DI ALFABEYA KURDÎ DE HIN “DENGÊN SÊWΔ

Şoreşa Kurdistanê di cihanê de dengveda ye. Ev jî bûye sedema zêdebûna dost û hevalên kurdan. Lê dost û hevaltiya rastî ew e ku mirov zimanê hevûdu jî bizanibe. Ji ber vê gelek biyanî xwe fêrî zimanê kurdî dikin. Ji nav wan nasekî min ê romen jî heye. Ev du salin em hevûdu nasdikin. Her car em rojên taybet, cêjin û şadiyan bi riya têlefonê yan jî medya civakî bi hev re dinivisînin yan jî diaxifin. Ya rastî heya niha camêr hertim li min digeriya û halwaxtê min dipirsiya. Min dizanibû ku ewê bi riya telefonê yan jî facebookê sersala min pîrozbike. Belê êvara 31.12.2020 her wisa qewimî û wî telefonî min kir. Wek herdem ew bi nêta ku kurdiyeke xwaş û herikbar diaxife biselimîne, min telefon vekir û berya ku ez bêjim “alo!” wî bi kurdî gote min:

“Êvar baş birêz, sala te ya nû pîroz be!”

Her wisa em ketin nav û me galgala xwe bi kurdî domand. Wî ji mala bapîrê xwe têlefon dikir. Ez jî hizirîm min go, çêtire sersala bapîrê wî jî pîroz bikim. Lê wî go:

“Bapîrê min ker e.”

Ez hinekî bêdeng mam. Ji ber ku bapîrê xwe wek wî ajalê guhdirêj, bisim û çarling, yanê wek kerekî dida nasîn. Piştî bêdengiya çend çirkeyan wî got:

“Ji kerema xwe re şaş tênegihêjî, guhê wî baş nabîzin, paşê ezê jê re behsa pîrozbahiya cenabê te bikim.”

Her wisa, encax hîngê ez pirsgirêkê hesiyam. Mixabin dostê min fêrî dengê “k” ya kukerê guhdirêj destnîşan dike bûye, lê fêrî dengê “k” ya kerê belengaz ê ku guhên wî nabîzin nebû ye. Min jê re bi kurtî behsa cudabûna dengan kir, lê zêde halî nebû, got:

“Diyare hûn gelekî bonkêr in, wek Kerkûk û Sîncarê we dengên zimanê xwe jî pengizandiye û avêtiye.”

Piştî vê bûyerê min di hişê xwe de got:

“Gelo çend biyaniyên ku dixwazin fêrî kurdî bibin, wek vî dostî gelek peyvên kurdî şaş bilêvdikin?”

“Gelo di vî warî de rewşa zaro û ciwanên kurdan ên li diyasporayê çawa ye?”

“Gelo çima hin dengên kurdî di alfabeyê kurdî de nînin?”

“Gelo ev deng bi nalet in, bêd û bêdbîn in, li ber nifiran ketine?”

“Gelo bilêvkirina wan me kurdan ‘barbar’ didin xuyakirin?”

“Gelo ji ber çi, wek di alfabeya kurdî de koka wan hatiye qelandin û ser xopanên wan qelaxa sergînan hatiye avakirin?”

“Gelo em tîpên wan destnîşan bikin çi wenda dikin?”

“Gelo, gelo, gelo ...?”

Tişta herî sosret, ev deng hemû jî xwemalî ango pîr û pak kurdî ne. Ji ber vê sedemê min xwast ez vê gotarê binivisînim.

Ev dengên xwemalî yên kurdî tewandina dengên “ç, k, p, t” yên xurî ne. Hin kes jê re dibêjin ç, k, p, t yên nerm. Lê belê ew di encama tewandina dengên ç, k, p, û t derketine holê û paşê jî wek dengên xweser hatine sêwirandin. Jixwe zimanê kurdî tewanbar/çemanbar e, û di kurdî de tewandina dengan jî tiştekî asayî ye.

Çend mînak di serê peyvan de tewandina dengên ç, k, p, t û di guhorandina wateya peyvan:

tb2

Çend mînak di nav peyvan de tewandina dengên ç, k, p, t (tîpên îtalîk dengên tewandî ne):

Çiçik, huçik, kûçik, kepir, piçûk, pitik, hutik, kul, kulîlk, karik, pişt, paş, pêş, penîr, tu, tûtî, tûj, tirş, tir, tîr û ... bi hezaran peyv.

Di alfabeya kurdî ya nûjen de 31 tîp hene û tê de dengên ç, k, p, t yên tewandî nîne. Eger hin kes sedema vê bipirsin, bersiveke wê ya “standart” nîne. Ji ber ku ev rêwş bervajiyê dînamîka zimanê kurdî ye. Ma qe zimanekî tewandî bê deng/tîpên tewandî dibe?

Kiryareke pir balkêşe ku, ji bilî kurdan ti milet ji dengên zimanê xwe nebuhurîne. Di almanî, îngilizî û gelek zimanên bingeh latînî de tîpên ç, ş, x û hwd. nînin, lê bi kombîneya çend tîpan ve van dengan bi kar tînin. Ma gelo em nikarin tîpên van dengan biselimînin û bikar bînin. Kalbavên kurdan horî, ûrartû, med û yên din heta di nivisarên mixî de jî ev bikarînane. Ev deng wek tîp di Alfabeya Masî – Soratî ya kurdan de jî hene. Çima di kurdiya nûjen de tinebin?

Dengên ç, k, p, t yên tewandî ne bi tenê kurdî de hene, heman deng di alfebeya gurcî (ç', k', p', t'), laz (ç̌, ǩ, p̌, t̆), adigey û hin kafkasnejadan de jî hene û wek tîpên sereke jî di alfabeyên wan de cih girtine.

Ji bîr nekin ku, Kurdistan him Kafkas, him, Anatoliya û him jî Mezopotamya ye!