Dr. Nickolaus Brauns
„Delalî û dewlemendiya welatê kurdan bûye bela li serê wan. Almanya ne ji bo ku chend bûroyên tirkan hatin shewitandin PKK ê qedexe kir. Almanya PKK ê li dijî siyaseta xwe ya împeryalîst xeter dibîne.“
Dr. Brauns li paytexta Almanya Berlînê di piraniya chalakiyên kurdan de li pêsh e, gelek caran leqayê destwerdan û êrîsha polisan jî tê û dest datînine ser kompûterên wî. Lê ew ji dewleta alman re „Na“ dibêje. Me bi Dr. Braunsê ku li dijî pergalekê bi wêrekî disekine re gotûbêjek li dar xist.
Bi kurd û Kurdistanê re pêwendiya te ya yekem li ku û chawa chêbû?
Tekiliya min a yekem bi kurdan re di sala 1993 an de di xwepêshandaneke li dijî sher de min kurd nas kirin. Wan digot; em li dijî sher in û ez jî li dijî sher bûm. Wan digot, em li dijî Amerîka û Saddam in û ez jî li dijî Amerîka û Saddam bûm. Ji wê rojê shûnde têkoshîna serxwebûna gelê kurd nas dikim. Di sala 1993 an de ez endamê rêxistineke marksîst ê shoreshger bûm. Wê demê rêxistina min got: ev qedexeya ku ji PKK ê re derket, dê ne tenê bi PKK ê re sînorkirî bimîne. Ev dê ji tevahiya komên antî-fashîst re pêkbê, ji tevahiya tevgerên karkerî re dê derbasdar be. Me biryar da ku em li dijî vê biryara qedexeyê derkevin û em derketin. Ji wê rojê shûnde têkiliya min hîch ji doza kurdan nehate birîn. Niha jî ez di nav komîteya Kurdistanê de cih digirim. Ji bo min xala herî girîng jî ev e ku em û kurd em dikarin pir tishtan ji hev fêr bibin. Em komunîstên alman dikarin ji kurdan fêr bibin ku ka tevgera girseyî chawa tê rêxistinkirin û rêvebirin. Hevrêyên me yên kurd jî dikarin ji me fêr bibin ku ka mirov chawa dikare daxuyaniyeke chapameniyê binivîse û chawa mirov dikare dîplomasiyê bike?
Kurdistan di dilê te de cihekî efsanewî ye, heta niha chûyî warê kurdan?
Yekemcar di sala 2001 an de chûm Kurdistanê bi delegasyona Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê YXK ê re. Di yekem Newroza legal a nîvmilyonî de ez jî beshdar bûm. Li wir jî cara yekem pêrgî gelek tishtan hatim; dînamîzma gelê kurd, dirûshmeyên shoreshgerî, li wir min panzerên alman ên ku baz didan ser mirovan dîtin. Wisa jî min xebata li dij bendava Eskîfe jî kir û ji wê demê vir de tim dichim û têm.
Têbiniyên te yên bingehîn chi ne ji Kurdistanê?
Ez mîna chavdêr beshdarî hilbijartinan jî bûm. Neheqiyên ku li kurdan dibûn, me ew jî rapor kirin. Em bûn shahid ku chawa hîle dihat kirin, chawa cehshan zext li gel dikirin, me xwest van ragihinin raya gishtî ya cîhanê.
Niha êdî têkiliyeke berfirehtir heye, ez ji chiyayên kurdan hez dikim, ji mirovan, ji Mezopotamyayê hez dikim. Dîroka herêmê ji min re pir balkêsh e. Niha pir hevalên min hene, li wir. Ji bo almanekî dîtina dergusha mirovahiyê pir girîng e. siyaset helbet girîng e, lê ez Kurdistanê mîna parcheyek ji dilê xwe û xwe jî parcheyek ji Kurdistanê hîs dikim.
Tevgera kurd tim shoreshger maye…
Nêrîna te ya li tevgera azadiya kurd chi ye, chi wekhevî û cihêrengî di navbera wê û tevgerên din ên pêshverû yên cîhanî de hene?
Tevgera azadiya neteweyî ya kurd ji tevgerên din cîhane pir cihêrengtir e. Eger em tenê ji salên 90 î ve bigirin dest, qonaxa ku tevgera kurd hatiyê, pir girîng e. Li tevahiya dinê shoresh têkchûne, lê tevgera kurd her hewldaye ku wek shoreshger bimîne. Tevgera kurd teslîmê rastgiriyê nebû, teslîmê împeryalîzmê nebû. Bê ku ber bi rastgiriyê ve bishemite, di nav xwe de guherînên girîng jî kirin.
Rexneya min a li ser tevgerê derbarê aliyê wê yê sosyal de ye; ku karibûya doza chînên din wek karker û kedkaran jî di navenda têkoshîna neteweyî de bi kar bianiya dê bashtir bûya. Rizgarî, lê ji kê rizgarbûn? Li gorî min ev bi qasî rizgariya ji mêtîngeran, wisa jî rizgariya karker û gundiyan a ji feodalan e. Ev tevger ne ji bo rizgariya burjuwaziya neteweyî ye, ji bo gel e.
Li gori te kîjan chîn pêshengiya tevgera kurd dike?
Li gorî min piraniya endamên tevgerê karker, gundî, rêncber, ciwan û xizanên ji guhên bajaran in. Her ciqas wiha be jî, tevger, dixwaze pirsgirêkên chînî pishtî shoreshê chareser bike. Tevger xwediyê planeke aboriyê nîne. Tevger dixwaze cardin li gundê xwe vegere, lê plana reforma axê nîne, hal bi hal ev tevger di rastiyê de li dijî axayan e. Chima heta niha di nav kesên ku ji gund derketine û warên wan hatine rûxandin de xebateke hevrêyî û kolektîfî pêknehatiye? Kemalîstan herchiqas xwe wek li dij imperyalîzmê jî dan nîshan, lê teslîm bûn û reforma axê nekirin. Ev li Tirkiye û Kurdistanê birîneke binesazî û civakî ye.
Gelo derfetên van daxwazan li welatê kurd hene?
Hebûna derfetan rewshek cihê ye, lê tishtê ku ez dixwazim bêjim, di vî derbarî de afirandina platformek e, afirandina nêrînek e. Iro, em dizanin ku hin axa hene welatparêz in û rizgariya Kurdistanê jî red nakin. Lê divêt ev jî nebe asteng li dijî reformeke axê. Gelek axayên kurd jî bi tirsa dê axa xwe winda bikin nêzîkê AKP ê dibin û dibêjin, bila axa min winda nebe, Kurdistan tune be jî xem nake.
Tevger di pirsa jinê de gavên girîng diavêje, ev jî ne shoreh e li dijî fodalizmê?
Tenê di mijara jinê de antî-feodalî ne bes e, divêt li dijî feodal û burjuwaziya mezin jî antî-feodal be. Guherînên ku birêz Ocalan bi konfederalîzma demokatîk ve anîne, divêt tenê bi siyasetê ve sînorkirî nemînin. Divêt jiyana aborî û nakokiyên din jî hilde nav xwe.
Te berhemên birêz Ocalan xwendine?
Min pirtûka Ocalan a bi navê Dewleta Sumer Rahîp xwend. Ez nivîsandina vê pirtûkê wek bûyereke pir giring dibînim, di giravekê de û bi derfetên teng nivîsandiye. Xalên pir balkêsh hene. Ez pir dixwazim ku rojek bibe qismet, ez û Apo li devereke azad li ser babetên cihê gotûbêjê bikin.
Baweriya te heye ku serokê kurd rojkekê vegere nav civakê û azad bibe?
Kê bawer dikir ku Mandela azad bibe û bibe serok komarê Afrîkaya Bahûr? Kê bawer dikir ku Arafat bibe serokê dewleta Filîstînê? Dewleta tirk bash dizane ku mirina Ocalan bi kêrî wan nayê, nexwe niha zûda kushtibûn. Eger sher mezin bibe, dîsa yê sher bide skinandin dê Ocalan be. Dewlet dizane ku nirxê Ocalan chiqas bilind e.
Derbarê dijminahiya dewleta alman a li ser kurdan û tevgera azadiya kurd de nêrînên te chi ne?
Bi baweriya min, ev dijminahî ne tenê li dijî PKK ê ye. Ew dijminê tevahiya tevgerên sosyalîst û demokrat in. Niha Lefontein li Almanya hinek temsîla chepgiriyê dike û li dijî pergalê derdikeve, eger ji destê wan bê, dê wî linc bikin. Niha rêxistina Fîlîstînê jî berê terorist bû, gava ku ket emrê wan êdî jê rê negotin terrorist. Ji ber ku HAMAS radîkal e û tevahiya erdên Filîstînê dixwaze, ew xerab e û terorist e. Di nav kurdan de jî heman tisht derbas dibe, Barzanî û Talabanî li her derê dinê digerin û dichin cem BUSH jî. Li gorî wan ew kurdên bash in.
Delaliya welatê kurdan bûye bela…
Ji serê sedsala 19 an ve Almanya tim li gel tirkan e û li dijî kurdan hevkarî dike, fermandarên alman sherên kurdan bi rê ve dibin…
Almanya û osmaniyan hevkarî kir. Tenê ne aborî, wisa jî leshkerî bû. Bêshansiya herî mezin a kurdan delaliya welatê wan e. Delalî û dewlemendiya welatê kurdan bûye bela li serê wan. Almanya ne ji bo ku chend bûroyên tirkan hatin shewitandin PKK ê qedexe kir.
Almanya PKK ê li dijî siyaseta xwe ya împeryalîst xeter dibîne. Împeryalîzma alman xwe hewceyê Tirkiyeyê dibîne li Rojhelata Navîn. Almanya rêya hesin a Bexdayê ji bo osmaniyan chêkir, ev jî nishaneya hevkariya wan a dûvdirêj e. PKK ê dixwaze partnereke almanan lawaz bike, ev jî nayê hesaba almanan.
Eger Tirkiye têkeve Yekîtiya Ewropayê, gelo dê chi bandor li chereseriya pirsgirêka kurd bike?
Ez weki marksîstek Yekîtiya Ewropayê rêya rizgariyê nabînim. Rêxistineke neo-lîberal û mîlîtarîst û alava pêkutiyê ye. Ewropa pirsgirêkên di nav xwe de jî chareser nekiriye. Ispanya-Bask, îrlanda, îskoch û wd. Mafên hindikahiyan pir sosret e. Ewropa eger demokrat bûya, îro PKK dê qedexe nebûya. Niha beshdarbûna Yekîtiya Ewropayê dê demildest refahê jî neyne, dê gundiyên kurd ji vê pir zerarê bibînin. Reformên ax û chandiniyê dê pishta kurdan bishkîne, ji ber ku tu binesaziyên vê nehatine amadekirin. YE ne yekîtiya gelan e, yekîtiya serdest û sermayedaran e.
Li aliyê din tevlibûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê dê hêza Tirkiyeyê zêde bike. Sînorên Kurdistanê dê qewîtir bibin û belkî êdî ev ne pêkan be ku Kurdistaneke yekgirtî jî bê rojevê.
CPT rapor eshkere kir û got ku tecrîda li ser Ocalan giran e. Tirkiyeyê chi got? Got, na ev rêbaz seranser rêbaza ewropî ye û mixabin jî rast e.
Di gelek sherên bindestan de alîkariya navneteweyî chêbûye û hin caran jî ev alîkarî di encama sher de diyarker bûye. Tu sekna hêzên pêshverû yên cîhanê ya ji bo sherê rizgariya Kurdistanê chawa dibînî?
Divêt em wek aliyê kurd eniya xwe berfirehtir bikin û giranî bidin têkiliyên înternasyonalî. Gelek alman jî chûn li wan chiyan shehid jî ketin, helbet mirovên pir pîroz in. Lê ez dibînim ku chiyayên vê derê jî ku ew jî bajarên metropol in, pir girîng in. Em dikarin têkoshînê li vir pêshde bibin. Berê sovyet hebû, di sherê îspanya de rista wan chêbû. Rewsha dinyayê vê gav pir cihê ye. Hevkariya bi kurdan re bes nîne, pir hindik e. Di cihê xwe de rûne û bêje ez alîkarî dikim, ev ne rast e. Divêt mirov bedêl bide. Di van demên dawî de chend car avêtin ser mala min û computerên min jî birin. Here Kuba li wir vexwarinek vexwe û bêje me hevkarî kir, ev pir qels e.
Ne Castro û ne jî Shavez heta niha derbarê pirsgirêka kurd de tu gotin nekirine û ser de jî Castro pesna Atatûrk da û Shavez jî bi Ahmedi Necad re flört dike…
Hevkariya bi Kuba û Venezuelela re ne shash e, lê gava em li rewsha kurdan dinêrin, rewsheke pir xeter li ber chavan e û kes tihstek nake. Ez ne Castro û ne jî Shvez wek sosyalîstên seransanser nabinim. Gava li dijî Amerîka dest didin Iranê ev ji sosyalîstiya wan nayê, ji têkiliya dewletî tê, projeyên wan ên aborî hene. Almanya û sovyetê jî pir peyman chêkirin û hin ji wan jî lehskerî bûn. Lenîn ti car negot, eman têkiliya me bi Almanya re heye û hûn Almanya zêde nexine tengasiyê. Eger Shavez lîderekî sosyalîst bûya, dê li dijî binpêkirina mafên mirovan a li Iranê derketa, li dijî fashîzma li ser jinê derketa û mafê neteweyî yên kurdan jî biparasta. Lê ez vêna jî dibêjim û ji Barzanî û Talanabanî re mina peyamek birêdikim. Divêt ew Shavez ji xwe re wek nimûne bigirin. Divêt ew petrola li Kurdistanê ne tenê ji bo berjewendiyên xwe, wisa jî li gel parve bikin.
Li Almanya jî demek sosyalîzm pêkhat, tu wê serdemê chawa dinirxînî?
Gava ez zarok bûm, chend car chûm Almanyaya rojava. Tishtê ku herî zêde bala min dikishand; tirs bû. Bavên min mêrekî pir wêrek bû, lê dîsa jî li sînoran tirsê ew digirt. Mixabin sosyalîzma ku hatibû jiyan, dû re ketibû destê bûrokratan û serdestiya partiya komunîst hatibû pê. Divêt li gel hertishtî jî em ji bîr nekin ku têkchûna sovyetê û welatên sosyalîst ji bo me windabûn e. Aliyên bash ên wan deran jî hebûn; bêkarî tunebû, fihûsh tunebû, mafiya tunebû, birchîtî tunebû, xanî hebûn, kar hebû, zarok nedimirîn. Divêt em wan aliyên bash bi demokrasiyeke bilind ve pêkbînin û wisa jî bibînin.
Trochkî lenînîst bû, neheqî lê hate kirin…
Nerinên te yên balkêsh ên tekildarî yek ji pêshengên shoresha sovyetê Leon Trochkî de jî hene, li gorî te bûyera Trochkî chi ye?
Trochki yek ji avakarê Shoresha Bolshevîk bû. Teorîsyen û chalakgerekî dîrokî bû. Mixabin pêshî ji partiyê, pashê ji welat û dû re ji ji jiyanê hate sirgûnkirin. Xalên ku Trochkî wek xeter diditin, di 1990 î de sovyet hilweshand.
Bi kurtahî chi cudahiya Trochkî û Stalîn hebû?
Pishtî avakirina sovyetê du konsept di rojevê de bûn. Yek a Stalîn û ya din jî ya Trochkî bû. Stalîn digot, em welatê xwe ava bikin û hinek jî bêhna xwe bidin. Trochkî jî digot, divêt shoresh nesekine û li her derê dinê shoreshên di rojevê de bêne destekirin. Stalîn nûnerê bûrokrasiyê bû û sovyetê îzole kir. Trochkî li dijî bûrokrasiyê jî derdiket û digot, gava tu polîsekî deynî ber firinekê û bibêji nan belav bike, ewê serê mirovî nanek bide û ji xwe re jî sê nanan bigire, ji ber ku ew bûrokrat e û cheka wî jî heye. Serdestiya Stalîn bû serdestiya wî polîsê di mînakê de. Stalîn sovyet parast. Partiyên din bêhêz man. Li gorî min Trochkî lenînîst bû.
Ji kurdan re peyameke te ya taybetî heye?
Divêt kurd ne tenê Kurdistanê her wisa jî rewsha civakî ya vê derê ji bibîbin. Pirsgirêkên li welatê alman jî hene û ev pirsgirek di heman demê de pirsgirêkên we ne jî. Hûn jî li vir dijîn. qirêna we qirêna me ye û ya me jî ya we ye. Divêt kurd di nav pevchûna li diji imperyalîzmê de jî xwe bidin nîshan. Me komîteya hevkariya bi Kurdistanê re ava kir û xebatên me yên bash hene. Hevkariya înterasyonalî pir girîng e. di nav chepên alman de, femînîstan de em kar dikin û encamên pir chê derdikvin. Divêt ev bigihije asta herî bilind.
Dr. Nîckolaus Brauns kî ye?
Nikolaus Brauns rojnamevan, dîroknas û shoreshger e. 36 Salî ye, li Munihê hatiye dinê, li Berlînê dijî. Doktoraya xwe li ser dîrokê kiriye. Pirtûka xwe li ser rêxistina Alîkariya Sor amade kiriye. Ev rexistin di salên 20 î de ji bo girtiyên siyasi kar kiriye, alîkariya kesên wek Albert Einstein, Thomass Mann, Entellmann kiriye. Wê demê li Almanya 5 hezar girtiyên siyasî hebûne. Dr. Brauns pirtûka xwe diyariyê Leyla Zana û Mumia Ebu Cemal kiriye. Li ser shoresh û contra-shoresh, shoresha oktoberê, shoresha Almanya, tevgera azadiya kurd û tevgeren din ên cîhanê xebatên wî hene. Niha jî bi parezer Brîgîte Kîschler re li ser kurdan pirtûkekê dinivîse. Dixwaze vê pirtûkê bigihîne fuara pirtûkan a Frankfurtê, ji ber ku Tirkiye jî di fuarê de mêvan e. Ev bêtirî deh salan e, wek rojnamevan di rojnameyeke marksîstî (Junge Welt) de kar dike. Li ser DTP ê, geshtên xwe yên li Kurdistanê û fashîzmê analîzan dinivîse. Ji sala 2007 an ve bi parlamenter Ula Jelpke re wekî amojgar kar dike. Ula Jelpke jî li dijî fashîzmê têdikoshe û li dijî qedexeya li ser PKK ê û li dijî dersînorkirina penaberên siyasî jî disekine. Dr. Brauns heta niha 5 car chûye Kurdistanê û dide zanin ku dê ev chûyinên wî berdewam bin. Ew bawer dike ku dikarin xebatên girîng derbarê azadiya serokê kurd Abdullah Ocalan û Mumia Ebu Cemal de bikin.
Têbinî: Ji bo alîkariya hêja Alî Süsem a di vê hevpeyvînê de spasdarî. (Y.A)
Yeko Ardil
Berlîn
Dr. Nickolaus Brauns