ROJA ÇÎROKAN -1 - Mahmut Aydın

 

Zarok hewceyê çîrokan in

Bi rastî ev çima wisa ye? Psîkologê zarokan ê Amerîkî Bruno Bettelheim ev hevok wiha formûle kir û ew kir sernavê pirtûka xwe ya herî navdar: "Zarok ji çîrokan hez dikin" - Em her yek, hemû ji zaroktiya xwe vê yekê, ango çîrokê tînin bîra xwe. Lê çima hewcedariya zarokan bi çîrokên dêwên heftserî, Teyrê Sîmir, Mîrze Miheme, gurê har, pîra cazû, sêrbaz û keçmîran heye?

 Zarok çîrokan ji mezinan cûdatir fêhm dikin. Dema ku ew di nav çîrokekê de diherikin, çîrok ji bo wan  dibe rastî û ew bi lehengê vegotinê re xwe yek dibînin. Ji ber vê sedemê zarok ji çîrokan bandoreke diyarde digirin û bi saya avahiya çîrokê ya zelal, ji bo jiyana xwe fêrî hin nirxên bingehîn dibin.

Çîrok çi fêrî zarokan dikin

Çîrok bi piranî sade ne. Naverokên wan zelal in û bi hêsayî tên fahmkirin. Di wan de karakterên baş û xirab hene, di dawiyê de baş her gav serfiraz dibe û xerab jî tê darizandin. Rewşên herî metirsîdar jî ji hêla lehengên çîrokê ve têne fêr kirin û hingê jî, gava ku her tişt bi tevahî bêhêvî xuya bike, cardin ew tê bi dawiyeke xweş diqede.

Bi van peyamên zelal helwestek bingehîn a erênî û jiyaneke xweş û bi hêvî bi zarokan re radigihîne. Xwe bi karakteran dide nasîn, bi rewşên ku xwe bi xwe jiyaye re berawirdan dike û tevgerê bi qismî bi jiyana rojane ve girêdide. Ev pêvajo bi zanebûn nayê kirin. Zarok di derbarê hestên xwe de ji peyama çîrokan fêhm dikin û aliyê wê yê psîkolojîk dixwînin, bi serê xwe bi serpêhatî û hestên xwe dibe beşek ji damezrandina karakterê zarokan.

Çîrok di têkiliya di navbera vebêjer û guhdarvan dijî

Bi xweşikî li ser qenepe an di nav nivînan de çîrokên razanê yên êvarî, çîrokên perî û keçmîran ên xwendinê di navbera vebêjer û zarok de têkiliyekî pir taybetî diafirînin. Vebêjer û guhdarvan herdu jî xwe di nav çalakiyê de dibînin û hîs dikin, hestekî civakîbûnê diafirînin. Ev ji bo zarokan dibe afirandina hestê ewlehî û ahengê jî. Dema xwendinê ji têkiliya dêûbav û zarok re alîkariyeke diyarker dike.

Çîrok li derveyî cihana me ne?

Gelek dêûbav ditirsin ku çîrok dikarin di cihana zarokên wan de bibin sedemê pêkhatina dîmenên cihaneke nayê naskirin û ji rastiyê dûr û derî li têgihîştina zarokan a xeyalkirina rastiyan û cihaneke nediyar vebikin. Ya rast, berevajî vê, di çîrokan de taybetmendiyên karekterê mirovan, hêz û qelsiyên wan têne guftugoh kirin. Zarok jî bi zelalî dikarin armanc û peyaman fahm bikin. Çîrok li ser nakokî û çareseriyên heman nakokiyan in. Li ser vê rastekê çi dikare nêzîkê rastiya me ya rojane bibe? Bi saya zelaliya zimanê wan zarok baş û xirab dabeş dikin, fêr dibin ku hawîrdora xwe dadbar bikin û bi ramanekî zelal exlaqê xwe pêşve bixin.

Temenê rast ji bo çîrokan

Zarokên pir biçûk jî ji çîrokan hez dikin. Ger zarokek bikaribe guhdarî bike, ew zarok dikare çîrokan jî bibihîse û guhdarî bike. Ji bo zarokên piçûk gelek çîrokên bi zimanekî „sivik“ hatine nivîsandin hene ku piraniya wan bi wêneyan hatine dîtbarkirin. Piraniya çîrokên zarokan kurt in û naverokên wan hêsan in. Di bingeha xwe de çîrok bi taybetî, ya rastî, ne ji bo zarokan hatine nivîsandin û pêkanîn. Lê belê ew di nav demê de, piştî dem û pêvajoyên domdar bûne çîrokên zarokan.

Dema em ji zarokan re çîrokan dixwînin, divê çavên me li ser wan be, em di heman demê de çavdêriya wan jî bikin. Heke ew bêzar bûn an jî bêhnteng bûn, em ê zû têbigihêjin, ku an bala zarok belav bûye û ew dest bi tevlihevkirinan dike, ji bam e diçe an jî radikeve. Di vê rewşê de pêdivî pê heye ku em berî vebêjîna çîrokê, divê em hinekî din jî bi aram bin, bi sebir bin.

Ji bo çîrokên zarokan jî wekî hemû çîrokên din, ev tişt jî derbasdar e: Tenê vegotineke çalak dikare guhdarkirîneke çalak bîne. Ne hewce ye ku em bi xwendineke şanogerî bixwînin an jî vebêjin, lê xwendineke bi teqil û wênayên bi nivîsê re dikarin naveroka çîroka me zîndetir û balkêştir bikin.  Mirov dikare bi saya derbirîn û tevgerên rû çîrokê zinde û watedartir bike.  Divê dema vegotin û xwendinê, kesê vebêjer û xwendekar çîroka xwe de xwe hîn kûrtir di nav çalakiyê de bide hîskirin, lewra ev gelek girîng e.

 Mahmut Aydin