ROJA ÇÎROKAN - 2 - Mahabad Felat

 

 

Mirov yan xwediyê çîrokê ye, yan jî dizê çîrokê ye.  

Yan jî, kujerê çîroka kesekî din e û pêre xwe jî dikuje. Heya serî li kevir nekeve jî, hay ji xwe nabe.

Çîroka Habîl û Kabîl e ev jiyan!

Gel û civak, li ser çîrokên xwe, an jî li ser çîrokên gel û civakên din dibine xwediyên felsefeyeke jiyanî û jiyana xwe li dora wê felsefeyê dihonin, şîn dibin, bi pêş dikevin.

Em xwediyên çîroka herî kevnar in. Hemû ol û şaristanî, hemû felsefeyên jiyanî li ser vê çîroka ku bingeha xwe ji şirove û ravekirinên liv û tevgerên xwezayê digirin zîl dane, şîn û geş bûne.

Dema çîrokek tê dizîn, teqez tê manîpulekirin û dizê çîrokê, wê çîrokê li xwe, li rastiya jiyana xwe tîne, ji nû ve dihone, reng û teşe didê û li ser wê, di çarçoveya rastiya erdnîgarî û civaka xwe de, xwe ji nû ve dihone. Êdî ew çîrok, ji bingeha xwe ya rasteqîn pir bi dûr dikeve, dibe rastî û felsefeya jiyana gelên din.

Tişta bi serê me ve hatiye, kurt û kurmancî ev e; 3 hezar sal berê çîroka me hate dizîn. Ew çîroka ku hemû karakterên xwezayî kiribû kodên kesayetiya me û ya civaka me, hatine manîpulekirin,

Dem û dewran derbas bûn, me çîrokên xwe ji bîr kirin û me yên ji me hatine dizîn û manîpulekirin girtin û kirin rengê jiyana xwe. Pêre kodên me şikestin û em ji xwe bi dûr ketin.

Çîrok, dibine reng û teşeya jiyana me. Tirsên me, pirsên me, xewn, xiyal, armanc û daxwazên me, hemî di çîroka me de veşarî ne. Ev hemî jî dema çîrok a meriv be dikarin saf û pak bimînin. Lê eger çîrok bi diziyê gemirî be, ev hemî jî bi wê gemarê têne honan û giyan, pêre jî jiyan digemire, çîroka rastî, li gel xwediyê xwe, di bin wê gemarê de têne jibîrkirin.  

Û çîrok, dibe şerê herî dirêj û erjeng ê miroahiyê. Dizên çîrokê bi înkariya herî mezin a vê jiyanê, her hewl didin çîroka rastîn û xwediyên wê çîrokê bidine jibîrkirin. Lewre roja ku rastî û ronahiya rojê car din bi hev şa bibin, dê diz di nav tariya xwe de wenda bibin. Her bi vê tirsê jiyan. Tirs, bû rengê hoveberiya wan.

Tirs serxwirê xwediyê xwe ye û dê ew gemar ji ser me û ji ser çîroka me bê hildan. Em dê car din bi ronahiya rojê re şa bibin. Lew egîdên vî gelî, li dû çîroka xwe ya destpêkê, pelên dîroka bi derew û manîpulasyonan gemiriye ji nû ve bi tîpên zêrîn dinivîsin û dê xwe bigihêjînine çîroka bav û kalan, şik ji vê nîne.

Loma ye ku divê her kurdek xwedî li çîroka xwe derkeve, ev erka sereke ye. Lewre heya em nebine xwe, em ê nebine tu tiştekî din.

14 reşemiyê Roja Çîrokên Cîhanê pîroz be.

Mahabad Felat

2021-01-28