Elî Herîrî

Elî Herîrî

1009-1078 P.Z.

Elî Herîrî: Di nav helbestvanên Kurdan de yê ku piştî Îslamiyetê cara yekemîn bi zaravaya kurmancî nivisîye, Elî Herîrî ye.

Di der heqê Elî Herîrî de agahdariyên zelal di destê me de tunin, piraniya tiştên ku di derheqê wî de wek belge ji alî Aleksander Jabayê Rûsî ve hatîye heta roja îro. Ji xeynî Jaba tiştên ku heta îro gihiştîne destên me yên bi devkî ne. Elî Herîrî di dema xwe de wek Şêx Elî Herîrî hatîye bi nav kirin. Navê wî yê din jî Elî Termaxî ye.

Di derbarê jidayîkbûna Elî Herîrî de du dîtin hene. Ya yekem; li gor rojhilatnasê Fransî û Celadet Bedîr-Xan Herîrî di sala 1425´an de ji dayîk bûye û di sala 1495´an de çûye ser dilovaniya xwe. Ya duyem; li gor Aleksander Jaba Herîrî di 400 (zayînî 1009/1010) saliya koçî de li gundê Herîrê hatîye dinê û di 1079/1080´yê zayînî de jî koça dawî kiriye.

Li ser gundê Herîrê jî, du dîtin hene. Hin dibêjin, Herîr li herêma Soran e û Herîrî jî Soranî ye, lê Aleksander Jaba vê yekê rast dike û dibêje, Herîr gundekî Şemzînan a bi Hekariyê (Colemêrg) ve girêdayî ye.

Ji aliyê gelek kes û ansîklopediyan ve qala diwaneke wî tê kirin. Lê hetanî îro kesekî dîwana wî li ber destan nedîtiye. Helbestên wî gelek bi qaîde û bi bingeh in. Helbestên wî di nava gel û di medreseyên kurdan de dihatin jiberkirin, xwendin û hezkirin. Di helbestên xwe de sê nav bi kar anîne: Elî, Eliyo û Şêx Elî.

Herîrî jiyana civaka kurd baş naskiriye û diyar kiriye. Bandora wî li ser gelek helbestvanan çêbûye. Navê Herîrî di Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de wiha derbas dibe.

Min dê 'elema kelamê mewzûn
'Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira 'Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi b'kim ko qewî kesad e bazar

Ger Hûn Bibînin Narê Eşq

Ger hûn bibînin naré eşq,
Tené li bom zarî dikin,
Her kes bizanét halé eşq
Bi hîle dijwarî dikin.

Bi halé eşq bexîl bûbûm
Her dem di dem zelîl dibûm,
Bé réh û bé delîl dibûm
Her kes bi xemxwarî dikin.

Hûn bar mekin xemén di zor,
Le hesreta vardén di sor
Çavé di reş bisk téne dor,
E’ nîya bi nûr tarî dikin.

E’ nîya bi nûr zilf têne ser,
Rengîn dibin şems û qemer,
Reşmar ji perdané neder,
Li er’era yarî dikin.

Hoş û er’ era şimşa diket,
Teşmîn reva sebir û xîret,
Qahû medet, ahu medet
Çeşman çi xubarî dikin.

Çavé li rojé bîne kom,
Came mey anî ji bom
Emir kir lazim vexom,
Mestî j imin jarî dikin.

Mest û şerab qendavé,
Êsir û bendét vé şevé
Ger vesfé yaré ez bibém
Hûn terkî huşyarî dikin.