Kafir /gawir û keçelok (giskê gunehan) kî ne?
Mijareya bi hin peyv û têgînên nerênî yên hember, yan jî weke hedef û armancekê hatine hilbijartin, reşkirin û tewanbarkirinê, tenê ji bo poşandin, xapandin û manîpulasyona sûçên tên kirinê ne, ti têkiliya wê bi rastiyan re tine. Yên di vî warî de li bersivekê bigere, tenê xwe dixapîne. Her hêz, her bawerî, her dewlet ji bo ku bikane alîgîr, gel, bawermend, bi giştî mirovan anegorî armanca xwe li derdorên weke kafir, gawir, dijmin, keçelok, bone, yan jî hedef hatine hilbijartin û tewanbarkirinê sorkirinê û wan bi vê sergêjiya serîsorkirinê kirina xizmeta xwe, vê mijareya boneyên xapandinê û keçelok bikartîne. Di rastiyê de ti bingeheke van tewanbarkirin û reşkirinan tine. Ev helwesta tenê bêbextî, bêbavî, derew û xinizî dagirtiye. Di rastiyê de ev tewanbarkirina xiniz boneyên mîna mijara gurê ku berxê ji bo xwarinê tewanbar dike, wêdetir tişteke din nine. Mijara gur û berxê wiha ye:
Berx li jêr avê vedixwe, gur li jor, lê gurê dixwaze berxê bixwe, tê ji berxê re bi hêrs dibêje; „te ava min şêlû kiriye.“ Berx dibêje; „ez li jêr im, tu li jor î, av berjor naherike!“ Gur dibêje; „te par ava min şêlû kiribû.“ Berx dibêje; „ez par hê tinebûm.“ Gur dibêje; „wê çaxê diya te şêlû kiriye!“ Berx dibêje; „diya min ne ji vê herêmê ye.“ Gur dibêje; „ji cisnê te yekî ava min şêlû kiriye, hew! Ezê di cihê wan de te bixwim!“
Mijara bi armanceke qirêj; kesekî, komekê, gel û neteweyekê bi hin rengdêrên nerênî yên afirandî reşkirin û tewanbarkirinê ev e. Yanê bi afirandina dijmin, wêneyê dijminahî, gunehkariyê; alîgir, bawermend û gelan li hemberê hinan sorkirine. Vê wêneyê tewanbarkirinê afirandin ne dijwar e, bes hêza te, alavên te yên ragihandinê, artêşa bangaşiyê li ber destê te hebe. Li cihanê mînak pir in, em çend mînakên ku li cihanê tên zanîn bidin.
Hîtler Cihû wekî bingeh û egera pirsgirekên li Almanyayê nîşan dabû, kominîzîm jî mîna bîrdozeke afirandina Cihûyan bi Almanan dabû pejirandinê.
Di nava hemû mislimanan da behsa şerên eshabeyan (Rêber û rayedarên destpêka ola îslamê) a li dij gawiran tê kirin. Belê; şer, dagirkirin, kuştin, talan û eshabe!!?...
Li Miyamnerê jî bûdîstan mislimanên li welatê xwe wek gawir û egera hemû pirsgirêkên li welatê xwe tewanbar nîşandan, êrişê wan kirin û ew ji welatê xwe qewitandin. Ew mislimanana neçar man, derbasê Bangaldeşê bûn.
Dewleta tirk bi navê dijminê hundir em Kurd, bi navê dijminê der jî Yunan / Ermenî gawir nîşan dane, her û her ji bo gel li me sorkirinê vê weke çekeke bêkêr derdixe pêş. Heta partiyên wan ên nijadperest di hilbijartinan de vê weke mijara xapandina gel bikartînin.
Dewleta tirk tenê bi wê nema, li gel wê di van 30, 40 salên dawiyê de bi giranî tevgera PKKê weke sebeba hemû pirsgirêkan nîşan daye û ev bi hemû baskên xwe jî daye pejirandin. Ev bangaşiya ji bo polarîzekirinê ne tenê bi cehşên bi xwe ve girêdayî, bi rengê cûda bi hin Kurdan û siyasetên Kurdan jî dane pejirandin, yan jî bi awayekî ew jî kişandine ser vê xeta xwe. Mînaka HDP ê jî, di nava vê mijarê de rengekî pir taybet e. Her çendî HDP partiyeke Tirkiyê ye, endamên partiyê jî vê dibêjin, bes ji ber ku ew bi aliyê dewletê, xwerû AKP-MHPê ve wek keçelok (günah kêçîsî) hatiya hilbijartin, ti partiyên dewleta xonek naxwaze bi fermî li gel HDP ê xuya bike, heta hin partiyên qaşo pir û pirrr „kurdewar“ jî rasterast di bin mija vê mijareyê de naxwazin li gel HDP ê xuya bikin. Rastî ev e, aliyê siyasî, başî û xirabiyê ya vê partiyê li aliyek, ew wek keçelok yanê gîskê gunehan hatiye hilbijartin, hemû bone û gotinên din tenê rengên rastiyên xwe veşartinê ne. Mija xapandinê ye. Ji ber vê gevola bêbextî û xwe sipartinê jî, divê ev mijara ku ti kes naxwaze bibîne, hinekê were vekirin. Rengê wê di mejiyan de zelal be.
1 - Armanca vê mijarê ne partiya „A“ parastin, ya „B, C ...“ reşkirin e, her wiha ti dîn û baweriyê jî hedef nagire, tenê û tenê armanca polarîzekirina weke Gawir, gîskê gunahan û keçelokê ku herkes bikane di serî de lêxe, yan jî di serê wan de lêxistinê wek divêtiyeke mafdariyê bibîne, bala gel bikişîne wê aliyê, bi rêya wê dagirkeriya xwe bidomîne, yan jî qaşo bêbaviya xwe di bin wê perdê de veşartina wan li ber çavan raxistin e.
2 – Yek jî ev e: Ma ev gawir /kafirên ku artêşên îslamê xwerû yên destpêkê ew gunehkar û sebebê êrişkariyên xwe nîşandane, kî ne???? Çima ew gawir; ne li Ewropa û Çînê, Amêrîqa, Avusturalyayê ne, bes tenê li ser erdnigariya Kurdistanê û beşeke erdnigariya Farisan e? Dîn û baweriyên wan gawiran çi bû? Yan tenê ji bo hêzên xwe û hin derdoran li wan sorkirinê ew weke gorî hatibûn hilbijartinê? Ma hûn ta niha li bersivên pirsên wiha geryane?
3 – Bi rêya pirsîn û xistina ber pirsiyariyê gihîştina rastiyê jî armanceke bingehîn ya vê gotarê ye. Lewre derê ku pirsiyarî lê tinebe, rastî jî dernakevin. Em dizanin tirsa şûrê ereban, tirsa şerieta ku qanûna Emeviyan ya cezayê bû, her kes tirsandiye, lê divê ev mijar vebe û vebe!....
Berê çend têgînên ku ji bo vê mijarê girîng in
Peyva kafir: Dibe hin bawer bikin ku ev peyva bi tîpên erebî „kfr“ ji lêkera „kafara“ (porkirin /poşandin, înkarkirinê) erebî hatiye girtin û hê jî weke rengdêrekê tê bikaranîn. Lê em baş dizanin ku ev ne rast e(!!) peyva yan jî lêkera „kafara“ di warê etîmolojîk de ji peyva aramî „kafar“ ya di wateya „gund /gundî“ de ye, hatiye wergirtin. Dibe dû re wateya înkarkirinê lê hatibe barkirinê. Ev peyva „kafir“ di piraniya berhemên etîmolojîk yên zimanên cûda de bi vî awayî tê şirovekirin. Mînaka peyva „file“ jî wisa ye.
Anegorî şirovekarên îslamî, wateya peyva kafir a di Quran de mîna „kesên ku rastiyên ayetan, rêberên baweriyê înkar dikin, têgîhîştina îslamê ret dikin û napejhirînin(!) tê şirovekirin. Ev di dema şeran de jî, ji bo kesên ne îslam in, weke tewanbariyekê, ji bo ku kuştina wan û destdanîna ser malên wan helal bikin, hatiye bikaranîn. Yanê boneyeke bêbextî û xapandinê ye.
Peyva Gawir: Her çendî ev bi aliyê etîmolog û zimanzanên îslamî ve bi peyva „kfr /kafir“ a erebî ve were girêdan jî, ti têkiliya xwe bi wê peyvê re tine. Ak sözlük vê mijarê pir baş zelal dike: Ev peyv di gelek zimanan de ji bo Zerdeştiyan tê bikaranîn. Bi pehlewî = Gabra, aramî = Gebar /Gabar, almanî = gabrî, îngîlîzî = guebers / ghavers, fransî =guèbres e, tev de ji bo bawermendên Zerdeştî hatiye bikaranîn. http://aksozluk.org/gavur Yanê armanca vê tenê û tenê reşkirina baweriyên gelê Arî ne.
Ev têgîhîştin jî heye;
Ev peyv cara yekem, xwerû di serdema Xelîfe Omer de kêliya êrişê Kurdistana başûr, rojava û bakur dikin weke boneyeke êrişkirin û talanê tê bikaranîn. Bi gotineke kurt ew vê gotine mîna peyveke çêrkirin, reşkirin û piçûkxistina zerdeştiyan bikartînîn. Yanê gawir ne xiristiyan, ne cihû, ne jî bûdîst, raterast yên bi baweriyên kurdistanî ne.
Ji bo rastiya vê hûn dikanin li şiroveya Wilhelm Geiger- Ernst Khun, “Grundriss Der Iranischen Philologie”, vol II, Strassburg 1896-1904, s.697) jî binêrin. Di derbarê vê wateya peyva „gawir“ de gelek belgeyên din jî hene, lê bila tenê wiha sade bimîne, baştir e. Heta di tirkîya Anabritanîka de jî mijara „Gebriler“ bi vî rengî hatiye vekirin. Bi dibekuyeke mezin ev nav ji ber navê ferzên „Gatha“ yê hatiye bikaranîn, yanê di wateya perestkar û bawermendên ferzên gatayê de ye ku hemû zanyar û lêkolîner di vê baweriyê de ne.
Gîskê gurî /gunehan, keçelok: Ev peyva bi Almanî; „Sûndenbock“, îngîlîzî „scapegoat“ bi fransî „bouc émîssaire“ tirkî „günah keçisi“ derbas dibe. Ev mijar gunehkarek, yan jî keçelokek ji kirinê xwe re hilbijartinê; ji ananeyeke Cihuyan ya berê Mîladê tê. Wan gîskekî danîn, herkesî destê xwe dida ser û bi rêya wê gunehên xwe li wê gîskê bar dikirin, Hahaman (dîndarên Cihuyan) ya ew gîsk dibirin li çolistanekê li cîh dihîştin, yan jî di baxireke bilind (zinareke ji 100 metreyî bilintir) de davêtin xwarê, bi vî awayî bawer dikirin ku ew ji gunehên xwe rizgar bûne. Yanê bingehê vê peyvê ji wir tê. Naveroka wê jî wekî wê baweriyê bê bingeh e.
Polarîze /Kutuplaştirma /fokossirung: Yanê mijareyekê derxistina pêş û bala goştî bi armanc li ser wê pinda ku hatiye hilbijartin civandin, bi rêya wê, armanca xwe ragihandin, yan jî di mejî û bala giştî de rûniştin dayîne. Bi gotineke din hedef, bîrdoz nîşangehekê hilbijartin e. Polîtîka hemû partiyên dagirker û îslaman her û her li ser vê bingehê dimeşe.
Cihad: Ji raya peyva erebî „cehd“ tê. Ev peyv di erebî de tê wateya hemû hêz û hewldanê xwe ji bo armanca xwe, xwerû baweriyê bikaranînê. Di îslamê de tê wateya li dij derdorên ne îslam şerkirin, şertên îslam û serweriya îslamê bi kotekê bi wan pejirandindayînê.
Şeriet: Wateya wê ya li ba îslaman: Yasa û qanûnên anegorî baweriya îslamê ye. Bes em dizanin ku şerîeta ku niha tê bikaranîn „Qanûna cezayê“ ya dewleta Emeviyan e. Ti têkiliya wê bi bawerî û normên îslamê re tine. Tenê ji bo parastina serweriya Emeviyan bû.
„Berê walîtîya Emeviyan, li her heremên di bin serweriya xwe de hiquqa di nava civakî de bi aliyê wê civakê ve wekî ananeyên berê dihat pêkanîn, walî û berpirsiyar pêşkalê wan nedibûn, bes mudahaleyê biryarên li dij îslamê dikirin. (Josef Schaxcht)
Walîyên Emeviyan di herema xwe de xwedan desthilatdariya; nûneriya Xelîfe, rêvebirî, teşrîî bû. Walî ev erkên xwe bi rêya KADI yê berpirsiyarkirî bi rêve dibir. Wali her demê dikanî Kadî ji kar bigire.“ Prof. Dr. K. Fikret Arik DergîPark (g)
Ez bawer dikim, ji bo vê mijarê ev belge bes in.
Fetih: Her çendî di erebî de were wateya „vekirin, rê lê vekirinê“ jî, ev peyv di dema dagirkirina welatan de ti carî di wê wateyê de nehatiye bikaranîn. Hêzên îslamî vê peyvê bi alîkariya „kesên xwedan „secere“ (bi erebî belgeya mîsyonerî) di bin navê Seyîd /şêx de dişandin deverekê û hewl didan ku bi alîkariya wan wê deverê ji hundir ve îşgal, yan jî îslamîze bikin, yanê ew tenê ji bo vî erkî dihat bikaranin. Ji van kesan yê herî bi nav û deng Dilo Berxêcan û Seyîdên misliman ên li Sêrtê ne. Yanê mîna mîsyonerên xiristiyan û welatên Ewropayê ku wan ev mîsyoner dişandin hin welatan, daku bikanina aliyên wan ên melûl tespîtbikirana, hin piştgir, ajan û alîkar di nava wan gelan de biafirandana û bi riya wan ew der bi hêsanî dagir bikirana.
Lê di îslamê de ev tenê li welatên wekî Hîndîstan, Malezyayê pêk hatiye. Fetîhkirina li welatê me rasterast bi wehşane îşgal yanê dagirkirine, qaşo kafir kuştine. Wan di wan şeran de jin û keçên me birine û di bazaran de firotine û heyîyên me talan kirine. Bi taybetî jî Osmaniyan û Tirkên îro ji bo xwînxwariyên xwe veşartinê vê peyvê bi zanistî ji bo xapandinê bikartînin. Mînak dibêjin: Gîrît Fetîhî, Îstanbûl fetîhî, Balkan fetîhî û û û.
Kurt û kurmancî gotineke xapandinê ye. Divê mirov yên bi serbilindî dibêjin secereya me heye, em kurê nizanim kî ne, wek xayîn û ajan bibîne. Wan ne pîroz, dijmin bi nav bike. Wan ji bawerî û têgîhîştina gelê me re îxanet kirine.
Ew gel yan jî gelên ku îslaman ji wan re „gawir“ gotine û êrişê wan kirine, kî ne?
Ji bo ku em bingehê vê bizanin divê em berê hinek li baweriyan û dîtinên lêkolîner û zanyaran ya li ser baweriyan binêrin. Zanyar li ser bingehên berhem û helwestên baweriyên di dîrokê de bi giranî bi şiroveyên nêzîkê vê şiroveya Karl-Heinz Ohlig mijara „gawir“ vedikin. Ew weke gelek zanyar û fîlosofan li ser mijara berhem û têgîhîştina bewriyan waha dinivîse:
„Ji bo mirov û têkiliyên wê serdemê, (serdema pêkhatina baweriyan) yên xwerû dixwestin li ser bingehê anane û têgîhîştinê berê serdamen xwe hin agahiyan ragîhînin, hebûn û nebûna wan kesayetî û bûyarên dîrokî yên ku wan vedigotin ne girîng bû, jixwe wê serdemê derfetên lêkolîn û rexneyê jî nebû. Ya girîng ev bû ku ew bikanin bi vegotina wan kes û bûyareyên berê serdema xwe, xwe bi kêmasî weke kesayetiyekî şandeyê xwedayî yê dawî û rast pêşkêş bikin. Çiqas bikaniya pişta xwe bidana anane û çîrokên kevnar, ewqas dikanîn xwe hê zêdetir bi mirovên wê serdema xwe bidin pejirandinê. Lewre çiqas xwe bi kûrahiya serdemên kevnar ve girêdana, xwe ewqas pîroztir didan pejirandin û dikanîn bibana kesayetiyeke bi bandor û raz dagirtî....“ (a)
Dema em li mijar peyrevên wan Daîşê dinêrin; dibînin ku her tişt di armanc û hedefên Daîşê de zalal bûye. Lê disa jî, ji bo ku em bikanin bigîhîjin rastiyê û di ronahiya wê de mijara „gawir /kafir“ vebikin, em berê hinek li têgîhîştin û nêzîkytiyên îslamê ya li hemberê bawerî û gelan binêrin, daku em ne tenê bawerîperestî, em bikanin nijadperestiya wan jî bibînin. Hima bigire hemû profesor, lêkolîner û rexnegirên baweriyan ên cihanê vê bêtoleransiya di nava baweriya îslamê de weke hev dibînin û difikirin. Bes mijara me ne ev e. Mijara me Mijara şiroveya wêneyê „Gawir“ e. Dema em bi çaveke lêkolînerî û felsefîk li baweriya îslamê dinêrin, dibînin ku tenê behsa çar pirtûkên pîroz yên ku anegorî baweriya wan ji ba xwedê ji hin peximberan re hatine dike û bi wan bawerkirinê weke şertê îslamê destnîşan dike. Ev pirtûkên wan destnîşankirine ev in:
1 – Tewrat e. Tewrat herî kêm 400, 500 sal piştî efsane yan jî mîtolojiya Musa hatiye nivîsandin. Di hin zimanan de weke „deh ferman“ jî tê zanîn. Têbinî: Belgeyên arkeolojîk û dîrokî yên hebûna Musa piştrast bikin tine. Bandora mijara kêş û pêşa heyvê ya li ser deryayê jî, zêde li derya sor nabe. Ji wê mirov nikane mijara “kêşîn û paşve vegerîna deryayê, yanê ji bo deryaya ku rê daye Musa û alîgirên wî veke. Têbinî: Hin dîrokzanên ewropî Fraun Exnaton wek peximber Musa nîşan didin, bêguman ev jî hêjayê lêkolînê ye. Hûn dikanin li gotara min ya „Musa tine“ ku di malpera Amidakurd de hatiye weşandin, binêrin.
2 – Zebûr a ji helbestên Davût ê ku demeke mîrîtîya heremeke piçûk yan jî em bêjin; (!) padîşahiya Cihûyan kiriye pêk tên jî, weke pirtûkeke ji xwedê hatiye destnîşan dike. Ev çawa dibe, hişê mirovan nagire. Divê ez teqez vê bêjim; „Tembûra“ Feqiyê Teyran sed qatî ji wan helbestên Davudê qiralê Îsraîlê çêtir e û hem jî ev helebstên Feqî bi wate, ji hişmendî û xwedê re hê nêzîktir in. Lê Feqî ne Samî ye, Kurd e.... Lema nebûye pêximber û pitûka wî pîroz nehatiye dîtin.
3 – Încîl a ku pir dû re bi aliyê haveriyên Îsa ve hatiye nivîsandin jî weke pirtûkeke pîroz û ya ji Xwedê hatiye dibîne. Bes her kes dizane ku di dema Îsa de ti pirtûk tine û behsa vahîyên ku ji Îsa re hatiye jî, nayê kirin. Yên hatine nivîsandin jî pir dû re ye. Niha çar încîl hene. Yohanna, Markus, Mata, Luka. Navê wan; ji navê nîvîskar yan jî mamosteyê nîvîskarên wan tê. Naverokên wan jî di gelek warên baweriyê de ji hev cûda ne. Îslam wan bi vê rewşê jî pîroz dibînin.
4 – Ji Quran e, li ser wê jî tê ragihandin ku dema çawa ayet hatine, hin kesan ji ber devê peximber Muhammed girtine û ew ezber kirine, ev çîrok 23 sal kudandiye, lê cara yekem ji devê wan kesên ku ew ayet ezberkiribûn û bes hê li jiyanê bûne, di serdema Xalîfe Ebubekîr û Xelîfe Osman ve bi rastî, kêmasî û lêzêdekirinan ve hatine civandin, ew ayetên 23 salan çawa nehatine jibîrkirin û hatine civandin, li ser çi û çawa hatine nivîsandin, yan jî tomarkirin (wêçaxê teyp tinebûn) û li ku hatine parastin, li gel wê wê çaxê tenê 18 tîpên erebî hebûn, bê nuxte, zêr û zeber bûn, niha 28 tîp in, ev dû re çawa û bi aliyê kê ve hatin sererastikirin, ev jî nayê zanîn. Têbinî: Îdiayên bi aliyê çend hafizan ve jî, hin beş hatina nivîsandin hene, bes anegorî agahiyan Halîfe Osman çar nusha ji wê daye nîvîsandinê, her yek şandiye bajarekê. Belge: Meleyên îslamê vê dibêjin (ne idiaya min e).
Têbinî: Ha, vê ji bîr nekin û serê xwe nekin belayê; divê mirov îdîayên îslamê nepirse, ti car neke ber pirsiyariyê, lewra şûr û gule hene, girr û kofa devê mele û leleyan hene, tirsa dojehê heye(!?) Ango mijara Quranê kirina ber pirsiyariyê jî, weke gunehkarîyê tê dîtin, dikanin serê mirovan jî jê bikin. Çima, kî ev destûr daye wan, hîç nepirsin, dîn dînê şûr e, hew!.. Gelek zanyar û saziyên zanistiyê bi guman li vê mijarê dinêrin û bi tirs mijarê vedikin. Mînakeke balkêş ya li ser vê mijarê; Malpera „Planet Wissen“ (Gerstêrka zanînê) li ser vê mijarê wiha dinivîse:
„Ji ber ku Quran wek wehîyên dawî û yên bê guhertin tê dîtin, ne rê didin ku mirov ji bo rastiyan bikane hin xalan têke ber pirsiyarîyê, ne jî destûr didin ku mirov di ronahîya lêkolînên dîrokî zanistî de li ser bixebite. Ev jî ji bo zanyarî û têgîhîştina sekulerî (laik) yanê dewletê û baweriya dîn ji hev cûdakirinê de bi pirsgirêkan dagirtiye...“ (b)
Bes em dizanin ya ku li ber destan e, dû re di serdema Emeviyan de bi aliyên hin hafizan ve li ser kaxizên papîrûsê hatiye nîvîsandin. (bêguman nayê zanîn ka ew ên ku ji devê pêximberê îslamê derkîtîbûn bû, yan jî bi têgihiştina wan hafizan dagirtî bûn, ev hîç nayê zanîn, pirsîn jî wek kafirtî tê dîtin.) Bes çîroka wê, bi aliyê zanayên îslamê ve wisa tê vegotin, yan jî niha nivîskî tê ragihandin.
Mînak: Buharî û Tîrmîz wiha dinivîsin: „Bi xwedê eger ji min re bigotana, çiyayekê ji cihê wê rake bibe cihekî din dayne, ewqas bi min giran nedihat. Di encamê de min dest pêkir, ji ser bistiyên daran, kevirên pehn, ji ezberkirinên mirovan civand:“(Buhârî, Tefsîru’l-Kur’an, 20; Tirmizî, Fedâilu’l-Kur'ân, 23)
Têbinî: Agahiyên ku ew yasaya jê re şerîet tê gotin, bes tê zanîn ku qanûna cezayê ya Emeviyan e, jî heye. Xêr û guneh li stûyê gotiyan û nivîsandiyan.
Em dîsa vegerin ser her çar pirtûkên pîroz tên, dîtin. Ev her çar pirtûkên ku bi aliyê îslamê ve pîroz tên dîtin jî, tenê berhemên gelên Samî ne. Yanê yên cihû, aramî û ereban e û ji vê komê re „gelê Samî“ tê gotin. Lê rastî û belgeyên dîrokî rastiyên din raberî me dikin, ne idîaya îslaman; ew tenê gotin in, ti belgeyên wan tine. Ji bo rastiyan em çend zinar û keviran bilivînin:
Her kesê ku piçek ji dîrokê, arkeolojiyê nivîs û rolyefên kevn fêm bike, bê kêmasî dizane ku mîtolojiya „Adem û Hewa“ ji mîtolojiya Sumeran ya bi navê „Enkî û Lîl du“ hatiye qopîkirin. (hatiye dizîn!) Mijara „Nûh“ rasterast ji destana Gilgamêş „Uta Na Pîştîm /Ziusudra“ ji aliyê cihûyên wek kole biribûn Babîlonê ve, hatiye wergirtin, lê ew pirtûkên wan mîtolojiyan ji ber ku ne yê Samiyan e, wek pirtûkên pîroz nehatine dîtin û pejirandin, „xwebaqilî û veşarti!..“ Eger destana Gilgamêş weke pirtûka pîroz bihata têgîhîştin, hinek mantiqî bû.
Her wiha hin mijareyên baweriya Zerdeştiyê yên cûda weke „Nimêj“ jî hatine wergirtin /dizîn. Li gel wê mijara Zerdeşt li Sîmurgê siwar dibe, diçe Mîhracê û bi alîkariya ferîşteyê nav „Vonumenah“ bi xwedê re diaxive, heye. 1200 sal dû Mîhraca Zerdeşt re jî vê carê Muhammed weke wê mînaka Zerdeşt, lê ne li teyreke wek teyrê simir, li conegayê nav Boraq yê bê per û bask siwar dibe, (êh çîroka erben e, dibe çiya jî bifirin, çiqas derê têgîhîştina mirov be ewqas pîroz dibe ya!) ango bi conega diçe Mîhracê, gelo conega diknin bifirin? Lê dîsa jî Avesta wek pirtûka pîroz nayê dîtin. Bes helbestên Davûd yên ne ewqas wêjeyî ye, kiriye pirtûka pîroz, ji ber ku ew ya kesekî Samî ye.
Her wiha mirov dizane ku haya wan ji Bûdizm, Konfîçyus û baweriyên din tine, yan jî nexwastine bibînin. Ez bêjim, mixabin ku tenê berhemên gelên Samî weke pirtûkên pîroz û xwedayî hatine dîtin û pêşkêş kirin. Heta li aliyekê xwedayê alemê dibêjin, lê li aliyê din tenê zimanê erebî pîroz nîşan didin û pêşkêş dikin. Wekî tirkiya tirkan. Yên derê wan tev de mîna tiştên kafirtî, nezanî, cahîlîye hatine raber kirin.
Çima min ev mijar vekir? Ev tê wê wateyê ku xwedan û bawermendên van çar pirtûkan, yanê cihû û xiristiyan ne wekî kafir û gawiran hatine dîtin, anegorî îdîayan bes bi hatina baweriya îslamê re, divîbû ew vegeryana ser naveroke pirtûka dawiyê Quranê, sûçê wan tenê li dijê vê bendewariya ereban derketinê bû. Lewra anegorî baweriya îslamê hukmê wan pirtûkan bi hatina Quranê re êdî nemabû. Hûn hûn bin, pirsên wekî „Ma xwedê nedizanî ku demeke dû re hukmê wan pirtûkan namîne?“ nekin. Paşê hûn dibin kafir û diçin dojeha Ereban! Şûr jî heye ha!....
Ev tê wê wateyê ku hemû ol, pirtûk û baweriyên derê van pirtûkên Samiyan, weke bawerî û nivîsên gawiran /Kafiran hatine dîtin, êrişê wan kirin, wan bi zorê îslamîzekirin weke fermaneke xwedê hatiye dîtin. Mijara cihadê jî li ser vê bingehî derketiye pêş. Lema di hedefa êrişê wan de gel û baweriyên din yanê yê ne baweriyên Samiyan e, hene. Xwerû jî Kurd û baweriyên Kurdan.
5 – Dema mirov li jiyana Ebû Lûlû el-Mecusî (agirperest, Zerdeştî) bi navê din „Fîruz en -Nahwendî“ yê ku di mizgeftê de Omer bin Xatab kuşt, a çîroka wî, vegotinên Sûnî û şîîyan birûberîne. Rastiya Omer li hemberê kê şerkiriye dibîne. Ji bo şîîyan Ebû lûlû şûrê xwedê ye, ji bo sûniyan jî ew dojehî ye. Her çi dibe. Yek e: Ew bawermendekî ji baweriyên Arî ye. Hin lêkolîner û dîrozan wî Zerdeştî, hin jî wî wek Êzdî destnîşan dikin. Di çîroka wî de du xalên girîng zelal dibe. 1 – piştî ew dîl tê girtin, wî weke kole didin El Macira Ibn şû. Yanê di îslamîyetê de koletî nehatiye rakirin, mîna fermanekê Allah hatiye dîtin. Ma dada Allah ya li hemberê evdên wî ev e? Yan Ereb li ba xwedê awerte ne? 2 – Ev bi zelalî nîşan dide ku Îslam tenê li hemberê Bawermendên Gata yê yan jî Baweriya Kurdistanî şerkiriye û ji wan re gawir gotiye. (c)
Rewşa siyasî ya wê serdema hatina Îslamê
a) Li derê welatên ereban:
Împaratoriya Roma ya demekê serwerê cihanê bû di sedsala 4. piştê Mîladê de hêza xwe ya navendî wendakir, bi navê „Romaya Rojhilat (Bîzans) û Romaya Rojava“ parçe bû. Dema ola îslamê di sedsala 7 de dest bi belavbûn û dagirtina hawîrdora xwe kiribû, yanê bi wê têgîhîştina îslamiya ereban derketibû cihadê, li Bîzansê, xwerû li Konstantînîpolê (Stenbolê) lîstikê bîzansan xwerû yên navxweyî destpêkiribû, bi gelek pirsgirekên hundirin re rû bi rû bûn, ew di warê hêza leşkerî de ji xar ketibûn, ne di hêza şerkirinê de bûn. Di nava patrîkxaneyên Yunan, Ermenî û xwerû Rûsan de jî nakokî di derekeya ji hev qutbûnê de kûr bûbû, her patrîkxane di nava tevgera serdestî bi destxistinê de bû. Ev rewşa li Romaya Rojava jî serdest bû.
Dîrokzanê îngîlîz Peter Heatherê ku di vî warî de pispor e, mijara li dij Bîzans û Sasaniyan serketina hêzên îslamî wiha şirove dike:
„Şerê di navbera Bîzans û Sasaniyan de bi dehan salan li pey hev û bi çend nivşan kudand, vî şerê wisa demdirêj hemû hêza Sasaniyan û Bîzansan qedandibû û ew di her warî de ji hêz xistibû. Heta ketibûn rewşeke wisa hêzeke nû yê motîvekiri dikanî li dij herdu hêzan jî bi ser biketa. Ew rewş wan îro jî xuya dike. Ev şerê sar berhemeke wê rewşê ye … Dema gelê koçer bi navê Göktirkan ji bakurrojhilat ve êrişê Sasaniyan kirin, Serwerê Bîzans Justin II: ev weke firsendek bi destxistinê dît û şerê li dij Sasaniyan gurr kir. Vî şerî di navbera 573 – 628 piştê mîladê 43 sal kudand, herdu hêz jî ji xar ketin, taqeta wan ya li dij hêzeke din rawestanê nema...(d )
Di vî warî de gelek belge hene, lê ev şiroveya P. Heather tena serê xwe rewşa wê serdemê, ya bû deliv û firsendeke ji bo hêzên îslamê bê kêmasî zelal dike.
Li Kurdistan û Îranê weke hêz li aliyekê dewleta Sasaniyan ya ji şerê bi Bîzansan re melûl ketî û di nava xwe de parçe parçe hebû, li bakurê rojhilat jî êrişên hêzên tûran/ mongol hebûn, ew tengav kiribûn. Li Kurdistanê ji hin mîrîtîyên Kurd hebûn, lê ne di nava yekitiyê de bûn, ji ber êrişan Sasanî û Bîzansan bê hêz mabûn, hin mîrîtiyên bi wan hêzan re di nava têkiliyê de jî, ji hev qut bûn. Di nava wan de jî hewldanên li dij hev serdestî bidestxistin di rojevê de bû. Êrişên ji bakur xwerû ji Kafkasya dihat jî, serê wan diêşand. Her wiha ji egera hewldanên bi awayeke baweriya qedîm parastinê û zerdeştiya Sasaniyan de pirsgirêkên pir mezin rû dabûn. Divê ev jî were gotin; wê serdemê hin pirsgirekên mîrîtiyên Kurd û patrîkxaneyên ortodoks ên bi Bîzansan re tevdigeriyan jî di rojevê de bû. Mîrîtiyên bûbûn Xiristiyan jî hebûn, weke Mîhraniyan û Keldaniyan. Yanê hêzeke piçûkê yekgirtî jî dikanî li herêmê her tişt ser û bin bikira. Bi gotineke din, mixabin ku ji ber êrîşên dagirkerên cûda, bangaşiyên baweriyên dijberên hev, nehîşt ku di nava Kurdan de yekîtîyekê pêkwere. Ev jî ji bo hêzê îslamî bi serê xwe firsendekê bû û bi kurtî ji wan re lê hat.
b) Di nava Ereban de
Êl û eşîrên ereban di pêvajoya hatina îslamê de pûtperest û koçer bûn. Xwerû li ser tîcaret, çêregeh û bi destxistina şaviyan (vaha) de bê navber şerên wan hebû, di wan şeran de gelek wehş û bê wîjdan bûn. Xwerû jî hewldanên wan ên tîcaretê ji destê Cihûyan derxistinê jî di rojevê de bû. Wan xirbeyên Kabeyê wek navend hilbijartibûn. Li gel şerê nevxweyîyê bê rawestan, wan ji welatên cûda talan û kole jî dianîn.
Di nava eşîrên ereban de çanda jinan wek cariyeyên zewqê bikaranîne serdest bû, ku ev weke çend jin anîn û mijara cariyeyê derbasê îslamê jî bû. Di navbera eşîrên ereban de her û her şerê vê awa tîcaretê hebû, lê di mehên Haram yanê weke mehên Zîlkade, Zîlhîcce, Muharrem û Recebê de ev şer radiwestandin, dihatin li dor Kabe ya wek xirbekî bû, konên tîcaretê vedigirtin, ji bo pûtên xwe qurban ser jê dikirin, piştî hecê belev dibûn, ev qurban serjêkirin û hec jî dû re wekî şertekî îslamê yên divê nevê bi bawermendan dan pejirandin. Yanê hec ne fermana xwedê, ananeyeke eşîrên ereban bû. Ew pûtên eşîrên ereban nehatin ruxandin û tunekirin, ew niha di hundirê kabeya îro de bi navê „ceza“ odeyeke derî kilîtkirî heye tev de di wir de weke mîrateyekê ereban, yan jî serdema cahîlîyeya ereban veşartîne. Yên bawer nakin, bila ji serkariya Saudî bipirsin, ka çi di wê odeya nav „ceza“ de hene! Lê wê ti bersiv negirin. Ma mirov sira tîcareta xwe dide?
Di mijara tîcaretê de di navbera Cihû û Ereb, her wiha eşîrên ereban de şerên dijwar rû didan. Her eşîrê dixwest ku serdestîya di warê tîcaretê û xwedan gotinbûyînê û para mezin bi dest bixe. Ji bingehên derketina îslamê yên herî girîng yek jî ev mijara tîcaretê bû, lewre li ser wê xakê helberîn tinebû, hê jî tine. Mînak; keleha Heyberê ya 169 km li bakurê Mekkê, xwerû di devê çarrêyên tîcaretê de bû û di destê Cuhuyên Kureyza de bû, mînakek gelek balkêş û girîng e. Ew mijareya vê kelehê hî jî mijara gengeşiyên gelek tund e. Ev keleh weke komkujîya yekem ya bi destê îslamên destpêkê pêkhatiye û bi wî awayî derbasê dîrokê bûye. Jiwê gengeşiyên li ser wê hê jî didome. Ezê di dawiyê de vê mijarê hinekê vekim.
Wê serdemê di navbera ereban de çînên cûda hebûn, yek çîna serdest bû, yanê „şêx, mîr û reîs.“ Di şerê talanê de kole û mewalî dihatin kuştin, lê para mezin ya reis bû, ji wê parê re „safiya“ dihat gotin. Navê jina Muhammed „Safiye ji wir tê. Fermana hebûn û nebûna jiyanê di destên wê çîna serdest de bû. Kasta Mevalî; ji koleyan serbesttir û di bin fermana serdestan de nîv azad bûn. Hinên wan qamçiyên kole varozkirinê bûn. Yek jî çîna koleyan ya wekî ajalan dihatin firotin, kuştin, alava destdirêjahiyê û serjêkirin hebûn. Di bingehê xwe de koletî nehat rakirin, bes hinek nav û rengê wê guherîn. Mînaka herî baş tê zanîn, ew koleyê ku Omer bîn Xatap kuştiye, vê mijarê bê kêmasî û guman piştrast dike. Li ser wî wiha tê gotin:
„Omer (r.a) di sala 24. a hîcretê de bi destê koleyê bawerî zerdûşti „Ebû Lûlû“ ve hatiye kuştin, civata amade li wir serê wî jê dikin û di bin lingê Omer bîn Xatap de defîn dikin“ (e)
Li ser vê mijara ku îslaman koletî ji çanda berê îslamê wergirtîye û ranekiriye bi dehan çavkanî û pirtûk hene. Hima mînakekê balkêş ji gelê bi koranî yan jî ji bo armancên nijadî bawer dike Dr. Mehmet Nadîr Özdemîr têza xwe ya doktorayê li ser mijara „Abbasilerin İlk Döneminde Kölelik (H.132-M.749/H.232-M.847)” (di serdema destpêka Abasiyan de koletî) yê nivîsîye. Yanê bi derewên hin derdoran nexapin, koletî ranekirine. (f)
Lê yek wiha bipirse: „Ma Allah jî ji bo xizmeta ereban koletiyê rast dibîne?!?!“
Anegorî agahiyên îslaman jin wek cariye û zewqa mêr hatine dîtin û ew alaveke tîcaretê jî bûne, bazarên wan dihat vekirin. Ev jî di serdema îslamîzekirinê de hîç nehat guhertinê, heta xwe guhezand tîcaretêke anegorî têgîhîştina dîn û baweriyê. Ji cihên dagirkirî bi kotekê jin danîn û di bazaran de difirotin. Daîşê jî li ser têgîhîştina wê bingehê di vê serdema niha de jin ji gund û malan revandin û birin bi aşîkarî di bazaran de firotin. Ti qaşo Alimên (! Tew lo!) îslamê yan jî dewletên îslamê li dij vê wehşetê derneketin, heta bi şermezarî hebûna fetwaya wê weşandin.
c) Serdema Pêxamber û xelîfeyan
Serdema Hz. Mihemmed de li gel şiroveyên me li jor vekirî, yan jî bi wê têgîhîştinê şerên wek şerê Bedir, Uhud, Helq, Xudeybiye, Keleha Hayberê (di navbera wan û cihuyan de), Mute, Mekke, Huneyn û Medîne pêk hatine. Ev şerana ji bo serweriya xwe û serweriya baweriya xwe yanê îslamê li hawîrdora Mekke û Medinê serdest kirinê û bi rêya wê navendeke baweriyê û tîcaretê afirandinê hatine dayîn. Mirov dikane bi kurtahî şerê navxweyîyê ji bo serkariya herêmê bi destxistinê ne û bîrdoza serkariya xwe bi gelên herêmê pejirandin dayînê ne, bêje. Ev şerana çendi werin mezinkirin jî, ne şerên ewqas mezin in.
Serdema Ebûbekîr: Di serdema Ebûbekir de jî, şer; bi tevahî li ser nîvgirava Erebîstanê pêk hatin û ev şerana şerên di nava eşîr û kêmarên heremê de serdestî bi destxistinê bûn. Anegorî daneyên îslamî; ew şerana ev in: Şerê Tebuk, yê herêma Cevf û şerê Benî Kelb e. Divê em vê bêjin: Di nava ereb û daneyên îslaman de ji bo van şeran peyva şerê bi „gawir /kafir“ nehatiye û nayê bikaranîn. (Ew ereb in, ya, nabin kafir) Bes dibêjin; ev şerên ku xwe û baweriya xwe bi tevahiya ereb û samiyên li herêmê pejirandindayînê ne. Yan jî şerê li dij cahîlîyeyê dibêjin.
Serdema Omer bîn Xatap: Seferên dagirkirin û talanê ya li ser erdnîgariya Kurdistan û Persan /Sasaniyan di vê serdema Omer de pêktên. Em li rewşa herêma Kurdistan ya wê serdemê dinêrin, dibînin ku: Patrîkxaneyên Ermenî, Suryaniyan û hin qereqolên Bîzansan ên ku Ermenî û Suryanî ji ber baweriya xiristiyanî bi wan re tevdigeriyan hebûn. Li Aliyê rojhilat û başûr jî serdestiya Sasaniyan mîna hêz xuya dikir, lê hêzeke ji ber şerê bi bîzansan re ji xar keti bû. Di vê serdemê de artêşa îslamê êrişê xiristiyana nakin. Yanê êrişên van patrîkxaneyên xiristiyanan nakin. Ji ber ku:
1 – Misliman wan jî wek dînê semawî, heq û xwedanê pirtûkên pîroz dibînin, tenê wan vedixwînin ser dînê xwe, hêvî dikin ku ew farmana wan bipejirînin.
2 – Patrîkxaneyên Ermenî, Suryanî û Bîzansan bi Omer bîn Xatab re dikevin têkiliyê û bi wan re li pey hev hin peymanan îmza dikin.
Em ji bo vê; ji hin çavkaniyan çend têbiniyan bigirin:
Rojnameya Agos (li stenbolê derdikeve) li ser lihevkirinê wiha dinivîse: „... Piştî Hz. Muhammed hêza siyasî û leşkerî bi destxist. Ermeniyan xwestin bi vê hêza siyasî re têkiliyên baş û dostanî dayne. Nûnêrekî xwe şandin ba Hz. Muhammed. Piştî Patrîkxaneya Ermeniyan jî bi rêvebiriya Muhammed re têkiliya baş danî, fermanên baş hat dayîn û li ser vê peymanê dest nedan Ermeniyan. (Agos-13749) (1)
Ez dixwazim vê mînaka zindî jî lê zêde bikim. Dema artêşa îslamê êrişê devera Muş, Milazgir, Kop, Patnos û Gimgimê dike, ji Kurdan kesên dikevin gundên Ermenî û kîlîseyên Ermeniyan, kesên direvin û dikevin çiyan difilitin. Hê jî hin Ermeniyên vê herêmê ji xwe re „BILIKΓ dibêjin. Bilikî eşîreke Kurdan ya Êzdî ye. Yanê ew Kurdên wê serdemê ketine nava ermeniyan û di nava wan de helyan e. Jixwe wê serdemê tevahiya Serhedê bi baweriya qedîm bû. Malbata bamariyê bavê min jî hê xwe ermenî dizanin, lê ji eşîra Bilikiyan e û bi serbilindî dibêjin „em bilikî ne.“
Bîzans jî wê demî bi pirsgirekên navxweyî re mijûl bûn, hêzên xwe bi giranî kişandibûn navenda Anatolyayê. Li gel wê ne di wê hêzê de bûn ku li dijê vê artêşa nû şer bikin. Divê ev jî were gotin; artêşa îslamê jî di dema Omer bîn Xatab û Emeviyan de eniya şer berbi navenda Anatolya zêde berfireh nekirine. Tenê hin seferên talanê (xenimetê) hene. Dibe ji wê be, cara yekem şerê Bîzansan bi Abassiyan re pêk hatiye û di encama wî şerî ku demeke kurt dikudîne de jî, di navbera Abasiyan û Bîzansan de peymanekê hatiye îmzakirin.
Ji bo baştirîn zelalkirina mijara lihevkirina wan, em çend têbiniyên lêkolîner û kovarên ciddî tên nasîn û bawerkirinê bidin.
„Di sala 139 /756 an de di navbera Xalîfeyên Abasî û împaratorê Bîzans V. Konstantînos de peymanekê hate îmzakirin... (2)“
„di sala 661 an de dewleta îslam li Ermenîstanê serdest bû. Halîfe Muavîye Birayê Hamazasp Mamigonyan Prens Krikor Mamigonyan kir walîyê Ermenîstan û beşeke Kurdistanê....“ (3)
Her wiha di navbera patrîkxaneya Süryaniyan û serkariyên îslamê de jî têkilî û hin peyman hebûn. Jixwe ew hev wek hevnijad dizanîn. Wê çaxê li ser xaka Kurdistanê yên li hemberê Artêşa îslamê, yanê li hember êrişên Omer bîn Xatap, Emevî û Abasiyan kî mabûn? Ew GAWIR /KAFIR ên li ser xaka Kurdistanê ku Omer bîn Xatap û fermandarên wî êrişkirine, ew di komkujiyan re derbaskirine, keç û jinên wan birine, di bazaran de firotine, mele û lele îro bi serbilindî û pesin behsa wan dikin, kî ne? Nebe cin û perî bin?!
Em hinek vê mijarê jî vekin. Ereb jî wekî Darios I. navê Kurdistanê hilnadin. Mîna ku Kurdistan malê bavê wan be, wekî herêmên xwe bi nav kirine.
„... Di vê em vê bêjin; di nava belgeyên ereban de navê Kurdistanê bi zanistî nayê bikaranîn, (mîna ku Kurdistan parçeyeke welatê wan be, ji min) bi awayê „El Cezire, el Cibal û el Zavzan (Zozan) derbas dibe. Ji Cîzîrê û dora wê re „El Cîzîre“, ji Ruha û Amedê re „El Cîbal“, Ji navenda zagrosan, Kirmanşah, Hemedan, Nihavend, Dinaver ve Şehrezor re jî „el-Zavzan“ Dibêjin...“ (4)
„Zordestî û zilma artêşa erebê misliman (ya li Kurdistanê) bi sedsalan kudand, Her çendî yên ji komkujiyan filitîbûn, bûbûn misliman jî, bi sedan salan zimanê Kurdî û farsî qedexe bû. Yên derê erebî bi van zimanan biaxiviyana bi meqesê serê zimanên wan jêdikirin.“ (5)
Nobedarê mizgefta „Hz.!“ Suleyman ya li Amedê agahîyeke wiha daye çapemeniyê:
„Ev kesê ku li vir radizê sala 639 de di dema bi aliyê artêşa îslamê ve Amed hate fetihkirin Hz. Süleymanê Kurê Xalid bîn Velîd bi tevê 27 ereban di wan şeran de li vir şehît ketine. (6)“
Pirs: Ev erebana û Sileymanê kurê Xalit bîn Welîd di nava şerê bi kîjan gel /miletî re hatine kuştin? Li wê xakê kîjan gel bi wan re ketine nava şer? Bersiva vê pirsê Zivingî dide.
Zivingî: „Min di pirtûka xwe de şerên erebên îslam bi awayekî kronolojîk sal bi sal li pey hev rêzkirine. Wê demê şer di navbera Kurdan û arteşa ereban de pêk dihat...“ (7)
Di vî warî de bi sedan çavkanî hene, di wan çavkaniyan de radigîhîne ku artêşa îslamê li ser her bihust xaka Kurdistanê komkujî pêkanîne, talan kirine û jin birine di bazaran de firotine. Mixabin ku di nava me de evîndariya dijmin heye. Hima li derdorên îro di xizmeta dagirkeran de ne binêrin, hûnê vê rastiyê bi hêsanî bibînin. Lema mixabin, sed car mixabin, divê em vê jî bêjin; hin Kurdên qaşo îslam jî hewldidin ku bi argument û boneyên cuda van rastiyên komkujiyên bi destê artêşên îslamê pêkhatine veşêrin. Na nizanim, „Kurd li bendê bûn, bi riza xwe îslam pejirandine(?!)“ û tiştên wisa. Wêçaxê ev şerê Omer û fermandarên wî yên li ser xaka Kurdistanê li dijê kê bû! Çima Kurê Xalid bin Velîd bi tevê 27 ereban li Amedê hatine Kuştin, wan bi kî re şer kirine? Kî ew kuştine? Çima gorî dibin kafir kujêr dibin pîrozwer?.......
Belê, ev gawirên li ser xaka Kurdistanê kî bûn?
Piştî patrîkxaneyên ermenî û suryaniyan bi pêşniyaza bîzansan bi rayedarên îslamê re li pey hev peyman imza kirin, tenê Kurd, bi gotineke din Kurdên bi baweriya qedîm li ser xaka Kurdistanê mabûn. Jixwe şerê Xalîfe Omer bin Xatap û Emeviyan jî bi giranî li ser xaka Kurdistanê pêkhatibû. Fermandarên Xalîfe Omer yên herî xwînxwar ên Kurdistan dagirkirine ev in; li bakurê Kurdistanê Xalit bin Welîd, peyrevê wî Ebu Ubeyde bin Cerrah û Kurê Xalid bin Welîd Suleyman. Yê Kurdistana Rojhilat jî dagirkir Sa’d bin Ebî Vakkâs û yên din bûn. Ev Kujêrana li ser serê me bûn hezret, bûn evliya û enbîya, bav û kalên me yên hatibûn Kuştin jî bûn „gawir(!?). Di hin daneyan de tê ragihandin ku di navbera Mêrdîn, Ruha, Amed û Semsûrê de serê 40 000 mêrî hatiye jêkirin, ji 20 000 î zêdetir keç û jinan ji herêmê dibin di bazarên ereban de difiroşin. Pirs: Wê serdemê kîjan gel li vê herêmê dijiya? Yunan, Uris, Çîn, Eskîmo, kî? Tenê û tenê Kurd dijiyan. Ma mirov çawa dikane ji bav û kalên xwe re „gawir“ (di wateya kafir de) bêjê? Hê di ser derdê derdan ra van fermandarên Xalîfe Omer û leşkerên wî li her çengê Kurdistanê talan pêkanîne û destdirêjahî kirine, bi dehezaran jinên Kurd şandine û di bazaran de frotine. Daîşiyan jî ew referenz girtin û tenê keç û jinên Kurdan birin û di bazaran de firotin. Gelo mejî, mantiq û wîjdan li ku ye?
Di her serdemê de peyva „Gawir /Kafir tenê û tenê ji bo Kurdên bi baweriya qedîm û yên Zerdeştiyan hatin bikaranîn. Jixwe berê îslamê bê çend eşîrên Kurd yên xiristiyanî pejirandibûn, tev de bi baweriya qedîm bûn. Em ji bo bi bîrxistinê cardin vegerin ser mijara têgîna „gawir“: Ak sözlük vê mijarê pir baş zelal dike: Ev peyv di gelek zimanan de ji bo Zerdeştiyan tê bikaranîn. Bi pehlewî = Gabra, aramî = Gebar /Gabar, almanî = gabrî, îngîlîzî = guebers / ghavers, fransî =guèbres ji bo bawermendên Zerdeştî hatiye bikaranîn. http://aksozluk.org/gavur
Bi gotineke kurt û kurmancî tenê ji bo bav û kalên me „GAWIR“ gotine, bav û kalên me bi wê boneyê kuştine; keç, pîrik, metik û xaltîkên me birine di bazarên ereban de frotine, jixwe Daîşê jî li ser vê têgîhîştina îslamiya destpêkê yanê ya serdema Omer bîn Xatap ev kir. Daişiyan ne keç û jinên xiristiyan û cuhû /yahûdiyan, tenê keç û jinên Kurdan, xwerû yên bi baweriya qedîn (Êzdî) birin di bazaran de frotin. Belgeyên vê pir in, di hoperlorên mizgeftan de daxuyaniyên mal û jinên Kurdan li îslaman helalkirinê weşandin. Ev ne bangaşiyeke Daîşê, ev rastiya di bin hişê îslamên ereb de bûye karektereke îrsî û giyanî, ye.
Niha jî di vegotin û wêjeya gel de komkujîyên Erebên îslam
1 - Min gelek caran nivîsandiye ku piraniya rastiyên me di nava gotinên pêşiyên me, çîrokên me, stranên me de veşartîne. Em weke mînak; çîrokek ji herêma Milazgirê bigirin:
Di nava gelê me yê li herêmê de çîrokek gelek taybet tê vegotin. Bi dîtina min beşeke vê çîrokê rastiya dîroka me di xwe de vedişêre. Çîrok wiha ye:
Berê îslamê li herêma Milazgirê gelekî atêşperest /agirperest jiyaye Mîrekî wan yê bi navê Teymus hebûye, dema Beşîrê kurê wî diçe dibe misliman, Teymus zimanê wî jêdike û ji herêma Milazgirê dike der. Ew jî diçe Mekkê mijarê ji rêberên îslamê re dibêje. (Têbinî: Hin Navê Xalîfe Elî di nava çîrokê de bikartînin) Fermandarên ereb bi artêşeke mezin tê Milazgirê, leşkerên wî pir tî bûne, bîrekî hebûye, lê tê de marên bi jehr hebûne, eger leşkeran vexwarana, dê tev de bimirana. Bi duayên wî fermandarî jehra maran wenda dibe û ava bîrê ji jehrê paqij dibe û leşkeran av vexwarine. Fermandarê mislimanên ereb mîrê nav Teymus kuştine û hawîrdor bûye misliman.
Ji ber ku çîrok hin rastiyên dîrokî werdigire, em vê çîrokê hinek vekin û bi rastiyên wê serdemê re birûberînin.
a) – Mijara bîra avê sewirandineke çîrokî ye lew re, her derê Milazgirê tije av e, pêdivî bi bîran tine. Çemê Arsînê (Murad), çetên ji çiyayê Bilîcan û Sîpanê, yê ji çiyayê Bîngol û herema Karaçobanê tên û li vir digîhîjin hev hene, li cihên deştî jî li gelek cihan kanî hene, di çend metreyan de av derdikeve. Pêdivî bi bîrên ereban, yan ji dişibe bîrên wan tine.
b) – Bi zelalî tê zanîn ku fermandarên artêşa Îslamê Xalit Bîn Welîd, Îyaz bin Ganem û Sa`d bin Ebu Vakkas tevahiya devera Kurdistanê dagirkirine. Baş tê zanîn ku xelîfe Elî di wan şeran de cih negirtiye û nehatiye Kurdistana bakur. Kurdistan bi girani di dema xelîfe Omer bin Xatap û Osman de hatiye dagirkirin.
2 – Helbesta bi hewremî; ev helbest kengê, bi aliyê kê ve hatiye nivîsandin, ne girîng e, ya girîng naveroka wê ya ku rastiyê radigîhîne vê serdema me ye.
„Hurmizgan riman, atran kujan,
Weşan şardewe gewre i gewrekan
Zurkerî ereb kirdine xapûr
Ce Gine-î Paleyî ta Şarezur
Cen û keynekan we dîl beşîna
Mêr î aza tîle a ruwî hiwîna
Rawişt Zerduşt ra manewe bê kes
Bezîka nika Hurmuz we hîç kes“ (8)
3 – Nameya şahê Sasaniyan Yêzdangîrt:
Li ser hin malperan û di gelek nivîsên kesayetiyan, heta bi aliyê îslaman ve jî tê ragihandin ku di navbera şahînşahê Sasaniyan Yêzdangîrt û Omer bîn Xatab de hin nemeyên vexwendina ji bo dînên xwe hatine hinartin. Ev di nava hin belgeyên dîrokî de jî hene. Her wiha rayedarên îslaman jî behsa nameyên Omer bin Xatap ku ji şahê Sasaniyan Yêzdangîrt re şandiye dikin. Di gelek malperan û berheman de nameyên Yêzdangirt şandiye hene. Naveroka wan nameyan ku îro di malperan de hene, çiqas rast e, mijareyeke bi serê xwe ye. Bes, bersiva Yêzdangîrt pir girîng e û hin xwînxwarî û rastiyên bi hêla piraniya lêkolîneran ve tê piştrastkirin werdigire, lema mirov ji rastiya wê guman nake. Ew xwînxwarî li ba tevgerên îslamên îro, li gel wê di pirtîka serkariyên ji xwe re îslam dibêjin de hene. Hima li Saudî, emîratan, Ayetullahên faris, îslamên Tirkiyê û Daîşê binêrin, hûnê her gotinên ku tê gotin Yêzdangîrt nivîsîye, bi zelalî di piratîka wan de dibînin. Ev name gelek dirêj e, bes ezê paragrafên herî girîng bigirim:
„... Dema me li cihanê tiştên baş pêkdianî, tenê li ser bingehê ananeya me ya rêzgirtinî pêkdanî, li ser wê bingehî alaya şiyara „ramanê baş, gotinên baş û karên baş“ li ba dikir. Lê tu û kalên xwe hûn li çolistanê bi pejmûrdeyî digeriyan, ji ber ku we xwarin nedidît, we marîjek û qumqumok dixwarin, û we zarokên keçinî bi zindî dikirin erdê...
Gelê ereb ti nirxekê nade zindiyên xwedê afirandî. Hûn serê zarokên xwedê, dîlên şer jê dikin, destdirêjiya jinan dikin, zarokên keçinî bi zindî dikin erdê, êrişê karwanan dikin, wan dişêlînin, bê eger û sebep komkujiyan pêktînin, jinan direvînin, Mal û melalên gel didizin. Dilên we ji keviran e, em hemû xirabiyên we kirine, bi tundî şermezar dikin. Hunên wisa xirabiyan dikin, çawa bikanin rêya heq nîşanê me bidin....“
Ev tekoşîna li dij dagirkeriya bi rûpoşa dîn, xwerû dînê îslamê hîç ranewestiya, her serkariyên îslam di rewşên cûda de, bi boneyên dîn, ajanên kafiran û tewanbariya kafirtîyê bê navber em wek dijmin hilbijartin, êrişên gel û saziyên gelê me kirin. Mînak Serhildana Cafer El Kurdî (Mîr Caferê Dasinî li başûrê Kurdistanê) Li dijê Abasiyan (çavkanî: Kemal Fuat, Kurdische Handschrîften) Dîsa Serhildana Serokê eşira Milan Temir Axa û Dewrêşê Evdî, Serhildanên Kurdên Serhedê yên di sedsala 19 an de ta vê roja me hatin. Hê jî em gawir, bav û kalên me Gawir /kafir tên bi navkirin, mixabin ku mêjîşuştiyên me li gel wan bi hev re êrişê her rastiyên me dikin. Ji derketina ronahî û rojê ditirsin. Li gel wan cehş jî bi navên cûda bûnin gasikên destên dagirkeran.
Bi gotineke kurt wan her û her em wek gawir /kafir hilbijartine, binavkirine û bi wê boneya zîşt êrişê me kirine, Lê di hemêza îngîlîz û Amêrîqayiyan de rûniştine, hinan jî pişta xwe dane Rûsan. Ji ber ku em ne azad û serbixwe ne, me dîrok û rastiya dîroka xwe û ya wan nexwendiye, piraniya me her û her bi koranî bi wan bawer kiriye û vê jî mala me şewitandiye. Divê em êdî vê bizanin, di şaneyên xwe de bidin rûniştin: Ji kurahiya dîroka kevnar ta îro her dem di hedefa wan de ji bo ku bikanin bibin hêzên cihanî em hebûn û hê jî hene. Eger Akad û Asûr li hemberê Sumer û Mîrîtiyên Kurdan ê wê serdemê bi ser neketana, wê niha navê wan tineba. Pers li hemberê Medan bi ser neketa, nedibû hêzekî cihanî. Ereb bi gawirî û kafirtiyê em tewanbarnekirana û bi kuştina me li welatê me bi ser neketana ola wan nedibû dîn / oleke cihanî, li Mekke, Medînê difetisî û dima. Eger Kemalîst li Kurdistana Bakur bi ser neketa, nedibû komareke vê serdema nû û niha navê tirkan jî di nava rûpelên dîrokê de nedibû. Rastî ev e, bes mejiyê mijikgirti bikane ji wê mijikê bifilite û rastiyê bibîne. Ji serî hetanê binî her aliyê baweriya ereben tê zanîn, lê ew îro bi navê dînê Îslamê bi rêya welatên îslamê, bi pereyên petrolê hêz in, ji wê rastî di siya wan de fetisiye. Her çendî li gel gelên din di nava gelê me de bi sedan çîrok û vegotinên wehşeta wan piştrast dikin hene jî, tirsa ku wan di wê serdema dagirkirinê de afirandiye rastiyan difetisîne. Mînakên weke serê 900 kesên li Heyberê dîl hatine girtin jêkirin, bi serê xwe vê helewesta xwînxwar a wan piştrast dike. Mijara Safiyeyê hê jî dem bi dem dibe mijara gengeşiyan û qaşo zanyarên îslamî jî înkarnakin, her hewl didin ku bi hin boneyên çilmixkirinê şirove bikin. Ji ber ku hêz in, her xwînxwariya wan di siya aborîya wan de difetise. Min ji bo baş têgîhîştinê mijara Safiyeyê weke veserekê li jêr daye.
Bi gotineke kurt tenê û tenê ji me re GAWIR dibêjin! Bê me ti kesî nakin gawir. Em jî ji bav û kalên xwe re Gawir dibêjin! Çi şerme, ne!?
Hin Çavkanî
https://forum.donanimhaber.com/hz-omer-ve-iii-yezdigirt-arasindaki-mektuplasma--29831516
https://www.agos.com.tr/tr/yazi/13749/ermeni-halifeler-var (1)
.pdfhttps://www.otuken.com.tr/u/otuken/docs/a/n/anadolu-nun-fetih-ve-islamlasma-tarihi-17-03-2020-sikistirilmis-1605645794 (2)
https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/31755 (3)
R.Izady, Mehrdad , Kürtler,İst. 2004, s,96 (4)
Kürt Tarihinin Kaynakları ve Kürdoloji Çalışmaları (5)
https://ilkha.com/news/hz-suleyman-peygamber-degil-sahabedir-19956 (6)
https://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/120420226 (7)
Kurdische Handschriften Kemal Fuat (8)
Hin çavkaniyên din
Xebata Doktorayê ya Kemal Fuat „Kurdîsche Handschriften“
https://www.tarihbilgini.com/islamiyetin-dogusu-sirasinda-arap-yarimadasi/
.pdfhttps://www.otuken.com.tr/u/otuken/docs/a/n/anadolu-nun-fetih-ve-islamlasma-tarihi-17-03-2020-sikistirilmis-1605645794
https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/552712
https://www.acarindex.com/dosyalar/makale/acarindex-1423936472.pdf
https://farklibakis.net/yazarlar/murat-firat-islam-tarihinde-kurtler-7-yuzyil-ve-12-yuzyil-arasi/
https://www.agos.com.tr/tr/yazi/13749/ermeni-halifeler-var
Bila ev jî hebin
http://www.imprimatur-trier.de/2014/Imprimatur-2014-04_7.pdf (a)
https://www.planet-wissen.de/kultur/religion/islam/pwiederkoran100.html (b)
https://islamansiklopedisi.org.tr/hurmuzan-i-farisi (c)
https://books.google.de/books?id (c)
https://nurtur.de/omer-bin-hattab-r-a/ ( e)
https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/40233 (f)
https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/38462 (g)
Mijara Heyberê û Zewaca bi Safiyeyê re
Ev mijar bi sedan saln e ku di nava zanyarên îslamê û hem jî di nava zanyarên dij îslamê de gengeşiyeke bê dawî ye. Her li hev sor dikin.
Mijara Keleha Heyberê
Bi aliyê piraniya dîrokzanan ve wiha tê nivîsandin:
„Li qada Medîneyê gelek çel hatin vedan, bi hêjmareke di navbera 400 û 900 de mêr (yên dîlgirtî) ji keleha Heyberê anîn, li pey hev serê wan lêxistin û avêtin wê çalê. Bi gotineke kurt komkujiyeke mezin pêkanîn. Ev wekî komkujiya „Cihuyên Kureyza“ derbasê nava rûpelên dîrokê bû. Gelo ev referanse ji Ibn -i Îshak hatiye girtin rast e. (hima bersiva vê ev e: Sureya Azab jî behsa vê komkujiyê dike.)
Lê Dîrokzanên îslaman bi hin boneyan dij vê derdikevin......
https://www.fehmiuyar.net/chapter/muhammed-peygamber-hayber-de-katliam-yapti-mi.htm
Ev pirs û ev mijar di gelek pirtûk, malperan de tê ragihandin, gelek zanyarên îslamê jî vê piştrast dikin. Mijar ev e:
„Çend saet piştî li Heyberê bavê Safiyeyê, birayê wê û mêrê wê Kenen tê kuştin. Pêximber bi zorê bi Safiyeyê re dizewice...“
Misliman jî vê kirina bi guman wiha diparêzin:
„Navê Hz. Safiye b. Huyeyin „Zeynep“ e. Wê serdemê ji xenîmetê yê para reîsan diket re „Safiye dihat gotin. Ji ber ku ev jin jî para pêximber ketiye, jê re Safiye hatiye gotin. Pêximber piştî şer bi wê re zewiciye....“
Gelo li ba Xwedê jin mirov e, yan xenîmet e?
Disa di hin çavkaniyan de tê ragihandin ku Safiyeyê jehr daye pêxember Muhammed û Pexember Muhammed bi wê miriye! Ev îddîa çiqas rast e, nizanim, bes hê salekî li ser zewaca wan re derbas nabe, pêximber Muhammed bi nexweşiyeke nayê zanîn jiyana xwe ji dest dide.