DI ZIMANÊ KURDÎ DE PEYVÊN NÛWAZE

 

Gelî xandevanên hêja,

Emê rêzegotarên li derbareyê paşqertafên ku di zimanê kurdî de pîşeyan destnîşan dikin biweşînin. Gotara destpêkê li ser paşqertafa –van e.

Di zimanê kurdî de hin peyv hene ku ew nepeniyên peresana dîroka mirovahiyê di hundirê xwe de dihewînin. Nepenîbûna ku behsa wê tê kirin, ne di peyvan de ye, ew di paşqertafa wanda ye.

Mînak:

nêçîrvan, şîkar, şivan, cotkar, dulger, karker, hoste, hunermend, dewlemend, fermandar û hwd. û bi taybet analîza paşqertafên –van, -ker/-kar/-kir, -dar, -mend

Ji bo mirovên hevrêz, ew peyv jî hevrêz in. Lê belê, bi nêrîna etîmolog û zimanzanan ew dîrok û jiyan bi xwe ne. Ji bilî wateya wan a di axaftinên rojane de, wateyên wan ên razdar jî hene. Her wiha encax etîmolog, dîrokzan û zimanzan dikarin nepeniyên di wateya wan peyvan de veşartî ne eşkere bikin.

Etîmolog, dema ku jêderka wan têdikolin, ji dem û cihên wan ên sereta, heta yên nûjen didin nasîn. Ew ji kîjan zimanî derhatine; ji kingê ve hene û ji kîjan qonaxan re derbas bûne, hemûyan li anegoreyî pêwistbûna mijarê şîrove dikin.

Zimanzan jî di warê wateyî û rêkûpêkbûna zimên de wan peyvan derbîran dikin ku ew jî wisa ne:

- Wateya peyvan a bingehîn

- Wateya peyvan a asta duyem

- Wateya peyvan a xazedar (mecazî)

- Wateya peyvan a biwêjî

Ku ev jî çend beş in:

- wateya têgînî /navlêkî ya peyvan

- wateya argoyî ya peyvan

- wateya razberî a peyvan

- wateya berceste ya peyvan

- wateya gelemperî û taybetî ya peyvan

- û hwd.

Dîrokzan bi alîkariya arkeoloji, antropolojî, paleografî (nivisnasî), epîgrafî (nivisarnasî), coxrafya, etnografya, kronolojî, dadnasî, wêje, felsefe, sosyolojî, îstatîstîk, nûmîzmatîk (dîravnasî), belgenameyên dîplomatîk, filolojî û selimandinên genetîk dozîneyên dîrokê amade dikin. Helbet ji nav lêkolînên dîroknasiyê ya herî girîng zimanê ku hatiye axaftinê ye. Ji ber ku bi saya zimanzaniyê nivisar asantir tên xwandin.

Ziman taybetmendiyeke diyarker a mirova ye, û bi girêdayî peresana mirovan dicivire û pêş ve diçe. Ew tiştekî wisa ye ku him biyolojîk him jî çandî xadî du bingehên pêyit û zexim e. Ji ber vê egerê mirov karibûye bibe xayî bîrnameya civakî ya hêçan parîveker. Ziman amûrê axaftinêye. Berhema axaftinê yê sereke deng in, ya dengan jî peyv in. Di zimanasiyê de peyv, yekeya bingehê ragîhanê (komînîkasyon) ye û ji morfemekî yan jî pirmorfeman pêktê. Bi avayê gelemperî peyv ji ravek û qertafan serûber dibe.

Dema nûbûn û pêşveçûna jiyanê peyvên nû derdikevin holê. Mirov dema hûrgiliya zimanê kurdî dike vê bûyerê bi awayekî zelal dibîne. Di kurdî de curbicur katagoriyên pîşe û pêmujûliyan hene, dema ew bûne navdêr paşqertafên cuda wergirtine.

Baş e, ji bo çi ji cotkar re negotine cotvan, ji fermandar re negotine fermanvan, ji hunermend re negotine hunervan, diwarsaz re negotine diwarvan û hwd...? Helbet çend hoy û sedemên vê mijarê hene, lê sedemeke sereke heye ku ev jî, her yek serdemên ji hev cuda derketine holê. Ango dîroka derketina wan cuda ye.

Wek mînak, Mirov dizane “nêçîr” çi ye (li erdê, avê û ezman girtin an jî lêxistina ajalên nekedîbûyî re dibêjin nêçîrvanî ). Lê ti wateyê nikarin bidin paşqertafa “–van.” Ji ber ku di hemû zimanan de qertaf bi nêrîneke rûxarikî bi serê xwe çi wateyî derbîran nakin. Ya rastî qet yek jî bê wate nînin û hemû ji peyvan çêbûne. Ango tewandin, qusandin û guhêrandina dengan/peyvan serûber bûne û mîna tiştekî cuda, bi serê xwe bê wate diyar dibin. Heçkû dema mirov bixwaze dikare wateya wan bidestbixe.

Etîmolojî û wateya qertafa –van:

Wisa diyar dike ku qertafa –van peyveke herî kevin a kurdî ye. Ji ber ku yekser serdema ku mirovahiyê debara xwe bi nêçîrvanî û berhevkariyê dikirin derketiye holê. Her wiha mirov dikare bêje ku ev pêyitkirin û selimandina zimanê kurdî ya Serdema Paleolîtîkê ye.

Jêderka qertafa –van:

Proto-Hînt-Ewropî *u̯en-/wen, *u̯enə- ‘hezkirin, rêzgirtin, hewl dan, daxaztin’, *u̯ā-, *u̯en- ‘lêxistin, birîndar kirin’; Horîkî tûn/dûun ‘serkeftin’, Hititi u̯en-, u̯ent-; Sanskrîdî/hîndiya kevin vánati, vanṓ ‘hezkirin, daxaztin, serkeftin’; Proto-Îranî *u̯an ‘serkeftin, payebilindî’; Avesta vanami, vanaiti, vanaoiti ‘serkeftî, serkeftin’; Toch. A wañi, В wīn- “jê hezkirin, kêfa yekî jê re hatin”; Sogdiyanî wnw ‘serkeftî’; Oset Iron waendyn ‘wêrekî, kardin’;

Latini veniakarin’; venus ‘evîndarî, jê hezkirin,’ voluntaten ‘vîn,’ vênâri ‘nêçîrvanî’; Gotî winja ‘xurek’; Almaniya Jorîn a Kevin giwinnan ‘serkeftin, bi dest xwe xistin’: Englêziya kevin winnan, Engliziya nû win; Romenî vointa ‘vîn, îrade,’ vinatorie ‘nêçîrvanî’; Fransi la volonté ‘vîn’; Arnawûdî vulneti ‘vîn’

Proto-Dravîdî *vēnḍ- ‘daxwaz, arezû’; Proto-Dravîdî ya Başûr *vēnḍ- ‘pêvîstî, bergeran’; Tamîlî vēṇṭu ‘daxwaz, arezû, bergeran’; Malalayamî vēṇam, vēṇṭum ‘daxwaz, divêtî’

Proto-Nilgîrî *vēnḍ- ‘daxwazî; Euroasyayî *wVnV ? ‘evîn, bext’; Altayî *on- ‘pêşketin, xwaşbûn’; Uralî *(w)onne ‘bext’

Kurdî vîn ‘irade, daxwaz’; evîn ‘hezkirin, kêfa yekî jê re hatin’

Li jêderkên jorê jî tê selimandinê ku qertafa –van peyva Proto-Hînd-Ewropî *u̯en-/wen, *u̯enə- ‘hezkirin, rêzgirtin, hewl dan, daxaztin’ peydabûye. Heman peyv di Proto-Îranî de bi wateya *u̯an ‘serkeftin, payebilindî’ hatiye bikarînan. Ya rastî ev pey di kurdiya nûjen de wek vîn ‘îrade’ heye. Jixwe qertafa –van vîna (îradeya) pêkînana kar û baran destnîşan dike. Her wiha, mirov dikare bêje ku pîşeyên ku bi qertafa –van diqedin hemû peyvên Serdema Paleolîtîk in, pîşeyên sereke ne û têkiliya hemûyan bi ajalvaniyê re heye.

Mînak:

nêçîr+van> nêçîrvan;

şi+van> şivan;

ga+van> gavan;

notir+van> notirvan

sek+van> sekvan>

bêrî+van> bêrîvan

golik+van> golikvan û hwd.

Ji nav zimanên Hînd-Ewropî de paşqertafa -van bi tenê kurdî de heye.

Bi gotara dahatû paşqertafa  -kar/-ker wê bidome

BIBLIOGRAFI:

Al. Lubotsky Indo-Aryan inherited lexicon

Ali Husein Kerim, Kürtçenin Etimolojisi, Ar Yayınları İstanbul

Ali Nourai, An Etymological Dictionary of Persian, English and other Indo-European Language; Tracing Words to their Origins will help us Understand our Cultures

H. Craig Melcher, Cuneiform Luvian Lexicon, Chapel Hill, N.C. 1993

Jaan Puhvel, Hittite etymological dictionary (Trends in Linguistics). Words beginning with K. 1997. Berlin

Johnny Cheung, Etymological Dictionary of the Iranian Verb, Brill, Leiden-Boston, 2007.

Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch. Vol. I-II. Bern: Francke, 1959.

Meillet, Antonie A propos de latin formica. Memories de la Societe de Linguistique de Paris, 1918

Michiel de Vaan, Etymological Dictionary of Latin and other Italic Languages, Brill, Leiden-Boston, 2008

Peter Schrijver, The Indo-European Etymological Dictionary (commonly abbreviated IEED) is a research project of the Department of Comparative Indo-European Linguistics at Leiden University, initiated in 1991

Vasmer, M. Etimologicheskii Slovar Russkovo Yazka Vol I.