Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be! -(2020)

 

 

“Ziman zanîne, zanîn jî xwenasîn e!”    (Celadet Alî Bedirxan)

Ji bo biwêja „Roja ziman“ bibe xwediyê wateyekê, divê em bi hemû hêz û derfetên xwe ve li zimanê xwe xwedî derkevin, wî têkin zimanê jiyan, nivisandin, xwendin û zimanê bazarê.

Dema em vê pêk neynin, kareseta tirsnak, ango têkçûn jî her diçe nêzîk dibe. Mîr Celadet Alî Bedirxan 86 sal berê ev rastî dîtiye û şoreşeke herî binirx pêk aniye. Wê çaxê wî bingehê elîfbayeke ku bikane zimanê kurdî li cihê herî berz û layîq bide rûniştin, danî û cara yekem di rojnameya „Hawarê“ de weşand û bingehê xwendin û nivisandinê bi tîpên latinî afirand. Jiwê ev roj ji bo siberoja ziman û çanda me dîrokî û jiyanî ye. Divê ne tenê were pîrozkirin, em di vê rojê de sozeke ji dil bidin ku em ê ji vê rojê û pê ve kurdî bikin zimanê xwe yê jiyanê.

Ziman nasname ye. Pêkhatina zimanekî ne hêsan e. Ew di pêvajoya bi hezaran salan de rengê xwe digire. Ziman encama tevahiya azmûn, çalakî, fêrbûn, fikirandin, şahî, şîn, nêzîkahî, germahî, henek, yarî û çalakiya derûnî ya civakekî ye. Ji wê jî hem bingeha kesayetî û hem jî ya nasnameya (îdendîteta) neteweyekê ye. Her gotin, her heyî li gor jiyana wê civakê reng û wate digire. Wek mînak „pepûk” di civaka me da sembola şînê, lê di civakên din de tersê wê ye. “Kew” di civaka me de xwedan rengekê îxanetê, lê di civakên din de xwedan wateyê din e. “Bêrîvan” di civaka me de pîroz e, lê di civakên din de navê wê jî tune. Ji bo têgihîştinê em mînakeke balkêş a din bidin: Îngîlîz dûrbûnê bi „Mil,“ mirovên Grundlandê bi „şev û raketinê,“ em kurd jî dibêjin „Bi çend qonaxan“ jê dûr e. Ango ziman jiyan bi xwe ye. Lêkolînê zimanzanina etnîkî (etnolinguistî) bi awayekî gelek zelal nîşan dikin ku rêzimana zimanekî çanda axivêran diteyîsîne. Ango ziman ne tenê amrazeke ramandin û têgihîştinê ye, rasterast nasname û pîvana asta axivêr jî derdixe pêş. Bi gotineke din zimanê mirovekî seviya wî ya perwerede û zanînê jî raber dike. Ziman neynika parçebûn, tehribat û kompleksên li ser kesayetiya mirovan e jî. Li rastiya xwe xwedî derketin, yan jî jê revîn nîşana vê ye. Wek mînak: em ziman ji dê û bavê xwe fêrbûn, dê û bavê me jî ji kal û pîrên me fêrbûne. Ku em wî zimanê dê û bavê xwe bi zarokên xwe nedin fêrkirin, di cihê wê de zimanê dê û bavên biyaniyan (mînak yê tirk, ereb) bidin fêrkirin, ev tê wê wateyê ku em ji dê û bavê xwe, ji kal û pîrên xwe şerm dikin, lema jî em zimanê biyanî layîqê zarokên xwe dibînin. Bi zimaneke tuj û tund ev heramzadetî ye.

Ziman qedexekirin, pêşî li pêşveçûna zimanan girtin wahşet û komkujiya herî mezin e û dijminahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê egerê jî Yekitiya Netewan (YN) sala 2008an wek sala zimanan pejirand û hin tedbîrên lijiyanêhîştina zimanan girt. Wek nimûne hin tekstên mînak bi zimanên di nav cendereya mirinê de ne, dan nivisandin. Herî zêde dewletên bênasnameyên bingehîn dijminahiya zimanan kirine. Wan ziman qedexe kirine, ango bi darê zorê li gor xwe nasnameyeke netewî afirandine. Wekî mînak: Dewleta Avusturalyayê, zimanê Awbircînan qedexe kir. Ger yekê/î bi wî zimanî biaxiviya, dikanîbû bihata bidarvekirin jî. Heman tiştî Dewleta Tirk anî serê me kurdan. Ev yek jî, li gel cinawirî, bênasnamebûn, bêçandbûn û bêsinciya dagirkerên tirk nîşan dide.

Qetliameke din a zimanan jî, zarava, devok û zimanên kêmaran e. Li piraniya welatên ku netew dewlet afirandine, zarava û devokên heremî hatine bişaftin, heta hin zimanên serbixwe jî di bin siya zaravayan de ketine bin pêla zimanê fermî. Li welatê me jî hewldaneke wiha heye, hinzarava wek zimanê fermî derketine pêş. Di vê rewşê de xetereya helandina zarava û devokan heye. Lê divê li her parceyên Kurdistanê û li her derên ku kurd lê dijîn, hemû kurdî bi her awayî werin parastin û pêşxistin.

Bi hêvîya kurd bi her awayî li zimanê xwe vegerin, roja zimanê kurdî pîroz be.

14.05.2020

Înstîtûta Kurdi ji bo Lêkolîn û Zanistî

li Almanyayê