575/74032/490739.pdf?sequence=1&isAllowed=y

https://www.tdk.gov.tr/divanu-lugatit-turk/kasgarli-mahmud-ve-divanu-lugatit-turk/

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/156979

https://www.icsoa.at/veranstaltung/das-geheimnisvolle-volk-der-tocharer/

https://www.wissenschaft.de/geschichte-archaeologie/wie-sich-transeurasische-sprachen-verbreiteten/

  1. Agahiyên muzeya Alman ya Dresdenê belakirine
  2. Nivîsên Şoreş Reşî

Oguzlar I / II û nivîsên Elegaşê

https://www.kurdenanatolien.com/sores-resi/

  1. Lêkolîn û notên min ên bi salan
  2. Gotarên min yên li ser peyvên cûda
  3. Ferhengên etîmolojiyê yên Almanî.
  4. Teorien und Modelle der Dîalekten (Herwig Blankerz)
  5. Das Wunder der Sprache  Walter Porzig
  6. Die Fernunft der Tiere (Hans Peter Schüte)

https://www.abdulvahapkara.com/saka-kralicesi-tomris-filmi/

https://www.qalamos.net/content/index.xed

https://birikimdergisi.com/guncel/906/turkce-sorunu Murat belge.

 https://www.researchgate.net/publication/323572792

https://www.academia.edu/34111594/T%C3%BCrk%C3%A7ede_Rumca_ve_Yunanca_A

Çavkaniyên li ser etîmologên wan

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/165248

https://turkoloji.cu.edu.tr/ATATURK/arastirmalar/leyla_karahan_ataturk_donemi_kurultay_turk_dunyasi.pdf

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1808541

https://www.academia.edu/35492035/T%C3%BCrk%C3%A7e_S%C3%B6zl%C3%BCk_Ele%C5%9Ftirileri_%C3%9Czerine_On_Turkish_Dictionary_Criticism

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/722228

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/722228

https://www.academia.edu/41453060/%C3%87a%C4%9Fda%C5%9F_T%C3%BCrk_Yaz%C4%B1_Dillerinin_Etimolojik_S%C3%B6zl%C3%BCkleri_Etymological_Dictionaries_of_Modern_Turkish_Writing_Languages

Nivisên li ser xebata Xiraçya Açaryan

Zerdeşt Pexember û rûpelên dîroka wendabûyî (Dr. Azîzê Cewo)

Gengeşîyê min û Wezîr Memoyan yên li ser ziman, zimanzan, dîrok û peyvan.

https://www.academia.edu/35717530/%C4% B0ttihat_ve_Terakki_D%C3%B6neminde_Tarih_E%C4%9 Fitimi_ve_Hakim_%C4%B0deoloji_Meselesi

https://birikimdergisi.com/guncel/906/turkce-sorunu

https://turkoloji.cu.edu.tr/GENEL/24.php (Murat Belge)

https://m.bianet.org/bianet/toplum/94274-ittihat-terakkinin-etnisite-muhendisligi

http://www.tarihbilimleri.com/ittihat-ve-terakki-cemiyetinin-turkculuk-politikasi.html

https://www.academia.edu/38604778/G%C3%BCne%C5%9F_Dil_Teorisi_Bat%C4%B1_ve_T%C3%BCrk_Aras%C4%B1ndaki_S%C4%B1n%C4%B1r%C4%B1_%C4%B0dare_Etmek

https://www.academia.edu/39724411/II_ME%C5%9ERUT%C4%B0YET_SONRASI_%C4%B0TT%C4%B0HAT_VE_TERAKK%C4%B0_CEM%C4%B0YET%C4%B0_VE_OSMANLI_AZINLIKLARI_ARASINDA_YA%C5%9EANAN_S%C4%B0YAS%C4%B0_AYRILI%C4%9EIN_ANAL%C4%B0Z%C4%B0

https://ets.anadolu.edu.tr/storage/nfs/TDE201U/ebook/TDE201U-11V1S1-10-0-1-SV1-ebook.pdf

 

W-7


Wêneyek xelifeyên Manî li perestgeha Manî ya nêzêkê bajarê Çoko (Taxoristan /Uyguristan)