ETÎMOLOJIYA PEYVÊN “HELAL” Û “HERAM”

Helal çi ye?

Tişt, xwarin û kiryarên ku li dijraberî destûrên olî nînin; tişt, xwarin û kiryarên ku ji bo bikarînana wan destûra olî hebe, jê re dibêjin “helal.”

Heram çi ye?

Tişt, xwarin û kiryarên ku li dijraberî destûrên olî ne; tişt, xwarin û kiryarên ku ji bo bikarînana wan destûra olî tunebe, jê re dibêjin “heram.”

Baş e, ev her du peyvên bibandor ji kîjan zimanî derbasî li nav zimanên hemû misilmanan bûye?

Etîmolojiya Peyva “helal”:

Gelek zimanasên misilmanan û hin kesên ji olên din dibêjin ku “helal” ji peyva erebî ḥella2 حلّ ku tê wateya “çareser bû, hat vekirin” derketiye holê.

Dema mirov peyva “hella” ku tê wateya “hel bû, vekirin, çareser bû” û têgînên “helal” datîne ber hev, çi peyvendiyên girîng di navbera wan de nabîne. Hin kesan, ji bo têkiliya herduyan bi hev re çêbikin, gotine “ev te wateya destûr dayînê jî.” Lê belê ev gotina hanê bê ku rastiyê derxin holê, bi tenê jê re wateyekî peydabikin wisa gotine. Ango tiştekî bi tekûz diyarnekirine.

Ji bo em bighêjin serokaniya peyva “helal” divê berê xwe bidin jêderkên peyvan.

Her wiha,

Li gorî samîaxêfên kevnar peyva “helal”:

Tablo 1

Li gorî Zimanên Hînd-Ewropî yên kevnar peyva “helal”:

Tabli 1-Tablo 2

Dema mirov bala xwe dide peyvên kevnar ên jor (çi yên girêdayî koma samîaxêfan, çi yên girêdanî Hînd,Ewropî hwd.) wateya peyva “helal” di hemûyan de kêm û nêzik heye. Diyare ev peyv ji dema Nostratîk maye. Nostratîk tê wateya serdema ku hê komên zimanan ji hev neqetiyaî bû.

Di xanxanka (cedwela) beşa samîaxêfên kevnar de, peyvên koka wan HL (alalu, halal, halu,  hilula, hll, halleluya hwd.) ye hatiye birêzkirin. Wateya piraniya van gotinan wek“pesindarî” û “şahî” hatine selimandin. Dema mirov li derheqê tiştekî bêje, “baş e, rind e, hêja ye, guncan e û hwd.” di heman demê de pesnên wê jî dide, yanê pesend dike. Ji ber vê egerê wateyeke peyva “helal” jî pesend kirin e. Her wisa, wek hin kes bêjin, “em filan tiştê/tiştî pesend dikin, ku ew baş e, rind e, guncan e, xwaş e, hêjaye hwd. Hûn dikarin wî/wê bikirin, birfoşin, buxwin, vexwin û hwd.”

Di xanxanka (cedwela) beşa zimanên Hînd-Ewropî û Horî-Urartu de hin peyvên pir balkêş hene. Wek mînak, di zimanê lûwiyan de peyva “halal/helal” heye û tê wateya “pak, paqij, saf, zelal.” her wisa, di zimanên din yên vê xanxankê de peyvên mîna *al-, *alōu- : *aləu-, halal/helal, ḫalalannu-/*ḫalalanuwa, ḫalalaza, alayavijnana, hilû wateya pakî û paqijiyê didin. Jixwe,”helal” tê wateya tişta paqij, bêleke, bêgemar, bêgirûz û birqok.

Di nav zimanên jor rêzkirî de, peyva ku zêde û bi têkûz him di aliyê semantîk, him aliyê têgîni û him jî aliyê fonetîkî de wek gotina “helal” xûyadike, bi lûwiyî peyva halal/helal e. Ev jî dibe sedema ku mirov vî zimanî wek jêderka peyva “helal” bipejirîne.

Peyveke balkêş jî ḫaluli ye. Ûrartoyan bi meyê (şerabê) re digotin ḫaluli. Îro di ola Îslamê de mey heram e. Belam, li serdema oratuyan û gelên kevnar ên din, mey pîroz bû. Mirovan ew pêşkêşî xweda û xwedawendan dikirin. Di wêjeya olzaniyê de, ji vê rewşê re dibêjin lîbasyon. Dema ku lîbasyon çêbe divê av, mey yan jî nektara herî baş yan jî paqiş bê karînan. Ji ber van egeran mey wek tiştekî paqiş hatiye sêwirandin, lewma jî pêşkêşî xweda û xwedawenên xwe kirine. Heta, niha jî, ola xiristiyaniyê nirxekî hewqas mezin dide meyê (şerabê) ku wê derdixe asta xwîna Îsa pêxember. Dema ayîna komunyonê de nanê bi şerabê şilkirî duxwin û dixwazin bibin parçeyekî ji bedena pîroz, yanê ya Îsa Pêxember.

Ev jî dide xûyakirin ku peyva “helal” ne dûrî zimanê kurdî ye jî. Jixwe kurd jî vê peyvê bikartînin. Her wiha, em bi dilxwaşî dikarin bêjin ku ew peyva me hemûyan e. Ji ber ku nostratîk e, nostratîk jî tê wateya “ya me”.

Têbinî:

Ev gotar, hefteya dahatû li ser etomolojiya peyva “heram” didome!

Referans:

Ali Husein Kerim, Destan, Helbest û Mîtolojiya Horiyan, Weşanên Enstîtûta Kurdî li Almanya, 2014, Köln.

Ali Husein Kerim, Kürtçenin Etimolojisi Sözlüğü, 2019, Ar Yayınları, İstanbul.

Bernice Varjick Hecker, The Biradical Origin of Semitic Roots, The University of Texas at Austin, 2007.

Boston: Houghton-Mifflin.

C. Watkins, The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots. 2nd edition, 2000,

Comparative Grammar of the Semitic Languages, 1964, Wiesbaden: Otto Harrassowitz.

H. Craig Melchert, Cuneiform Luvian Lexicon, Chapel Hill, N.C. 1993

Hans G. Güterbock and Harry A. Hoffner, Jr., The Hittite Dictionary of the

J. Payne Smith, A Compendious Syriac Dictionary, 1908, Oxford: Clarendon Press.

Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuc Munih, 1959

Oriental Institute of the University of Chicago, 1989.

S. Moscati, A. Spitaler, E. Ullendorf, W. Von Soden, An Introduction to the

Sanskrit Languag 1945, Leipzig: Breitkopf and Härtel.

W. D. Whitney, The Roots, Verb-Forms, and Primary Derivatives of the