Monolog-BIRATIYA VIRTIRÎ

 

Ev monolog e û lîstikvanek tenê heye, ango stand-App e. L îstikvan li

temaşevanan dinêre û paşê ji wan dipirse:

“Gelo li nav we, du b ira yan jî xwîşk û bira hene, yan na!”

Eger hebin jî ew gazî wan nake, bersivê jî nade wan û dibêje:

“Eh, hebe jî tunebe jî ne pirsgirêk e. Ji ber ku eger li vir hebin, ew vê gavê du temaşevan, du çav, du dil û du hişên cuda ne. Lê belê dîsa jî ew bira ne, xwîşk û bira ne. Ji ber ku ew ji dê û bavekî ne.

Eger birayek li vir yek jî li dereke din be, vê gavê ew ji hev dûr in. Avên çemên cuda vedixwin, hewayê deverên cuda hildimijin. Lê dîsa jî ew bira ne, ew xwîşk û bira ne.

Mirov dikare ji bo xwe heval û hogiran, dost û dujminan hilbijêre, lê belê; nikare ji bo xwe xwîşk û birayan hilbijêre.

Nuha wek hevaltiya nîgaşî, biratiya nîgaşî jî derketiye holê. Ma gelo haya we jê heye ku hin birayên me kurdan ên nîgaşî jî hene. Tirkî jê re dibêjin “sanal qardaşlix.” Almanî jî “virtuelle Bruderschaft“ e. Îngilizîjî jê re dibêjin “virtual brotherhood.” Jixwe va ye alman û îngilîzan bi pêşeka “ vir-,“ biratiya derewîn destnîşan kirine. Eger em “sanal” a tirkî vegerînin kurdî, tê wateya “hûn wisa bizanin, lê ev ne biratî ye.” Kalbavên kurdan bi gotina “biratî, bi rastî,” biratiya bi virtir bi zimanekî têkûz red kirine. Hey mala wan ava be, ji bo mirovahiyê çi karekî mezin pêkînane lo!

Min bi van he du guhên xwe bihîstiye ku pir kes dibêjin, “ Xwedê wê biratiya nîgaş ji nezera pîra çavkesper a xapxapok û roviya hilebaz biparêze.”

Wele, Bile, Tile! Divê em qedirê vê biratiyê baş bizanin. Ji ber ku biratî ne ji ezmanan bi zembîlê dadikeve jêr, ne jî bi pereyan tê kirîn û paşê jî bi keviran tê kuştinê.

Lîstikvan (standapkar) ji temaşevanan dipirse:

Ji kerema xwe re, ka ji min re bêjin, ev çi cure biratî ye? Ev birayê me kî ye?

Eger bersiva biratiya tirk û kurdan yekî mêr bide, lîstikvan dê bêje:

“Ji te re derbasî be! Diyare wî birayî destê te gez kirî ye.”

Eger besivdar jin be, hingê lîstikvan ê bêje:

“Derbasî be! Diyar e, wê xwîşkê destê te jî gez kirî ye.”

Eger kes bersiva “Biratiya tirk û kurdan a virtirî” nede hingê ew ê monologa xwe bidomîne.

Ji nav van birayên me yên virtirî, yek heye ku ew pir bi nav û deng e. Maezela, ew şûna ku ji me hez bike, tîne gez dike. Belê vê biratiya virtirî ya şanaz re dibêjin biratiya “tirk û kurdan.”

Ev çend sal in, em û wan hema radibin û rûdinin, her tim dibêjin; biratiya “tirk û kurdan.” Eh mala wan ava be, ew qelender ji biratiya me gelekî hez dikin û her tim dibêjin; “tu ez î!” Lê mixabin ti caran ne dibêjin, ne jî dibên “ez tu me!” Heta jinan jî ji ber vê sêyir û elametê terîm û navlêkên xwe yên femînîzmê afirandine û jê re dibêjin “xwîşktiya kurd û tirkan.” Xwedê dizane heqê wan jî heye. Lê, kesên ku ne dixwazin kebab, ne jî şîş bişewite, ango esnafan navekî din pêşniyar kirine.

Lîstikvan ji temaşevanan dipirse:

Ma gelo hûn dizanin ev nav kîjan e?

Eger temaşevan bersiva “xwîşk û biratiya tirk û kurdan” bidin lîstikvanê

bêje: “saeta te xwaş be, mala te ava be. Te him Zimanê Tirkî, him jî, yê Kurdî ji qeyraneke mezin xelas kir.” Eger ti kesî ji temaşevanan bersiv neda, hingê  lîstikvan dê monologa xwe bidomîne.

Ka ez serê we zêde neêşînim. Ew kesên ne şîşê, ne jî kebabê naşewitînin jê re dibêjin: “xwîşk û biratiya tirk û kurdan.” Errik, kuro tu dibêjî qey vana dewê şaristanê yekderbî daqurtandine. Mixabin xwîşk û birayên me yên tirk biryareke pir girîng wegirtine û dibêjin em ê ti tiştî ji bazirganên birayên kurd nekirin. Bila ew ji me bikirin, lê em nakirin.

Eger, ez her sibe nûçeyan guhdar nekim, li fêysboxa xwe nenêrim, mîna ku çawa av li ser gihayê mêrgê qut dibe û rihêk hişkdibe û pelg diçilmisin û dawiya dawiyê dar dirize; her wisa li min tê. Ji ber vê egerê sibê zû televîzyonê temaşe dikim. Spîker, wisa lê hatiye ku spîker beriya bêjin “roj baş gelî temaşevanan,” behsa axaftina serokomar ya li derbareyê “türk kürt kardeşliğiyê” dikin. Îjarî, dû re jî vê gotina wî, bi axaftina kurdekî gerdenşikestî dipêytînin. Kurdê gerdenşkestî piştî ku xebxebka xwe ya daliqandî dixurîne û wek dîroza sibê, 366 caran dibêje: “tirk kurt qardaşlixi.” Gerdenşikestiyê malmîrat qey dibê z imanê tirkî dişkêne, dipelixîne û hûrxwaşî li ser hev dike. Gava ku ez axaftinên wisa guhdar dikim dibêjim: “yaho pepûko gelo zimanekî “tirkurmancî” çêbûye, ez vê yekê nizanim.”

Vê carê ji temaşevanan dipirse:

Gelî dost û hevalan! We navê zimanekî ku jê re dibêjin “tirkurmancî” bihîstiye yan na?

Eger bersiva erênî hebe lîstikvan dikare bêje:

“wey, wey xêrxazo, naziko ma tu jî axêfkerê zimanê tirkurmancî yî.

Eger kesî bersiv neda, monologa xwe didomîne.

Dibe ku we bihîstibe yan jî nebihîstibe. Yeqîn gelek axafkerên wê hene. Heger ez naha bêjim: “bila, bila bila nav,  kom, bajar û heremên axafkerên tirkurmancî yeko yeko rêzbikim, Xwadê zane heya roja neşembê naqede. Eger sur û serma be dê bêjin, “de qêpî qapamîşkin ha!”

Rojekî ez rastî rûspiyekî hatim û me dest bi suhbetê kir. Piştî gelek galgal  û bal balan, min jê pirskir û got:

Kalo ma te ev zimanê ku jê re dibêjin “tirkurmancî” bihistiye yan na?

Kaloyê hejar û reben lêvên xwe xwarkir, çavên xwe belkir, guhên xwe daxist, diranên xwe sîqand û got:

“Welleh min nebîstiye û zimanê wisa ti caran nahebînim. Ev “tirkurmancî” ji bo me kurdan pir xeter e. Ji ber ku rojekê ji rojan, demekê ji deman ew dê bibe zirkurmancî. Ey Xwedayê dilovan lavan te dikim, tu vî dergehê dojehê ji bo

me veneke. Kurdîaxaviyê ji me re bikî nesîb!

Derdê me pir in, birînên me kûr in, rêkên me dûr in. Ji ber vê  egerê tişta ku minê ji we re bigota wisa di bin hebanê de ma. Ev soxe ya “biratiya tirk û kurdan” pir balkêş e. Duh min xwast ez herim li kulorfiroşekî “kurd boregiyê” bixwim. Çi bibînim baş e. Li ser etîkêta wê nivisandine “tirkurd boregî”. Min gote dezgedar:

Ev çiye birêz?

Wî jî got:

Çîroka vê dûr û dirêj e. Min gotê:

Ka bêje birêz!

Camêrî, dest pê kir û got:

“Ev taktîkekî bazirganîtiyê ye. Bikirên min him tirk, him jî kurd in. Dema ez bêjim “borega kurdan” tirk nakirin, dema bêjin “borega tirkan” jî kurd naxwin. Îjar, destê te ramîse kurekî minê jîr û abor heye, Wî ji min re got: “bavo tu jî navekî hevbeş lê bike. Min jî go Xwedê hema bila navê wê bibe “borega tirkurd.”

De îjar we dît, xelk çi taktîkan dimeşîne! Ji bo em gotina wan, bikiriya wan qayîlbin, tînin maran didoşin.

Eger, ev “biratiya virtirî” çî ye û çi nîne?

Ez dixwazim bi “çi nîneyê” dest pê bikim.

Ew biratî nîn e.

Ew hevaltî jî nîn e.

Baş e çî ye?

Eger biratiyeke rastî hebûya, jê re nedigotin “tirk kürt qardaşlixî,” dê bigotana “kürt tirk qardaşlixi.”

Ma ne wisa ye. Ji ber ku li anegoreyî rêzikbûna elfabeyê tîpa k berya tîpa t ye.

Eger biratiya wan bi şêweyekî rast û durust bûya “ew tişta pîs bi me nedidan xwarinê.” ma ne wisa?

Eger biratiyeke rastî bûya, yê ji kurdan re bigotana “ayri qardaş, yat qomşî”; hingê meyê jî bigota, rast e, “Bira bira ye, lê nan û penîr bi pera ye.”

Lê em hemû jî dizanin ku biratiya virtirî,  nakeve li nav  qorên qategoriya “biratî, bi rastî!”

Ji ber van egeran, me dive hebe biratiya bi rastî!