Dİ ZİMANÊ KURDÎ DE PAŞQERTAFA “-KAR”

 

wate û etîmolojiya paşqertafa “-kar”

Gotara berî vê di derbarê paşqertafa “–van” de bû. Di wê gotarê de behsa karekterên qertafan, bi taybet jî qertafên kurdî hatibû kirin. Wek di wê gotarê de jî hatibû nivisandin, ji van qertafan hin peyvên nuwaze derketine holê û her yek Serdemên Dîroka Mirovahiyê yên cuda cuda dest nîşan dikin. Di gotara yekemîn de hat selimandin ku paşqertafa “–van” navê pişeyên dawiya Serdema Paleolotîk û despêka Serdema Neolîtîk dest nîşan dike. Ji ber vê sedemê mirov dikare bêje ku peyvên bi paşqertafa “-van” ser û ber bûne, kevintirîn pêyvên zimanê kurdî ne.

Di vê gotarê de jî emê analîza paşqertafa “-kar/-ker/-kir” bikin. Di zimanê kurdî de navên gelek pîşeyên bingehîn bi qertafa –kar/-ker diqedin.

Mînak: cotkar, hesinkar, kedkar, karker, xebatkar, leşker, xelaskar/xelasker û hwd

Etîmolojiya paşqertafa –kar/ker:

Proto-Hînd-Ewropî *ku̯er- ‘kirin’[1], (s)ku̯er- ‘çêkirin’[2]; Proto-Hînd-Îranî kar- ‘kirin, çêkirin’; Proto-Îranî kar-; Sûmerî tamkarûm/karûm ‘bazirganî’; Hîtîtî kuer- ‘jêkirin’; Lûwîkî kin ‘kirin’; Di Avestayê de kar-‘kirin, karin’[3], -kara, -kairiya ‘paşqertafên kar, berhemdarî û hewildanê’ Kurdiya kevn kar ‘kirin, karin, damezrandin’; Partîyanî kr- ‘kirin, çêkirin’[4]; Pehlewî kar ‘xebat, îş’, kirdin ‘kirin, kirdin’; Baxteryanî kir ‘kirin, çêkirin’[5]

Litvanî kuriù, kùrti ‘çikirin, avakirin, çêkirin’, Prûsiya kevin kūra ‘çêkirin, avakirin’;

Farisi kerdin; Kurdi –kar, kar, kirdin, kirin, kerdiş

Peyva Karin/kirin di zimanê kurdî de wek karin; kanin, tanin bi sê cureyan tê bilêvkirin.

Ji rêzezimanên jor diyar dike ku paşqertafa –kar ji peyva Proto-Hînd-Ewropî *ku̯er- ‘kirin, karin’ derketiye holê. Jixwe di Avestayê de paşqertafa –kara, -kairiya jî heye.

Her wiha paşqertafa “–kar” wateya kesê ku dikare karekî wek pîşeyekî pêk bîne.

Mînak:

Hesin>kar= hesinkar: kesê ku bi karê hesin re mijûl dibe (tiştan ji hesin çêdike, tamîr dike, difroşe). Ango kesê ku bi kar û barên hesinan debara xwe dike.

Eger hesinkarî berevacî bûya dibû wek:

KR

 

Di vê mînaka jorîn de jî, diyar die ku peyva “karê hesin,” ti pîşeyekî derbîran nake, bi tene behsa karekî hesin dike û divê hesinkarek hebe û wî karî bimeşîne. Ji ber vê egerê pêşiyên kurdan peyva “hesinkar” durust kirine. Peyva “kar” xistine dawiya hesin û wek paşqertafekî bikarînane. Ev rewş di hemû zimanan de heye. Lê di zimanê kurdî de taybetiyên xwe yên girîng hene. Ji ber ku rola paşqertafa “–kar” di heman demê de dîroka pêşkeftin û presana mirovahiyê jî dide xuyakirin. Ango dikarin bêjin ku him peyva kar û him jî paşqertafa “–kar” ji Serdema Neolîtîkê (Şoreşa Çandinê) pê ve heye ku temenê wê dighêje herî kêm 12 hezar salan.

Baş e delîlên vê angaştê çi ne û mirov çawa pêderdixe?

Em wê angaştê dikarin bi peyva “cotkar” biselimînin. Ji kesê ku bi çalak û herdem bi karê kiştûkaliyê mijûl dibe re dibêjin cotkar.

Etîmolojiya peyva “cotkar”:

Peyva cotkar hevedudanî ye. Ango ji peyva “cot” û “kar” pêk hatiye, ji ber vê egerê divê jêderka herdu peyvan derkeve holê. Lê divê em berê jêderka peyva “kar/-kar” zanibin ta ku karibin a “cot” jî biselimînin. Di serbendên jorê de me peyva Proto-Hînd-Ewropî  *ku̯er- ‘kirin’ wek kalbavên peyva “kar” nîşandaye. Lê belê wisa diyar dike ku jêderka qertafa “–kar” a peyva “cotkar” ne ew e. Ji ber ku peyveke dengên wê nêzikî “kar” heye û tê wateya kiştûkaliyê; ew jî peyva Proto-Îranî *karH2-  e û tê wateya cotkirin, reşandina tov, ajotina zeviyê.

Her wisa:

Proto-Hînd-Ewropî *kwerH- ‘çandin, tov reşandin’, *kwerH-eie- ‘ajotina zewiyê, cot/kotan’[6]; Sanskrîdî kari ‘reşandina tov, belavkirin’[7], Proto-Aryanî (kurdiya kevin) karH2 ‘cot, karix kirin, reşana toximkirin, şepane kirin’; Sanskrîdî kRSi; Avesta Dereng kar- ‘şepane (tapan) kirin’; Partî k’r ‘toxim kirin, çandin’[8]; Kohtanesî kār-, ker- ‘çandin’; Sogdiyanî B kyr ‘çandin, toximkirin’[9]; Xoresmanî k’ry ‘tov, giya’[10]; Farisî kištan/kr- ‘çandin, toxim kirin’; Kurdî cotkarî, kaştkarî, karix, karîtîş, karen, kêlan, kêl hwd.

Wek selimandinên jorîn jî diyar dike ku, paşqertafa –kar a ji peyva cotkar tê wateya çandinê û ev paşê hemû çalakî û xebatên mirov bi peyva “kar” hatiye binavkirin. Di zimanê kurdî de him serbixwe, him jî wek pêş yan jî paşqertaf cih girtiye (karker, karmend, karsaz; hesinkar, xebatkar û hwd).

Du wateyên peyva “cot” hene:

a) Cot, du heyberên/tiştên ku ji du tekan pêktê ye.[11]

b) Cot: amrazekî sereta yê ku pê zeviyê dajon û kiştûkaliyê dikin. Sînonîma (hevwateya) wê halet e.[12]

Helbet mijara me di derbareyê vebijarka (b)yê de ye. Heman peyv wek “çîft” derbasî zimanê tirkî jî bûye. Zimanzanên tirk ên nîjadperest ji bo nebêjin ev peyv ji kurdî derbasî tirkî bûye, wateya cot ango halet wek vebijarka (a) didin xûyakirin. Ya rast vebijarka (b) ye.

Etîmolojiya peyva “cot”:

Paradîgma I:

Cot” ji peyva “zot” a kurdî peydabûye. Zot, ço an jî şiva serê wê tûj a ku pê rihêka gulûgiyan derdixin. Yan jî ji tenûrê pê nanê patî derdixin. Her wiha, mirovên sereta di destpêkê de ji bo çandinê ev tişt bi kar dihanîn. Paşê halet kişif dikin. Lê heya roja îroyîn zot dîsa jî heye. Dema haletê ajotinê kişif dikin, hingê ji wê re jî dibêjin zot. Lê piştî gelek sal û salewextan zot dibe cot. Diyare peyva “zot” ji Proto-Hînd-Ewropî *sē(i)- : *səi- : *sī-, sē- : sə- ‘reşandina toxim, çandin’[13] derketiye holê.

Her wisa: Zot> cot yan jî ço(t) > cot peyda bûye.

Paradîgma II:

Cot ji gohorîna peyva “ga” durust bûye. Her wisa Proto-Hînd-Ewropî gu̯ou-[14]; Proto-Hînd-Aryan gava; Di Avestayê de gava (gao, gâu), Sanskrîdî go, Vedic gáuḥ, gavam; Di Avestayê de gava (gao, gâu); Avestaya Kevnar gauue; Sûmerî gud; Erebî tor; Ermenîkî yez; Gurcî xarî; Farisî gav; Kurdî ga, gav

Yonaniya helenî *gʷoukólos; Yonaniya Mîkenî *gʷow-io- yan jî *gʷh₃ew-io-; Arnawûdiya kevin *kʷē, Arnawûdiya nû ka; Lûwiyanî BOSwa/i-s(a) /wawis: Balto-Slavî *gaw-, *gōw-, Lagalînî gūvs; Latwîyanî govs; Slavîkî *govędo < *gʷew-n̥d-; Proto-Germanî *kwon; Almaniya kevin a Jorîn kuh; Frîziya kevnar ku; Bakûriya kevnar kyr; Danî, Swêdî ko; Holandiya Serdema Navîn coe, holandî koe.

Li anegoreyî vê paragdîmayê peyva “cot” peyveke hevedûdaniye û ji Sûmerî gûd ‘ga’ û peyva Proto-Aryanî karH2 ‘çandin’ peydabûye.

Mînakî,  gûd+ karH2> gudkarx> cotkar

Paradigma III:

Di avestayê de peyvên şôithraêca (şôithra) ‘xevî’ û karH2 ‘çandin’ hene. hevedudaniya herdu peyvan dibe şotkar ‘çandina zeviyê’ û paşê jî wek cotkar hatiye bilêvkirin.

Dema mirov bala xwe dide her sê paradîgmayan ji jêderk û wateya peyva cotkar piştrast dibe. Dibe ku hin kes bêjin ku paşqertafa –kar wek hemû navên pîşeyan de xwadî heman wateyê ye. Rast e, lê wateya sereke ya peyv û paşqertafa kar girêdanî xebata çandiniyê derketiye holê û di encamê de bûye xayê wateya xwe ya hemdem.

Biografî

Afghnen, Balutschen und Kurden. Kleinere Dialekte und Dialektgruppen.

Alexander Lubotsky, The Indo-Iranian substratum, Early

Ali Husein Kerim, Kürtçenin Etimolojisi Ar Yayınları

Badr ol-Zamn Gharib, Sogdian dictionary, Sogdian-Persian-English /

Band I. Abt. 1. Vorgeschichte der iranischen Sprachen. Awestasprache und Alt

bearbeitet von Martin Kümmel und Helmut Rix. Wiesbaden: Reichert, 2001.

Contacts

David Neil MacKenzie, Sogdian thieves, BSOAS XLVI/3:

DH, 1992. Vol. II: N-H, 1996. Vol. III: Vorbemerkungen, Jüngere Sprache,

etc.: Mouton de Gruyter.

Jaan Puhvel, Hittite etymological dictionary (Trends in Linguistics).

Johnny Cheung, Etymological Dictionary of the Iranian Verb

Joseph H. Peterson, Dictionary of most common AVESTA words

K.K. Kurdoev – Z.A. Jusupova, Kurdsko-russkij slovar’ (sorani) [Kurdish-Russian Dictionary (Sorani)]. Moskva:

Manfred Mayrhofer, Etymologisches Wörterbuch des Alt

ning with E and I. 1984. Vol. III (= Documentation 5): Words beginning with

persisch. Mittelpersisch. Abt. 2. Neupersische Schriftsprache. Die Sprache der

Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch: 641; LIV 391

Register zum ersten Band. Anhang zum ersten Band: Die Sprache der Osseten

Register, 2001. Heidelberg: Carl Winter.

Reiner Lipp, Brigitte Schirmer. Zweite, erweiterte und verbesserte Auflage,

Roland G. Kent, Old Persian. Grammar, texts, lexicon (American Oriental

Russkij jazyk, 1983.

Series 33). New Haven: American Oriental Society, 1953

Turner, R. L. (Ralph Lilley), Sir. A comparative dictionary of Indo-Aryan languages. London: Oxford University Press, 1962-1966. Includes three supplements, published 1969-1985

unter Mitwirkung von Chr. Bartholomae, C.H. Ethé, K.F. Geldner u.a. 2 Vols.

Vol. I: Words beginning with A & Vol. II (= Documentation 1): Words begin

Wilhelm Geiger und Ernst Kuhn (eds.), Grundriss der iranischen Philologie,

 

 

[1] J. Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch: 641; LIV 391

[2] J. Pokorny: 642

[3] Avesta Derengî karanomi (Vendidad 21.6, Vendidad 21.20, 21.14 hwd)

[4] DMMPP: 207f., 269b, 85b, 351b

[5] S-W, Bact.: 199a, 177a, 217b, 213, 218a

[6] LIV: 353

[7] EWAia I:311

[8] Ghilian: 98; DMMPP: 202b

[9] Sims-Williams 1984: 99, s.v. 52R.9-10, fn. 29)

[10] Samadi: 99, 9

[11] Bi sanskrîdî dvînî, Avesta bîş. Wek bis derbasî nav zimanê latînî bûye. Tê wateya dubare.

[12] Halet bi Sanskrîdî “hala”

[13] Julius Pokorny, 889-91:2

[14] J. Pokorny: 482-83; WP. 1696 f., WH. I 112, 118