Rêya Heq

 

Pêvajoyên Baweriya Rêya Heq tê re derbas bûye û Terminolojiya Baweriya Rêya Heq

  1. Pêvajoya yekem, ji destpêkê, ango ji serdema Girê Mirazan hetanî serdema Darîos I. e.  Nîşaneyên vê serdemê „Şeva Yêlda“ sibê û êvarê berê xwe dayîna rojê û bi wî awayî ketina nava dîrozê (dua) baweriya bi agir û rojê, Gaxend  nîşaneyên wê serdemê ne ku hê îro jî di baweriya gelême de wek têgihîştineke derûnî zindî ye.
  2. Serdema bi Darîos I. dest pêkir. Piştê wê serweriya Pers bi dek û dolaban ji destê zarokên Kuroş derxist, Persepolîs ava kir. Vê re baweriya Zerdeştî jî bi kotek, konetî û komkujiyan kir bin kontrola xwe û bi darê zorê sembola serweriya xwe (Pers), ango „Faravahara“ bi wêneyê xwe dabû pejirandin, dest pêkir. Di vê pêvajoyê de cudahiya di navbera Zerdeştî û têgîhîştina baweriya qedîm yanê baweriya bi rojê de her çû zêdetir û kûrtir bû. Dema mirov serhildana Gaumada û Fravartîş ya li dij Darios I. Lêdikole, vê rastiyê bi zelalî dibîne. Berfirehiya wê di roman min ya bi navê „Neviyê Aştiyago Gaumada“ de heye. Di serdema Baweriya Manî de reng hineke guherî, lê vê jî dirêj nekudand. Serhildan û berxwedana Mazdak, hevjîna wî Hurrem jî rastê vê serdemê tên.
  3. Pêvajoya dudyan bi hatin, dagirkerî û serdestiya serdema têgîhîştina îslamî dest pêkir. Ev têgihîştineke hov û biyanî, ji hemû normên mirovbûn û sincên li ser xaka Kurdistanê pêk hatibû, cûdatir bû, tenê koletî dixwast, şeref û namûs dihat paymalkirin. Di vê pêvajoyê de hin eşîr ji ber êrişên wehşane revîn, xwe avêtin bextê newal û geliyên çiyan, Hin êl û eşîran jî bi baweriya qedîm ji ber êrişên îslamîstan ta hetanê Xorezmê (Xorasan) çûn, li wir serweriya Gor avakirin, dû re jî ji ber êrişên Moxolan cardin berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Di vê pêvajoyê de Şah Hoşeng li ba dêrsimiyan Şaûşên û Baba Tahîrî Uryan, Pîr Şalyar berxwidêr û û wêjewanê vê serdemê e.
  4. Pêvajoya herî xeternak di serdema şerê serweriya Farisên şîî û Osmaniyan de dest pêkir. Wan hovan şerê xwe li ser xaka Kurdistanê gur kirin. Şah Îsmaîl hewl da ku Kurdên ne îslam, Kurdên Rêya Heq bikişîne aliyê xwe. Yavuzê Osmanî yê xwînxwar jî hewl da ku Kurdên îslam bikişîne alîyê xwe. Heta şer berê bi sitran û helbestan hîtabê mejiyan kir. Şah Îsmaîl kulikê kalikê xwe yê reng sor da ser serê Kurdên ne misliman û ji Rêya Heq, ji wan re got; „Kumsorî“ (Qizilbaş). Yavûz jî şaşikê îslama sûnî bi rêya kesên weke Îdrîsî Betlîsî li serê Kurdên misliman pêça. Kurd bi vê bi her awayî hate parçe kirin. Kurdên li ser baweriya bav û kalan man (Kurdê Êzdî) jî di navbera van herdu aliyan de bi êş û birînan ve man. Di kuştina baweriya Kurdistanî û parçebûna Kurdan de, xwerû jî di mejî û hişmendî de, tevahiya Kurdan wê serdemê ji hev hatin qetadin. Bingehê parçebûna mejî, gelbûn, nûveyên aîdîyeta di çarçoveya  gelbûnê de ya di wê şerê Yavûzê Osmaniyên Sunî û Şah Îsmaîlê neviyê  Şeyx Cuneytê Hewlerî de hate avêtin. Bandora wê hê îroj jî, wek nexweşiyeke derûniya bêtedawî li ber derê me ye. Rapora Pîr Alî Kalenderê Hewremanî, serhildana Baba Îshaq, mijara Pîr Sultan Abdal û Xizir Paşa tev de serhildan û bûyarên xwe ragirtina wê pêvajoyê ne.
  5. Pîvajoya Osmaniyan jî anegorî wan islahkirina baweriya Rêya Heq.

Padîşahê Osmanî Bazîd II. peyayê xwe yê baş perwerdekirî yên weke nûser Kalender Çelebî (ev şanenaveke padîşahê Osmaniyan e.) Devşîrme û kurê devşîrmeyan Balim Sultan şand navenda Anatolya yê, wan ji kesayetiyeke bi navê „Hacim Bektaş“ afirandin (lêkolînên dawiyê destnîşan dikin ku kesekî wisa ne jiyaye, Keskekî bi wî navî hebe jî ti têkiliya xwe bi Haci Bektaşê di pêvajoya salan de hatiye afirandin re, tine. Osmanî – Tirkan bi rêya wî hewldan ku baweriya Rêya Heq bi wî navî bibin bi şêxê naxşîbendî Ahmet Yeseviyê xelîfê Yûsuf Hamedaniyê Naxşîbendi ve bizeliqînin. Mirov îro dikane bêje, bi serketine. Mejî wisa şuştine, mirov rastiyê jî bêje, rastî nayê pejirandin. Mînak: 1 -  Ahmet Yesevî di navbera 1009 – 1071  de jiyaye. Lê Heci Bektaşê hatî afirandin di navbera  1209 – 1271 an de jiyaye. Yanê di navbera wan de 200 sal heye, wî çawa h. Bektaş kiriye xelîfê xwe û şandiye. 2 – Êdî gelek lêkolînerên bê layan û durist, hin rastiyan dibejin. Ji wan yek jî Erdal Gezîk e. Ji bo  şandeyên tekkeyên bi Şahîsmaîlê Hewlêrî û bi têgîhîştina Bektaşiyan ve girêdayî re mîsyoneren Erbîlî û Bektaşî dibêje.

  1. Pêvajoya Îttihat Teraqî û kemalîzmê jî, pêvajoya bi her awayî têkbirin, ji rîçalên jê hatî re dijmin kirinê ye. Bektaş, Atatirk û kesayetiyên wekî wan di navanda baweriyê de rûniştindayîn e. Ji bo vê jî nivîskariya M. Şerîf Firat bigire hetanî nivîskar û kesên bi teriya Dr. bi sedan pirtûk afirandine. Kê rabe qaşo lêkolînekê jî bike, ew dibin çavkaniyên qaşo akademîk. Hem jî xwebaqilî, pêşverû, zanyar, rastî jî rastê gotinên herî xirab tê.

Peyv û Têgînên Rêya Heq

Peyv û têgînên di di baweriy Rêya Heq (Elewîtîyê) de tên bikaranîn ji sedî nod Arî (kurdî, farsî) ne, ti peyveke têkiliya xwe bi tirkî re hebe, tê de tine.

Rêya Heq: „Rê“ kurdî, „Heq“ = Ibr. Aramî. Dibe ji îdyoma „H“ ya Xaldî/ Ûrartu hatibe. Di wateya qatê xweda warê Aşa (cihê giyanan) de ye. Ji ber ku forma herî kevn ew e. Mirov tee dikne bi îdyoma „H“ ve girêde.

Kamil: Sumerî= ge – mâ /Akadî „gama“ di wateya gihîştina pîleya herî berz de ye, yanê pîleya kemilînê. Dibe ku ev peyv di ser aramî re derbasê erebî bûbe. Peyva kurdî, „kemilî“ ne ji erebî, rasterast ji Sumerî / akadî tê.

Rehber: Peyveke Arî, lê rasterast forma kurdî ye. Forma farisî „Rah + bar“

Gulbang: Kurdî ye. (Arî-Kurdî) pêşwazî kirin, bi gulbangan (formek helbestan) pîr pêşwazî kirin.

Koçek: Arî-kurdî ye forma farsî = „xoçek“ hevrêyê pîr, rêberê pîr.

Semah: Arî – Kurdî/farsî= Dîroza bi gerê, dîroza folklorîk. Ji haware û çembera ronahiyê ya li dor heyvê hatiye wergirtin „Sî mah“

Niyaz: Avestî= ni – az,  Arî (kurdî, farsî) = niyaz

Dara /darezandin, derxistina pêşberî dada dara yê. Peyveke xas kurdî ye. Darezandin =  bi kurdî Mehkeme kirin.

Ketî / düşkün = Ev awa gunehkariya mirovan dikane anegorî zimanan reng bigire.

Perwane: Arî- kurdî /persî.

Post: Ev peyv ta ji dema berê Medan ve, ev postê pezkuviya „sur“ bû, gelek kêm dihat ditin. Tenê di malên paşa, mîr û rêberên baweriyê yên di pîleya kamiliyê de bûn, dihat ditin. Heta peyva „Sur-ney = zurne“ jî ji pezkuviya sur tê. Cisneke wê li Dêrsimê jî heye û hê jî pîroz e.

Dayîka post: Niha hatiye jibîrkirin. Berê dayîkek kamil û paqij ew post ji gizûz û dizan diparast, jê re dayîka post dihat gotin.

Cem / Cem girêdan: Her çendî hin lêkolîner vê peyvê bi peyva erebî „cam`a“ ve gire de jî, ez ne di wê baweriyê de me. Heta mirov dikane bêje, ji bo rê liserşaşkirinê vê îdîayê bi kar tînin. Navê Serwerê Kasîtan „Cemşîd“ pir ji bingehê erebî kevntir e. Di sumerî de peyva „cî par“ (mala civînê), Akadî = cîparu /giparû (Mala civînê) bingehê vê peyvê ne. Di Kurdî de peyva „cem“ heye. Mînak; „ew li cem min e!“ Yane „ew li ba min ne.“ Her wiha di kurdî de „civat /civîn“ heye. Berê bi navê „evîna Mîthra“ civat diciviya û diket dîrozê. Çima ne ji kurtbûna „Civata evîna Mithra (cem)“ hatibe. Yanê şert e ku mirov her tiştî bi teriya erebî ve girê de. Lêkolînerê Tirk vê bi zanistî dikin. Erebî hê zimanê do û zimanekî melez e.

Pîr : Peyveke Arî ye. Yanê kesê kemilî, sal mezin.

Delîl: Sumeri = „del di / dîl di,“ akadî = „delû /dalu“  ji sumeri ser akadi re derbasê erebî bûye û bûye „dl“. Bi kurtî ji bingehê kurdî ye.

Çira : Arî-kurdî „çira“, Arî – farsî „çarax“

Dergehvan: Arî -kurdî

Zakîr: Sumerî = „zag“, Akadî = zakaru (gotin bêjer) lêkolînerên tirk bi zanistî bi tîpên erebî „dkr“ ve girêdidin ku rê li ser peyvê şaş bikin.

Ferraş /malişt = „Ferraş“ peyveke aramî ye. Malişt kurdî ye, yê paqijiyê dike

Sakî /kuzakî = Sumeri = „ku sa / a ku sa“  akadî = şaku

Loqmekar = Hin kes bi „lkm“ erebî ve girê de jî, ti belgeyeke wan tine. Hin lêkolîner jî ji ber ku di gelek zimanan de ev peyv heye, xwerû jî, di kurdî de „Loq“ heye „Min loqekî nan jî nexwariye.“ lema dibêjin bingehê wê nayê zanîn.

Tezekar (avdestkarî) = Arî (farsî kurdî)

Semahger: Peyveke xas kurdî ye. Kesên semahê digerînin.

Peyk (vexwendkar) = Arî – kurdî = peyk, Arî farsî= paik

Îznîk /Meydaner = Dibe ji peyva „Rêznîk“ hatibe, rêznîk tê wateya tanzîm bi rêk û pêk, ev jî di vê wateyî de tê bikaranîn.

Meydan = Arî – Pehlewî „meyan /medyan“

Hozan /ozan = Pehlewîce /partça= „hu zan“ Kurdiya îro= „ho“ = bîr, mejî, hafiza; zan, ji lêkera zanînê = Hozan yê dizane û bîra xwe de werdigire.

Keya = Ji peyva Key (padîşh) tê di wateya muxtar de ye.

Dost = Peyveke xas Arî (kurdî farsî) ye.

Civat = Peyveke xas Arî -Kudî ye.

Ana = Ji xwedawenda Arî Anahîta tê.

Newroz = Bingehê peyvê gelek zelal e. Kurdiya kevn e. Yanê „new“ û „roz“

Kirivatî /kîrvetî = Peyveke xas Arî – kurdi ye (kîr – ve)

Musahîp /destbirak = Ev peyva erebî dû re ketiye nava beweriyê berê peyva „destbirak“ dihat bikaranîn.

Talip /bawermend = Talib, murîd peyvên erebî ne, xwedan wateyên din in, lê îro di baweriyê de rûniştine. Peyva kevn bawermend e.

Abdal : Sumerî = Ibdalu /îbalû (kurê têgîhîsti), Akadî = Aplu, abdlu, erebî= Abdal (bedel) Kurdî Apdil (xweda dil)

dergah: Peyveke xas Ari Kurdî û Farsî tê wateya deriyê mezin û pîroz weke mîhrgehan

derwîş: Jî peyveke xas Arî = Kurdî, farsî; pey tê wateya kesê mîsyoneke pîroz wergirtî

dem: Arî Kurdî farsî, yanê reng hêzgirtin

: Îdyoma navê xwedê. Formeke kevn e. Berfirehiya peyva „Xwuda /Huda“ ye.

pençe (Peçey -î Alî Baba): Ji peyva pênc û pencikan tê. Peyveke xas Arî ye.

Serçêsm : Çêşm yanê çav ronahî, çavkanî

Weke encam:

  1. bingehê xwe de pêvajoyên pêşketina baweriyê her rastiyê li ber çavan radixîne. Ji ti gumanê re cîh nahêle.
  2. Pirsa bingehîn: Yên bi zanistî û hestên konetiya nijadperestî baweriya Rêya Heq dibin bi Tirkan ve girê didin, çima peyveke Tirkî di nava termînolojiya Rêya Heq de tine? Her wiha yên baweriyê bi Elî û zarokên wî ve girê didin, gelo çima bê peyvên qedîm ku dûra ketiye zimanê erebî jî çima peyveke xas erebî di nava termînolojiya Rêya Heq de tine? Gelo ew derdorana wê bikanin vê pirsê ji xwe bikin?

Hin Çavkanî:

  1. 1Lêkolînên min, yên bi dehan salan.

Gengeşî û pirsên di semineran de, bersiv û lêkolînên min yên li ser wan pirsan.

  1. Erdal Gezik "Alevi Kürtler"
  2. Mehmet  Bayrak
  3. Alevilik-Kürdoloji-Türkoloji Yazıları 2 (1972-2018) .
  4. Innsburger Sumerische Leksîkon
  5. Hevpeyvînên bi hozanê nemir Silê Qiz re 
  6. Ferhenga bingehîn ya Akadî Sumerî (Innsburger Sumerische Wörterbuch)
  7. Lêkolinên û têbiniyên min yên demê cuda
  8.  https://www.evrensel.net/haber/57985/alevilik-bir-ulusa-ait-degil
  9. Doğan Munzuroğlu’nun yeni kitabı “Dersim Aleviliği” 
  10. Alevi trimler ve degimler sölügü. Alper Çaglayan
  11. Erdal Gezîk,

https://books.google.de/books?id=YAOcDwAAQBAJ&pg=PT32&lpg=PT32&dq=alevi+terminolojisi+k%C3%BCrt%C3%A7e+mi&source=bl&ots=HTIVUv84cL&sig=ACfU3U3GHf2yOW_pDZfoSnWf_vBBjk3W1Q&hl=de&sa=X&ved=2ahUKEwjq58nLsKPyAhVTPOwKHeZ_A8kQ6AF6BAgeEAM#v=onepage&q=alevi%20terminolojisi%20k%C3%BCrt%C3%A7e%20mi&f=false

  1. https://bahozsavata.com/alevi-dili/