Çemê Ruhrê

 

Rojên yekşeman, bi taybet li Ewropayê rojên vêsê û bîngirtinê ne. Dikan û kargeh girtî ne. Piştî serê salan, carinan tu bisaetan bigerî, li kûçe û kolanan ti  kesekê/î nabînî. Her der vik û vala ye.

Bi gelemperî ez rojên yekşeman, eger karê min tunebe, sibehê zû ji xewê ranabim. Xewa min neyê jî, ez hetanî nêzî nîvroyê di nav nivînan de dimînim. Vê yekşêmê xewa min nehat û ez piçekê zû ji nav nivînan rabûm. Çûm pêjgehê, min qehweyek çêkir, kursiyek kişand ber pencereyê û li ser rûniştim ku him qehweya xwe vebixwim, him jî li derve temaşe bikim.

Di meha Çîle de rojên tavîn pir kêm tên dîtin. Wê rojê ezman sayî çîkzelal bû. Ti telpeke ewr jî li rûyê ezmên tunebû. Gelek sal in ku ez li wir dijim, min rojeke wiha xweş e bêhna mirov vebike, nedîtîbû. Diriyên kursî di tilorên min re çûn. Hema digotin rabe û biçê derve! Nema min tewat kir. Min xwe pêça û ez derketim derve.

Lê dema ku ez derketim kolanê, min fêm kir ku ez çawa li ezmanê şîn ê sayî yê çîkzelal û tava zerîn hatime xapandin. Ji bextê min re, min qapûtê xwe yê stûr li xwe kiribû û telikê xwe yê rîs dabû serê xwe û xwe niximandibû. Dilekî min digot cardin bizivire malê, dilê min ê diduyan jî digot; lo de çi bûye, bûye û çûye! Mademkî tu ji mal derketiyî, biçe piçkekê bigere! Di berhevûdudanê de, dilê min ê diduyan bi ser ket û ez meşiyam.

Li kolanên kargeh û dikan girtî, gelek şênî hebû. Piraniya şêniyê ji kal û pîran pêk dihat. Wisa dixûya ku ew jî wek min li ezmanê sayî û tava zerîn xapiyane. Bê ku tiştekî bikirin li vîtrînên dikanên girtî dinêrîn û dimeşiyan. Hinek ji wan ji ber sermayê diricifîn. Piştî çend deqîqan, min ji vê gera monoton a sar çêjek negirt û da rê ku ez biçim malê, lê di cih de ramaneke din hat min. Bê ku ez bidim ber hev û dirêj bikim, hema min berê xwe da îstgeha trênê.

Hundirê trênê germ bû. Ez li ber pencereyeke ku li başûrê dinêriya, rûniştibûm. Trên di ber û berê Çemê Ruhrê re wek maran dikir fişefiş û wek çem diherikî. Ez zivistanan bi sedan caran bi trênê di ber vî çemî re derbas  bûbûm, havînan bi sedan caran di ber û berê vî cemî re meşiyabûm, lê min ti carê bi qasî vê rojê bi baldarî dîmenên xwezayê yên li dora vî çemî temaşe nekiribû. Ew delaliya wan gir û tûmên li dora wî çemî ewqas li min bandor nekiribû. Li gel vî qasî ku serma jî hebû, lê dîsa derû dora çem şîn bû. Di vê demsala bi surr û sermayê de, hêşinayiya zevî û mêrgên derdora Ruhrê, wek hêşinayîya Gulana serhedê, çirpoz dikir. Çi hîkmet bû li gel vê sar û sermayê qirawiyê li vê hêşînayiyê nedabû. Refên qaz, werdek, gerdengaz, qirik û gelek balindeyên biyanî li vê hêşînayiyê hêwirîbûn, çeng avêtibun û diçêriyan.

Ez li navçeyeke biçûk e pir xweşik a li keviya çêm ji trênê peya bûm.

Min berê xwe da girekî ku min berê nas dikir û havînan carinan bi hin hevalên xwe re diçûm serê wî girî û me pîknîk çêdikir. Piştî deh deqîqan ez li serê gir bûm. Li wir xênjî min ti kesek tunebû. Ezman sayî û tavîn bû. Bayekî sar dihat û wek tîrên serpola kapûtê min ê stûr qul dikir û derbazî laşê min dibû. Min bizorê tewat dikir. Lê delaliya wan dimenên ku min li gir û daristanên wiyalî Ruhrê didîtin û lê temaşe dikirin, ba û serma bi min dabûn jibîrkirin.

Dibêjîn her demsalek bedewiyeke wê heye. Rast e. Dema ku mirov li wan dimenên hember xwe temaşe dikir, heyrannemayîna mirov, di destê mirov de nebû. Gulî û gulîçekên darên curbecur ên bêpel, mirov digot qay bi kulîlkên spî hatine xemilandin. An jî mirov digot qay ewrên spî ji ezmanan hatine xwarê, li ser wan gir û tûman li hev civîyane û xwe tev nadin.

Li hember min du demsal li ba hev bûn. Demsala havînî ya li perava çem, demsala zivistanî ya li ser girên dora çem. Bi rastî vê dimenê mirov dibirin dikirin nav hestên gelekî kûr û tevlihev. Hestekî pir enteresan di giyana min de peyda bûbû. Gelek tişt di hişê min de hatin û derbaz bûn. Li aliyekê vê hêza xwezayê ya efsûnî ez dîl girtibûm, li aliyê din, ji ber sedemên nediyar, coş û peroşeke nayêzanîn li giyan û bedena min piçikîbû. Ez nizamin ji sermayê bû, nizamin ji coşê bû, ricifeke bê eman ez girtibûm. Ricif li herdera min piçikîbû. Çeqeçeqa dev û diranên min bûn. Hişê min nedixebitî ku ez çi bikim. Bê viyan û raman min berê xwe da çêm û ez jorde ber bi çêm ve, biricif û tilpekînan meşiyam. Hetanî ez hatim ber çêm, ricifa min gelekî rawestiyabû. Ji cihê kû ez lê bûm, bi qasî sêsed-çarsed metroyî dûr kneipeyeke Almanan hebû. Dem dihat nêzî nîvroyê. Ez çûm kneipeyê. Vekirî bû. Min qehweyek vexwar. Ez germ bûm. Lerz û coşa min, pickekê derbas bûbû. Derketim, careke din çûm ber Çemê Ruhrê.

Çemê Ruhrê wek govanê sirveşartî yê milyon salan, him biquretî him bi aramî diherîkî. Ez bi navê çemên Dîjle û Feratê jê hesidîm. Min di dilê xwe de got; „hela tu li çalima vî têrmaşî binêre! Çi qas jî qure ye! Tu hêj neviyê Ferat û Dîjleyê jî nayêyî. Demên ku wan bi mîlyon salan sûd didan giyanan û mirovatiyê, tu hê tunebûyî. Tu hê di bin berf û qeşaya sar de bûyî. Tu çi quretiyê dikî? Herdû çavên Felekê kor bin û birijin. Çi bikim, îro herdû jî dîl in û bindest in. Bav û kalên mirovên li dor te dijîn, bi hezar salan di tariyê de bûn. Paşê bi ronahiya Dîjle û Feratê riya xwe ya mirovahiyê dîtin. Ew ronahî hêj didome. Lê xweyiyên te neşêkirandin û naşêkirînin. Tu jî nankor î!“

Ez li ser kevirekî rûniştim. Min serma ji bîr kiribû. Paşê min qelûnek dagirt, vêxist û çend gulpên kûr lêxist. Dîsa bala xwe da ser balîndeyan. Çiqas rihet bûn. Bêtirs bûn. Hîn ji wan hatin cem min. Ji min neditirsiyan. Ez bi navên qulingên Serhedê, bi navên betên Kurdistanê, çûreşîk, qarût, werdek û yên din ji wan jî hesîdim. Dîsan di dilê xwe de min got; „bi çek û bombayên hemwelatiyên we, hemzayendên we yên hemwelatiyên me hatin qetilkirin. Haya we jê heye? Kokbir bûn. Hûn pê dizanin? Yên mayî ji welatê xwe revîn û hemû bûne penaber. Gelo hûn dizanin li kuderê ne? Penabertî çi ye, hûn dizanin?“

Ruhr bêsekan diherîkî. Ji min fêm nedikir. Balîndeyan jî.

Kelînek ji kûrayiya dilê min de dest pêkir. Her diçû kûrtir dibû. Lê Ruhr diherîkî. Straneke Hozanekî me hat bîra min. Ew jî çûbû ber çemê Rheinê. Kul û keserên dilê xwe jê re vekiribû. Jê lava kiribû ku ew silav û hesreta wî bigihêjîne welatê wî.

Min jî xwest, ez dilê xwe ji Ruhrê re vekim, keder û keserên xwe jê re vebibejîm û silav û hesretên xwe pê re bişînim welatê xwe. Lê min dît ku Ruhr ber bi başûr ve naherike. Berê wî li bakur e. Ew nikare silav û hesreta dilê min, bigihêjîne Dîjle û Ferata min. Dîsa jî min nikanibû ez pêşiyê li kela dilê xwe bigirim. Min dest kir kerika guhan, heya ji min hat ez qêriyam û ji kûrahiya giyanê çend stranên dilsotî ji nav lêvên xwe yên kederkêş derxistin. Çend rondikên glover ên tijî keser jî, rijiyan nav ava Ruhrê ya sar...