ETÎMOLOJİYA PEYVÊN “HÎM, HEWŞ, TÛM”

 

Peyvên kurdî yên ku di gelek zimanan de bune bingehê navên “mal, xanî, avahî, gund, herem welat û hwd”

Hîm çi ye?

Beriya ku diwarên avahiyan çêbikin, li anegoreyî plana avahiyan, erdê dikolin û bi keviran bingeh datînin. Her wiha ji wê re dibêjin “hîm.” Bi kurtî “hîm,” tê wateya bingeh û binçîneyê avahiyan. Heta mirov jê re dikare bêje “sparteka diwarên avahiyê.” Tirkî jê re dibêjin “temel” (ji yewnanî dwerbasî tirkî bûye), erebî “esas”, farisî “paye.”

Hîmê avahiyê xwe li ser lêvên kendalekî herifî daniye!

Peyva hîm a kurdî yekser ji Proto-Hînd-Ewropî *i̯ā̆m-, yan i̯em-: i̯em-: i̯ōm a ku tê wateya “kolîn/kolandin, vedan” maye. Jixwe hîm bi kolandina erdê durist dibe. Wisa diyar dibe ku “hîm” peyveke resen a kurdî ye û ev peyv di gelek zimanan de bi wateya “mal,” “xanî”, “avayî” û “nîşîngeh” tê bilêvkirin.

Wate û bilêvkirina peyva “hîm” di zimanên curbicur de:

Proto-Germanî *haimaz ‘xanî, mal”; Frîziya kevin hem ‘mal, gund’; Bakûriya kevnar heimr ‘nîşîngeh”, heima ‘mal, xanî’; Ingiliziya kevnar ham ‘ciyê bilind, xanî, nîşîngeh,’ Ingilîziya hemdem home ‘mal’; Gotî haims ‘gund’; Danîmarkî heima ‘mal’; Almanî heim ‘mal’; Holandiya Serdema Navîn heem ‘mal, xanî; Swêdî hem ‘mal, xanî’; Norwecî hjem ‘mal, xanî’; Êrmenîkî hîmk ‘hîm.’

Hewş çî ye?

Ciyê servekirî ku li dora wê diwar/çeper kişandî, yan pêş an jî li kêlekên avahiyan tê çêkirin re dibêjin hewş. Hewş parçekî avahiyê ye. Şêniyên hin deverên Kurdistanê xênî gişkî re dibêjin “hewş.”

“Giyayê hewşê tal e!”

Etîmolojiya peyva “hewş”

Proto-Hînd-Ewropî *ē̆s- ‘nîştin, rûniştin’; Hitîtî es- ‘nîştin’, hassāna- ‘malbat’; Hîndiya kevin āstē; Avesta āste ‘ew rûdinê,’; Hîndiya kevin víś ‘mal, xanî’; víśaḥ ‘şênî, cemawer’, vēśá ‘cînar’; Avestayî vīs, vīsǝm ‘mal, gund, malbat’; Skt. vís ‘jîwar, civat, hoz’; Tokharî A wast, Tokharî B ost ‘xanî’; Proto-Indo-Iranian: uaHstu ‘jiwar, mezra’; Yewnanî οἶκος (oikos) ‘mal’; Latînî vīcus ‘rêze mal, gund, bajarok’; Gotî weihsis ‘gund’; Germaniya kevin waispattin ‘kebaniya malê’

Kurdî nîştin, rûniştin, hewş, hewşan ‘demsala razana derva’, hewşû ‘ciyê bo ajalan dorpêçkirî’, hewşeng ‘stadyum’

Peyva hewş ji *ē̆s- ‘nîştin, rûniştin’ a Proto-Hînd-Ewropî maye. Diyare dengê “h” paşê wergirtiye û estetîka fonetîkî a xezayî/xweberî çêbûye. Di zimanê kurdî de wek Proto-Hînd-Aryayî dengê “h” tê serê peyvên ku bi tîpên dengdêr destpêdikin (a, e, ê, i, î, o, u, û). Ev rewş heta îro jî di hin devokên kurdî de didome.

Mînakî:

aj > haj

ew > hew

êl > hêl

iş > hiş

îro > hîro

îv > hîv, hîvar > hêvar > êvar

oz > hoz

ûr pizûr > hûr pizûr

û hwd.

Peyva hewş a kurdî hema hema di hemû zimanên germanîaxêf de tê bikarînan (helbet li anegoreyî bilêvkirinên taybet ên her zimanekî).

Mînakî:

Bakûriya kevin hüs; Swêdî hus, İngliziya kevin hūs; İngliziya nû house; Holandî huse; Almaniya Kevin a Jorîn hös, Almaniya Nû ya Jorîn haus tên wateya mal/xanî.

Tûm çî ye?

Di zimanê kurdî de ji komên piçûk yên axê, û girikên piçûk re dibêjin tûm. “Tûm” him ji hêla mirovan, him jî xezayî çêdibin. Di zimanê latînî de jê re dibêjin “tumulus” û ev jî tê wateya qûç, erdê diraxe, gir/girik. Bi yewnaniya kevin τύμβος (tûmbos) ‘diraxe.”

Di zimanê kurdî de peyvên hevwate (sînonîm) yên “tûm”: girik, tilik, mitik hwd.

Etîmolojiya peyva “tûm:”

PHA *dem-, *dema- ‘avahî, mal, nîştigeh’; Proto-Îndo-Aryanî daima ‘mal, xanî’; Lûvî tummantiyatta ‘jûra/odeya pêşiwazîkirinê’; Skt. dam ‘mal, xanî’; Avestayî dam ‘mal, xanî’, Latînî domus ‘mal, xanî, şêniyê malê’, tumulus ‘tûm, mitik’; Yewnaniya kevin domos; Slavoniya Kevin a dêrê domъ, Rûsî doma ‘mal, xanî’; Sirb û Xirwadî dom; Arnawûdî dhoma ‘ode’; Litvanî nãmai ‘mal, xanî’; Tokharî A-B täm ‘ciyê afirandinê, ji dayîkbûn’

Anglo-Frenkî tumbe, tombe ‘tirb’; Îrlandiya Serdema Navîn tomm ‘girik’; Welşiya Serdema Navîn tom ‘girik’; Danîmarkî dæmning ‘baraj’; Siwêdî damm ‘ban’; Lîtwanî dama ‘baraj, cihok, diwarê ber deryayê;’ Japonî damu ‘baraj’; Koreyî daem ‘baraj’;

Ermenîkî tun ‘mal, xanî’, t'umb ‘sergo, diwarê ji heriyê’; Tirkî dam ‘xaniyê gund ê ku banê wê ji axê ye, banê xaniyan;’ Kurdî tûm ‘girik, mitik, tûmulûs,’ dam ‘kozika nêçîrvan, xefik’, dam ‘axur,’ damdarî ‘ajalvanî,’ dam û dezge ‘sazî’, dêman ‘akincî bûn,’ demanker ‘kirêdar,’ demedor ‘dor û der,’ damezrîn ‘avakirin, cîbûn.’

Her wiha, peyva kurdî ‘tûm, dam’ peyveke resen Proto-Hînd-Ewropî ye. Lê wisa diyare ku makepeyvên wek, dam, dom, dama hwd. peyva “tûm” a kurdî ye. Ji ber ku hemû cure avayî wek gir û mitikan ango tûman hatiye sêwirandin.

Wisa xûya dike ku peyva “tûm” ji Serdema Neolîtîk pê ve tê bi kar înan.

Çavkaniyên jê sûd hatiye wergirtin:

A. Walde, Vergleichendes Wörterbuch der indogermanischen Sprachen. [edited by J. Pokorny]. Berlin,     1927-32

Ali Husein Kerim, Kürtçenîn Etimolojisi Sözlüğü, AR yayınları, İstanbul, 2019

Arthur A. MacDonell, A Sanskrit-English Dictionary, Oxford 1883

Chambers’s Etymological Dictionary of the English Language, edited by James Donald, London and Edinburgh 1874

H. Craig Melchert, Cuneiform Luvian Lexicon, Lexica Anatolica Volume 2, Chapel Hill, N.C. 1993

Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch, vol. 1, Bern, Munich: A. Francke, 1959

Lewis, Charlton, T. An Elementary Latin Dictionary. New York, Cincinnati, and Chicago. American Book Company. 1890

Loyd A.L., Lühr R., Springer O. 1988-. Etymologisches Wörterbuch des Althochdeutschen. Göttingen, Zürich.

Michiel de Vaan, Etymological Dictionary of Latinand the other Italic Languages, Leiden Indo-European Etimological Dictionary Series Volume 7, Brill, Leiden-Boston 2008

Robrt Beekes, Etymological Dictionary of Greek, Brill, Leiden-Boston 2010