Mêr û jiyan, Jin û Mirin!

 

100 sal berî vê li New York ê jinan ji bo heman mafên ku yên zilaman hene, bi dest bixin  berdelên gelek giring dane. Disa îro li Ewrupayê heman mafên ku jinan yê bi merên hene, berdelên gelek mezin dane. Eger îro hin mafên jinan jî hene, van mafên kesekî diyarîya jinan nekîriye, jinan bi jiyanên xwe hin mafên îro hene, bi dest xistine û ji bo ev mafên van  dîsa ji destên neyê girtin ber xwe didin. Ji bona wê jî divê em qehramenê bênav jibirnekin û wan bi rezdarîyeke mezin bibirbinin.

Bi demê re, ziman wek amûreke çanda dayiksalariyê hatiye berovajîkirin. Di pirr zimanan de mirov mêr e û mêr jî mirin e. Her çiqas bi deme re desthilatdarîya mêr ango zilam li ser ziman jî bandor kiriye, lê belê wekî em dibinin wateya mirinê wekî mêr nehatiye guhartin. Lê rastiya hatî berovajîkirin, hîn berfireh û kurtir e. Êdî jin wekî cewhera jiyanê nayê ditin, edî cihê mirinê girtîye. Jin, ji jiyanê hatîye surginkirin, jinên ku serê xwe li hemberî dagirkirina jiyanê  hildene bi her awayî howitî hatine kuştin û tunekirin. Wekî Reberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan di pirtûkên xwe de jî dibêje, çawa  zilamê qurnaz pergala dayiksalariyê dagir kiriye û nirxên xwedawendan diziye, ji wê demê haya îro şerê xwedawenda bi pergala zilamê qurnaz bi nawî nebû.

Merê qurnaz  bi hezar salan bi zanista şamanizmê û hizrandina analitîk pergala xwe li ser nirxên dayiksalariyê afrandîye. Dîsa tenê bi avakirina pergala xwe sekiniye, kesên ku potansîyala wan ku li hemberî vê pergala bisekini bêbandor kirine. Tene bi wê jî nesekinîn, pergaleke wisa hatiye ferzkirin ku bindestên wê pergalê bi xwestek û ji dil xizmetî wê pergalê kirin e. Kesên ku li ser şopa heqîqetê tedikoşin,  ne bidestên desthilatdaran, bi destên xulamên wê pergalê ten dadkirin.

 

Kesên ku berê li hemberî wê pergalê sekinîne edî bûne parazvanên pergala desthilatdar. Edî jiyan rola mirinê dilize. Jiyana ku li ser mirovan re tê ferzkirin, ne jiyanê, edî  jiyin te wateyê mirinê. Li wê cihanê bi milyara kes dijin, lê belê ne jiyana kû van hilbijartiye, jiyanekû pergaleye.. Gelô ev projeyakû îradeye mirovan tede nine, mirinê ango jiyanê?

Di aliyê din de ji hin mirov hene, dixwazin jiyanê xwe bi xwe hilbijerin, ji bo we jî tedikoşin. Ev kesan ji pirr direj najin, lê belê ev kesan jiyan ku bi xwe penasadikin dijin. Ji bona we jî rast û azad jiyin, ji bo wê tebikoşin berdelekî xwe heye..

 

Rastîyek heye ku zayenda  nirxên pîroz afirandiye, îro bindest e û hewl dide xwe ji wê bindestiyê azad bike û hin caran ji bona wê jî berdelên gelek giran dide. Lê li hemberî kesê ku ji dil tedikoşin, kesên ku wê asteng dikin jî hene. Wekî tê zanin pergala desthilatdar ne tenê di hizrandinê de, di heman demê de, di hest  û ramênên mirov de, ji xwe birexistin kiriye.

 

Ji aliyê din ve jî, ji herdu zayendana jî, hin kes  xwe azad dibînin. Wekî Reberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dibêje, dema civak hemû azad  nebe, kes ne azad e. Kesên wisa bifikirin û bijîn ên tenê xwe bixapînin. Ji bona wê, azadîya mirovakî ji azadîya civakê derbas dibe, dema civak ne azad be, kes ne azad e.

Her çiqas pergala desthilatdar zayenda mêr bihez ji dike, jiyan ne mirin e, û afirînêra jinan ango zarokên wê nayê wataya mirinê. Ji bona wê jî divê zayenda mêr li hemberî berovajîkirina jiyanê bisekin e û li hemberî mirina her roj ku li ser navê wan dikeve merîyetê bisekin e û mirina di keseyeta wan de tê perzkirin, divê were kuştin.

 

Bi vê wesîleya 8. Adarê divê em bi peşengtîya jinê,   bi hemû pêkhatiyên civakê li hemberî dagirkirin û beravajîkirina jiyanê bisekinin.

 

Asmîn Engîn...