DEVÇANTIR

 

Ez ê jî xwe biguherim. Şîşxane çawa hatiye guherrtin, wê her dera min bê guhertin. Dê ev pirçûmê min ê tirş, tirştir bibe. Dê ev qurmîcikên eniya min, bêtir biqurmiçin. Ev pîstikên bin çavên min, dê sistir û piztir bibin. Derdê serê derdan, dê ew ê devçantir wî devê xwe veke, ta ber guhên xwe beş bike, wan diranên xwe yên kerixî nîşanî min bide û weke çaşikan bikene. Na, na! Ti carê tu yê wê çêjê tam nekî! Naaa, kero wele ez ê telaqa xwe nedim girtin. Hewûûû! Bila xelk ji min re bêje “Bêtelaq?!”

Lê ez pepûkê Xwedê çi bikim? Doxtorê bêbav got: “Ger tu telaqa xwe nedî girtin, tu yê bimirî!” Bila ez bimirim, lê bila Devçantir bi min nekene. Bila ji min re nebêje; “lo lo Bêtelaqo!” Belê, de bi wele ez ê vê firsetê nedim Devçantir!

Erê, ez ê bimirim. Bila hevalên min ên Stenbolê li ser termê min li hev bicivin. Bila ji wan hinek li ser min bigirîn. Na na! Bila negirîn. Hevûûû, dê Devçantir jî bigîre! Wê gunehê xwe bi min bîne û bibêje: “Me Çetoyê Bêtelaq jî wenda kir!” Na na! Bila dilê Devçantir bi min neşewite!

Jixwe Devçantir nagîre. Dilê wî wek kevirê aşan e. Jixwe, ma bilî kenan çi jê tê! Tenê devê xwe yê çantir hetanî ber guhên xwe vedike û dikene...

Ez ê pepûk çi bikim? Ez emeliyat bibim jî Devçantir şa dibe, ez bimirim jî ew şa dibe. Ez niha ji ber Devçantir bi ku ve herim. Bi Xwedê ew ê were ser gora min jî û bi min bikene. Ew ê devê xwe yê çantir hetanî ber guhên xwe veke û bikene. Ew ê li navê min ê li ser kêla ber serê min binêre û bikene. Ew ê giriyên dê û xwîşkên min bibire û bikene. Kero wele ez ê wê firsetê nedim te! Ez ê emeliyet bibim. Na, emeliyet ne çare ye. Wê navekî neçê li min bibe. Wê dîsa ji min re bibêjîn: “Betelaq!” baştirin ew e ku ez bimirim.

Bila termê min bibin mizgefta Sultan Ehmedê. Li wir nimeja cenazeya min bikin. Na, na lo! Sultan Ehmed pir gir e. Bila termê min bibin Mizgefta Beyazidê. Ew der baş e. Nêzî Zanîngeha Stenbolê ye. Dibe ku çend keçên xwendekar di wê heynê de alaya cenaza min bibînin û dibe ku di nav wan de hin keçên dilzîz hebin, dilên wan bi min bişewitin. Dibe ku jê wan yek an dudu werin, li ser termên min çend rondikan bibarînin. Bi dizîka be jî, di dilê xwe de bibêjîn; “heyfa vî xortê ciwan. Di vê ciwaniya xwe de pişta xwe daye dinya derewîn û diçe. Haydê oxir be!..”

Ez çi mirovekî ehmeq im. Çi talaşa keçên wî zemanî ne, ma karên wan tune, icarê tên, dilên xwe bi te dişewitînin û ji bo te rondikan dibarînin. Tew, tew ...!

Belê wê termên min bişon. Wê tabûta min bidin ser kevirê teneşirê. Wê mele nimêja cenazeyê bike. Wê vegere ji cemeetê bibirse û bibêje: “ Hûn ji vî meyitî xweş in?” Wê cemeet bi dengekî bêjê: “Belê, em jê xweş in! Bila Xwedê û pêxember jê xweş bin. ” Wê Devçantir dîsa di dilê xwe de bikene. Wê di dilê xwe de bibêje: “Ma wî Xwedê nas dikir ku Xwedê jê xweş be? Ma Xwedê nizane ew bê Xwedê bû?” Ew ê di dilê xwe de wisa bibêje û şa bibe. Na, bila ew neyê ser termê min! Ez ê wesêt bikim. Bila cenaza min bi dizî wî bi rêkin.!

Bila termê min bikin baxaja otobûsê û bişînin welêt. Ez ê havînê nemirim. An payîza paşîn an ji zivistanê. Na, na! Zivistana Serhedê pir sar e. Hilanînan terman gelekî zor e. Payîz baştir e. Bila li qada nava navçeyê tabûta min ji baxajê derînin. Bidin ser çar daran. Bila dayîka min û xwîşkên min bidin pey tawûta min. Bila alay giran giran bimeşe. Bila diya min û xwîşkên min stranên şînê li ser ciwaniya min bibêjin. Bila keç û bûkên navçeyê reş girê bidin. Bila xort û mêr hetanî goristanê tabûta min bidin ser milên xwe. Bila tabûta min li erebeya cinazeyê mekin...

Hela hela! Lawo ehmeqo tu xwe bi saxî dikî gorê! Tu hê xweş î û nemiriyî. Tu ji bo ku Devçantir şa nebe, xwe bi weşî dikî gorê!

Na, na! Ez ê nemirim. Ez ê telaqê bavêjim.

Na, na! Ez ê bi dizî emeliyet bibim. Stenbola terîkî, seriyek dixuyê yek naxuyê. Ez ê ji doxtorê xwe re bêjim, bila min bi dizî emeliyet bike. Ez ê ji her kesê/î re bibêjim, ez çûme betlaneyê. Ez ê bêjim, min ropor stendiyê, ez ê biçim Antalyayê. An jî ez ê bêjîm, ez diçim Yewnanîstanê. Lê çî tune ne? Ez ê ciyekî bibînim. Ez kengê baş bibim, ez ê derkevim nav xelkê. Ma kî dizane min telaqa xwe daye girtin. Bila îcarê Devçantir ji meraqan bimire!..

Ooof lo!..