ROJA ÇÎROKAN - 3 - Fêrgîn Melîk Aykoç

 

Ez dem bi dem bi wêjewanên Alman re li ser mijara; „Berê gotin yan çîrok hebû?“ ketim nava gengeşiyê. Lewre mirov dikane çîrokekê bi mîmik, tevgerên mil û destan, ango di form û awayê pandomimê de jî vebêje. Gelek caran şempaze û gorîla jî bi mil, mîmik û deng derxistinan çîrokek ji koma xwe re vedibêje. Ev awa vegotin, li ba hin êlên wekî 10 000 sal berê di nava daristanên Amazonayê de dijîn jî heye. Dema em bi van mînakan birêkevin, dikanin bêjin; mirovên berê jî dema ji nêçîrê, yan jî ji berefkirina mêwe û pincaran vedigeriyan, bi awayê niv pandomîmê çîrokên xwe vedigotin. Lema mirov bi hêsanî dikane bêje ku piştî awaz û deng; çîrok vegotineke herî bingehîn e, heta bingehê azmûn û hemû destanan e. Helbest jî li ser bingehê şahiya serkeftin, bi destxistin, çîrokên nêçîrvanî û berevkirinê pêkhatine.

Gelek çîrokên gelê me bi rêya dengbêjiyê û çîrokbêjiyê gihîştine vê serdema me. Di salên 1950  û salên 60 de li gundan hima bigire li her taxê ode yan jî dîvanên mezin hebûn, gundî li wan malan diciviyan çîrokbêjan çirokên xwe dengbêjan jî sitranên xwe pêşkêş dikirin. Gelek caran çîrokên nîv vegotinî û nîv bi sitran yan jî helbestî jî pêşkêş dikirin. Min bi xwe gelek caran wek zarok di wan civatan de cih girtiye û ew guhdarî kirine. Her wiha hinan jî serpêhatiyên xwe vedigotin. Bi gotineke kurt li her çengê Kurdistanê ev awa dîvan yan jî lîwanên mezin hebûn û çîrokên bav û kalan dihatin vegotin, ji nivşan derbasê nivşên din dibûn.

Piraniya van çîrokan jî bi rastiyên dîrokî dagirtîne. Minak çîroka „Comerd /Gamor / Gayê Mardo /Gomert“ çîrokek dîrokî ye. Di giştan de pîrekî kamil li dij qralekî zalim şer dike. Ev çîroka  Gaumada yê nevîyê Aştiyago ye. Li Bestuna Kirmanşanê hem bi nivîsên mixî û hem jî bi rolyef heye. Lema tim dinivîsim û dibêjim, yeke çîrokên gel nizanibe, bila li ser dîroka me gotinekê jî nenivîsîne û rastiyên me tevlihev neke.

Piştê çîrokên mesnewî wekî „Ferhatê Kelhûrî û Şîrîna Mîhranî ya“ (Ferhat û Şîrîn) Nîzamî, Mele Mehmûdê Bazidî kurte çîrokên kurdî nivîsî, Aleksander Jabo jî ew li Rûsyayê çap kir. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje; gorbihuşt Mele Mehmudê Bazidî berê Faris, Ereb û Tirkan çîroka bi Kurdî nivîsî ye. Bi hêviya mihrîcaneke çîrokan ya Mele Mehmûdê Bazidî were organîzekirin.

Bi van kurte agahiyan ve roja çîrokên cihanê li hemû çîroknîvs û li gelê me pîroz be û serkeftin.

Fêrgîn Melîk Aykoç