DI PERGALA SERWERIYA DEVLETAN DE PIR CIVAKÎ

 

Piştî şerên parvekirina cîhanê, yê yekemîn dewletên serdest, yên kolonyalîst, di tevahiya cihanê de û bi taybetî li ser erdnigariyên Rojhilata Navîn, parzemîna Afrîqa û Rojhilatê Asyayê yên pir netewe û kêmar, dewletên neteweyî yên yekgirtî dan avakirin û serweriya wan dewletan jî radestî nîjadperestan kirin. Netewe û civakên din jî di bin zordestiyê de hiştin. Bi alikariya van dewletên emperyalîst tekoşîna gelek gelên bindest hat pelçiqandin. Dîsa di vê serdemê de van emperyalîstan ji bo serweriya xwe bidomînin, di navbera civakê de pirsgirêkên cûda dan derxistin û serweriya rayedarên nijadperest ên pêgirên xwe li ser gelên bindesthiştî, dan ferzkirin. Ji ber vê egerê, ev nakokî û pirsgirêkên navbera gelan û berhemên modernîteya kapitalist in. Wan dewletên serdest û kolonyalîst şer, pevçûn, nakokî û pirsgirêk weke diyarî ji van peykdewletên xwe re hiştin.

Di nav cihanê de dewletên ku demografiya wan homojenbin (ji yek neteweyî) pir kêm in. Di vê serdemê de,  di nava 180 dewletên cîhanê de, hijmara dewletên ku civaka wan ji yek neteweyî pêktên di binê 20 î de ne. Bê gotin jî di hindirê her dewlet û her herêmê de di hêla nîjad û netewe, ziman, ol û baweri, çand û dîrokî de ciwakên cuda di nav hev de jiyana xwe berdewam dikin. Di hêla civaknasî de li ser erdnîgariya cîhanê welat an dewletên civaka wan, ji nîjad, netewe, ziman, ol, çand û hişmendiyên cuda pêk tên gelek zêde ne.

Di hemandemê de di wan welatan an dewletan de komên civakî yên din jî derketine holê û di nav civakê de rola xwe dilîzin.(1) Di nav van welat û dewletan de, civakeke ne hemcure (homojen), civakeke pirdeng û pirreng ava bûye û wan civakan jiyanekê hevbeş domandine. Oktay UYGUN li ser vê rewşê rawestiyaye û di berhemên xwe de bi şêweya “sistema di nav dewletê de xwedî du civak” pênase kiriye. Li gorî wî, di serweriya  dewletan de “sistema di nav dewletê de xwedî du civak” kategoriyeke gelek giring afirandiye. (2) Oktay Uygun di lêkolînên xwe de li ser civakên cuda yên di hêla serweriyê de xwedî maf in, rawestiyaye. Li ser civakên din, yên di rêveberiya dewletê de ji mafê serweriyê bêpar mane jî ranewestiyaye.

 Di qada navneteweyî de rêjeya du civakiyê weke rêjeya ji %80 î  di kategoriya du civakiyê de tê pejirandin. (3) (Civakên cûda yên ku rêjeya wan digihîje ji %20 î an ji rejeyekê daha zêdetir girtine ber çav. Civakên rêjeya wan negigîştiyê ji %20 î negirtine ber çavan.)

Di hêla demografiye de welatên bi tenê ji civakekê pêk tên gelek kêm in. Di nav her welatî de nîjad, netewe, ziman, ol, çand û hişmendiyên cuda, yên mezin û yên biçûk hene. Lê bêlê di nav van welatan de neteweyek an du netewe serweriya dewletê bi dest dixin. Bi taybetî di dewletên neteweyên yekker (unîter) de netewe û komên biçûk ên civakî ji vê serweriyê bêpar hiştine û mafên wan ên rewayên kesayetî û civakî kitim kirine. Ew netewe û komên cuda dibin xetere û zordestiyê de jiyana xwe berdewam dikin  û di hela ziman, dîrok û çandê de tên bişaftin.

Ew dewletên ku pergala xwe li ser bingeha zêde sitendina dengan û di parlamentoyê de û zêde bi destxistina kursiyên parlamenteren ava kirine, navê vê faşiliyê danîne “Pergala Piranîparêz, a Demokrat!” Taybetmendiya vê pergalê di modernîteya kapîtalîst de berdewamkirina jiyana dawlata neteweyî ye. Ji ber vê egerê Arend Lijphart li dijî vê pergalê derdikeve û ji vê pergalê re dibêje “ Pergala statîstîkî, ya zêde bi destxistina dengan.” (4)

Di modernîteya kapitalist de heke di nav weletekî de rêjeya du civakên cuda ku ne gihîje %80 yî, ji wan herdu civakan rêjeya civaka duyemîn di binê ji %20 î de be,(5) di wî welatî de çiqas civakên cuda hebin bila hebin, ew welat ji welatên xwedî “pergala dewleta du civakî” nayê dîtin. Her çiqas li Kanadayê rêjeya nufûsa Inglîz (ji %34,4) û Fransî (ji %25,7) di rêjeya ji %60,1 î de bimîne jî, ji ber van herdu civakan bi hevdu re di damezrandina serwerîya dewletê de cih girtine, îro dewleta Kanadayê weke dewleteke du civakî hatiye pejirandin. Li vî welatî 70 neteweyên cuda yên din ku rêjeya wan ji %39,9 in, ji ber pergala piranîparêz, (West Minister) ji serweriya vê dewletê bêpar mane.

Welatên Xwedî Hişmemdiya Yek Civakî: Ev têgeh di hêla civaknasiyê de  heke di hundirê welatekê de du civak, an pir civak jiyana xwe berdewam bikin jî, di avakirina  dewletê de pergala yekker (unîter) hatibe pejirandin û cudahiya pir civakî nehatibe erêkirin,  di wî welatî de ev pergala yekker (unîter), dibe jêdera pirsgirêkên siyasî û civakî. Civaka ku mafên wê hatiye kitimkirin û ji serweriya dewletê bêpar maye, dikeve nav tekoşînê. Dema nakokiyên navbera gel bi rêbazên demokratîk û aşîtiyane neyên çaraserkirin, tekoşîna ji bo bidestxistina van mafên neteweyî û civakî yên rewa  di cîhanê de bûye sedema şerê çekdarî. Îro di welatê me de û li gelek deverên cîhanê ji ber mafnenasiya van dewletan ev şer berdewam e.

Dewletên Xwedî Hişmendiya Du Civakî: Ev têgeh di hela civaknasiyê de bi taybetî di modernîteya kapitalist de du civak bi hişmendiyên civakiyên cuda bi şêweyeke çalak di nav jiyana siyasî de rola xwe dilîzin. Lê civakên din, yên di hindirê wê dewletê de jiyana xwe berdewam dikin û di hêla nûneratiyê de mafê nûnertiyê bidest nexistine, ji mafên kesayetî û civakî bê par hatine hiştin. Li ser pir civakiyê û nunertiya civakên cuda ji xeynî Tevgera Azadiyê tu dewlet û rêxistinan sere xwe neêşandine.

Di modernîteya kapîtalîst de, dewletên neteweyî li ser navê neteweya serdest bi darê zorê serweriya birêvebirina dewletê bidest xistine û her tim di navbera neteweyên cuda de dijberî derxistine pêş. Heta ev dewletên serdest vê realîteyê û di welatên xwe de demokratiyeke radîkal nepejirînin, wê ev şer û pevçûn bên berdewamkirin.

Di nava welatekî de komên bi zordestî serwerî bi dest xistine, ji bo kêm netewe, cudatiyên olî, hişmendî, çandî û komên din, mafên xwe yên rewa bi dest nexin, bi derxistina qanûnên li dijî mafên mirovahiyê, rê û rêbazên qedexeker afirandine. Bi wê şeweyê van aktorên civakî li derveyî pergala nûnertiya siyasî hiştine. Dewleta Tirk li ser vê rewşê mînakeke gelek balkêş e. Dewleta Tirk di Anatolyayê de ji xweynî gele Kurd, hemû netewe û civakên cuda helandiye (bişaftiye). Îro li dijî bişaftin û tünekirinê, gelê Kurd ji bo van mafên xwe yên rewa bi israr û bi berdelên giran tekoşîna xwe berdewam dike.

Li dijî vê helwesta maf nenasiya neteweya serdest, kêmar, bawerî û grupên din, yên cuda jî dikevin nav helwestan. Civakên serdest ên xwedî dewlet, bi rê û rêbazên ne rewa mafên civakên bindest kitim dikin. Da civakên bindest jî bikarin li dijî vê mafnenasiyê û rêbazên kitimker bêbandor bihêlin bi berxwedaneke bê hempa tekoşîna xwe berdewam dikin. Ev berxwedan di rewşa siyasî de bandoreke giranbiha û rêzdarî  dide afirandin. 

Piştî gelek zehmetî û êşan ew civakên tekoşer xwe didin qebûlkirin. Di pergala siyasî de dibin xwedî maf û di nav rêvebiriya dewletê de dibin şirîkê neteweya serdest. Di nav wê dewletê de ew jî mafê ziman, perwerde, çandê bidest dixin. Zimanên wan neteweyên bindest jî dibin zimanê fermi yên dewletê. Di nav rêveberiyê de bi cudahiyên xwe, mafê nûnertiya civakên xwe bi destdixin. Ev rewş pergala dewletê jî diguhêre. Piştî bidestxistina van mafên rewa û parastina van destkeftiyan “Dewleta Pir Civakî” bi neteweya serdest didin qebûlkirin.

Di nav pergala dewletê de pîvana du civakî an jî pir civakiyê; tê wateya bi aliyê dewletê ve pejirandina siyaseta pir çandî, pir zimanî, pir olî û di erka birêveberinê de netewe û civakên cuda re pervekirina serweriyê. Di alî din de pejirandina xweseriya çandî, xweseriya siyasî û bikaranîna pir zimaniya fermî yekkeriya dewletê kol dibe û dewletê ber bi modernîteya demokratik ve dibe. 

 MÎNAKA BELÇÎKA

Di hêla civaknasiyê de pêvajoya damezrandina dewleta Belçîqa, ji bo “pir civakiyê” minakeka gelek balkêş e. (6) Belçîka di sala 1830 yan de tê damezirandin. Dewleta Belçîka di destpêka damezrandina xwe de ji alî civakên Flaman û Wallon ve weke deleteke neteweyî tê damezrandin. Lê belê serweriya dewletê bi tenê di destê Wallonan de bû. Rewişta (qerektera) vê dewletê bi xwe dewleteke neteweyiya unîtera (yekkera) hişk û jakoben bû. Zimanê wê yê fermî, zimanê ku Wallon pê diaxifîn, zimanê Fransizî bû. Ev rewş heta sala 1898 an berdewam dike. Di navbera van 68 salan de Flamanan di hêla siyasî de bandora xwe gelek zê dikin û bi tekoşînê mafên xwe, yên rewa yên kesayetî û civakî bi dest xistin.(7) Di sala 1898 an dewleta Belçîka, di destûra bingehîn de du zimanê fermi dipejirîne û di fermiyetê de li cem zimanê Fransizî zimanê Felemanî jî dibe zemanê fermi yê dewletê. Qanûnên dewletê bi herdu zimanan derdikevin û tên weşandin. Di sala 1932 yan de seranser di asta dem û dezgehên dewletê, di artêşê û di dem û dezgehên perwerdehê de bikaranîna du zimanî tê pejirandin. Di sala 1962 de di hêla ziman de dîsa destûra bingehîn tê guhartin. Di herêmên Wallonan de zimanê Fransizî, di heremên Flamanan de zimanê Felemenî dibe zimanê yekemînê fermî.

 Pistî sala 1898 an, di Belçîkayê de rêgezeke din hat pejirandin. Di hikûmeta Belçîka de hijmara vezîrên Wallon û Flamen wekhev hat qebûlkirin. Ev rêgez di sala 1970 yî de di destûra bingehîn de hat pejirandin û vê rewşê heta van salên dawîn jî berdewam kir.  Di guhartina destûra bingehîn de damezrandina  Konseya Çanda Fransî û Konseya Ziman û Çanda Felemenî hat pejirandin. Endamên van herdu konseyan ji endamên Meclisa Nûneran û endamên Senatoyê pêkdihatin. Her konseyekê di derbarê çand, zimanê û perwerdehê de ji bo gelê xwe cuda cuda qanûn derdixistin.

Komên zimanan ên parlamentoya Belçîkayê xwediyê erkê ku bikarê qanûnên bandora neyînî li berjewendiyên gel dikirin cardin li hikûmetê vegerînin. Rêjeya vegerandina qanûnan ji 3/4 bû. Guhartin û lê zêdekirina xalên destûra bingehîn bi rêjeya ji 2/3 bi erêkirina endamên Meclisa Nûneran û endamên Senatoyê dihat pejirandin. Ji bo bikaranîna van xalan, hewcedarî bi erêkirina komên parlamentoyê, yên herdu zimanan hebû. Di nav komên zimanan de rêjeya erekirinê ji %50+1 bû. Heke komên zimanan ev guhartin û lêzêdekirin erê nekirina, ev qanûn nedihat bikaranîn. Tevî wan guhartinan jî (qerekter) rewişta dewlêta Belçikayê, rewişteke ûnîter (yekker) û dewleteke neteweyî bû.

Piştî guhartinên destûra Belçîkayê, yên salên 1980, 1988 û 1993 yan, Belçîkayê dev ji pergala ûnîter (yekker) berda û pergala federalî pêjırand. Îro dewleta Belçîka ji sê  dewletên federe yên herêmî (Wallon, Flemenk û Alman) pêk tê, yek dewletek federeya têkel, a Paytextê û di hindirê paytextê de jî du dewlêtên federe yên Wollan û Flamenkan derketine holê. Ji ber wê egerê, devleta federal a Belçîka ji 6 dewlêtên federe pêk hatiye û dewleteke pir civakî ye.(8)

MÎNAKA FINLANDYA

Mînakeke din, mînaka Finlandiyayê ye. Di nav sînorê Finlandiyayê de civaka gelê girava Alandê ku civakeke Swêdî ye. Girava Alandê bi xwe herêmeke xweser e. Di sala 1920 an de gelê Alandê Parlamentoya xwe damezirandiye. Li Finlandiyayê gelê ku bi zimanê Fîni diaxivin ji %93, yên bi zimanê Swêdî diaxivîn ji %5,9 û yên bi zinmanên din jî diaxivin ji %1,1 in. Balkêşiya herî girîng, di hilbijartinan de çi encam derdikevin hole bila derkevin, her tim nûnerên civaka Swêdî şirîkê hikûmeta Finlandiyayê ne. Li Finlandiyayê di sala 1920 de rêjeya nufûsa kesên bi zimanê Swêdî diaxivîn ji %10,1 bû. Îroj ji ber hinek sedemên xwezayî ev rêje daketiye ji %5,9 an. Ev rewş di beşderbûna hikûmetê de rêjeya nûneratiya gelê Alendê neaniye xwarê. Her çiqas Oktay Uygun dewlata Finlandiyayê wek dewleteke du civak rave kiribe jî, bi ya min, ji ber ku li vî welatî ji %1,1 civakên dinên kêm netewe jiyana xwe berdewam dikin û mafên wanên xwezayî jî nehatine kitimkirin, Fînlandiya “dewleteke pir civakî ye.”

MÎNAKA KANADA

Kanada dewleteke federal e. Ji 10 eyaletan pêk tê. Di Kanadayê de nufûsa herî zêde bi rêjeya ji %34,4, a civaka Ingilîz e. Rêjeya nufûsa civaka Fransî ji %25,7 e. Rêjeya gele din, yên li Kanadayê jiyana xwe berdewam dikin jî ji % 39,9 e. Lê ev nufûsa ji %39,9 jî ji 70 neteweyên cuda pêk tê. Ji ber ku ev rêjeya zêde, ji komên biçûk pêk tên. Ji egera (West Minister) pergala piranîparêz di rojeva siyaseta Kanadayê de ev nufûsa bi rêjeya ji %39,9 bêbandor maye. Rojeva siyaseta Kanada di binî serweriya Ingilîz û Fransîyan de berdewam dike.

Ji ber ku neteweyên din, ên Kanada bi siyasetê re zêde bilî nabin, an jî yên ku bi siyasete re bilidibin, ji bêkêrî û bê dilî siyasetê birêvedibin, serweriya siyaseta Kanada ketiye  destên Ingilîz û Fransîyan. Rojeva siyaseta Kanadayê jî, ev herdu gel destnîşan dikin. Di navbera vî 70 kêmarên Kanadayê de, yên nufûsa wan zêde ne, Alman, Italyan û Ûkraynî ne.(9)

Li gorî nivîserên Fransî; her çiqas dewleta faderal a Kanada ji 10 Eyaletan pêk bê jî, di Kanadayê de du neteweyên damezrîner hene. Ew jî Firansî û Ingilîz in. Ji xwe di pratîkê de di vê dewletê de du zimanî û du çandî heye. Dîsa li gorî van nivîseran, serwerî di destên Fransiyên Quebecî û di desten eyalatên din, ên Ingilîz de ye. (10)

Li ser vê mijarê nivîserên Ingilîz, cudatî û di siyasete de xwedî bandoriya Fransî û Ingilîzan dipejirinin. Lê dibêjin ku ev herdu civak hêdî hêdî li ser gelên din bandora xwe wunda dikin. Ji ber vê egerê her çiqas di Kanadayê de du zimanî hebe jî, ev dewleteka federala pir çandi ye.  (11)

MIJARÊN HERÊMAN

Di nav sînorê welatekê an dewletekê de dibe ku di herêmekê de neteweyên cuda di nav hev de bijîn, an jî di nav herêmên cuda de bijîn. Di vê mijarê de minaka paytexta Belçika derdikeve pêşberî me. Dive di bajarekî an di herêmekê de  netewe, bawerî, pîşe, çandên cuda bikarin di nav hev de jiyana xwe berdewam bikin. Eger etnîsîteyên bawerî û komên cuda di serweriya dewletê de bi taybetmendiyên xwe mafên temsîlê bidest xistibin, an wek dewletên federe xwe birêxistibin, ev rewş, di nava dewletên federal de weke “dewletên federeyên korperatif” tê pênasekirin. Eger li gorî herêmên erdnîgarîyê yekitiya dewletên federe hatibin damezirandin, ev şêweyê dewleta federal weke “dewletên federeyên herêmî” tê pênasekirin. Dibe weke Italya û Îspanyayê herêmên  xweser hatibin damezrandin. Ev pergal jî, bi pergala “dewletên unîter ên (yekkerên) herêmî xweser” tê pênasekirin.

Ew gelên cuda yên kêmar an xwedî çand û baweriyên cuda wê çewa bên parastin û temsîlkirin? Ji xwe jêdara pirsgirêkên civakî di vê pirsê de ye. Di pergala modernîteya kapîtalîst de dewletên neteweyiyên unîter (yekker) de bersîva vê pirsê nîne. Di vê pergalê de kêmar, bawerî û çandên cuda ji temsîlê bêpar dimînin. Roj bi roj ev kêmar, ziman, zarava û çandên cuda dibin zordestiya bişavtinê (asîmîlasyonê) de ne. Di cîhanê de gelek kêmar û çandên cuda ji holê hatine rakirin. Di vê serdemê de, ev pirsgirêk bûye pisgirêka mafên rewa yên mirovahiyê. Ji ber wê egerê mirovahî neçar e ku van kêmar, ziman, cand û baweriyên cuda biparêze. Bi ya min jî bersîva van pisgirêkan pergala moderniteya demokratî ye.

Di Bakurê Irlandayê de, civakên katolîk û protestan di nava heman bajaran de di taxên cuda de, di gundewaran de di nava hev de jiyana xwe berdevam dikin. Pirsgirêka van herdu gelên xwedi baweriyên cuda berdewam dike. Ji ber ku katolîk ji protestanan kêmtirin, civaka katolîk tu carî jî serweriya Bakurê Irlandaye bidest nexistine. Ji ber vê egerê bi deh salan e pirsgirêka Bakurê Irlandayê berdewam dike.

Di herêmên tevlihev de mijara parastin û temsîla kêmar, bawrî, ziman û çandên cuda, di hinek dewletên federal de bi modela federaliya korperatif  hatiye çareserkirin. Minakên vê federaliya korperatîf pergala dewletên Swisre û Belçika ne.

DI DEWLATÊN NETEWEYÎ DE DU AN PIR CIVAKÎ

Pergala du an pir civakî, bi piranî di dewletên neteweyî yên yekker, dewletên federal û dewletên neteweyî yên yekkerên federe de derdikeve holê. Di navbera van dewletan de yên herî zêde li ser lêkolîn hatine kirin, Iralanda, Malezya, Çekoslovakya û Kibris in.(12)

Pirsgirêka Irlandayê ne pirsgirêke etnîkî, pirsgirêkeke bawerî û ramanî yê cûda ye. Pirsgrêka civaka Irlandayê, li ser cudahiya mezhebî an cudahiya baweriyê ye.

Di pergala eyaletên DYA yê de New Mexico û di pergala eyaletên Kanadayê de New Brunsvick minakên herî balkêş in. Li DYA yê li eyaleta New Mexicoyê rewşa du zimanî heye, zimanê Îspanî li gel Ingilîzî zimanê fermîyê duyemîn e. Di vê eyaletê de rêjaya kesên bi zimanê Ispanî diaxivin ji %37 e. Li Kanadayê  eyaleta New Brunsvick jî du zimanên fermî bikartîne. Di vê eyaletê de rêjeya kesên bi Ingilîzî diaxivin ji %65,1 û rêjeya yên bi Fransî diaxivin ji %33,6 in. Zimanên fermiyên vê eyalete Fransî û Inglîzî ne. Di vê eyaletê de Rêjeya civakên cuda, yên din ji %1,3 ye. Lê di fermiyetê de zimanên wan nayê bikaranîn. Di van mînakan de diyar dibe ku, her çiqas pergala van herdu dewletan federalî be jî, eyalêtên federe yên DYA û Kanada di nav xwe de taybetmendiyên dewletên unîter dihewînin. Ji ber vê egerê di eyaletên wan de pir zimanî nehatiye pejirandin.(13)

DEWLETÊN XWEDÎ SÎSTEMA DU CIVAKÎ

Berî sala 1989 an, a belavbûna YKSS/Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst û Dewletên Bloka Sosyalîst, di cîhanê de 12 dewletên xwedî pergala du civakî hebûn. Her çiqas Prf. O.Uygun di vê maqaleya xwe de van dewletan weke dewletên du civakî bi nav kiribe jî, di statîstîkan de diyar dibe ku di van dewletan de gelek civakên din jî dijîn. Lê erka birêvebirinê di destên du civakên serdest de ye.(14) Ji wan 12 dewletan, dewleta Çekoslovakya di mêjûya 01.01.1993 yan de Çek û Slovak ji hevdû veqetiyan û bûn du dewletên unîter û Belçîka di mêjûya 05.05.1993 yan de pergala Federaliya pir civakî pejirand. Ji ber vê egerê  dewletên Çekoslovakya û Belçîka jî ji vê listeye hatine derxistin. (15) 

LÎSTEYA DEWLETÊN XWEDÎ SÎSTEMA DU CIVAKÎ

Tablo 3

*** Ev tablo ji Makaleya Prf. Oktay Uygun  a liser Dewletên du Civakî hatine sitendin.

Di vê listeyê de diyare ku di nav van dewletan de bi tenê du gel akincî nînin, gelên din jî li ser axa van welatan akincî ne. Lê yên di serweriya dewletê de cîh girtine du netew an civakin. Yên din, ji mafên civakî û li ser navê civaka xwe ji mafên serweriyê bêpar mane.

Piştî helweşandina sovyeta kevn, dewletên ku ji Federasyona Rus veqetiyan, dewletên xwe, yên unîter (yekker) avakirin. Lê di nav sînorên van dewletan de bi taybetî nufûseke zêdeya Rus ma. Lê ew nufûsa Rus ji serweriyê bê par ma. Ew nakokî jî bû jêdera şer û pevçûnan. Herwekî tê zanîn îro li Ukraynayê ev pisgirêk bû sedema şerê navxweyî. Ji ber ku di Komara Kirimê ya xweser de li gorî serjimêra cotmeha sala 2014 yan, rêjeya nufûsa Rusan ji %67 Ukraynî ji %17,3 Tatar, Gagaus û Azeri ji % 12,2 û  13 civakên din jî ji %3,5 bûn.(16) Parlamentoya Kirimê de li ser xwesteka parlamenterên Rusî biryara tevlêbûna Fedeasyona Rusyayê sitend û ev biryar ji teref Serokkomar Putin ve di mêjûya 14.04.2014 de hat erêkirin.(17) Ev  herêm ji Ukraynayê veqetiya û bû herêmek xwesera Fedeasyona Rus.

Heman rewş di mêtingeriyên berê, yên Îngîltere, Îspanya, Frasa, Îtalya, Portekiz, Almanya û Belçika de jî tê ditin.(18) Riker, vê rewşê di derbarê hişmendiya pilitikya Îngilizan a li ser bingehê “gel ji hev parçe bike û bi hêsayî birêve bibe” nirixandiye. (19)

 Di nav van dewletan de bi tenê  di Kazakistanê de zimanê Kazakî û zimanê Rusî zimanên fermine. Di dewletên din de yek zimanî tê bikaranîn. Li Kazakîstenê piştî dewleta serbxwe hat avakirin serokkomar ji nav Kazakan û serok wezîr jî ji nav Rusan hat hilbijartin. Her çiqas Oktay Uygun  bûyerên Alma Ata yê wek nakokiyên di navbera gele Kazak û Komunîstên berê binirixîne jî,(20) Gregory Glaeson weke nakokiyên navbera Kazak û Rusan dinirixîne. Van nakokiyan wiha tîne zimên: “Di sala 1986 an de G. Kolin ê Rus, ê ku li derveyî Kazakistanê dijiya dibe serokê partiya Kazakistanê. Li ser vê bûyerê gelê Kazak serîhildide û piştî mudaxeleya dewleta Rus ev serhildan tê vemirandin.(21)

Dîsa di herêma Kafkas de Gurcistan, Ermenistan û Azerbeycan jî di hêla nufûsê de homejen nînin. Li ser Osetyayê di navbera dewleta Rus û Gurcistanê de pirsgirêk berdewam e. Ji alî din ve di navbera Oset û Gurciyan de ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin.

LÎSTEYA DEWLETÊN PIR CIVAKÎ, YÊN DIN

Tablo 4

Li ser pirsgirêka di navbera Ermenî û Azeriyande bi salane şer û pevçûn berdewam dike. Di hêla siyasî de Kurdên di nav van hersê dewletande akincîne tu mafên wanên gelerî nîne. Kurd di hêla nûnertiyê de wek neteweyeke cuda di rêvebiriya van dewletande mafê serweriyê bidest nexistine.

Ji ber van nakokiyan di bakûrê Kafkasyayê de di navbera Rûsan û Çeçenan de jî bi salan e, şer û pevçûn berdewam dike.

Piştî mirina Tito, di Yugolavyayê de netewe, civak û baweriyên cuda ketin nava şerekî navxweyî. Di vî şerê qirêjî de li hember hevdu jenosit bikaranîn. Di dawiyê de Yugolavya ji hevdu belav bû. Ji Yugolavyayê jî heft dewletên biçûk peyda bûn. Di navbera wan dewletan de Silovenya bû dewletek Slovenî û Slovenan bi şêweyekê hovane gel, civak û kêmarên din, yên nav xwe tesfiye kirin. Îro di dewleta Slovenyayê de rêjeya nufûsa Slovenan derketiye ji % 91 an. Rêjeya nufûsa kêmaran û  civakên din hatiye ser ji % 9 an.

Dewleteke din Bosna-Hersek e. Di akinciyên vê dewletê de rêjeya nufûsa Boşnakên İslam ji %44, rêjaya nufûsa Sirban ji % 33, rêjeya nufûsa Xirwatan ji %17 û rêjaya nufûsa kêmar û  civakên din jî ji %6 in. Ji ber vê egerê em dikarin bibêjin dewletên hatine bilêvkirin, dewletên pir civakî ne. (23-24-25)

   LÎSTEYA DEWLETÊN PIR CIVAKÎ, YÊN JI YUGOSLAVAYÊ VEGETIYANE: (22)

Tablo 5

*** Ev tablo ji Makaleya Prf. Oktay Uygun  a liser Dewletê du Civakî hatine sitendin.

Devletên ku di vê lîsteyê de navên wan derbas dibin, ji teref hinek lêkolîneran ve dewletên xwedî du civak bên destnişankirin jî, dema ku em rêjayên nufûsa van dewletan li ser vê tabloyê dinirixînin, em dibînin ku tevahiya van dewletan jî pir civakî ne. Lê gelên din, di hêla nûnertî, ziman, perwerde, çand û baweriyan de negihîştine mafên xwe yên xwezayî û demokratik. Tevahiya van dewletan di hundirê xwe de karakterê bireveberiya dewleta neteweyiya yekker (unîter) dihewînin. Ji ber vê egerê di navbera van gel û civakên dost û birayên li ser erdnîgariya van dewletên neteweyiyên unîter jiyana xwe berdewam dikin de neyartî, şer û pevçûn kêm nabe.

SEDEMÊN NAKOKÎ, ŞER Û PEVÇÛNÊN NAVBERA GELAN

Di navbera gelan de nakokî, pirsgirêk û çareserkirina pirsgirêkan an jî kûrbûna pirsgirêkan cure bi cure ne û taybetmendiyên van pirsgirêkan li gorî taybetmendiyên civakan diguherin. Em îro dibînin ku di vê serdemê de di hundirê gelek dewletan de ji ber birsgirêkan şer û pevçûn bi şêweyên cuda berdewam dikin.

Di nav welatekê de dibe ku civakên cuda di hundırê herêmên cuda de jiyana xwe berdewam bikin. Li hinek herêman jî civak, ol, cand û baweriyên cuda di hundirê herêmekê de bi hevdu re jiyana xwe berdewm bikin. Bê guman dema ku neteweya serdest kêmar, civak, çand û baweriyên cuda ji mafên kesayetî û gelerî an di hêla nûneratiyê de ji bireveberiyê bêpar bihêlin, wê ew civakên xwedî taybetmendiyên cuda ji bo mafên kesayetî, gelerî, ziman, çand, bawerî û bidestxistina temsilê dikevin nav tekoşîne.

Di vê rewşê de:

Nîjadperestiya neteweyên serdest her dem bi darê zorê dixwazin civakên xwedî taybetmendiyên cuda bibişêfin û tine bikin û pergala serweriya pircivakî asteng bikin. Ji ber vê egerê civakên bindest xwe di nav hişmendiyek hevpara neteweyiya bi ewle de nabînin û ji bo xwe biparêzin refleksa berxwedanê bipêşve dibin û hewldana berxwedanê bilind dikin.

Ji ber vê egerê neteweya serdest, derfeta şirîkatiya bireveberî û nûneratiyê  nede civakên blindest, bi tûndî li dijî pircivakiyê derdikeve û vê pergalê napejirîne.

Ji bo civakên cuda bibişêfe, bi piranî neteweya serdest dikeve nava hewldanên kitimkirin û tinekirina  ziman, bawerî, çand û diroka civakên bindest. Ji ber van sedeman em dikarin bibêjin ku dewleta neteweyiya yekker pircivakî nexwaze û ew her tim jêdera pirsgirêkên civaki û şerên navbare gela ye.

Dema ku neteweya serdest bi şeweyeke aşîtîxwaz pergala pircivakî nepejirîne û xwe nede ber çareserkirina nakokî û pirsgirêkên civakî, civakên bindest ji bo çareseriyê dikevin nav hewldanên cur be cur û ev hewldan werdigerin şerên çekdarî. Bi van hewldanan re jî di nav civakê de têkiliyên cuda yên jenosîdî derdikevin holê.  04.04.2020

Şemdîn CULEMERG

DEHMEN:

1- Bk: DUCHACEK Ivo D. "Dyadic Federations and Confederations", Publius, Vol. 18, No. 2, 1988. Bp. 5-31. WELSH David, "Domestic Politics and Ethnic Conflict", Survival, Vol. 35, No. 1, 1993. Bp. 63-80. S1MÎTH Anthony D. Nasnameya Nîjadî/Neteweyî (Verg. Bahadır ŞENER Sina İletişim Yay. İstanbul. 1984) s. 33

2- DUCHACEK Ivo D. "Dyadic Federations and Confederations", Bp. 5.

3- UYGUN O. Maqaleya li ser İki Toplumlu Siyasal Sistemler

4- LIJPHART A. (1977), Democracy in Plural Societies. A Comparative Exploration, New Haven: Yale UP., Bp.100.

5- JACKSON R.J., D. MOORE Jackson, Politics in Canada, (Prentice Hall Canada, Ontorio, 1986) Bp. 44

6- DUCHACEK Ivo D. "Dyadic Federations and Confederations"; UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler Mak.

7- Bkz: BEAUFAYS Jean. "Belgium: A Dualist Political System?", Publius, Vol. 18. No. 2, 1988, Rp. 63-73. ALEN André, (Ed.). Treatise on Belgian Constitutional Law, (Kluwer, Deventcr. The Netherlands, 1992); DELPEREE Francis, "La nouvelle Constitution beige", Revue Française de Droit constitutionnel, Hijmar 17, 1994, Rp. 3-15. LUPHART Arend, Çağdaş Demokrasiler, (Werg. OZ-BUDUN E., ONULDURAN E., Türk Demokrasi Vakfı ve Siyasi İlimler Derneği Ortak Yayını, Ankara, 1989).  UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler Mak. Ve Federal Devlet Rp:238-240

8- SCHMITT David E., "Bicommunalism in Northern Ireland", Pubtius, Vol. 18, No. 2. 1988. Rp. 33. UYGUN O.  Heman Berhem

9- JACKSON R.J., D. MOORE Jackson, Politics in Canada, (Prentice Hall Canada, Ontorio, 1986) Rp. 44

10- DION Leon, Québec: The Unfinished Revolution, (McGill-Queen's University Press, Montreal, 1976), RP. 180. û UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler Mak. 

11- - Bk: DUCHACEK Ivo D. "Dyadic Federations and Confederations", Publius, Vol. 18, No. 2, 198, WELSH David, "Domestic Politics and Ethnic Conflict", Survival (Verg. Bahadır ŞENER Sina İletişim Yay. İstanbul. 1984)

12- R.S. MILNE, Folitics in Ethnicalfy Bipolar States: Guyana, Malaysia, Fiji, (University of British Columbia Press, Vancouvcr, 1981); Publius, Vol. 18, No. 2, 1988 ( Hijmara vê kovarê ji bo mijara "du civakiyê"mhatiye veqetandin. Dicê kuvarê de neh maqaleyê têr û tijeyên li ser vê mijarê hatine weşandin.)

13- Bk: SCHMITT David E., "Bicommunalism in Northern Ireland"

14- UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler heman maqale

15- DUCHACEK Ivo D., "Dyadic Federations and Confederations", Rp. 6 vd. (Ew daneyên Statîstîkî li gor serjimêra nufûsa wanherêm hatiye bi rêkûpêkkirin. Bnr: Encamên Statîstîkên serjimêra sala 1994, Ana Yayıncılık, .stanbul 1994;  Larousseya Mezın, 1994.)

16- TAMKOÇ Metin, The Turkish Cypriot State, (K. Rüstem and Brother, London, 1988)

17- H. KINCADF William. MELNYEZUK Natalie. "Eurasia Letter: Unneighborly Neigbor..", Foreign Policy, No. 94, 1994, Rp. 84-104. LAPYCHAK Chrystyna, "Ukraiııe's Troubled Rebirth", Currerıt Histon; October 1993, Rp. 337-341.

18- RIKER William H , Federalism: Origin, Operation, Significance, (Little, Brown, Boston, 1984) Rp. 25

19- DUCHACEK Ivo D., 77te Temorial Dimension of Politics, (Westview Press, Colorado, 1986) Rp. 10,

20- UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler heman maqale

21- GLEASON Gregory. Federalisin and Nationalisrn: Vie S truffe for Republican Rights in thc USSR (Wesrview Press, London, 1990) Rp. 108 vd

22- Ev statîstîk ji daneyên Welatêb Baltikê ji alî Uygun, O. ve hatine sitendin: Pascal Lorot, Baltık Ülkeleri, (Çev: D.LL. Hüsnü, İletişim Yay., İstanbul, 1991) Büyük Larousse, 1992; Ana Yıllık 1994.

23- BUGAJSK1 Janusz, The Fate of Minorities in Eastern Europe", Journal of Democracy, Vol. 4, No. 4, 1993, Rp. 85-99 û  The Fate of Minorities in Eastern Europe", Rp. 91-94.

24- SOYSAL Ismail, "Günümüzde Balkan¬lar ve Türkiye'nin Tutumu", Balkanlar, (Ortado.u ve Balkan .ncelemeleri Vakfı Yayını, istanbul, 1993) Rp. 179-238. Büyük Laorusse, 1992; Ana Yıllık 1994.

25- UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler heman maqale