ETÎMOLOJIYA CİNAVA VEGEROK “XWE”

 

Beriya ku behsa jêza û jêderka peyva “xwe” bête kirin, çêtir e, mirov hinekî behsa cinava vegerok bike.

Cînava vegerok, têkildarî û wateyê vedigerine ser çalakdar. Di gel cinavên asayî (ez, tu, ew, em, hûn, ew) û yên tewandî (min, te, wê/wî me, we, wan) tê bikarînan. Ji bo hîkar vegere ser kirdeyê cinava vegerok “xwe” tê bikaranîn. Zayend û mêjera cinava vegerok “xwe”; ango mêrza-nêza, an jî yekjimar-pirjimariya wê nînin. Rola xwe ya mobîl ango bizavî heye û angoreyî diyarkirina kesan jî kesan têgîniyeke ji ber xwe ve destnîşan dibe.

Şêwazê bikaranîna cinava vegerok “xwe”:

  • Çalakiyê vedigerîne ser kirdeyê, ango hîkarê vedigerîne ser kesê ku kar û livbazê pêk tîne/pêk aniye an jî wê pêk bîne.

                   Bavo destên xwe dişo.                                   (yê ku pêk tîne)

                   Bavo destên xwe şûştin.                                 (yê ku pêk aniye)

                   Bavo wê/dê destê xwe bişo.                            (yê ku wê/dê pêk bîne)

  • Erka pihêtkirinê cîbecî dike.

                  Bila ew bi xwe bêje                                      (erka wî pihêt dike)

                  Sibehê ez bi xwe vedibêjim.                         (erka xwe ya sibê pihêt dike)

                  Min ev pirtûk ji xwe re kiriye.                         (nêt û biryara xwe pihêt dike)

Di mînakên jor de jî diyar e, dema ku cinavên asayî û yên tewandî kirde ne, cinava wegerok her tim bireser e.

JÊDERKA CİNAVA VEGEROK “XWE”

Proto-Hînd-Ewropî *se- ‘xwe, cewher”, *s(w)e- ‘xwe’, Avesta hva-, hava- ‘xwe’, Hîndiya kevnar sva ‘xwe’, Tokharian A şn yi ‘xwe’, Latinî  ‘xwe’, Slavkiya dêrê ya kevnar se, ‘xwe’, Prusakiya kevnar sien ‘xwe, cevher’, Letonî sevi ‘xwe’, Eston ise, Almaniya kevn ya jorîn sih, Gotî sik ‘xwe’, Galî hunan, Çekiyakî ja, Pencabî savai, Peştûnî han, Fransî soi, Erebî xas, Farisî xod, Kurdî xwe.

Belê, “xwe” cinaveke Proto-Hînd-Ewropî ye û ji Proto-Hînd-Îranî derbasî nav zimanê kurdî bûye.

Çavkanî:

Ali Husein Kerim, Kürtçenin Etimolojisi, AR yayınları 2020, İstanbul

Howe, Stephen, The Personal Pronouns in the Germanic Languages. 1996, Berlin, New York: Walter de Gruyter.

Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch. 882-84, Bern-Munich 1959

Trubaçev, Oleg. Etimologiçeskij slovar’ slavjanskix jazykov. Moskva: Nauka. 1974

Tucker, T. G. A Concise Etymological Dictionary of Latin. Halle (Saale): Max Niemeyer Verlag, 1931.

Watkins, Calvert. The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots. (2nd edition) 87-88 Boston: Houghton Mifflin; Fortson 2004

Winter, Werner, Tocharian. In Ramat 1998