21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê

21e Sibatê Roja Zimanê Dayîkê

21’ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê” ye. Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhlat dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya İslamabadê ve hat xwestin ku zimanê urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê bengaliyan nerazîbûna xwe nîşan dan û gelek mitîng û xwepêşandan pêk anîn. Di çalakîyên 21´ê sibata sala 1952´an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên “Dhaka Medical College”ê, yên ku dixwastin zimanê “bengalî” wek zimanê fermî bê pejirandin, ji alîyê polêsên Dewleta Pakîstanê ve hatin kuştin. Her wiha ji bo bîranîna van ciwanan û girîngiya zimanê dayîkê, ji aliyê UNESCO’ yê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17´ê mijdara 1999’an de, 21’ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê” hatiye pejirandin. Di sala 2000’î de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro jî her sal di 21’ ê sibatê de li hemû cihanê tê pîrozkirin.

Ji zimanê ku  mirov ji dayîka xwe fêr dibe re zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê kesayeta civakîya mirovan diafirîne. Ya herî pêwîst û giring ev e ku netewe û hişmendiya neteweyî bi hevkariya wî zimanî derdikeve holê û dirûvê digire. Di cihanê de her neteweyek bi zimanê dayîkê tê nasîn. Kurd bi kurdî, tirk bi tirkî, faris bi farisî û ereb jî bi erebî diaxivin û wek neteweyên cuda cuda tên nasîn û binavkirin. Ji bona ku netewe karibin hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bi kar bînin.

Li gorî raporeke UNESCO’yê di dinyayê de nêzîkî 6 000 ziman hene. di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2 500 ziman wenda dibin. Hema tenê li Tirkîyê 18 ziman di bin xetereya tunebûnê de ne. Ji nav wan zimanan yek jî, heyf û mixabin ji zimanê kurdî zaravaya kirmancî ango dimilî ye.

Windabûna zimanan, di heman demê de windabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û netewe bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Mirov çi qas zimanê xwe biparêze, ew qas jî hebûna xwe diparêze. Em çi qas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ew qas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jiyana rojane, ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistiyê derbikeve, pûç dibe û dimire. Ziman zindî ye, li gel jiyana civakê diherike û dimeşe. Zindîtiya zimanê me tenê dikare bi axaftin, nivîsandinê dikare bidome. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi were ser milê kê, divê ew vê erka xwe ya neteweyî pêk bîne. Girîng e, hemû dezgeh û saziyên kurdan ti carê dev ji vê xebata bernedin.

Bi sedan sal e, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, zimanê kurdî tê bişavtin (asîmîlekirin) û ji ber vê hindê gihîştiye asta tunekirinê. Lê bi alîkarîya berhemên zargotinî (wêjeya devkî) û bi axaftin û lorikên dayîkan li ser piyan maye û winda nebûye. Kurdî her çendî qedexe bûye jî, bi saya dayîkên me û gelê kurd hatiye parastin.

Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedinê, di bin bandora zimanên metingeran de dimînin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna zimanê dayîkê, hebûn û tunebûna netewan e û xerca avakirina yekîtiya neteweyî ye.

Li ku derê dibe bila bibe, perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahiyê mîrata kalubavan a hevbeş e. divê em li vê mîrata giranbiha xwedî derkevin û biparêzin.

Zimanê Kurdî jî wek gelê kurd kevnar û berxwedêr e. Ji sedan salan û pê ve çand, ziman û bi giştî hebûna Kurdan di binê êrîşên da ne. Di vê roja zimanê dayikê de jî mixabin Kurdistan dîsan di bin êrîşên hovane ên dewleta tirk de ye. Di vê roja pîrozkirina zimanê dayikê de, kurd ji ber qexebûn û êrîşên hovane yên dewleta tirk nikarin perwerdeya zimanê dayikê bibînin. Erk pêyvira me kurdan jî fêrbûn, axaftin, xwendin û nivîsandina zimanê dayîkê ye.

Her wiha em 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, li hemû gelên cihanê, li gelên Kurdistanê pîroz dikin.

20.02.2020

Enstîtûya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Almanyayê