Ciwanên Rojava Civiyan

Ciwanên Rojava yên li bajarê Hernê ya Almanyayê, di bin banê Komeleya Silava de, xebatên weke ziman, çand û perwerdehî didin meşandin û bi vî rengî dixwazin ji berxwedana Kobanê û Rojava re bibin bersiv.

Rêveber û endamên Komîsyona Ciwanan Rojda Abdalla û Rihan Derwîsh jî di navê de nêzî 30 ciwan tevli semînerê bûn. Di semînera bi sernavê „Girîngiya Zimanê Kurdî“ de, bingeha zimanê Kurdî, têkiliya wê ya bi dîrok û çandê ve hat nirxandin û hat gotin ku polîtîkayên qirkirin û bişaftin ên li ser Kurdan û zimanê Kurdî hê jî di meriyetê de ne. Rêvebere Enstîtuya Kurdî ya li Almanyayê Avesta Aydin got, li gel vê yekê dayikên Kurd bi riya wêjeya devkî, nehîştiye ziman winda bibe, îro bi riya wêjeya nivîskî jî, wateya zimanê Kurdî baştir tê fêmkirin û ziman, çand û hebûna gel a ji berxwedêriya xwe sûdê werdigire, êdî nabe ku winda bibe.
Herwiha Aysel Avesta Aydin dazanîn ku gelê Kurd ên neçarî koçberiyê hatine kirin, li Ewrûpayê jî weke Tirk, Ereb û Faris tên hesibandin û ji bo bi ziman û nasnameya xwe werin naskirin, saziyên Kurdan pêşniyarpirs dane parlementoya Almanyayê û divê dîplomasî û çapemenî jî vê yekê tim bişopînin. Aydin got: "Divê zimanê Kurdî weke zimanên Îngîlizî, Erebî, Farisî û Tirkî di dibistanan de were dayîn. Ji bo vê jî peywireke mezin dikeve ser milê jin, ciwan, malbat û kedkarên dîplomasiyê." Li ser daxwaza ciwanan biryar hat dayîn ku Enstîtuya Kurdî heftê rojekê perwerdeya kursa Kurdî bide ciwanan.
BOCHUM
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA