Nirxandinek li ser pirtûka Şahmaran

 

Berî ku em di derbarê Şahmaran de dest bi nirxandinê bikin divê em bi çend hevokan behsa Alî Huseîn Kerîm bikin. Ji ber ku di aliyê zimanê kurdî de gelek xebat û berhemên wî yê bi nirx û qîmet hene. Wisa ye ku bi çend hevokan mirov navê hemû berhemên wî nikare binivîse.

Nezîkî 40 pirtûk nivîsandiye. Jîyana wî jî wek gelek nivîskar û rewşenbîrê Kurd salên dirêje li derveyî welat derbas dibe. Di nav berhemên wî de yên kû gelek ked û bi xebatek demdirêj hatiye çapkirin pirtûkên bi navê “BalkanYarımadasında Kürtler,” “Kütçenin Etimolojik Sözlüğü,” “Hurriler Khurritler Kürtler,” “Anabasîs a bi kurdî,” “Destan Helbest û Mîtolojiya Horiyan,” romanên bi zimanên kurdî, tirkî, romenî û Almanî, hejmareke mezin xêzeroman û sedan gotar li derbareyê dîrok, ziman û wêjeya kurdî nivisandiye. Mirov dikare bêje jîyana Alî Huseîn Kerîm di aliyê lêkolîneriyê de li ser dîrok û zimanê kurdî derbas bûye. Ji ber vê yekê pirtûka wî ya herî dawiyê li Tirkiyê hatiye weşandin (ya ku gelek kes bi nav zane) a bi navê ŞAHMARAN e. Ev pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Ar hatiye çapkirin ku di aliyê ziman û hûnandina naverokê de wek lûtkeya xebatên Alî Huseîn Kerîm e. Ev jî dibe sedem ku xwendevanên Kurd divê vê pirtûkê teqez bixwînin.

Bêgûman, dema kesên ku navê Şahmaran dibihîzin, çîroka serdema zaroktiya xwe bîrtînin. Ji ber ku hemû kesên temenguncan û gihîştibûn serdema çîrok û destanbêjiyê, çîroka Şahmaran, ji dêbavan û ji mezinên xwe teqez guhdarî kirine. Carna şevên sar yê zivistanê li dora sobeyên sergîn yan jî ezingan, carnan jî şevên henik yên havînan li ser banên xaniyên gundan di bin milyonan stêrkan de efsaneya ŞAHMARAN bikelecan dihate guhdarî kirin. Herwiha, di rojên wisa de miro digot, qey kozmolojî û jiyan bi hev re dikeve pêşbirkê.

Her çi kesên ku efsaneya ŞAHMARAN guhdarî dikirin yan jî dixwandin, du cure kesatî baş nasdikirin. Yek ji van zelûlî û timakariya mirovan, a din jî kesatiya Şahmaran a bi hêybet û dilsoz e. Dibe ku hin kes bêjin, “ev çîrok û xebroşk in, ji derî rastiyê ne.” Lê divê baş bizanibin ku hîç tiştek bê bingeh û derî jiyana daringî nîne. Efsaneya Şahmaran jî honandin, an jî, jihevanîneke bêwate nîne. Efsaneya ŞAHMARAN têkiliyên mirov û xezayê derbîran dike. Mijara wê tewaw pend û şîret in, hewil dide cenga neheq a ku mirov dijî xezayê dimeşînin rawestîne. Kirr û hêrsa ku dil û hişê mirovan dagirkiriye bi dilsozî û dilovaniyê paqij bike, ta ku li wir aramî û aşîtî bi cih be!

Wek zarokên Mezrabotan ên ku temenê wan li dora 30 salî, me hemûyan têra xwe pend û şîret ji çîrok, efsane û mîtolojiyan girtine. Dema mirov hinekî kûr difikire, hemû efsane û çîrokên ji mere hatiye vegotin, wateyên wan ên pir girîng hene. Tiştekî pir balkêşe ku nîgarên Şahmaran li ser balîv, kulav, xalîçe û curbicur tewnên kurdan wek berhemên hunerî derdihatin. Niha jî li diwar, palge, balîv û xalîçeyên kurdan, motîv û xwaşawirê şahmaran hertim li ser meye. Qey Şahmaran ji me re dibêje, “Ey kurê mirovan, di vê dinê de şêwazek tenê mêrxwasî heye, ew jî dilovanî ye; şêwazek tenê dewlemendî heye, ew jî, parîvekirin e. Xwînxwarî, dagirkerî, talan û destdirêjî hemû karê tirsoneka ye.

Tiştekî pir balkêşe ku, wexta yên ku çîroka Şahmaran guhdar dikirin bi fedîbûn û hurmet çavên xwe ji yên Şahmaran dizîvirandin.

Belê, Şahmaran di zaroktiya me de wek nav, wek têgîn wek hêzekî payebilind mînakê pîrozî û serbilindiyê bû. Mezinên me li dora xwe zarok kom dikirin û dest bi çîrokên efsaneyî dikirin. Di wan çîrokan de ewqas tiştên hêwilnok û bi hêcan hebûn ku, me xwe dixist bin lihêfa xwe û me serê xwe ji bin dernedixist. Me digot bila zû bibe sibe. Ji ber ku dema gelek çîrokan li şevê diqewimî, dema di guhdariyê de, hema yekî li paş me bigota “pix” me yê di bin xwe de bikira. Gelek dem û sal derbas bûn, paşê me ji xwe bi xwe dipirsî û digot, “gelo çima ew çîrokên wisa tirsnak ji me re vedigotin?” Helbet bersiva wê paşê em hînbûn, wek em niha çawa naxwazin zarokên me şevên reş û tarî serî hilnedin neçin çolistanan mezinên me jî heman disêwirandin. Helbet wateya wan çolistanan berfireh e, hin caran çemekî kûrü hin caran çiyayekî asê, hin caran ciyeyî dehl û deş, pir caran jî xerîbî bi xwe ye. Lê belê, vegotina efsaneya ti caran hizra me nedizvirande bi ber ve wargehên hêwilnak. Ji ber ku Şahmaran vegera li ser xwebûnê ye, em ji ciyên hêwilnak derbasî silametgehê dikirin. Wisa dikir ku, di cîhana giyanî a xwe de aşîtiyê pêkbînin.

Lîstikên me yên zarokayî yên xeter jî, li gorî çîrokên olî, ji aliyê dêbavên me dihat qedexe kirin. Mînak, navê Iîstika me ya yek Gogê bû. Kevirekî girover me dadihanî ser kevirekî mezin û em jê dûr diketin, me digot, “Kî bikaribe kevirê destê xwe bavêje li wê gogê bixe û gogê bipengizîne ew serdikeve.” Lîstikê bi wî awayî berdewam dikir. Bê gûman lîstika me xeter derdixist holê. Ew gog li laşê me kê biketa reş û şîn dikir û em ji erdê nikarîbûn rabûna. Ji ber wê mezinên me ji me re digotin, “Ev lîstik ne baş e, guneh e nelîzin.” Paşê sedema wê jî waha destnîşan dikirin û digotin. “di wexta xwe de Yezîd serê Hz. Huseîn jê kiriye û wek vê lîstika we, kevir avêtine serê Huseîn. Ji ber vê yekê guneh e nelîzin.” Bê çare me dev ji lîstikê berdida. Lê di wî temenê xwe da, me nizanîbû armanca wan ew e ku me ji xeteriya lîstikê dûr bixin. Ji vê derê tişta em fêm bikin ew e ku, mezinên me bi riya çîrokên olî û mîtolojîk jiyana me ya rojane rêk û pêk dikirin.

Niha bi pirtûka Alî Huseîn Kerîm, em dîsa vedigerin zaroktiya xwe û nîgarê Şahmaran di dîwarê malê li me dinere û bi pêre qey dibêjin hemû çîrokên ji mere hatine gotin, wek fîlmekî ji ber çavên me re derbas dibe.

Bi gelemperî, em çîroka Şahmaran bi awayekî kurt û rûbarî zanin. Lê Alî Huseîn Kerîm, di pirtûka xwe de bi awayekî berfireh ji me re behsa Camîsab û Şahmaran dike. Di destpêkê de li ser karaktera Camîsab disekine û piştre serboriya Camîsab destpê dike. Serboriya Camîsab, bi xayintîya ku hevalê wî bi wî dike destpê dike. Hevalên wî, ji bo hingivê di çalê derxistî bi wi re parve nekin, wî di bin çalê de dihêlin. Çawa ku birayên Yusif ji ber hestên pelikînî wî di bin bîrê de hiştin, hevalên Camîsab jî, ji bo malê dinê wî di çaleke kûr û tarî de bicîdihêlin. Wek tê zanîn, di gelek çîrokên mîtolojîk û olî de rolekê mezin a çal, bîr an jî şikeftan heye. Di çîroka Şahmaran de jî ev şêwyên toponomîkî bûne sedema serborîyeke dûrûdirêj. Wekî tê zanîn, Yusif di binê wê bîrê de pir dihizire, Hz. Muhammed di şikeftê de bi danezaniya olekî nû erkdar dibe. Hz. Îsa jî di şikeftê de karê pêşerojê amade dikir. Ne bitenê di mîtolojî an jî çîrokên Rojhilat de behsa wan tê kirin., Di çîrok û mîtolojiyên Rojavayî de jî mijara şikeft an jî çalan hatiye dagirtin. Wek mînaka balkêş (ku gelek kes wê dizane), çîroka “Alice Diyarê Derberz de” ye. Di vê çîrokê de jî keç a bi navê Alîce, dikeve kuna kevroşkekî û serboriya wê dest pê dike.

Em dîsa vegerin rewşa Camîsab. Di bin wê çala kûr û tarî de Camîsab gelek demdirêj dimîne. Her ku diçe hêviya wî ya jîyane qels dibe. Lê di heman demê de şîret û gotinên bavê wî tên bîra wî. Di pirtûkê de ev gotin û şîret bi hevokên gelek bi balkêş derbas dibe. Dema ku hêviya Camîsab li ber nemanê ye, di çalê de tîrejeke ronahiyê, ya bi qasî serê derziyekê bala wî dikşîne û dîsa hêvîya wî zindî dibe. Bi dor vedana wê ronahiyê derbasî cih û warê Şahmaran dibe.

Belê, em dibêjin macera ya Camîsab di wê çalê de destpê dike lê belê di esasê xwe de Camîsab ji bo vê çîrok a mîtolojîk wek amûrekî ye. Ji ber ku destpêk û xilas bûn a çîrok e bi Camîsab pêk tê. Dema Camîsab demên dirêj li warê Şahmaran dimîne û dixwaze vegere welatê xwe, wê wextê Şahmaran naxwaze wî bişîne. Ji ber ku Şahmaran xinizîya mirovan dîtiye. Şahmaran li ser xayîntiya mirovan ji Camîsab re behsa serpêhatiyên xwe dike.

Niviskar ev xebata xwe wek çîrok di çîrokê de amade kiriye. Di serpêhatiyên Şahmaran de curbicur karakter hene. Ji wan lehengên sereke her yek xwadiyê çîrokekî ye. Hema mirov dikare bêje ku Şahmaran bi şêwazekî destanî vegotin û dahûrandina karektera ye. Ji wan yekî sereke jî Birqîyan e. Edî bi navê Birqîyan û yên havîrdora wî re kesayetî ya mirovan, daxwazên wan ên erjeng, timakariya wan a bêsînor, guhnederiya herdemî, takekesî, xinûzî, poşmanî û hwd. me tenê mirov, îfrît, cin, perî û ajalên mîtolojîk jî hene ku rola ji wana her yekî xweser e.

Dema mirov pirtûkê dixwîne, mirov dibîne ku di însan de başî-xirabî, zanistî-cahiltî, xayintî û wefadarî hemû bi hevokên gelek balkêş derketine pêş. Bê gûman di pirtûkê de gelek kes hene ku mirov navê wan di çîrokên mîtolojîk an jî yên olî de jî dibîne. Mînak bavê Camîsab Danial, Zulqarneyn, Şahsîmurg, Şewatdar, Haşirpanî û gelek navên din. Lê tişta herî balkêş, me baş baş nizanibû ku navên leheng û karaktêrên di çîroka Şahmaran de hemû bi zimanê kurdî ne. Ev pirtûka vê rastiyê jî derdixe holê.

Çîrok a Şahmaran berê me dide gelek warên dûr. Me bi gelek kesan re dide naskirinê û di nav hevokan de ji me re behsa gelek çîrokên efsaneyî dike. Gelek kes an jî bûyerên di pirtûkê de derbas dibe mirov dikare berfireh binirxîne lê belê mabesta me ewe ku em balê bikşîne ser efsûniya naverok a pirtûkê. Hêvî dikim bila kesên vê pirtûkê dixwînin nirxandinê pêkbînin.

Ceribandin a Alî Huseîn Kerîm ji Weşanxaneya AR demek nêz de derkketiye. Bi kurdiyeke ku qey dibêjin ji moxilkê re derbas buyî ve hatiye nivîsandin. Ji bo xwendina vê pirtûkê gelek sedemên me hene, lê belê gorî fikra min ev pirtûk di encama kar û xebatên A. Huseîn Kerîm de di aliyê naverokê de cihekî girîng digre.

JÎ ŞİKEFTA ŞAHMARAN MİROVAHÎ Û WATEYA JIYANÊ

Hamit AYDIN

Berî ku em di derbarê Şahmaran de dest bi nirxandinê bikin divê em bi çend hevokan behsa Alî Huseîn Kerîm bikin. Ji ber ku di aliyê zimanê kurdî de gelek xebat û berhemên wî yê bi nirx û qîmet hene. Wisa ye ku bi çend hevokan mirov navê hemû berhemên wî nikare binivîse. Nezîkî 40 pirtûk nivîsandiye. Jîyana wî jî wek gelek nivîskar û rewşenbîrê Kurd salên dirêje li derveyî welat derbas dibe. Di nav berhemên wî de yên kû gelek ked û bi xebatek demdirêj hatiye çapkirin pirtûkên bi navê “BalkanYarımadasında Kürtler,” “Kütçenin Etimolojik Sözlüğü,” “Hurriler Khurritler Kürtler,” “Anabasîs a bi kurdî,” “Destan Helbest û Mîtolojiya Horiyan,” romanên bi zimanên kurdî, tirkî, romenî û Almanî, hejmareke mezin xêzeroman û sedan gotar li derbareyê dîrok, ziman û wêjeya kurdî nivisandiye. Mirov dikare bêje jîyana Alî Huseîn Kerîm di aliyê lêkolîneriyê de li ser dîrok û zimanê kurdî derbas bûye. Ji ber vê yekê pirtûka wî ya herî dawiyê li Tirkiyê hatiye weşandin (ya ku gelek kes bi nav zane) a bi navê ŞAHMARAN e. Ev pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Ar hatiye çapkirin ku di aliyê ziman û hûnandina naverokê de wek lûtkeya xebatên Alî Huseîn Kerîm e. Ev jî dibe sedem ku xwendevanên Kurd divê vê pirtûkê teqez bixwînin.

Bêgûman, dema kesên ku navê Şahmaran dibihîzin, çîroka serdema zaroktiya xwe bîrtînin. Ji ber ku hemû kesên temenguncan û gihîştibûn serdema çîrok û destanbêjiyê, çîroka Şahmaran, ji dêbavan û ji mezinên xwe teqez guhdarî kirine. Carna şevên sar yê zivistanê li dora sobeyên sergîn yan jî ezingan, carnan jî şevên henik yên havînan li ser banên xaniyên gundan di bin milyonan stêrkan de efsaneya ŞAHMARAN bikelecan dihate guhdarî kirin. Herwiha, di rojên wisa de miro digot, qey kozmolojî û jiyan bi hev re dikeve pêşbirkê.

Her çi kesên ku efsaneya ŞAHMARAN guhdarî dikirin yan jî dixwandin, du cure kesatî baş nasdikirin. Yek ji van zelûlî û timakariya mirovan, a din jî kesatiya Şahmaran a bi hêybet û dilsoz e. Dibe ku hin kes bêjin, “ev çîrok û xebroşk in, ji derî rastiyê ne.” Lê divê baş bizanibin ku hîç tiştek bê bingeh û derî jiyana daringî nîne. Efsaneya Şahmaran jî honandin, an jî, jihevanîneke bêwate nîne. Efsaneya ŞAHMARAN têkiliyên mirov û xezayê derbîran dike. Mijara wê tewaw pend û şîret in, hewil dide cenga neheq a ku mirov dijî xezayê dimeşînin rawestîne. Kirr û hêrsa ku dil û hişê mirovan dagirkiriye bi dilsozî û dilovaniyê paqij bike, ta ku li wir aramî û aşîtî bi cih be!

Wek zarokên Mezrabotan ên ku temenê wan li dora 30 salî, me hemûyan têra xwe pend û şîret ji çîrok, efsane û mîtolojiyan girtine. Dema mirov hinekî kûr difikire, hemû efsane û çîrokên ji mere hatiye vegotin, wateyên wan ên pir girîng hene. Tiştekî pir balkêşe ku nîgarên Şahmaran li ser balîv, kulav, xalîçe û curbicur tewnên kurdan wek berhemên hunerî derdihatin. Niha jî li diwar, palge, balîv û xalîçeyên kurdan, motîv û xwaşawirê şahmaran hertim li ser meye. Qey Şahmaran ji me re dibêje, “Ey kurê mirovan, di vê dinê de şêwazek tenê mêrxwasî heye, ew jî dilovanî ye; şêwazek tenê dewlemendî heye, ew jî, parîvekirin e. Xwînxwarî, dagirkerî, talan û destdirêjî hemû karê tirsoneka ye.

Tiştekî pir balkêşe ku, wexta yên ku çîroka Şahmaran guhdar dikirin bi fedîbûn û hurmet çavên xwe ji yên Şahmaran dizîvirandin.

Belê, Şahmaran di zaroktiya me de wek nav, wek têgîn wek hêzekî payebilind mînakê pîrozî û serbilindiyê bû. Mezinên me li dora xwe zarok kom dikirin û dest bi çîrokên efsaneyî dikirin. Di wan çîrokan de ewqas tiştên hêwilnok û bi hêcan hebûn ku, me xwe dixist bin lihêfa xwe û me serê xwe ji bin dernedixist. Me digot bila zû bibe sibe. Ji ber ku dema gelek çîrokan li şevê diqewimî, dema di guhdariyê de, hema yekî li paş me bigota “pix” me yê di bin xwe de bikira. Gelek dem û sal derbas bûn, paşê me ji xwe bi xwe dipirsî û digot, “gelo çima ew çîrokên wisa tirsnak ji me re vedigotin?” Helbet bersiva wê paşê em hînbûn, wek em niha çawa naxwazin zarokên me şevên reş û tarî serî hilnedin neçin çolistanan mezinên me jî heman disêwirandin. Helbet wateya wan çolistanan berfireh e, hin caran çemekî kûrü hin caran çiyayekî asê, hin caran ciyeyî dehl û deş, pir caran jî xerîbî bi xwe ye. Lê belê, vegotina efsaneya ti caran hizra me nedizvirande bi ber ve wargehên hêwilnak. Ji ber ku Şahmaran vegera li ser xwebûnê ye, em ji ciyên hêwilnak derbasî silametgehê dikirin. Wisa dikir ku, di cîhana giyanî a xwe de aşîtiyê pêkbînin.

Lîstikên me yên zarokayî yên xeter jî, li gorî çîrokên olî, ji aliyê dêbavên me dihat qedexe kirin. Mînak, navê Iîstika me ya yek Gogê bû. Kevirekî girover me dadihanî ser kevirekî mezin û em jê dûr diketin, me digot, “Kî bikaribe kevirê destê xwe bavêje li wê gogê bixe û gogê bipengizîne ew serdikeve.” Lîstikê bi wî awayî berdewam dikir. Bê gûman lîstika me xeter derdixist holê. Ew gog li laşê me kê biketa reş û şîn dikir û em ji erdê nikarîbûn rabûna. Ji ber wê mezinên me ji me re digotin, “Ev lîstik ne baş e, guneh e nelîzin.” Paşê sedema wê jî waha destnîşan dikirin û digotin. “di wexta xwe de Yezîd serê Hz. Huseîn jê kiriye û wek vê lîstika we, kevir avêtine serê Huseîn. Ji ber vê yekê guneh e nelîzin.” Bê çare me dev ji lîstikê berdida. Lê di wî temenê xwe da, me nizanîbû armanca wan ew e ku me ji xeteriya lîstikê dûr bixin. Ji vê derê tişta em fêm bikin ew e ku, mezinên me bi riya çîrokên olî û mîtolojîk jiyana me ya rojane rêk û pêk dikirin.

Niha bi pirtûka Alî Huseîn Kerîm, em dîsa vedigerin zaroktiya xwe û nîgarê Şahmaran di dîwarê malê li me dinere û bi pêre qey dibêjin hemû çîrokên ji mere hatine gotin, wek fîlmekî ji ber çavên me re derbas dibe.

Bi gelemperî, em çîroka Şahmaran bi awayekî kurt û rûbarî zanin. Lê Alî Huseîn Kerîm, di pirtûka xwe de bi awayekî berfireh ji me re behsa Camîsab û Şahmaran dike. Di destpêkê de li ser karaktera Camîsab disekine û piştre serboriya Camîsab destpê dike. Serboriya Camîsab, bi xayintîya ku hevalê wî bi wî dike destpê dike. Hevalên wî, ji bo hingivê di çalê derxistî bi wi re parve nekin, wî di bin çalê de dihêlin. Çawa ku birayên Yusif ji ber hestên pelikînî wî di bin bîrê de hiştin, hevalên Camîsab jî, ji bo malê dinê wî di çaleke kûr û tarî de bicîdihêlin. Wek tê zanîn, di gelek çîrokên mîtolojîk û olî de rolekê mezin a çal, bîr an jî şikeftan heye. Di çîroka Şahmaran de jî ev şêwyên toponomîkî bûne sedema serborîyeke dûrûdirêj. Wekî tê zanîn, Yusif di binê wê bîrê de pir dihizire, Hz. Muhammed di şikeftê de bi danezaniya olekî nû erkdar dibe. Hz. Îsa jî di şikeftê de karê pêşerojê amade dikir. Ne bitenê di mîtolojî an jî çîrokên Rojhilat de behsa wan tê kirin., Di çîrok û mîtolojiyên Rojavayî de jî mijara şikeft an jî çalan hatiye dagirtin. Wek mînaka balkêş (ku gelek kes wê dizane), çîroka “Alice Diyarê Derberz de” ye. Di vê çîrokê de jî keç a bi navê Alîce, dikeve kuna kevroşkekî û serboriya wê dest pê dike.

Em dîsa vegerin rewşa Camîsab. Di bin wê çala kûr û tarî de Camîsab gelek demdirêj dimîne. Her ku diçe hêviya wî ya jîyane qels dibe. Lê di heman demê de şîret û gotinên bavê wî tên bîra wî. Di pirtûkê de ev gotin û şîret bi hevokên gelek bi balkêş derbas dibe. Dema ku hêviya Camîsab li ber nemanê ye, di çalê de tîrejeke ronahiyê, ya bi qasî serê derziyekê bala wî dikşîne û dîsa hêvîya wî zindî dibe. Bi dor vedana wê ronahiyê derbasî cih û warê Şahmaran dibe.

Belê, em dibêjin macera ya Camîsab di wê çalê de destpê dike lê belê di esasê xwe de Camîsab ji bo vê çîrok a mîtolojîk wek amûrekî ye. Ji ber ku destpêk û xilas bûn a çîrok e bi Camîsab pêk tê. Dema Camîsab demên dirêj li warê Şahmaran dimîne û dixwaze vegere welatê xwe, wê wextê Şahmaran naxwaze wî bişîne. Ji ber ku Şahmaran xinizîya mirovan dîtiye. Şahmaran li ser xayîntiya mirovan ji Camîsab re behsa serpêhatiyên xwe dike.

Niviskar ev xebata xwe wek çîrok di çîrokê de amade kiriye. Di serpêhatiyên Şahmaran de curbicur karakter hene. Ji wan lehengên sereke her yek xwadiyê çîrokekî ye. Hema mirov dikare bêje ku Şahmaran bi şêwazekî destanî vegotin û dahûrandina karektera ye. Ji wan yekî sereke jî Birqîyan e. Edî bi navê Birqîyan û yên havîrdora wî re kesayetî ya mirovan, daxwazên wan ên erjeng, timakariya wan a bêsînor, guhnederiya herdemî, takekesî, xinûzî, poşmanî û hwd. me tenê mirov, îfrît, cin, perî û ajalên mîtolojîk jî hene ku rola ji wana her yekî xweser e.

Dema mirov pirtûkê dixwîne, mirov dibîne ku di însan de başî-xirabî, zanistî-cahiltî, xayintî û wefadarî hemû bi hevokên gelek balkêş derketine pêş. Bê gûman di pirtûkê de gelek kes hene ku mirov navê wan di çîrokên mîtolojîk an jî yên olî de jî dibîne. Mînak bavê Camîsab Danial, Zulqarneyn, Şahsîmurg, Şewatdar, Haşirpanî û gelek navên din. Lê tişta herî balkêş, me baş baş nizanibû ku navên leheng û karaktêrên di çîroka Şahmaran de hemû bi zimanê kurdî ne. Ev pirtûka vê rastiyê jî derdixe holê.

Çîrok a Şahmaran berê me dide gelek warên dûr. Me bi gelek kesan re dide naskirinê û di nav hevokan de ji me re behsa gelek çîrokên efsaneyî dike. Gelek kes an jî bûyerên di pirtûkê de derbas dibe mirov dikare berfireh binirxîne lê belê mabesta me ewe ku em balê bikşîne ser efsûniya naverok a pirtûkê. Hêvî dikim bila kesên vê pirtûkê dixwînin nirxandinê pêkbînin.

Ceribandin a Alî Huseîn Kerîm ji Weşanxaneya AR demek nêz de derkketiye. Bi kurdiyeke ku qey dibêjin ji moxilkê re derbas buyî ve hatiye nivîsandin. Ji bo xwendina vê pirtûkê gelek sedemên me hene, lê belê gorî fikra min ev pirtûk di encama kar û xebatên A. Huseîn Kerîm de di aliyê naverokê de cihekî girîng digre. Ez bawerim ev pirtûk jî ji bo ziman, lêkolîn û wêje ya kurdî cihekî xwe yê girîng wê bigre.

 Hamit

Ev nivis di 15ê gulanê 2020an de di Gazete Duvar de hatiye weşandin.

Ez bawerim ev pirtûk jî ji bo ziman, lêkolîn û wêje ya kurdî cihekî xwe yê girîng wê bigre.