Kulav
Kulav ji zû ve tê nasîn, xwerû jî wek kulik, kulavê şivanan, kulevê neqişandî, kulavên kulerî, yên ku weke xalî li odeyan tê raxistin, yên wek çûxikê dijgule tê bikaranîn û her wisa. Dibe ku piştî çerm awayê wê yê destpêkê weke cil û berg jî hatibe lixwekirin. Hemû pispor û paleantropolog di wê baweriyê de ne ku tekstîlê yekem kulav e. Li welatê me kulav ji liva (hiriya /pirça) berxan tê çêkirin. Bi ber payîzê re liva berxên ku êdî di pêvajoya kavirbûnê de ne, tên birin. Liva berxan hûr, nerm, kertikên mûyên wê kûr û çetel in, lema rihet li hev dipiçike û hev bernade. Her payîzan libûdî /livajen (liviçî) / hallac dihatin gund. Gundiyên bixwastana kulavekî bidin çêkirin, liva xwe dibirin cem wan, eger liva berxên wan têr nekira, hinek liva dikirîn û kulav didan çêkirin. Livajen di gom yan jî xaniyeke de bi cih dibûn dezgehên xwe li wir li dar dixistin. Gundî dor bi dor liva xwe dianîn, kulavekî çawa bixwastana, bi wan didan çekirin.
Dezgehê liviçiyan ji kevaneke mezin bi têleke hesîn û mîrkutekî pêk tê. Aliyekî telê dikin nava livayê û mîrkutê xwe bi rîtmîk li têlê dixin, ew têla livayê dijene û ta bi ta daveje ser hev.
Peyvên di pîşeya livajenan de tên bikaranîn.
„Livajen“ ji jenîna livayê tê, li gelek cihan tê bikaranîn.
„Liviçî“ Li hin cihan peyva liviçî ji bo vê pîşeyê tê bikaranîn.
„libûdî“ Ji Amedê bigire hetanê Mêrdînê tê bikaranîn, ji peyva „liba /liva“ û badan, jenîn, avêtina ser hev tê.
Hallac: Li hin deverên Ruha û Heta Meletiyê tê bikaranîn, peyveke erebî ye.
„Pêçeka borê“ ji du parçe cawê bi qasê palaskî li binî dihat raxistin, cawek dihat ser, li dorê jî palasek (berek /kîlîm) dihat gerandin.
„Tîr“ : Tîreke bi qalindiya deh santîmetre dikirin navendê.
„Bor“ Ji sûtina kulav re bor dihat gotin, Çar, pênc kesan bi hev re bi rîtmik hem ew pêçeka kulav gilor dikirin û hem jî pîn dikirin. Gelek caran jî bi sitran ev erk pêkdanîn.
Dîvana livajenan
Ew dîvana libudiyan, yan jî livajenan bi piranî dibû cihê şahiya çandê. Dengbêjên gund dihatin, li kêleka livajenan rûdiniştin bi rîtma lêdana mîrkut ku têla kevanê bi weşeke sewsî û dengê guviniyê dixist nava tevgerê, stranên cuda distiran. Mirovan hewes dikir ku wê ahengê seyr û guhdarî bikira. Mixabin ku êdî ew pîşe jî li welatê me nemaye. Fabrîqeyên li bajaran dest avêtine wê jî, niha di cihê wê ahenga lêdana mîrkut û lerzîna têla kevanê de, dingîn, ringîn û gurîna makîneyan e.
Kulik, yan jî çûxik hê teniktir dihat lêkirin. Kulik di çalikeke darîn de, yan jî di taseke kartoliyê de bi mîrkuteke xwerû ya wek sirkutê stûrtir dihat sûtin. Kêr û gule jî tê re nediçû xwarê. Gelo çendî û çend sedsal bûn, ew huner di nava gelê me de rûniştibû, ti kes nizane. Her nivş wê ji bav û kalê xwe fêr dibû û wek nexşeke dewlemendiyê di mala xwe de radixist. Û niha! Belê niha, ev, ev huner û çand tev de hate ji bîrkirin. Ji bo bi bîranînê em ji demên berê çîrokek weke pêkenok bigirin. Dema dagirkerên Tirk bi leşkerên xwe ve gav bi gav her çengê welatê me dadigirtin, wekî di her warekî jiyanê de, li ser kulikê kulavîn jî, qedexe danîne, ji ber wê qedexeyê gelek çîrokên bi êş û kenên ber gîrînê pêk hatine:
Rojekê leşkerê Tirk bi yekîneyekê davêjin ser gundekî Çetê (Qortiyê). Li gund ciwanekî bi kulikê kulavîn, digirin. Candirme, bi weşeke dijminî dest davêje kulikê wî û bi hêrs û pekandina ser, ji ciwanê tirkî nizane dipirse:
„Kuro ma te „şoreşa şewqe“ nebihîstîye? Ev jî çi ye?“
Piştî çend caran dibêjin û dipirsin; ciwanê wan nîvanîv fêm dike, ji hêrsan tê ber teqandinê û dibêje:
„Ma ev jî çi dir?
Liva di tasê de dir,
bi kevir sûtandî dir,
gûyê tê têde dir
û li serê min dir!“
Di nava gel de gelek gotinên weke şibandinê jî tê bikaranîn, hene: Mînak;
„Wekî kulav e, ji hev nabe!“
„Kulavê Xwiristanî“
„şivanê bê kulav“
„kulavê bê şivan“
Çêkirina kulav.
Bi giştî rûyê tayê mûyê hiriya pez xwedan karektereke kertkertî ye û cih bi cîh jî telş lê heye. Dema mirov di bin giraniyekê de wê şil dike û disû, ew wek tayekî be, tev de bi hev ve dikelije û dibe wekî tayekî û hev bernade. Liva berxan hê hûrtir û zêdetir ji bi hev ve kelijandinê re amadeye. Dema ev mûyana tevlihev bi kevanê tê jenîn, derfetên bi hev ve kelijandinê hê zêdetir û stûrtir dibe. Libûdî yan jî livajen piştî bi têla kevanê liva jenîn û li ser cawekî bi çarşkirinê wek hev avêtina ser hev, berê baş av dikin û cawekî din davêjin ser, li dor tîreke 10 hetanî 15 cm. Qalind û rast bi hostayî lûr dikin, palasekê /bereke din lê dipêçein, bi werîs yan jî kindiran zexm dişidînin û wê dikin borê. Ango çar, pênc kes bi rîtma sitranan bi qasê du, sê rojan wê bi pînan disûn, her wiha vê re distirên jî. Ji vê çalakiyê re „bor / kirine borê“ dibêjin. Di dema sûtinê de carnan jî, bi destan av direşînin ser pêçeka borê. Di encama vê sûtinê de, kulav pêk tê.
Dîroka Kulav
Ji bo ku em bikanin bigêhêjin rastiye, divê em hin rolyfên berê Mîladê û lixwekirinên vê serdema me birûberînin. Dema em kulikên serdema Sumaren û kulikên ruhaniyên Kurdên Êzdî û Yaresanî didin serê xwe, berewird dikin, bi hêsanî dibînin ku heman tişt in. Her wiha di rolyefên Persepolîsa Persan de jî heman kulik li serê leşkerên Med hene. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje; li ba, Mîtanî û Xaldiyan jî heman kulik xuya dikin. Ev jî bi zelalî nîşanê me didin ku ev çandeke welatê me ye. Ji welatê me li cihanê belav bûye.
Em di ronahiya lêkolînên arkolojîk de hineke din ber bi kûrahiya dîroka kulav ve biçin. Sumeran ji wan kulikên kulavîn re gotine:
„Sumer = Tug / sagşû, Akadî= kupşû
Sumer = barsî , balla“
Piştê vê, em di berhema Îlyada ya Homerosê Grêkî de rastê peyva kulikê ji kulav çêbûye tên. Di wê de wiha dinivîse: „Ey dost Meriones ev kulikê dor wê bi çerm û hirî hindirê wê ji kulavê sutî hatî çêkirin, ji me diyariyekê ji bo te ye!“ Miyên Merînos navê xwe ji wir digire. Hin lêkolîner û arkolog di wê baweriyê de ne ku ev venivîsandina Homeros ji kulikê rûhanî û mezinên Hîtîtan ku wan jî kulav disûtin û didan serê xwe. Ev di gelek rolyevan de jî hene, hatiye wergirtin. Ev awa kulikên kulavî li ba Lûvî û Fîrigiyan jî heye. Em têkiliyên Xorî, Mîtanî, Lûvî û Xatiyan (Hîtît) dizanin. Tev de bi belge ne. Gelek tişt ji hev wergirtine.
Lêkolîner û zanyaren Alman û Danîmarkî di wê baweriyê de ne ku kulikên kulav yên li Ewropê xwerû li Danîmarkayê hatine dîtin, ji kulavên rojhilatê Deryaspî ne û li vir 1500 B. Mîladê Kulav hatine çêkirin, belgeya nivîskî 700. B. Mîladê di destana Îlyada de derbas dibe. Dîsa li Tîbet û Pamirê jî hatiye dîtin. Yê li Sibiryayê hatiye dîtin jî ji Pamîrê çû ye. Hêjayê gotinê ye ku em bêjin. Li Pamîrê gelên Arî dijiyan. Li Kevirêqul a li Taxorîstanê jî hatiye dîtin. (Taxorî eşîreke Arî ye, ji başûrrojavayê Deryaça Hezarê /Kaspînê barkirine û çûne wir. Peyva „Kevirequl“ bi Taxorî/Kurdî ye. Mixabin ku niha Uygur û zarê Taxoriyên di nava Uyguran de helyane li wir dijîn.) Tirk jî gelek gotinên Taxoriyan wek ûygurî nîşan didin û ji zimanê xwe re dikin mal.
Mî / pezên kedî
Ji ber ku hebûna kulev bi hiriya pez, di rastiyê de bi liva berxan re têkildar e, ji bo bingehê dîroka wî kedîkirina pezê malê roleke bingehîn dilîze. Li Çatal Höyik a li navenda Anatolyayê parçeyê hiriya di forma kulav de 6 000 (1) sal berê Mîladê hatiye dîtin. Ji wê zanyar di wê baweriyê de ne ku pez ji vir 8 000 (2) sal berê li „Dasheyva bi Adan“ ango li Rojhilata Navîn hatiye kedîkirin. Ji ber ku piraniya Kurdistanê zozan e, mirov bi hêsanî dikane bêje ku pez cara yekem li Kurdistanê hatiye kedîkirin. Ji wir li cihanê belav bûye. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, pezê kovî bê daw e, ango bi dêlî ye, hima bigire li tevahiya cihanê heye, lê pezê malê ji wê nehatiye, ew ji pezê malê cûda ye, Heta hin zanyar wê wek cisneke serbixwe dinirxînin.
Kulav û Tirk?
Ji ber tê îdîakirin ku hin parçeyên hirî û dişibin kulav û tê bawerkirin ku ji sedsala II. berê Mîladê maye, li hin deverê Elegesê hatiye dîtin. Tirk hewl didin ku vê çanda kulav ku bi hezaran sal berê vê serdemî li Rojhilata Navîn pêş ketiye, ji bav û kalên xwe re têkin mal. Lê bi aliyê zanyarên Arkolojî û Antrepolojiyê ve hîç cidi nayê girtin. Li aliyê din tê zanîn ku hin êlên Arî /Aryanî bi birên pezên xwe re derketine wan zozanên rojavayê Asyayê. Ango dora Gola Aralê ne navend, rojavayê Asyayê ye. Em ji wan çend mînakan bidin daku em bikanin vê zelal bikin.
- Em dizanin ku Tirk di her warî de li cihê navên orjîn navên qaşo tirkî / tirkkirî bikartînin. Mehmûdê Kaşgarî li ser wan eşîrên wek “Oguz” hatine nîşandan ku rastiya wî navî ne Oxuz „Buxduz“ e û Buxdûz serokê eşîrekê Kurdan e. Ji xwe Mehmûdê Kaşgarî rastiya vî navî înkar nake û wiha dinivîse: „Zimanê van êl û êlatên Oxduz /Bûxdûz zimanekî din e, lê hin tirkî jî dizanin.“ Qaşo etîmolog û pisporê Tirkan vê rastiyê bi zanistî belovajî dikin.
- Dema Macar (Ungarn) dest bi lêkolîna dîroka xwe dikin, Zanyarên xwe dişinin Asyayê. Piştî lekolînan digihîjin wê encamê ku ji 7 eşîrên Macaran pêktîne yak jî eşîra Kurd- Gyarmat e (Bi macarî: Kurtu, Kirth, Kyurta.) Lê dîrokzanên Tirkan peyva macarî ya bi Kurdan re têkildar wiha wergerandine tirkî:“Körtle“. Ev rastiya dekbaziya wan li ber çavan radixîne.
- Li ser zinarê Elegeşa ku şeteke çemê Yênîseyê ye, ev nivîs hene: Li ser kevir /kêlikê 1 wiha dinivîse: „Ez Mîrê Kurdan Alpo Urango, Li pişta min kembera zêrîn. Neh ezbetên min hene, ez çilsalî me!“
Li ser kevirê dudyan jî wiha dinivîse. „Navê min Qarçûr, li zozanê me berf barî, tev çûne, tenê heft ezbet û xwişka min maye. Qarçûr ji birayên xwe yê din qetyaye!“
Hê îro jî bi navê „Qarçûr“ êleke Kurdan heye. Yanê mijara “Yênîsey” jî dereweke mezin e.
- Li Taxorîstanê ku niha ji beşekê wê re Uygurîstan tê gotin jî nîşaneyên hirî û formên dişibin kulav hatine dîtin, lê hemû Dîrokzan û pleantropolog dizanin ku Taxorê ji başûrrojavayê gola Kaspînê (Hezarê) çûne wir. Tirk dixwazin vê jî ji xwe re têkin mal.
- Ji ber rastiyên dîrokî mirov ti car nikane çevkaniyên Tirk yên dîrokî û li ser erdnigariyan cidî bigire.
Çavkanî
https://www.acarindex.com/dosyalar/makale/acarindex-1423939683.pdf
B. S. Arbuckle, S. W. Kansa, E. Kansa, D. Orton, C. Çakırlar u. a.: Data Sharing Reveals Complexity in the Westward Spread of Domestic Animals across Neolithic Turkey. In: PLoS ONE. 9(6), 2014, S. e99845. doi:10.1371/journal.pone.0099845
(1)3 M. Burkett: An early Date for the Origins of Felt. In: Anatolian Studies. Band 27, 1977, S. 1–115. (Çatalhöyük)
(2) Catherine Breniquet: Weaving in Mesopotamia during the Bronze Age: Archaeology, techniques,iconography. In: C. Michel, M.-L. Nosch (Hrsg.): Textile Terminologies in the Ancient Near East and Mediterranean from the Third to the First Millennnia BC. Oxford, Oxbow 2010, S. 54 mit detaillierter Widerlegung. (jstor.org)
Irene Good: Textiles. In: Daniel T. Potts (Hrsg.): A companion to the archaeology of the ancient Near East. (= Blackwell Companions to the Ancient World). Oxford, Blackwell 2012, ISBN 978-1-4051-8988-0, S. 343.
Nivîsên Şoreş Reşî yen dîrokî yên di Yênî Ozgurpolîtîkayê de hatine weşandin. Oguzlar I. II. Karakoyunlar û Akkoyunlar.
Die Herkunft der Ungarn, ihre Sprache und Urkultur Reihe Josef Szinnyei: Ungarische Bibliothek, 1
Kulik li mezopotamya https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/753836
https://palundu.de/handarbeit/filzen
http://filzzauber.ch/?page_id=2677