Bê zar û bê ziman e jiyan, lê diaxive…

Em jî zarokên li ser wê axê mezinbûyî yên bîr
û bawerîya xwe di tûrikê dilê xwe de komkurî, di tavehîvên berbangî de bi rê ketin.

Jiyan simibiliki e, dema nava wê tijî nîn be serbilindiyeke bê rêk û pêk tê. Ev hestên zarokatiyê û ciwantiyê
ne. Hêdî hêdî perwerdeya xwezayî dest pê dike. Pişt re di nava xweşî, êş û keserên salan de, tijî dibe û serê xwe ditewîne. Ev serîtewandin, li hemberî qalibên fêrkirî yên wek “Serê xwe netewîne” rawestandinek e. Ya girîng ew e ku tu yê ji bo çi û li hemberî kê serê xwe bitewînî û ji bo çi û li hemberî kê serê xwe netewînî. Li hemberî desthilatdariyê, li hemberî bêrûmetiyê, li hemberî dijminê xwe yê çanda te, nasnameya te, xaka te tine dike, zimanê te dibire û dijminê bi nav Kurd, bi Kurdî diaxive lê li ser navê xwişk-biratiyê te difiroşe û li hemberî ferasetên pergala desthilatdar di kesayeta te de bi cih kirî ku zimanê zarokatiya te ango Kurdî bi te dide jibîrkirin û zimanê xwe bi te dide jiberkirin, serî netewandin rûmeteke mezin e. Lê li hemberî xaka te ya her bihuşteke wê bi xwîna cangoriyan avdayî, li hemberî dayikên ew cangorî mijandî û li hemberî zarok, kal û pîrên raborî û paşeroja te ne, heta li hemberî beşeriyên li ser wê xakê serî tewandin ne binketin, serbilindiyek e. Ji bîr neke serê şilêran jî tewandî ye… Êşên sedsalan tînin ziman ku tenê jinên zimanên dil diaxivin ji wan fêm dikin.

Wek Rêber Apo dibêje, bi hestên xwe yên zarokatiyê re girêdayî mayîn e mebest…

Em jî zarokên li ser wê axê mezinbûyî yên bîr û bawerîya xwe di tûrikê dilê xwe de komkurî, di tavehîvên berbangî de bi rê ketin. Zarokên ji hestên kurdewariyê dûr ketin, di nava dibistanên kapîtalîstan ên bi pişaftinê perwerde kirî de, “Wek şûşeyeke tijî av di nîvê rê de şikestin, tine nebûn lê ava wan ber bi hest û xakên biyanî ve herikîn” û ji xwe dûr ketin, nikaribûn xwebûna xwe ava bikin û bi saxî mirin.

Yek jî zarokên mezinnebûyî an jî mezinên zarokatiya xwe bi xwe re anî hebûn.Wek pelên çîl û qerqaş bûn ew, li ser qencî hatibû xêzkirin û qenc bibûn. Ango zarokên agir û rojê bûn ew. Derketineke şoreşgerî bû sekna wan. Hin ji wan ji dest, ling, çavên xwe derb xwaribûn. Li şûna ziman birînên dest, ling û çavan diaxivîn.

Tolhildana hestan jiyan bû
Bi tenê yên ji dilê xwe derbxarî, ti carî nehatin ziman. An jî pir axivîn, lê parvenekirin. Lixwekirîbûn peyvên wan ên di encama lêdanekê de ji parvekirinê xeyîdî. Ji hestên wan nîşan girtibûn û gulebaran kiribûn dilê wan. Guleya jehrî wek her carê nîşana xwe şaş nekiribû. Lewma cemidîbû awirên wan. Hin ji wan derman kirin birînên xwe. Hin ji wan jî li şûna ku derman bikin dilê xwe, şibiyabûn kujerê xwe yê ji dergûşekê/î kujerek afirandî.Wan jî kuştin hestên hin kesên din ên pak û paqij.Tolhildana hestan bû ji bo wan jiyan…

Em xwe dispêrin deriyê dilê xwe
Avakirina pira di navbera ”Ez” û ”Em”ê de ye jiyan. Ji ber ku takekesa/ê bê civak nabe.Wek sererast bike tespîta min ji bo xwe kirî ya “Tenêtiya min şirîka emrê min e, bi ku ve biçim li wir benda min e” Rêbertî bi tespîta “Takekesa/ê bi tenê tine ye.Takekesa/ê civaka wê/wî têkçûyî dibe, lê ew jî bi bîranînên civaka xwe ya têkçûyî li ser piyan e” di ser tenêtiya min û me de hat. Gelo Baba Tahîrê Ûryan di vê serdemê de bijiya û rastî wî hostayî
bihata, wê dîsa çarika xwe ya bi navê; “Îlahî biçim cem kê biçim cem kê/ Ez ku bê dest û pê me biçim cem kê/ Hemû min biqewrînin tême cem te/ Ku tu jî biqewirînî biçim cem kê“ wê bi vî rengî biqedanda!

Di nava civak û mirovahiya bi aqil de, em xwe dispêrin deriyê dilê xwe, li zengilê wî dilî didin, dema dil me bibihîse û bihewîne em diaxivin. Ew jî guhdara bêdeng e.Ya rastî ew e ku peyv carinan li ber dilê tijî, bê zar û ziman e…

Belê ez jî wek her zarokê/î bi bîranînên pîrika xwe mezin bûm. Dikarim bibêjim ku du jiyanên min ên zarokatiyê hebûn. Li bajêr ji dayik bibûm, bajarîbûm lê di heman demê de gundewarbûm ku cih û ware pakiyê ye. Ji ber ku dema dibistan diketin betlaneyê yekser me berê xwe dida gund û ez diçûm cem pîrika xwe. Di erebeyê de tim kasetên dê û bavê min ên dengbêjiyê hebûn. Li gel wan stranan temaşekirina xwezaya Kurdistanê, bi
min re hestên bêhempa ava dikirin, ez bi kurdewariya xwe dihisiyam. Esir bû di bîranînên min de, dema min dengê Radyoya Rewanê bihîst. Li gel bilûrê, kilama Bêrîvanê dihat ziman…Xwe bi
dengê xwezayê re kiribû yek, ji aliyê din ê çemê Erez xwe berdabû ser gundê me. Gundiyên ku hemû xizmên hev bûn, bêdeng bibûn, Efoyê Esed bang li Bêrîvanê dikir û digot; “Were lê bêrîvanê, kubar kubar xwe ba neke, gundo, Cêrê xwe hilde, di kaniya pişta mala me da qesme neke, Alîkî cegera min î sax maye, xirab neke, dimrim lê…”

Çîrokên qala pişt çiyayê Qaf dikin
Di ketina gund de, şivan û gavanan naxira çêlek û pezan ên li çolê diçêriyan vedigerandin gund, bêrîvanan berx û golik berdidan û wan jî baz didan û di nava ewqas mî û çêlekan de, maka xwe nas dikirin û diçûn guhanê wê digirtin û dimijîn. Pişt re roj diçû ava, kevaniyan bêhna xwe vedidan û herkes diket xewa şirîn. A di wê kêliyê de, pîrika Helê ya herdu çavên wê tarî, dest bi çîrokên di piştî çiyayê Qaf de dikir û em di xew re diçûn. Ev bîranî- nên ku hafizaya min çêkirin, jiyana rojane ya zarokên xizmên me yên li gund bû. Lewma ji bo wan balkêşiyeke wê tine bû.

Li hemberî gundewariya ku ji bo xwendina dibistanên Tirkan neçar dima berê bide bajaran, ez jî li pey dengê xweza, ajal, dar û berg, dengê ku bi rêya radyoyeke biçûk xwe digihand guhê min ketibûm, ya rastî li pey dengê dilê xwe ketibûm. Lêgerîna min a zarokatiyê dest pê kiribû. Ez bi ku ve bibirama, min qebûl bû…

Bi kîneke mezin
Cara duyemîn di zaningehê de bîranîn bûn birînên min, careke din bi kurdewariya xwe hisiyam. Di rojekê de min biryara xwe da, rastkêşa xwe ya avahîsaziyê û metaryalên projeyan da hevalên xwe yên Kurd û vegeriyam. Di rê de nûçeyên ne bi xêrê dan nûçegîhanên Tirk û gotin, li Dîgorê bi hezaran kes li hemberî dewletê meşiyan û 17 terorîst hatin kuştin. Navê kurapê min û hevalên min ên zarokatiyê dihatin ziman. Dem 14ê Tebaxa 93an bû. Bi şev li Qersê peya bûm. Negihiştibûm meşê, yekser çûm nexweşxaneya ku hevalên min ên birîndar tê
de bûn. Piştî 10 salan ez dîtim û nas kirim. Pişt re jiyana xwe ji dest dan… Her kes li morgê li miriyên xwe digeriyan. Roj 15ê Tebaxê bû. Ew roj ev roj e bi kîneke mezin têdikoşim li hemberî dijminê xwe yê çand, ziman, nasname û canê me stendî.

Dibêjin dema cangoriyek dikeve axê, stêrkek dirije. Dibe ku şilêrek be jiyan a serê xwe bilind nake û li ezmanan mêze nake da ku cangoriyeke/î din jî nerije û tim bibiriqe.