Nûçe

Birîna Bê Derman Helepçe

Li ser birîna dawiya sedsala 21an ango komkujiya ku Saddam bi navê Baasa serwera Iraqê li ber çavên cihana wîjdankor da pêkanîn re tam 36 sal derbasbûn, lê birîn hê jî kewa nebûye. Di wê komkujiya kîmyewî de li dora 6000 jin, zarok û kalên Kurd jiyana xwe ji destdan. Vê xwînxwariyê li cihana kerr û lal wek şokekê deng veda. Her çendî pergala Baasîzmê li pey wê derbeyeke mezin xwaribe û ketibe nav pêvajoya têkçûnê jî, hê jî bêhna gaza xerdelê ji wê xakê tê.

Pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê ya 8ê Adarê

 

ROJA JINÊN CÎHANÊ YA 8Ê ADARÊ PÎROZ BE!

Pîrozbahiya Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî

Herwekî ku tê zanîn, di roja 21ê Sibata 1952yan de xwendekarên Bengalî ji bo ku zimanê Bengalî bibe zimanekî fermiyê Pakîstanê çalakiyek bi wate li darxistin. Ew çalakî di sala 1956an de gihîşt encameke pîroz û zimanê Bengalî bi zumanê Urdu re bû zimanekî fermî yê Pakistane. UNESCO yê jî di sala 1999an de roja 21ê Sibatê weke roja zimanê dayike îlan kir.

Daxwiyaniya Kursa Ziman

DKZ

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê

 

Çanda kê qir bibe, ew bê ser û şûn dibe

 

  • Xebatên ku divê di civakên mêtingeh de ji têkoşînên leşkerî û siyasî zêdetir girîng bê dîtin, bêguman xebatên çandî û hunerî ne. Xebata çandî pirr girîng e ku nikare bibe qurbaniya xebateke din.

ŞUKRU GEDÎK

SERSAXIYA XEMGÎNÎ

 

Me dîsa welatparêz û rewşnebirekî kurd î hêja wendakir. Masoste û nivîskarê mezin Heyder Işık îro xatir ji me xwest û çû ser dilovaniya xwe. Mamoste Heyder li gel endametiya Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û Zanistî, di gelek sazî û rêxistinên kurt ên neteweyî yên din de jî cih girt û hetanî roja dilovaniyê ew erkên xwe yên neteweyî yên pîroz bi dil û can pêk anîn.

Kovara “LÊKOLÎN Hejmar 20” bi navê “KURDOLOJΔ derket

 

Ev çend sal in, kovara me ku hîmê xebata me ye, nehatibû weşandin. Bi vê hêjmara Lêkolînê ya 20an me xwest em dîsa gaveke girîng bavêjin.

Enstîtuya Kurdî roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir

 

Komîteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi daxuyaniyekê 21’ê Sibatê roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê pîroz kir.

Image removed.

Rapora PENa Kurd-21.02.2021 Roja Zimanê Dayîkê

PÊŞVEBIRINA ZIMANÊ KURDÎ- Rapora PENa Kurd-21.02.2021 Roja Zimanê Dayîkê