Hevpeyvîn bi Mamoste Fevzi Özmen re

 

Berê her tişhtê em dixwazin we binasin. Gelo „Fevzî Ozmen“ ji ku tê û diçe ku?

Ligor ku min fam kiriye, mirov dikare pirsa te ji du aliyan ve bibersivîne. Yek; ji aliyê jiyanê ve, du; ji aliyê nivîsê ve.

Ji aliyê jiyanê ve ez; di sala 1943´yan de li herêma Serhedê, li gundekî girêdayî bajarê Erzeromê hatime dinê. Di wê demê de ne li gundê me, ne jî li gundên dora me dibistan tunebûn. Min dibistana sereta li gundekî deh kîlometer ji me dûr, li cem meta xwe xwend. Pişt re dibistana navîn û dibistana amadeyî(lîse) li Erzeromê xwend. Pişt re min Peymangeha(fakûlte) Karsazî ya Zangoha Stenbolê qedand. Min karmendiya dewletê nekir. Ez her tim bi serê xwe xebitîm. Ji sala 1993´an û vir de ez li Almanyayê dijîm.

Ji aliyê nivîsê ve jî, ji sala 1975´an hetanî 1997an min wek nivîskereke amator helbest û çîrok nivîsin, lê ji van helbest û çirokên min çend heb di hin kavarên kurdî de hatin weşandin. Min ji sala 1997´an vir ve dest ji helbestan berda û tenê li ser çirokan rawestiyam û ev hewla min hêj didome. Lê ez dikarim vê jî bibêjim, di heman demê de min proja romeneke ji sê bergan pêk hatî da ber xwe û ez li ser dixebitim. Ev proje hêj neqediyaye, lê piraniya beşên wan qediyane. Eger tenduristî û temenê min têr bikin û dest bidin, ez ê vê pirojê bi serkeftî bidawî bikim.

Em bawer dikin „Sîyên Şikestî“ berhema we ya yekemîn e. Berê vê pirtukê gelo ti pirtûkên we hatine weşandin?

Sîyên Şikestî, berhema min a yekemîn nîne. Beriya wê min gelek helbest û çîrok nivîsîbûn. Wek tê zanîn her tiştên kurdî wê demê li Tirkiyê qedexe bûn. Ferheng an jî rêzimanê(gramer) kurdî tunebûn. Di destê me de tenê ferhengeke piçûk kurdî û tirki ku ji aliyê gorbihişt Musa Anter di zîndanê de hatibû nivîsin û giramereke Kemal Badilli hebûn. Wan ji bersîva me nedidan. Lewma nivîsên me ji aliyê wêjeyî û ziman de gelekî jar bûn. Lê dîsan ji wê demê min deftereke mezin e ji 150 helbestan pêkhatî tije kir ku ez bişînim Ewropayê û bidim weşandin. Lê mixabin piştî darbeya Artêşa Tirk ya 12 Îlona 1980´yî, ez bawer dikim di bihara 1981´an de, leşker diavêjin ser gundê me û dest bi sekirina malan dikin. Ez wê demê li Çewlîge bûm. Ew deftera ku ez dibêjim, li mala amojineke me yî bî de veşatî bû. Ji amojinê wetrê di defterê de tiştine pir bixetere hene. Eger bikeve destê leşkeran, dê Fevzi bibin bi dar ve bikin. Ji ber vê tirsê defterê diavê je tendûrê û dişewitîne.

Piştî sewitandina wê defterê, arîşena(moraal) min gelekî xera bû. Demeke dirêj min tiştek nenivîsî. Di sala 1987´an de ez hatim Stenbolê. Wê demê rewşenbir û siyasetmedarên Kurd hêdî hêdî dihatin Stenbolê û li hev diciviyan. Êdî ji nû ve damezirandina komel û weşandina kovaran ji nû ve dest pê dikirin. Wan qewîmin û peşveketinan ji nû ve arîşeya me bi rêk û pêk kirin û me jî li gel van tiştên erênî dest bi nivîsê kir û hêj didome.

Serpêhatiya destpêka nivîsandina „Sîyên Sikestî“ cawa û bi ci hîsê we dest pê kir?

Ew çîrokên ku min di pirtûka „Sîyên Şikestî“ de weşandine, di demên cûr be cûr de hatine nivîsin. Pêşiyê di ramana min de weşana pirtûkek wiha tunebû. Ew Çîrok di dema xamiya min de hatibûn nivîsandin û ji aliyê wêje û ziman de jar bûn. Min ji wan hin li Stenbolê nivîsîbûn, hin jî li Ewropayê min nivîsîn. Di salên 2000´î de bêyî ku ez naverokan wan biguherim, min ew di ber çavan re derbas kirin û hin ji wan di kovara wek „Amara“ û „Hîwa“ weşandibûn. Pişt re li ser pêşniyazên hin hevalan me biryara weşanê da û em li ser navê wê ramiyan. Ji ber ku çîrokên min hilbijartibûn, dawiya wan bi mirinê qediyabûn, min dixwest ez navê pirtûkê „Mirin“ an jî „Mirina Tewratê“ lê bikim. Lê herdû nav ji pir sar bûn. Ji bo navekî lêhatî min ji çend hevalên ku tekst^rn çîrokan xwendibûn, pirsî. Ji wan gelek nav hatin. Di nav wan navên hatî de min „Sîyên Şikestî“ ku ji aliyê mamoste Mahmut Aydın ve hatibû pêşniyarkirin, eciband û pejirand. Piştre min bi alikariya hevalê xwe İsmail Goldaş, bi Ahmet Unal re tekilî danî, sêlika çirokan jê re şand. Wî çirok gelekî ecibandin û weşand.

Rastiya hemû cîrokan heye an jî yên xeyalî jî hene?

Cureya wê ci dibe bila bibe, eger mirov nivîsekê wek berhema wêjewî bipejirînê, berî her tiştê divê di wê nivîsê de fantazî hebe. Ji xwe afirandêriya nivîskar jî ji fantaziyê tê. Bê fantazî wêje nabe. Lê fantazî bi serê xwe tenê jî nikare bibe wêje. Mijara çîrokan ji rastiya jiyana Kurdan tê, lê nav xeyalî ne û bûyer bi fantaziyan hatine xurtandin.

Berê ku we pirtûka xwe nivîsand we ji bo stîlê lêkolîn kir an jî we ji ezmûn jiyana xwe da bercav?

Min li jor jî gotibû, ji bo nivîsandina vê pirtûkê ti pirojeyeke min nîn bû. Dem û cihên çîrokên di pirtûkê de cih girtine cur be cur in. Li gor dîtina min ji bo şêwey(stîl)ê lêkolîn nayên kirin. Min lêkolîneke wiha nekiriye. Dibe ku mirov di bin bandora hin nivîskarên bi nav û deng de bimîne û şêweya wî bi kar bîne. Lê divê ew rewş pir nedomîne û mirov stîla xwe bixwe bibîne. Min berhemên gelek nivîskaran xwend, bi zimanê tirkî û kurdî. Berhemên çîroknivîsên Tirkan pir bala min nekişandin. Semedê vê yekê dibe ku psîkolojîk be. Di nav çiroknivîsan de, berhemên yên ku bala û meraqa min pir dikişandin, nivîskarên uruz Çexov û Şolohov bûn. Ez dikarim viyan ji bêjim, ji çirokan bêtir min roman xwendine. Lê di nivîsên xwe de ti min nivîskarek ji xwe re nekiriye mînak. Ji xwe çîrok û romana kurdî hêj jar e û nikare bandorê li ser nivîskarên nû bike.

We çima xwest, hûn çîrokan bi zimanê kurdi binivîsinin?

Berê her tiştî ez kurd im û zimanê kurdî jî wek her tiştên kurdî bindest e. Divê her kurdek ji bo ku ziman û nirxên kurdî yên din ji vê bindestiyê rizgarbin, têbikoşe. Ev têkoşîn erkeke dîrokî ye. Ez jî li hember vê erkê her tim xwe berpirsiyar dibînim. Ji ber vê hindê ji bo min bi zimanekî din nivîsîn, tawan e. min bi salan di dibistan û zanîngehên Tirkan de xwendiye. Bi sedan pirtûkên bi tirkî hatine nivîsîn min xwendine. Wêjeya cihanê ez bi zimanê tirkî hîn bûme. Di her warê rêzimanî û gencîneya bêjeyan de tirkiya min ji kurdî xurtir e. Ez bi zimanê tirkî, ji zimanê kurdî  xurtir dikarim berheman biafirînim. Lê min hetanî îro qet makaleyek jî bi zimanê tirkî nenivîsiye. Ne ku ez dijminê zimanan im, an jî dijminê zimanê tirkî me. Ji ber ku yên li wî zimanî xweyî derkevin pir in û nimanê kurdî jî qedexe ye û bê xwedî ye. Li aliyê din ez jiyana kurdî nikarim bi tirkî binivîsînim û jê çêjê nagirim. Vegotina jiyana her giyanekê/î tenê bi zimanê wî biçêj e. Her sewalek li gor cinsê xwe dengan dertîne. Hîrina hespan, orina gan, vîçina civîkan, vizina mêşan cihê cihê ne. Her sewalek ji dengê xwe fam dike û ji dengê xwe hez dike. Mirov jî wisane. Ji ber van hindan ez bi kurdî dinivîsîm.

Gelo we kîjan zehmeti di warê zimên de dît û we hîsê xwe bi hesanî anî zimên?

Wek min li jor jî gotibû; di dema ku me xwest em bi kurdî binivîsin, di destên me de ti daringeke em jê alîkariyê bigrin tunebû. Her cî tiştên ku hatibûn nivîsin ji, ji aliyê rêziman û rast nivîsê de pir jar bûn. Kilasîkên kurdî bi tîpên erebî bûn. Kovar û rojname tunebûn. Alfabeya kurdî ya di destê me de bû, ji 36-37 tîpan pêk hatibû. Me nizanibû çi rast e, çi çewt e. Me zimanê kurdî çawa ji devê dê û bavên xwe û çiran û xismen xwe bihîstibû wisa dinivîsî. Jixwe ew jî çewt dihat nivîsin. Wek tê zanîn zimanê nivîsê û dev kî ti qet di zimanekî de hevdû nagire. Lê Kurdên li derveyî Tirkiyê ji me bişanstir bûn. qet ne di destên wan de, bikêmasî be jî, hin amûr hebûn.

Dema meriv cîrokê we dixwîne, meriv dikeve nava rastiya jiyanê. Hûn dikarin hinek terza xwe bînin zimên?

Tiştên ku min nivîsandine, yên di jiyanê de qewimîne an jî diqewimin in. Ango mijarên nivîsên min realîst in. Navên lehengan her çiqas sembolîk bin jî, ne veşartî ne. Ez rasterast lehengan diajom nav buyeran. Ji ber vê yekê dema xwendewan nivîsan dixwîne, hema xwe di nav bûyeran de dibîne. Ez vê şêwazê bi zanayî bi kar tînim.

 

Kesayetên ku di cîrokan de, ne veşartî ne, tasvîr û bûyer li dora van keseyatan digere. Gelo ev kesayet we bi tesadufî hilbijartiye an jî armancekê we hebû?

Jixwe kesayet û leheng bi hev ve girêdayî ne. Rola wan a di şîrove û bûyeran de jî yek e. mirov nikare leheng û kesayetan ji bûyer û şîrovan dûr bixe. Eger mirov leheng û kesayetan ji bûyer û şîrovên çîrokan dûr bixe, wê çîrok ji hev bê belvakirin û bêwate bimîne. Li gor dîtina min ti nivîskarek kesayet û lehengên xwe tesadûfî hilnabijêre û nivîs bê armanc nabin. Mijara nivîsan çi dibin bila bibin, her nivîskar dixwaze di wê nivîsê de peyamekê(mesajekê) bide xwendewanên xwe. Ji ber vê yekê min jî  hilbijartina kesayetan b i zanayî pêk anine.

Piştê meriv dest bi xwendina cîrokên “Siyen Sikestî” dike, cirok bi awayekê meriv dikşînin nava xwe, pirsa me jî eve, gelo efsûn li kudera cîrokan de heye, ji ber ku realîtêye an jî ji ber zelal bûna zimane an jî ji ber ku mijarên balkêş in?

Li welat çi encam heye ez pê nizanim, lê yên ku li Ewropayê „Sîyên Şikestî“ xwendine, hemû hestên xwe wek we tînin zimên. Bi rastî ez nizanim, ji „Sîyên Şikestî“ çiqas pirtûk gihîştine destê xwendewanan. Ez dikarim bi gelemperî vê tiştê bibêjîm; nivîsên yekalî bal û coşa xwendewanan nikarin bikişînin ser xwe. Ji bo ku nivîsek bala xwendewanan bikişîne ser xwe, divê hersê tiştên ku we li jor diyar kirine, tê de hebin. Ango, divê zimanê nivîsê zelal be, realîta wê xurt be û mijara wê balkêş be. Eger nivîs van hersê faktorên jorîn di xwe de neguncîne, ti mirov nikare tê de efsûnê û mefsûnê bibîne.

Emê werin ser cîroka pêşin, kesên ku çiroka bi navê „Mirina Tewratê“ dixwînin dikevin nava eş û kedereki mezin. Pirsa me jî ewe ku we çima tewrat kuşt?

Min Tewrat nekuşt. Bindestiyê Tewrat kuşt. Xizaniyê Tewrat kuşt. Bê mecaliyê Tewrat kuşt. Nezanî û îhmalkariyê Tewrat kuşt. Bûyera Tewratê trajediya jina kurd e. Her salê bi hezaran Tewrat tên kuştin. Bûyera Tewratê bêqêretî, belengazî û melûlbûna mêrê kurd e. Bûyera tewratê, bîrîneke Kurdistanê e kûr û tehl e, birîneke neteweyî û ciwakî ye. Birîneke mirowatiyê ye!

Di çîroka  bi navê „Hewldana Lihevanîneke Encambixwîn“ de we gelek lêhengên cûr bi cûr aniye cem hev û  dîalog bi hev re daye çêkirin. Kesên ku hatine hilbijartin, em hemû di jîyana xwe de wan nas dikin. We ew gelekî dewlemend tasvîr kiriye û hinek we xwastiye rastiya cîvakê bidin nîşan. Gelo armanca we çi bû ji bo vê cîrokê?

Divê civaka me di kîjan pêvajoyan de dersbûye, em pê bizanin. Piştî serhildan û raperînên kurdên bakur, dewleta Tirk vîna kurdan radest kiribû. Ango dîl girtibû. Ji bo van projeyên xwe yên pişavtinê(asîmîlasyonê) bihêsantir tetbîq bike, ji xwe re hevkar diafirandin. Li gel navçeyên heyî, hin navçeyên nû ava dikirin. Dixwest hin malbat û qebîleyên di warên aborî de jar û lewaz, bi alî xwe bixe û ji wan girseyeke Kurdên bi dewletê ve girêdayî bi afirîne û wan wek mînakên baş pêşkêşî civaka Kurd a nîvmirî bike. Ev bûyer bi taybetî di dema Partiya Demokrat de di salên 1950´yan de, li tevahiya Kurdistanê belav bûbû û ebeqeyeke nû ye seyr pêk hatibû. Esta min di vê çîrokê de xwest ku ez dimenekê ji vê tebeqeya seyr biwênînim.

Çîroka bi navê „Sixûrê Bibocik“ de we bûyerên di zarokatiya xwe de qewimîne aniye bercav an jî?

Bûyerên wiha him di dema zarotiya me de, li her derê Kurdistana Bakur pir bi tundî pêk dihatin, him jî hetanî roja me îro didomin. Dewleta Tirk wek tê zanîn, zimanê Kurdî li her qadê jiyanê qedexe kiribû û yên bi kurdî dixivîn tûşî cur be cur cezayan dibûn. Wezareta dewleta Tirk ya perwerdeyiya Neteweyî jî, bi tundî tevlî vê çalekiyê dibû. Nemaze li gundan ji şagirtên Kurd ên dibistanan, sîxur hildibijarin û erk didan wan. Evên sîxurtî dipejirandin, li nava gund dugeriyan û yên ku bi dê û bavên xwe, an ji bi xizmên xwe re bi kurdî diaxivîn tespît dikirin û radigihandin mamosteyê dibistanê. Dora rojê mamoste ew kesên ku li nava gun de bi kurdî axivibûn dianîn, li orta polê bi hevalên wan dida ber kotekan. Ev bûyerên wiha hetanî neva gund sîrayet dikirin û kîn û bux dikirin nava malbatan. Esta çîroka „Sîxurê bi Boçik“ dimenek ji van bûyerên wiha ye.

Çîroka herî balkês „Kuştina Mihoyê Kurtêlxur“ e. Berê di gund û cemaatan de çîrokên wek „Kuştina Mihoyê Kutrêlxur“ dihatin gotin. Lê we ev taybetmendiya gelê kurd ji wan standiye û bi xemilandinekê gelek berfireh, modern aniye ziman.Taybetmendiya vê cîrokê ji bo we çi ye?

Li Kurdistanê, di van demên dawiyê de, di jiyana bajarwaniyê de, bêkarî di mistewayeke pir bilind de bû. Vê rewşê jî gelek kesayetên bêsinc(bêexlaq), diz, delkbaz, birçî û sûtal diafirandin. Çîroka „Mirina Mihoyê Kurtêlxur“ ya komeke ji van kesan pêkhatî û miroveke saf î durist e. Ev kes jî, ji beşek Kurdên bajarî ne. Di bûyerê de ji derî motîfên siyasî, motîfên etîk li pêş in. Bûyer bi tevahî bûyereke civakî ye û li Erzoromê û derdora wê qewimiye.

Her wiha her çiqas çîrokên we li ser jîyana Kurdîtiye an jî li ser tekiliyê kevneşopiyê be jî, di „Strana li ber Mirinê“ de nakokiya Kurdekî di nava jiyana bajerekî mezin de dide nişandan. Dîlawer lêhengê cîrokê ye û pirsa me jî di vê xalê de ev e, Dîlawer mirin heq kir gelo?

Di vir de berî ku mirov bersîva pirsa, Dîlawer mirin heq kiriye an na, bide, divê mirov rastiyekê dest nîşan bike. Dîlawer li ne tawanbar e, ew li vir bê vîn e. Di eslê xwe de Dîlawer, rewşenbîr e û xwendaye. Xweyî pîşe ye. Lê bê vîn û hiş e. Xwe dide hilciqandin. Ango qîmeta xwe nizane. Li pey tiştine piçûk digere. Bêyî ku tiştan binirxîne, diçe biryaran. Xwe bi xwe dixeyîde. Tiştên ku li dorê diqewimin, bi hîşê xwe nanirxîne, bi hestên xwe dinirxîne. Bêbal e. Tu bivê nevê ew taybetî mirovan dibe mirinê. Di vê çîrokê de min xwest ez bala xwendewanan bikişînim ser kesayetekî wiha û kesayetên wiha di nav me de gelek in.

Di çirokên wek „Qedera Tawanbar“ û „Milayîketê Xwedê“ de nakokiyên kevneşopiya civakê , hewldan û bendemayiya guhertinan tên ber me. Hûn çima dixwazin vê nakokiye bidin xuyandin?

Ez şêt û pênc salîme. Her çiqas demeke dirêj e, ez dinivîsîn jî, dîsa ez xwe hêj wek nivîskarekê nabînim. Lê erka nivîskar û rewşenbirekê/î çi ye, divê mirov bizane. Bi dîtina min erka rewşenbir an jî nivîskar ev e ku divê li nakokiyên nav civakê bigere, wan bikole û bibîne. Pişt re, rê şanî civakê bide û wê biguherîne û bidirûvîne. Ango ji bo guherandin û dirûvandine cîvakê bixebite. Di eslê xwe de, min xwest ku ez di van cîrokan de nezanibûn û paşvamayîna cîvaka me pişkekê bînim ziman. An jî dimenekê ji vê rewşa civaka me bînim ber çavên xwedewanan.

Em dixwazin ji we pirskin. gelo tevgera rizgariya metewa Kurd guhertinekî cawa li ser we û li ser nivîsê we dike?

Tevgera Rizgariya Kurdistan, sî sal e, di herêma Rojhilata Navîn de têdikoşe û bandora xwe daye ser sazûmaniya hemû dinyayê. Bi taybetî bandoreke germ î kûr li cîvaka Kurd kiriye û ew him guhertiye hem jî serûbînî hev kiriye. Ji çaşan bigire hetanî xayinan, ji welatparêzan bigire hetanî ajanan, ji rewşenbîran bigire hetanî hunermendan, herkesî ji vê tevgerê tiştek girtiye û bibandor bûye. Êdî ti kesek, kesê berê nîne. Herkes kesekî/ê nû ye. Dijmin jî dijminê nû ye, dost jî dostê nû ye. Madem ku ez jî ferdeke ji vê cîvakê me, min jî biqasî xwe ji vê tevgerê kelk û sûd sitandiye. Bandora Tevgera Rizgariya Kurdistan, ne tenê li ser nivîsên min tesîr kiriye, di her warê jiyana min de guhertin pêk aniye.

Hûn gihîştin armanca xwe ji nivîsa cîrokan?

Naxêr. Çîrok ji bo min destpêkek e. her ciqas salên min li jor bin û temenê min têr neke jî, armanca min a dawiyê, temamkirina romanên min in. Birastî armanc bêdawî ne. Ti caran dawî li armancan nayên. Yek diqede, ya din dest pê dike.

Zimanê çîrokan her ku kurdî be jî bi zimanekî nûjen û zelal hatiye nivîsandin. Wêje nivîsandina kurdî her çiqas dewlemend nebe jî we berhemekî bêhempa ava kiriye, gelo we kî ji xwe re mînak girtiye? Hûn ji xeyni kurdan kîjan niviskaran diecibînin, roman û cîrok bi kîjan zimanî dixwînin?

Wek min lijor jî gotibû, di çîrokan de min ti kesek mînak negirtiye. Di roman nivîsê de jî min keseke berbiçav mînak negirtiye. Wek tê zanîn romana kurdî hêj di wêjeya cihanê de cihê xwe negirtiye û nû ye. Gelek berhemên hêja hatine nivîsîn. Lê gelek ji wan pir jar in. Mirov nikare ji gelekan re bibêje roman e. Gelek ji teknîk û stîla romanê dûr in. Ji xwe ez xwe ji roman nivîsan nahesibînim.

Li aliyê din min bixwe hêj xwe negihijandiye hemû romanên ku bi kurdî hatine nivîsîn. Ez ji lîseyê vir de romanan dixwinim. Min romanên gelek nivîskaran xwendine. Ez bawer dikim hetanî îro nêzîkî hevsed heyştsed roman min xwendiye û hêj dixwînim. Di nav nivîskarên cihanê de yên ku ez pir jê hez dikim; Tolstoy, Yeviskî, Hûgo, Balzak, Zola, Hemingway, London, Solohov, Çexov û hwd. Her çiqas min got ez bi tirkî nanîvîsîm, lê exleb ez bi tirkî dixwînim. Pişkekê jî di vê dawiyê de bi Almanî ez dixwînim. Nivîsên ku bi kurdî tên nivîsin, ez di malperên kurdî de dişopînim.

Niha hûn li ser ci dixebitin?

Ez di vê pêvajoyê de pişkekê li ser karên saziyan dixebitim. Di hefteyê de sê rojan jî ji bo debara xwe diçim kar. Ji bo nivîsê dema min kêm e, lê divê ez vê pirsgirêka demê çareser bikim.

Hûn di dawiyê de dixwazîn çi bibêjîn ji bo xwendevan û endamê Malpera me?

Beriya her tiştê ez dibêjîm em malpera xwe xurt bikin û pişt re ji xwendevanên Malpera xwe tiştan bixwazin. Ez bawer im ku xwendevan tiştine baş di malpera me de bibînin, ew ê her tim serî li malpera me bidin.

Spasî ji bo hevpeyvîna we!

Ez jî ji we û ji hemû berpirsiyarê malperê re spas dikim ku we bi min re ev hevpeyivîn pêk anî.

 

Alîşêr Sayan