Peyva „Kurdewar“ û bikaranîna wê

 

Eger peyvên nû tên afirandin. bi aliyê „korî Zanistî“ yanê koma ji zimanzanan pêktê, yan jî ji aliyê fîlologan ve neyê çêkirin, her kes bi serê xwe çêke, her wiha peyvên di hin herêman de carna hatine bikaranîn, mirov bi wateyên rast bi kar neyne, di ziman de tevlihevî, seqetî û sergêjîyeke nexweş çêdibe, wate û têgîhîştin tevlihev dibe. Hele kesên ku haya xwe ji wateya paşgîn /paşgir (Sufix) û pêşgîn /pêşgiran (präfix) û peyvan tunebe, rabe peyvan çêke, di ziman de tevlihevîyeke serûbinbûnê diafirîne. Mixabin ku li ba me di warê ziman de „Korî Zanistî“ tine. Başûr û Binê Xetê li ser têgîhîştina erebî, bakur jî li ser têgîhîştina zimanê tirkî peyv afirandine û diafirînin. Heta di nava her komên siyasî û nivîsandinê de derdorên Kurdî dinivîsînin jî, formên cûda afirandine. Mînak; „Rûberandin, danberhev, berewirdkirin, kemperandin û û“ hemû di yek wateyî de ne, lê her kom jî ji van yekî bikartîne. Vê rewşê jî hê têklihevî û sergêjiyeke din xistiye nava ziman. Ez di vî warî de behsa Rojhilatê Kurdistanê nakim, ji ber ku bingehê farsî û kurdî digihîjin hev, yan jî ji hev ne dûr in, zêde zirar nade. Li gel wan kê gotarekê nivîsîye, yan jî wergerekê çêkiriye, anegorî têgîhîştina xwe hin peyv afirandine, bi gotineke din li hev anînê. Ji ber vê sedemê jî di nava gel de mijara „Kurdiya Akademîk“ bi awayekî pêkenokî derketiye pêş. Ji berhemên vê şaşî û serêşîyê yek jî ev peyva „Kurdewar“ e. Ev bi awayekî îdeolojîk jî di devê hin derdoran de bûye benîştê kufikî. Weke: „Partiyên kurdewar, hevalên kurdewar, gotinên kurdewar, hevpeyvîna Kurdewar, bernameya kurdewar û û û.“

Peyva „Kurdewar“

Peyva „kurdewar“ Di ferhenga Malmisanij „Ferhenga dimilkî Tirkî“ de ku di çileya sala 1987 an derçûye de, tine, di ferhengê de li cihê wê forma „Kurdênî, Kurdkanî“ heye, ku li gelek cihan mezinan ev form bi awayê „kurdinî“ bikardianîn. Di Ferhenga Munzur Çem ya bi navê „Kurdî – Tirk (Zazakî)“ ya di sala 1994 an de derçûye de jî, ev peyv xuya nake, tene forma „Kurdênî“ heye. Di ferhenga Zana Farqinî ya Tirkî -Kurdî ku di pûşpera 2000 çap bûye de jî, tine. Her wiha di ya Îzolî û yên din ên ku berê wan de jî bingeheke vê peyvê xuya nake. Di Ferhenga „Ji bo rastnivîsê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)“ ku bi aliyê Malmisanij ve hatiye Amadekirin, her wiha di vê komxebata hêja de kesayetiyên weke Mustafa Aydogan, Zana Farqinî, Newzat Hirorî, Huseyîn Kartal, Remzî Kerîm, Mahmut Lewendî, M. Emîn Narozî, Reşo Zîlan cih girtine û ev komxebat di sala 2012 an de hatiye amadekirin de jî ev peyva „Kurdewar“ tine. Di cihê wê peyvê de peyvên „kurdanî, kurdînî, kurdîtî, kurdayetî, kurdayî“ hene.  Lê di ferhenga Çeko Kocadag ya „Kirmanckî Kurmancî / Kurmancî- Kirmanckî“ ya ku di sala 2010 an de di nava weşanên „Komkar“ de derçûye de peyva „Kurdewarî“ heye. Yanê ev tê wê wateyê ku ev peyveke nû û çêkirî ye, yan jî di herêmeke teng de hatiye bikaranîn û belav nebûye. Cara yekem di sala 2010 an de ketiye ferhengê, yan jî hatiye çêkirin û belavkirin, lê hetanî sala 2012an jî zêde berbelav nebûye. Ku berbelav ba, wê bi kêmasî di ferhenga rastnivîsînê de heba.

Ev peyv ji du peyvan û tîpa kelijandinê pêk tê:

„Kurd  +  e  +  war“

Di kurdî de peyva „war“ peyveke cigehî ye, dema weke paşgîn jî tê bikaranîn, bi giranî wateyeke cigehî li peyvan bar dike. Weke „Cihwar, kewar, bêwar, şûnewar, berwar, konwar, binwar, binewar, hawar, bendewar“ hemû jî tenê û tenê cih destnîşan dikin. Peyva „Hawar“ di wateya „Îmdat“ de were bikaranîn jî, di rastiyê de cihê karesat lê pêkhatiye, lê şîn û şîwan heye destnîşan dike. Yanê peyva „Kurd + e + war“ tê wateya cih û warê Kurdan. Mînak; mirov bi hêsanî dikane wiha bêje: Haymana Kurdewar e. Qarakoya Çorimê Kurdewar e, Cihanbeylî Kurdewar e, yanê ev bajarana, yan jî cigehana cih û warên kurdan e, Kurd li wir dijîn. Ev peyva paşgînî „war“ bi wateya paşgînên „er, ar, tî“  ji bo zimanên din jî nayê bikaranîn. Mînak ti kes nabêje: „Tirkewar, Erebewar, farisewar, Rûsewar, çînewar!“

Di peyva „bendewar“ de jî di bingehê xwe de wateyeke cigehî lê heye. Mirov li pindekê li kesekê/î dipê, li karekî dinêre. Ev peyv xwedanê du wateya ne, yek; bendeyê kesekê/î û komekê malekê bûn, ya dudyan jî li kesekê/î an tiştekî payîn.

Lê mixabin ku ev peyva „Kurdewar“ ne di vê wateya cigehî de, dijê wê, ew bi şaşî yan jî zanistî di wateya „kurdperwer, kurdhez, kurdperest, kurdinî, kurdênî, kurdekanî“ de tê bikaranîn. Heta hin derdor ji bo ku xwe wek dijberên derdorên peyva „welatparêz /niştimanperwer“ bikartînin, nîşan bidin, vê peyvê bi rikî bi kar tînin. Yanê rengekî îdeolojîk û komperestî li vê peyva reben bar kirine û wisa şaş û maş bi kar tînîn. Bi giranî jî mîna texlîta zimanê tirkî „kürtçû“ bilêvdikin, ev şaş e, vê şaşitiyê mejî jî tevlihev kirine. Dema mirov rastiyê dibêje, yê bikartîne, metal dimîne.

Min ji rêzdar Perwîz Cihanî jî pirsî, wî wiha bersiv da: „Ev ne peyveke nû ye, di nava gel de tê bikaranîn, li gelek cihan jî negatîv e. Ji bo nimune dibêjin; „Me hema kir kurdewarî û filan kar kir“ Yanî piçûkbînî jî tê de heye.

Birêz Perwîz Cihanî ne di wê baweriyê de ye ku paşgîna „war“ di wateya cih de be. Lê bi dîtina min ev peyv çawa di mînakan de jî xuya dike, tenê weteya cigehî werdigire, dibe rasterast li ser axê be, yan jî bi awayê xewjînî be, vê bîrê werdigire. Di vê hevoka rîzdar nişandaye de weteyek „bi awayê, weke“ li peyvê barkiriye. Yanê di vir de jî paşgîna „war“ erkê paşgînên, „er, ar tî, kî“ wernegirtiye. Her wiha rêzdar Perwîz Cihanî di vê hevoka xwe ya li ser facê de jî bi xwe radigihîne ku ev paşgîn cih destnîşan dike: „Gund û gundewar du peyvên cuda ne. Gundewar wate cîhê wekî gundan, mezra, çewlik, Lê mediyaya /dengeberên giştî yên başûr peyva gundeware bi şaşî bi kar dibin....“

Yanê paşgîn tenê cih nîşan dike.

Li dora Amûdê jî di van salên dawiyê de carna di wateya nerênî de, yanê weki peyva „gundîkî“yan jî „xeşîmî“ hatiye bikaranîn.

Li bakurê Kurdistanê hîç nehatiye bikaranîn. Eger bihata bikaranîn dê sedî sed ketiba ferhengan, lewra yên di komxebatan de cih girtinê, ji hemû herêman hene.

Di rastiyê de peyva „welatparêz û „Kurdewar“ ne hemwate ne, wateyên wan ji hev cûda ne. Xwedî li welatê xwe derketin „welatparêzî“ ye. Cih û warekî ku komeke Kurd lêdimînin jî „Kurdewar“ e. Kurdewar ne Kurdistan e. Minak „Xorezm (Horasan)“ Kurdewar e, lê ne Kurdistan e. 

Weke Texlîtek çepgirên Tirkan;

Tenê ji bo mijare baş were fêmkirin, bi awayekî neçarî ezê di vir de hin helwestên siyasîyên di bin bandora dagirkeran de jî vekim. Ji ber ku, bandora wê li ziman û têgîhîştina ziman jî dibe. Mixabin ku hin derdor vê peyva reben û bêguneh „Kurdewar“ hem şaş û hem jî bi awayekî gir û nexweşiya çepgirên Tirk bikartînin. Bi taybetî di salên heftê û heyştêyî de têgîhîştineke xwerû di nava çepgirên Tirk de hebû. Mînak derdorên „Enver Xoce“ ji xwe re wekî rêberê siyasî didîtin, ji hev re „hocam“, TÎKOciyan ji hev re „Kîrvem“, hinan „yoldaş,“ hinan „Arkadaş“ û û digotin. Bandora wan xweber li birêkxistiniyên Kurdan jî bû. Bi gotineke din, em bixwazin nexwazin, bandora her cûre rengên dagirkeran, her wiha çepgir û rastgirên wan jî di gelek waran de li me bûye. Bi taybetî di warê ziman û têkiliyan de. Mînak; dema nûçegihanên TV yên başûr nûçeyekê bi telefonê radigîhînin bi retorîka erebî, wekî guleyên ji çeke filitî û bê navber li pey hev gule direşîne, peyvan li pey hev rêz dikin û mixabin ji ber retorîka erebî ya otomatîk yek gotineke wan nayê fêmkirin. Lê dema mirov nûçegihanên Seher TV (Îran) guhdarî dike, retorîkeke din, yanê retorîkeke Arî lê heye, mirov hewes dike ku guhdarî bike. Ev mijarana bi serê xwe bandora zimanê dagirkeran dest nîşan dike. Divê em di lêkolînan de vê rastiyê jî bibînin û ti car paşguh nekin. Yane hobûn çepên Tirk ya di paşxana mejiyê wan de rûniştî vê bi wan dide gotin.

Divê ez teybetiya xwe ya rika lêkolinê jî bidim dest! Nexweşiyeke min heye, ez gelek caran ji bo lêkolînê di nava gel, meş, şevê şahiyê, festîval, nas û dostan de, xwerû jî di nav komên dijberên hev de hin pirsên zextkirin û bertekpîvanê derdixim pêş. Ev gelek caran bi awayê bertekên tund mîna „Te serê xwe xwariye! Tu dîn î çi!“ bûye gulmist û li eniya min ketiye. Eger pêdiviya min bi lêkolînekê hebe, ez li ser înternet û facebookê jî gelek caran vê methodê bikartînim, her wiha li ser înternetê jî bertekên gulmistî werdigirim. Hem jî ji bo ku nedim hîskirin, bi tundî û înat rika xwe diparêzim. Lê ez bi van bertekan dilşad bûme, lewra min bi rêya vê azînê, gelek encamên ku ez lêgeriyame bi dest xistiye. Min bi qestî, yanê bi armanca lêkolînî bi kêmasî li ba deh kesayetiyên komperest, hem jî qaşo kesên rewşenbîr ev pirs pirsiye: „Tu welatparêz î?“ yan jî tersê wê, wan piştî bi awiren tûj li min nêrinê, bi gotinên dirêj, lê bi navarokek kurt wiha gotine: „Ez ne alîgirê PKKê me, ez Kurdewar im! Û tersê wê!“ Yanê çi?

Belê êdî çîroka hin peyvên ku şaş hatine afirandin jî bûne serêş û sergêjî. Min vê carê serêşa peyva „Kurdewar“ vekir, ta careke din.

Çavkanî:

  1. Lêkolînên min û bertekê kesan yên ku min dema lêkolînê de yek bi yek civandine. (di nava têbiniyên min de hene)
  2. Ferhenga Zana Farqînî „Türkçe Kürtçe Sözlük“ Enstîtuya Kurdî, Stenbol
  3. Ferhenga Malmisanij „Zazaca Türkçe Sözlük /Ferhenga Dimilkî Tirkî“ Jîna Nû yayinlari
  4. Ferhenga Îzoli
  5. Ferhenga Munzur Çem „Ferhenga Kurdî-Tirkî (Zazaca)
  6. Ferhenga Çeko Kocadag „Ferhenga Kurmanckî – Kurmancî /Kurmanci Kirmanckî (Zazakî) Weşanên Komkarr
  7. Ferhenga ji bo Rastnivîsandina Kurdî (kurmanci û tirkî) amadekar Malmisanij û endamên komxebatê Mustafa Aydogan, Zana Farqinî, Newzat Hirorî, Huseyîn Kartal, Remzî Kerîm, Mahmut Lewendî, M. Emîn Narozî, Reşo Zîlan. Rupel Istanbûl 2012