Pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî

Herwekî ku tê zanîn, di roja 21ê Sibata 1952yan de xwendekarên Bengalî ji bo ku zimanê Bengalî bibe zimanekî fermiyê Pakîstanê çalakiyek bi wate li darxistin. Ew çalakî di sala 1956an de gihîşt encameke pîroz û zimanê Bengalî bi zumanê Urdu re bû zimanekî fermî yê Pakistane. UNESCO yê jî di sala 1999an de roja 21ê Sibatê weke roja zimanê dayike îlan kir. Ev roja zimanê dayikê ji aliyê hemû neteweyên cîhanê ve hat pejirandin û îro li hemû cîhanê roja 21ê Sibatê weke roja “Zimanê Dayikê” tê pîrozkirin.

Şermeke mezintirîn e ku hê jî li ser ziman û çand, wêje û dîroka gelê kurd qirkirin heye û siyaseta bişaftinê bi gelek şêwazên cûr bi cûr berdewam e. Dîsa şermeke navneteweyî ye ku hê jî zarokên Kurd li welatê xwe bi zimanê xwe yê dayikê nayên perwerdekirin û hizr û ramana xwe, ku bi ziman û çanda serdest bi rêve dibin. Dîsa jî şermeke mezintirîn e ku îro li bakur û rojhilatê Kurdistanê zêdeyî pêncî milyon Kurd hê jî di bin qirkirineke dijwar, a ziman û çandê de ne.

Divê bê zanîn ku ji destpêka mirovahiyê hetanî îro Kurdistan bi deşt, çiya û zozanên xwe, bi kanî, çem û rûbarên xwe, bi rehek/nebat û ajalên xwe ve erdnîgariyeke gelek dewlemend e. Ji ber ku hemû heyiyên vê erdnîgariyê bi ziman tên pênasekirin, di warê aborî, çandî, wêjeyî, hunerî, zanistî, dîrokî û civakî de her wiha di warê avahîsazî û avakirinê de çi berhênan û afirînderî hatibin kirin, hemû di zimanê kurdî de hene. Tê dîtin ku zimanê gelê me hafizeya wî bi xwe ye. Ji ber van egeran zimanê kurdî bi dewlemendiya xwe jî di nava deh zimanên serekeyên cîhanê de cihê xwe girtiye.

Zimanê kurdî, wekî gelek zimanên din, ji zarava û devokan pêk tê. Gelên ku xwedî neteweyîbûna xweser in, zimanê wan bûye zimanê bazara aborî û perwerdehiyê. Her çiqas zimanê kurdî heta vê rojê xwe parastibe jî, bi taybetî li bakur û rojhelatê Kurdistanê bi bişaftinê re rû bi rû maye.

- Li başûrê Kurdistanê; ji ber ku di destûra dewleta fedrala Iraqê de fermiyeta zimanê kurdî hatiye qebûlkirin di hemû dezgeh û saziyên fermî de zimanê kurdî tê bikaranîn. Lê belê ji ber sedema tunebûna siyaseteke stratejîk, a li ser ziman û pilanên zexelên li ser ziman, li vê herêmê rewşa zimanê kurdî aloz û şerpeze ye û bi gelek astengiyan ve rû bi rû ye. Divê hikûmeta herêma Kurdistanê bi lezgînî van alozî û astengîyên li pêşiya zimanê kurdi çareser bike. Bi şêwazeke cidî ji bo birêxistinkırın û bisazîkirinê di kenal û platformên ziman û perwerdehê de xebatan bike.

- Li rojavayê Kurdistanê; he çiqas rojavayê Kurdistanê bi rewşeke hestiyar, di bin şert û mercên ne asayî de û di bin metirsiya dagîrkerî, şer û berxwedanê de be jî, di warê xwedîlêderketin û bikaranîna ziman de vîneke xurt nîşan dide. Rêveberîya xweser di saziyên xwe yên perwerde û fêrkirinê de li gorî demografîya herêman proseya xwendina bi zimanê kurdî, erebî û suryanî ava kirîye û perwerdeha bi zimanên dayikê bi kar tîne.

- Li bakur û rojhelatê Kurdisatanê; Li Tirkiye û Îranê, ji bilî zimanê fermî (her wekî zimanên tirkî û farsî) perwerdeha bi zimanê dayikê ne pêkan e. Pergala nîjadperestî, ya desthelatdariya dewletên dagirker, bi hêncetên mezhebî -olî û yasayî zimanê kurdî û zimanên din yên pêkhateyên Kurdistanê di bin metirsîyeke mezin de ne. Bi taybetî jî zarava û devokên “hawramî, maço, dimilî (kurmanckî-zazakî), kelhurî û yên din, herweha zimanên asûrî, suryanî, kildanî û ermenî jî” di bin heman rewşa xerab de ne. Her wiha hîn ji zaraveyên kurdî li başûr jî bi vê metirsiyê re rû bi rû ne. Bi taybetî armanca van deweletên mêtinger, bişaftin û ji holê rakirina zimanê kurdî ye. Di heman demê de zimanê pêkhateyên din jî bi tunebûne re rû bi rû ne.

Her wiha, heke ku gelek zimanê xwe ji bîr bike û ji zimanê xwe qut bibe, wê ji mîrateya gelê xwe, ya di warê çand, wêje, dîrokî û ji xwezaya welatê xwe jî bêpar bimîne. Dîsa heke zaroyên gelekî bi zimanê xwe yê dayikê neaxêvin, ne dahatûya wan zarokan, ne jî dahatûya wî gelî mîsoger e û wê ew gel di encamê de têkbiçe.

Bi vê boneyê, bangawaziya me ew e ku di her qada jiyanê de em li zimanê xwe xwedî derkevin, pê biaxivin, pê bixwînin, pê binivîsin û pê bijîn. Ya herî girîng jî ew e ku zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û li ser vî hîmî bibin xwediyê nirxên neteweyî.

Bi vê hêviyê em, “Roja Zimanê Dayikê, ya Navneteweyî” li hemû gelên cîhanê, bi taybetî li gelê kurd û li gelên din ên Kurdistanê pîroz dikin.

Înstîtûta Kurdî Jo Bo Lêkolîn û Zanistî, li Almanya

21.02.2024