Di Pergala Serweriya Dewletan de Pir Civakî

 

DI PERGALA SERWERIYA DEVLETAN DE PIR CIVAKÎ

Piştî şerên parvekirina cîhanê, yê yekemîn dewletên serdest, yên kolonyalîst, di tevahiya cîhanê de û bi taybetî jî li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn, parzemîna Afrîqa û Rojhilatê Asyayê, yên pir netewe û kêmar, dewletên neteweyî, yên yekker/unîter dan avakirin û serweriya wan dewletan jî radestî nijadperestan kirin. Netewe û civakên din jî di bin zordestiyê de hiştin. Bi alikariya van dewletên emperyalîst tekoşîna gelek gelên bindest hat pelçiqandin. Dîsa di vê serdemê de van emperyalîstan ji bo serweriya xwe bidomînin, di navbera civakê de pirsgirêkên cûda dan derxistin û serweriya rayedarên nijadperest ên pêgirên xwe li ser gelên bindesthiştî, dan ferzkirin. Ji ber vê egerê, ev nakokî û pirsgirêkên navbera gelan, berhemên pergala empryalist in. Wan dewletên serdest û kolonyalîst şer, pevçûn, nakokî û pirsgirêk, weke diyarî ji van peykdewletên xwe re hiştin.

Di seranserê cîhanê de dewletên ku demografiya wan (ji yek neteweyî) homojen bin, pir kêm in. Di vê serdemê de di nava 180 dewletên cîhanê de, hijmara dewletên ku civaka wan ji yek neteweyî pêktên, di binê 20an de ne, bê gotin jî di hêla nijad û netewe, ziman, ol û baweri, çand û dîrokî de li her dewlet û herêmê ciwakên cuda bi hev re jiyana xwe berdewam dikin. Di hêla civaknasî de li ser erdnîgariya cîhanê, welat an dewletên civaka wan, ku ji nijad, netewe, ziman, ol, çand û hişmendiyên cuda pêk tên, gelek zêde ne. Di hemandemê de li wan welatan an dewletan komên civakî, yên din jî derketine holê û di nav civakê de rola xwe dilîzin.1 Li van welat û dewletan, di nava xwe de civakeke ne hemcure (homojen), civakeke pirdeng û pirereng ava kirine û wan civakan jiyanekê hevbeş domandine. Oktay UYGUN li ser vê rewşê rawestiyaye û di berhemên xwe de bi şêweya “sistema di nav dewletê de xwedî du civak” pênase kiriye. Li gorî wî, di serweriya dewletan de “pergala dewleta xwedî du civak” kategoriyeke gelek giring afirandiye.2 Oktay Uygun di lêkolînên xwe de li ser civakên cuda, yên ku di hêla serweriyê de xwedî maf in, rawestiyaye. Li ser civakên din, ên ku di rêveberiya dewletê de ji mafê serweriyê bêpar mane, ranewestiyaye.

Di qada navneteweyî de kategoriya rêjeya nufûsa du civakî, weke rêjeya ji %20an yatiye pejirandin.3 (Di qada navneteweyî de civakên cûda yên ku rêjeya nufûsa wan digihîje ji %20an an ji rejeyekê daha zêdetir girtine ber çav. Civakên rêjeya wan negigîştiyê ji %20an negirtine ber çav.)

Di hêla demografiye de welatên ku bi tenê ji civakekê pêk tên, gelek kêm in. Di nav her welat û herêman de nijad, netewe, ziman, ol, çand û hişmendiyên cuda, yên mezin û biçûk hene. Lê bêlê li van welatan, neteweyek an du netewe serweriya dewletê bi dest xistine. Bi taybetî di nava dewletên neteweyiyên (unîter) yekker de netewe û komên biçûk ên civakî, ji vê serweriyê bêpar hiştine û mafên wan, ên rewayên kesayetî û civakî kitim kirine. Ew netewe û komên cuda dibin xetere û zordestiyê de jiyana xwe berdewam dikin û di hela ziman, dîrok, çand, olî de tên bişaftin.

Ew dewletên ku pergala xwe li ser bingeha zêde sitendina dengan û di parlamentoyê de û zêde bi destxistina kursiyên parlamenteren ava kirine, navê vê faşiliyê danîne “Pergala Piranîparêza Demokrat!” Taybetmendiya vê pergalê di kapîtalîzma emperyalîst de berdewamkirina jiyana dawlata neteweyî ye. Ji ber vê egerê Arend Lijphart, li dijî vê pergalê derdikeve û vê pergalê wekî “Pergala statîstîkî, ya zêde bi destxistina dengan.4” pênase dike.

Di pergala kapitalîst û emperyalîst de heke di nav weletekî de rêjeya nufûsa du civakên cuda ku ne gihîje %80yan û ji wan herdu civakan rêjeya nufûsa civaka duyemîn ji %20an kêmtir be5, di wî welatî de çiqas civakên cuda hebin bila hebin, ew welat ji welatên xwedî “pergala dewleta du civakî” nayê hesibandin. Her çiqas li Kanadayê rêjeya nufûsa Inglîz (ji %34,4) û Fransî (ji %25,7) rêjeya nufûsa van her du civakan di bin rêjeya ji %60,1an de bimîne jî, ji ber ku van her du civakan bi hev re di damezrandina serwerîya dewletê de cih girtine, îro pergala dewleta Kanadayê wekî dewleteke du civakî hatiye pejirandin. Ji ber pergala (West Minister) piranîparêz, li vî welatî 70 neteweyên cuda, yên din, ên ku rêjeya nufûsa wan digihîje ji %39,9an, ji serweriya vê dewletê bê par mane.

Di Hêla Civaknasî De Welatên Xwedî Hişmemdiya Yek Civakî: Heke di hundirê welatekî de du civak, an pir civak jiyana xwe berdewam bikin, di avakirina dewletê de pergala (unîter) yekker hatibe pejirandin û cudahiya pir civakî nehatibe erêkirin, ev têgeha pergala (unîter) yekker, di wî welatî de dibe jêdera pirsgirêkên siyasî û civakî. Civaka ku ji serweriya dewletê bêpar maye û mafên wê hatiye kitimkirin, ji bo mafên xwe yên rewa bi dest bixe, dikeve nav tekoşînê. Dema ku nakokiyên navbera gel, bi rêbazên demokratîk û aşîtiyane neyên çaraserkirin, tekoşîna ji bo bidestxistina van mafên neteweyî û civakî, yên rewa di cîhanê de bûye sedema şerê çekdarî. Ji ber egera mafnenasiya van dewletan, îro li welatê me û li gelek deverên cîhanê ev şer berdewam dike.

Dewletên Xwedî Hişmendiya Du Civakî: Ev têgeh di hela civaknasiyê de bi taybetî di pergala kapîtalîzma emperyalîst de bi tenê du civakên serwer, bi hişmendiya civakên cuda bi şêweyeke çalak di nav jiyana siyasî de rola xwe dilîzin. Lê civakên din, yên di hindirê wê dewletê de jiyana xwe berdewam dikin û di hêla nûneratiyê de mafê nûnertiyê bidest nexistine, ji mafên kesayetî û civakî bê par dimînin. Ji xeynî Tevgera Azadiyê, li ser jiyana hevpar, a pir civakî û nunertiya civakên cuda, tu dewlet û rêxistinan sere xwe neêşandine.

Di pergala kapîtalîzm û emperyalîmê de dewletên emperyalîst, li ser navê neteweya serdest bi darê zorê serweriya birêvebirina dewleta unîter sipartine pergaleke faşîst, a ji neteweya serdest. Bi vê şêweyê gelek peykdewletên unîter dane awakirin û di navbera civak û neteweyên cuda de dijberî derxistine pêş. Heta ku ev peykdewletên ji neteweya serdest pejirandina realîteya pircivakî û demokratiyeke radîkal nepejirînin, wê ev şer, nakokî û pevçûn bên berdewamkirin.

Di nava welatekî de komên bi zordestî serwerî bi dest xistine, ji bo kêm netewe, cudatiyên olî, hişmendî, çandî û komên din, mafên xwe yên rewa bi dest nexin, bi derxistina qanûnên li dijî mafên mirovahiyê, rê û rêbazên qedexeker afirandine. Bi wê şeweyê van aktorên civakî li derveyî pergala nûnertiya siyasî hiştine. Dewleta Tirk li ser vê rewşê mînakeke gelek balkêş e. Dewleta Tirk di Anatolyayê de ji xweynî gele Kurd, hemû netewe û civakên cuda helandiye (bişaftiye). Gelê Kurd, îro bi tenê li dijî bişaftin û tünekirinê derdikeve, ji bo van mafên xwe yên rewa, bi israr û bi berdelên giran tekoşîna xwe berdewam dike.

Li dijî vê helwesta mafnenasiya neteweya serdest, kêmnetewe, bawerî û grupên din, yên cuda jî dikevin nav helwestan. Civakên serdest ên xwedî dewlet, bi rê û rêbazên nerewa mafên civakên bindest kitim dikin. Ji bo ku civakên bindest jî bikaribin li dijî vê mafnenasiyê derbikevin û rêbazên kitimker bêbandor bihêlin, bi berxwedaneke bê hempa tekoşîna xwe berdewam dikin. Ev berxwedan di rewşa siyasî de bandoreke giranbiha û birêzdarî dide afirandin.

Piştî gelek zehmetî û êşan ew civakên tekoşer xwe didin qebûlkirin. Di pergala siyasî de dibin xwedî maf û di nav rêvebiriya dewletê de dibin şirîkê neteweya serdest. Di nav wê dewletê de ew jî mafê ziman, perwerde û çanda xwe bidest dixin. Zimanên wan neteweyên bindest jî dibin zimanê fermî, yên wê dewletê. Di nav rêveberiyê de bi cudahiyên xwe, mafê nûnertiya civakên xwe bi destdixin. Ev rewş pergala dewletê jî diguhêre. Piştî bidestxistina van mafên rewa û parastina van destkeftiyan “Dewleta Pir Civakî” bi neteweya serdest didin qebûlkirin.

Di nav pergala dewletê de pîvana du civakî an jî pir civakî, tê wateya ku ji aliyê dewletê ve pejirandina siyaseta pir çandî, pir zimanî, pir olî û di erka birêveberinê de netewe û civakên cuda re pervekirina serweriyê. Di alî din de pejirandina xweseriya çandî, xweseriya siyasî û bikaranîna pir zimaniya fermî yekkeriya dewletê kol dike û dewletê ber bi modernî û demokratiyê ve dibe. Ji bo ku dijwariya dewletên yekker bê fêhmkirin, divê mirov li ser çend mînakên dewletên pircivakî raweste.

MÎNAKA BELÇÎKA

Di hêla civaknasiyê de pêvajoya damezrandina dewleta Belçîqa, ji bo “pir civakiyê” minakeka gelek balkêş e.6 Belçîka di sala 1830yan de tê damezirandin. Dewleta Belçîka di destpêka damezrandina xwe de ji alî civakên Flaman û Wallon ve wekî dewleteke neteweyî tê damezrandin. Lê belê serweriya dewletê bi tenê di destê Wallonan de bû. Rewişta (qerektera) vê dewletê bi xwe dewleteke neteweyiya unîtera (yekkera) hişk û jakoben bû. Zimanê wê yê fermî, zimanê ku Wallon pê diaxifîn, zimanê Fransizî bû. Ev rewşa unîter heta sala 1898an berdewam dikir. Di navbera van 68 salan de gelê Flamanan di hêla siyasî de bandora xwe gelek zê dikin û bi tekoşînê mafên xwe, yên rewa yên kesayetî û civakî bi dest xistin.7 Di sala 1898an dewleta Belçîka, di destûra bingehîn de du zimanê fermi dipejirîne û di fermiyetê de li cem zimanê Fransizî zimanê Felemanî jî dibe zemanê fermi yê dewletê. Qanûnên dewletê bi herdu zimanan derdikevin û tên weşandin. Di sala 1932 yan de seranser di asta dem û dezgehên dewletê, di artêşê û di dem û dezgehên perwerdehê de bikaranîna du zimanî tê pejirandin. Di sala 1962yan de di hêla ziman de dîsa destûra bingehîn tê guhartin. Di herêmên Wallonan de zimanê Fransizî, di heremên Flamanan de zimanê Felemenî dibe zimanê yekemînê fermî.

Pistî sala 1898an, di Belçîkayê de rêgezeke din tê pejirandin. Di hikûmeta Belçîka de hijmara vezîrên Wallon û Flamen wekhev hat qebûlkirin. Ev rêgez sala 1970yan di destûra bingehîn de hat pejirandin û vê rewşê heta van salên dawîn jî berdewam kir.  Di guhartina destûra bingehîn de damezrandina Konseya Çanda Fransî û Konseya Ziman û Çanda Felemenî hat pejirandin. Endamên van herdu konseyan ji endamên Meclisa Nûneran û ji endamên Senatoyê pêk dihat. Her konseyekê di derbarê çand, zimanê û perwerdehê de ji bo gelê xwe cuda cuda qanûn derdixist.

Komên zimanan, ên parlamentoya Belçîkayê xwediyê erkeke wisa bûn. Van komîsyonan dikaribûn qanûnên ku li ser berjewendiyên gel bandoreke neyînî dikirin, carek din li hikûmetê vegerînin. Rêjeya vegerandina qanûnan ji 3/4 bû. Guhartin û lê zêdekirina xalên destûra bingehîn bi tenê, bi rêjeya ji 2/3 bi erêkirina endamên Meclisa Nûneran û endamên Senatoyê dihat pejirandin. Ji bo bikaranîna van xalan, hewcedarî bi erêkirina komên parlamentoyê, yên herdu zimanan hebû. Di nav komên zimanan de rêjeya erekirinê ji %50+1 bû. Heke komên zimanan ev guhartin û lêzêdekirin erê nekirina, ev qanûn nedihat bikaranîn. Tevî wan guhartinan jî (qerekter) rewişta dewlêta Belçikayê, rewişteke ûnîter (yekker) û dewleteke neteweyî bû.

Piştî guhartinên destûra Belçîkayê, yên salên 1980, 1988 û 1993yan, Belçîkayê dev ji pergala ûnîter (yekker) berda û pergala federalî pêjırand. Îro dewleta Belçîka ji sê dewletên federe yên herêmî (Wallon, Flemenk û Alman) pêk tê, yek dewletek federeya têkela Paytextê û di hindirê paytextê de jî du dewlêtên federeyên koorperatîf, ên Wollan û Flamenkan hatine damezirandin. Ji ber wê egerê, devleta federala Belçîkayê ji 6 dewlêtên federe pêk hatiye û dewleteke pir civakî ye.8

MÎNAKA FINLANDYA

Mînakeke din, mînaka Finlandiyayê ye. Di nav sînorê Finlandiyayê de civaka gelê girava Alandê, ya ku civakeke Swêdî ye, heye. Girava Alandê bi xwe herêmeke xweser e. Di sala 1920an de gelê Alandê Parlamentoya xwe damezirandiye.

Li Finlandiyayê gelê ku bi zimanê Fîni diaxivin ji %93, yên bi zimanê Swêdî diaxivîn ji %5,9 û yên bi zinmanên din jî diaxivin ji %1,1 in. Balkêşiya herî girîng, di hilbijartinan de çi encam derdikevin, bila derkevin, her dem nûnerên civaka Swêdî şirîkê hikûmeta Finlandiyayê ne. Li Finlandiyayê di sala 1920 de rêjeya nufûsa kesên bi zimanê Swêdî diaxivîn ji %10,1 bû. Îroj ji ber hinek sedemên xwezayî ev rêje daketiye ji %5,9an. Vê rewşê jî di beşderbûna hikûmetê de rêjeya nûneratiya gelê Alendê neaniye xwarê. Her çiqas Oktay Uygun dewlata Finlandiyayê wek dewleteke du civak rave kiribe jî, bi ya min, ji ber ku li vî welatî ji %1,1 civakên dinên kêm netewe jiyana xwe berdewam dikin û mafên wanên xwezayî jî nehatine kitimkirin, Fînlandiya “dewleteke pir civakî ye.”

MÎNAKA KANADA

Kanada dewleteke federal e. Ji 10 eyaletan pêk tê. Di Kanadayê de nufûsa herî zêde bi rêjeya ji %34,4an, a civaka Ingilîz e. Rêjeya nufûsa civaka Fransî ji %25,7 e. Rêjeya gele din, yên li Kanadayê jiyana xwe berdewam dikin jî ji % 39,9 e. Lê ev nufûsa ji %39,9an jî ji 70 neteweyên cuda pêk tê. Ji ber ku ev rêjeya zêde, ji komên biçûk pêk tên, Ji ber egera (West Minister) pergala piranîparêz di rojeva siyaseta Kanadayê de ev nufûsa ku bi rêjeya ji %39,9an pêk tê, bê bandor maye. Birêvebirina dewleta Kanadayê di bin serweriya Ingilîz û Fransîyan de berdewam dike.

Ji ber ku neteweyên din, ên li Kanadayê, bi siyasetê re zêde bilî nabin, an jî yên ku bi siyasete re bilidibin, ji bêkêrî û bê dilî siyasetê birêvedibin, serweriya siyaseta Kanada ketiye destên Ingilîz û Fransîyan. Rojeva siyaseta Kanadayê jî, ev herdu gel destnîşan dikin. Di navbera vî 70 kêmneteweyên li Kanadayê de, yên ku nufûsa wan zêde ne, Alman, Italyan û Ûkraynî ne.9

 

Li gorî nivîserên Fransî; her çiqas dewleta faderal a Kanada ji 10 Eyaletan pêk bê jî, di Kanadayê de du neteweyên damezrîner hene. Ew jî Firansî û Ingilîz in. Jixwe di pratîkê de kar û barên vê dewletê bi du zimanî û du çandî tê meşandin. Dîsa li gorî van nivîseran, serwerî di destên Fransiyên Quebecî û di desten eyalatên din, ên Ingilîz de ye.10

Li ser vê mijarê nivîserên Ingilîz, cudatî û di siyasetê de bandora Fransî û Ingilîzan dipejirînin. Lê dibêjin ku ev herdu civak hêdî hêdî li ser gelên din bandora xwe wunda dikin. Ji ber vê egerê her çiqas di Kanadayê de du zimanî hebe jî, ev dewleteka federala pir çandî ye.11

MIJARÊN HERÊMAN

Di nav sînorê welatekê an dewletekê de dibe ku di herêmekê de neteweyên cuda di nav hev de bijîn, an jî di nav herêmên cuda de bijîn. Di vê mijarê de minaka paytexta Belçika derdikeve pêşberî me. Dibe ku di bajarekî an herêmekê denetewe, bawerî, pîşe û çandên cuda bikaribin di nav hev de jiyana xwe berdewam bikin. Eger etnîsîte, bawerî û komên cudayên ku di nav hev de dijîn, di serweriya dewletê de bi taybetmendiyên xwe mafên temsîlê bidest xistibin an wekî dewletên federe xwe bi rêxistin kiribin. Ev pergal, di nava dewletên federal de wekî “dewletên federeyên korperatif” tê pênasekirin. Eger li gorî herêmên erdnîgarîyê yekitiya dewletên federe hatibe damezirandin, ev pergal, di nava dewleta federal de wekî “dewletên federeyên herêmî” tê pênasekirin. Dibe ku wekî Italya û Îspanyayê herêmên xweser hatibin damezrandin. Ev pergal jî, bi pergala “dewletên (yekker) unîter, ên xweserên herêmî” tê pênasekirin.

Ew gelên cuda yên kêmnetewe an xwedî çand û baweriyên cuda, wê çewa bên parastin û temsîlkirin? Jixwe jêdara pirsgirêkên civakî di vê pirsê de ye. Di pergala kapîtalîzma modern de ji bo dewletên neteweyiyên unîter (yekker) bersîva vê pirsê nîne. Di vê pergalê de kêmnetewe, bawerî û çandên cuda ji temsîlê bêpar dimînin. Roj bi roj ev kêmnetewe, ziman, zarava û çandên cuda dibin zordestiya (asîmîlasyonê) bişavtinê de ne. Di cîhanê de gelek kêmnetewe û çandên cuda ji holê hatine rakirin. Di vê serdemê de, ev pirsgirêk bûye pisgirêka mafên rewa, yên mirovahiyê. Ji ber wê egerê mirovahî neçar e, ku van kêmnetewe, ziman, cand û baweriyên cuda biparêze. Bi ya min jî bersîva van pisgirêkan, pergala demokratya modern e.

Di Bakurê Irlandayê de, civakên katolîk û protestan di nava heman bajaran de di taxên cuda de, di gundewaran de di nava hev de jiyana xwe berdevam dikin. Pirsgirêka van herdu gelên xwedi baweriyên cuda berdewam dike. Ji ber ku katolîk ji protestanan kêmtirin, civaka katolîk tu carî jî serweriya Bakurê Irlandaye bi dest nexistine. Ji ber vê egerê bi deh salan e ku pirsgirêka Bakurê Irlandayê berdewam dike.

Di herêmên tevlihev de mijara parastin û temsîla kêmnetewe, bawrî, ziman û çandên cuda, di hinek dewletên federal de bi modela federaliya korperatif hatiye çareserkirin. Minakên vê federaliya korperatîf pergala dewletên Swisre û Belçika ne.

DI DEWLATÊN NETEWEYÎ DE DU AN PIR CIVAKÎ

Pergala du an pir civakî, bi piranî di dewletên neteweyî, yên yekker, dewletên federal û dewletên neteweyî, yên yekkerên federe de derdikeve holê. Di navbera van dewletan de yên herî zêde li ser lêkolîn hatine kirin, Iralanda, Malezya, Çekoslovakya û Kibris in.12

Pirsgirêka Irlandayê ne pirsgirêke etnîkî, pirsgirêkeke bawerî û ramaniya cûda ye. Pirsgrêka civaka Irlandayê, li ser cudahiya mezhebî an cudahiya baweriyê ye.

Di pergala eyaletên DYAyê de New Mexico û di pergala eyaletên Kanadayê de New Brunsvick minakên herî balkêş in. Li DYAyê eyaleta New Mexicoyê xwedî rewşeke du zimanî ye. Li vê eyaletê zimanê Îspanî li gel Ingilîzî zimanê fermiyê duyemîn e. Di vê eyaletê de rêjaya nufûsa ku bi zimanê Ispanî diaxive ji %37 e. Li Kanadayê eyaleta New Brunsvick jî du zimanên fermî bikartîne. Di vê eyaletê de rêjeya nufûsa bi Ingilîzî diaxive, ji %65,1 û rêjeya nufûsa ku bi Fransî diaxive, ji %33,6 e. Zimanên fermiyên vê eyalete Fransî û Inglîzî ne. Di vê eyaletê de Rêjeya civakên cuda, yên din ji %1,3 ye. Lê di fermiyetê de zimanên wan nayê bikaranîn. Di van mînakan de diyar dibe ku, her çiqas pergala van herdu dewletan federalî be jî, eyalêtên federe yên DYA û Kanada, di nav xwe de taybetmendiyên dewletên unîter dihewînin. Ji ber vê egerê di eyaletên wan de pir zimanî nehatiye pejirandin.13

DEWLETÊN XWEDÎ SÎSTEMA DU CIVAKÎ

Berî sala 1989 an, a belavbûna YKSS/Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst û Dewletên Bloka Sosyalîst, di cîhanê de 12 dewletên xwedî pergala du civakî hebûn. Her çiqas Prf. O.Uygun di vê maqaleya xwe de van dewletan weke dewletên du civakî bi nav kiribe jî, di statîstîkan de diyar dibe ku di van dewletan de gelek civakên dinen cuda jî dijîn. Lê erka birêvebirinê di destên du civakên serdest de ye.14 Ji wan 12 dewletan, dewleta Çekoslovakya di mêjûya 01.01.1993yan de Çek û Slovak ji hevdû veqetiyan û bûn du dewletên unîter û Belçîka di mêjûya 05.05.1993yan de pergala Federaliya pir civakî pejirand. Ji ber vê egerê dewletên Çekoslovakya û Belçîka jî ji vê listeye hatine derxistin.15   

LÎSTEYA DEWLETÊN XWEDÎ SÎSTEMA DU CIVAKÎ

 

Navê Dewletê          Nufûs          Rêjeya Nufûsa Netewên Serwer                           Yên DIn

Bûrûndî               5.800.000        Hûtû %85; Tûtsî %14                                             Yên Din %1

Fîjî                          738.000        Fîjî %48.7; Hindî %45.9                                         Yên Din %5,4

Fınlandıya           5.000.000        Finlandî %93; Swedî % 5.9                                     Yên Din %1,1

Gûyana                  990.000        Gr.Rojhilatê Hindî %50.8;  Afrikayî-Reş %30.4        Yên Din %18,8

Israel                   5.000.000        Cihû %83.1; Erab %16.7                                          Yên Din %0,2

Canada             26.941.000        Ingilîz  %34.4; Fransî %25.7                                     Yên Din %39,9

Kıbrıs                     910.000        Rom %81.2; Tırk % 18.7                                           Yên Din %2,1

Malezya            18.300.000        Malayayî % 50; Çînî %35                                          Yên Din %15

Srı Lanka          17.400.000        Seylanî %74; Tamîlî %12,6                                        Yên Din %13,3

Sûrınam                 402.631        Gr. Rojhilatê Hindî %37;  Kreoyî % 33                       Yên Din %30

 

*** Ev tablo ji Makaleya Prf. Oktay Uygun  a liser Dewletên du Civakî hatine sitendin.

Di vê listeyê de diyare ku di nav van dewletan de bi tenê du gel akincî nînin, gelên din jî li ser axa van welatan akincî ne. Lê yên di serweriya dewletê de cîh girtine du netewe an civakin. Yên din, ji mafên civakî û li ser navê civaka xwe ji mafên serweriyê bêpar mane.

Piştî helweşandina sovyeta kevn, dewletên ku ji Federasyona Rus veqetiyan, dewletên xwe, yên (yekker) unîter avakirin. Lê di nav sînorên van dewletan de bi taybetî nufûseke zêdeya Rus ma. Lê ew nufûsa Rus ji serweriyê bê par ma. Ew nakokî jî bû jêdera şer û pevçûnan. Herwekî tê zanîn îro li Ukraynayê ev pisgirêk bû sedema şerê navxweyî. Ji ber ku di Komara Kirimê ya xweser de li gorî serjimêra cotmeha sala 2014 yan, rêjeya nufûsa Rusa ji %67, Ukraynî ji %17,3 Tatar, Gagaus û Azeri ji % 12,2, û 13 civakên din jî ji %3,5 bûn.16 Parlamentoya Kirimê de li ser xwesteka parlamenterên Rusî biryara tevlêbûna Fedeasyona Rusyayê sitend û ev biryar ji teref Serokkomar Putin ve di mêjûya 14.04.2014an de hat erêkirin.17 Ev herêm ji Ukraynayê veqetiya û bû herêmek xwesera Fedeasyona Rus. Rageşî û giraniya di nav Ukrayna û Rusya heta 24ê Sibata 2022an berdewam kir. Di roja 24ê Sibata 2022an de serokkomarê Rusya Vladimir Putin li Ukrayna "operasyonek leşkerî, ya taybet" îlan kir. Ji wê rojê hata îro şerê germ di navbera Ukrayna û Rusyayê berdewam dike.

Heman rewş di mêtingeriyên berê, yên Îngîltere, Îspanya, Frasa, Îtalya, Portekiz, Almanya û Belçika de jî tê ditin.18 Riker, vê rewşê di derbarê hişmendiya pilitikya Îngilizan, a li ser bingehê “gel ji hev parçe bike û bi hêsayî birêve bibe” nirixandiye.19

Di nav van dewletan de bi tenê, di Kazakistanê de zimanên Kazakî û Rusî, zimanên fermî ne. Di karên dewletên din de yek zimanî tê bikaranîn. Li Kazakîstenê piştî dewleta serbxwe hat avakirin serokkomar ji nav gelê Kazak û serok wezîr jî ji nav gelê Rus hat hilbijartin. Her çiqas Oktay Uygun bûyerên Alma Ata yê wek nakokiyên di navbera gele Kazak û Komunîstên berê binirixîne jî,20 Gregory Glaeson, vê pirsgirêkê wekî nakokiyên di navbera gelê Kazak û gelê Rusan dinirixîne û vê nakokiyê wiha tîne zimên: “Di sala 1986an de G. Kolin, ê Rus, ê ku li derveyî Kazakistanê dijiya, dibe serokê partiya Kazakistanê. Li ser vê bûyerê gelê Kazak serîhildide û piştî mudaxeleya dewleta Rus ev serhildan tê vemirandin.20

Dîsa di herêma Kafkas de Gurcistan, Ermenistan û Azerbeycan jî di hêla nufûsê de homejen nînin. Li ser Osetyayê di navbera dewleta Rus û Gurcistanê de pirsgirêk berdewam dike. Ji alî din ve di navbera Oset û Gurciyan de ev pirsgirêk nehatiyen çareserkirin.

LÎSTEYA DEWLETÊN PIR CIVAKÎ, YÊN JI YKSS VEGETIYANE22

Navê Dweletê                  Nufûs         Rêjeya Nufûsa Neteweyên Serdestn             Yên Dın

Estonya                     1.600.000         Eston %54,7; Rus %28                                  Yên Din %17,3

Kazakıstan              16.800.000         Kazak %39,7; Rus %37,8                               Yên Din %22,5

Letonya                     2.700.000         Leton %51,8; Rus 33,8                                    Yên Din % 14,4

Lıtvanya                    3.700.000          Litvan  %80,1; Rus %8,6                                 Yên Din % 11,3

Özbekıstan             20.322.000          Özbek % 70; Rus %10                                     Yên Din % 20

Tacekıstan                2.500.000          Tacik % 63; Rus %23                                        Yên din % 14

Ukrayna                  51.900.000          Ukrayn % 73,6; Rus % 21,1                              Yên Din %5,3

Li ser pirsgirêka di navbera Ermenî û Azeriyande bi salane şer û pevçûn berdewam dike. Di hêla siyasî de Kurdên di nav van hersê dewletande akincîne tu mafên wanên gelerî nîne. Kurd di hêla nûnertiyê de wek neteweyeke cuda di rêvebiriya van dewletande mafê serweriyê bidest nexistine.

Ji ber van nakokiyan di bakûrê Kafkasyayê de di navbera dewlata Rûs û Çeçenan de jî bi salan e, şer û pevçûn berdewam dike.

   LÎSTEYA DEWLETÊN PIR CIVAKÎ, YÊN JI YUGOSLAVAYÊ VEGETIYANE22

Piştî mirina Tito, di Yugolavyayê de netewe, civak û baweriyên cuda ketin nava şerekî navxweyî. Di vî şerê qirêjî de li hember hevdu jenosit bikaranîn. Di dawiyê de Yugolavya ji hevdu belav bû. Ji Yugolavyayê jî heft dewletên biçûk peyda bûn. Di navbera wan dewletan de Silovenya bû dewletek Slovenî û Slovenan bi şêweyekê hovane gel, civak û kêmneteweyên din, yên nav xwe tesfiye kirin. Îro di dewleta Slovenyayê de rêjeya nufûsa Slovenan derketiye ji % 91an. Rêjeya nufûsa kêmneteweyan û civakên din hatiye ser ji % 9an.

Dewleteke din, a du civakî Bosna-Hersek e. Di akinciyên vê dewletê de rêjeya nufûsa Boşnakên İslam ji %44, rêjaya nufûsa Sirban ji % 33, rêjeya nufûsa Xirwatan ji %17 û rêjaya nufûsa kêmnetewe û  civakên din jî ji %6 in. Ji ber vê egerê em dikarin bibêjin dewletên hatine bilêvkirin, dewletên pir civakî ne.23-24-25

LÎSTEYA DEWLETÊN PIR CIVAKÎ, YÊN DIN

Navê Dewletê                Nufûs          Rêjeya Nufûsa Neteweyên Serdest             Yên Dın

Komara Çek            9.092.003          Çek %81,5; Morav %14                               Yên Din %4,5

Khırwatıstan            4.685.000          Khırwat %75; Sirp %12                                Yên Din %13

Karadax                      552.000         Karadaxî %68; Îslam (Boşnak) %14             Yên Din %18

Makedonya              2.110.000         Makedon %67; Ernawid %20                        Yên din %13

Sırbıstan                  9.833.000         Sirp %75; Ernawid %20                                Yên Din %5

Komara Slovak        5.389.000         Slovak %86,6; Macar%10,7                          Yên Din %2,7

*** Ev tablo ji Makaleya Prf. Oktay Uygun,  a liser Dewletê du Civakî hatine sitendin.

Devletên ku di vê lîsteyê de navên wan derbas dibin, ji teref hinek lêkolîneran ve dewletên xwedî du civak bên destnişankirin jî, dema ku em rêjayên nufûsa van dewletan li ser vê tabloyê dinirixînin, em dibînin ku tevahiya van dewletan jî pir civakî ne. Lê gelên din, di hêla nûnertî, ziman, perwerde, çand û baweriyan de negihîştine mafên xwe yên xwezayî û demokratik. Tevahiya van dewletan di hundirê xwe de karakterê bireveberiya dewleta neteweyiya yekker (unîter) dihewînin. Ji ber vê egerê di navbera van gel û civakên dost û birayên li ser erdnîgariya van dewletên neteweyiyên unîter jiyana xwe berdewam dikin de neyartî, şer û pevçûn kêm nabe.

SEDEMÊN NAKOKÎ, ŞER Û PEVÇÛNÊN NAVBERA GELAN

Di navbera gelan de nakokî, pirsgirêk û çareserkirina pirsgirêkan an jî kûrbûna pirsgirêkan cure bi cure ne û taybetmendiyên van pirsgirêkan li gorî taybetmendiyên civakan diguherin. Em îro dibînin ku di vê serdemê de di hundirê gelek dewletan de ji ber van birsgirêkan şer û pevçûn bi şêweyên cuda berdewam dikin.

Di nav welatekê de dibe ku civakên cuda di hundırê herêmên cuda de jiyana xwe berdewam bikin. Li hin herêman jî civak, ol, cand û baweriyên cuda di hundirê herêmekê de bi hevdu re jiyana xwe berdewm bikin. Bê guman dema ku neteweya serdest kêmnetewe, civak, çand û baweriyên cuda ji mafên kesayetî û gelerî an di hêla nûneratiyê de ji bireveberiyê bê par bihêlin, wê ew civakên xwedî taybetmendiyên cuda ji bo mafên kesayetî, gelerî, ziman, çand, bawerî û bidestxistina temsilê dikevin nav tekoşîneke rewa.

Di vê rewşê de:

Nijadperestiya neteweyên serdest dixwazin her dem bi darê zorê civakên xwedî taybetmendiyên cuda bibişêfin û tine bikin û pergala serweriya pircivakî asteng bikin. Ji ber vê egerê civakên bindest xwe di nav hişmendiyek hevpara neteweyiya bi ewle de nabînin û ji bo xwe biparêzin refleksa berxwedanê bi pêş ve dibin û hewldana berxwedanê bilind dikin.

Ji ber vê egerê neteweya serdest, derfeta şirîkatiya bireveberî û nûneratiyê nede civakên bindest, bi tûndî li dijî pircivakiyê derdikeve û vê pergalê napejirîne.

Ji bo civakên cuda bibişêfe, bi piranî neteweya serdest dikeve nava hewldanên kitimkirin û tinekirina ziman, bawerî, çand û diroka civakên bindest. Ji ber van sedeman em dikarin bibêjin ku dewleta neteweyiya yekker, pergala pircivakî nexwaze. Ev xwesteka neteweya serdest, her tim dibe jêdera pirsgirêkên civaki û şerên navbare gelan.

Dema ku neteweya serdest bi şeweyeke aşîtîxwaz pergala pircivakî nepejirîne û xwe nede ber çareserkirina nakokî û pirsgirêkên civakî, wê demê civakên bindest ji bo çareseriyê dikevin nav hewldanên cur be cur û ev hewldan werdigerin şerên çekdarî. Bi van hewldanan re jî di nav civakê de têkiliyên cuda yên jenosîdî derdikevin holê.  04.04.2020

Şemdîn CULEMERG

 

DEHMEN:

1- Bk: DUCHACEK Ivo D. "Dyadic Federations and Confederations", Publius, Vol. 18, No. 2, 1988. Bp. 5-31. WELSH David, "Domestic Politics and Ethnic Conflict", Survival, Vol. 35, No. 1, 1993. Bp. 63-80. S1MÎTH Anthony D. Nasnameya Nijadî/Neteweyî (Verg. Bahadır ŞENER Sina İletişim Yay. İstanbul. 1984) s. 33

2- DUCHACEK Ivo D. "Dyadic Federations and Confederations", Bp. 5.

3- UYGUN O. Maqaleya li ser İki Toplumlu Siyasal Sistemler

4- LIJPHART A. (1977), Democracy in Plural Societies. A Comparative Exploration, New Haven: Yale UP., Bp.100.

5- JACKSON R.J., D. MOORE Jackson, Politics in Canada, (Prentice Hall Canada, Ontorio, 1986) Bp. 44.

6- DUCHACEK Ivo D. "Dyadic Federations and Confederations"; UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler Mak.

7- Bkz: BEAUFAYS Jean. "Belgium: A Dualist Political System?", Publius, Vol. 18. No. 2, 1988, Rp. 63-73. ALEN André, (Ed.). Treatise on Belgian Constitutional Law, (Kluwer, Deventcr. The Netherlands, 1992); DELPEREE Francis, "La nouvelle Constitution beige", Revue Française de Droit constitutionnel, Hijmar 17, 1994, Rp. 3-15. LUPHART Arend, Çağdaş Demokrasiler, (Werg. OZ-BUDUN E., ONULDURAN E., Türk Demokrasi Vakfı ve Siyasi İlimler Derneği Ortak Yayını, Ankara, 1989).  UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler Mak. Ve Federal Devlet Rp:238-240

8- SCHMITT David E., "Bicommunalism in Northern Ireland", Pubtius, Vol. 18, No. 2. 1988. Rp. 33. UYGUN O.  Heman Berhem

9- JACKSON R.J., D. MOORE Jackson, Politics in Canada, (Prentice Hall Canada, Ontorio, 1986) Rp. 44.

10- DION Leon, Québec: The Unfinished Revolution, (McGill-Queen's University Press, Montreal, 1976), RP. 180. û UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler Mak.

11- - Bk: DUCHACEK Ivo D. "Dyadic Federations and Confederations", Publius, Vol. 18, No. 2, 198, WELSH David, "Domestic Politics and Ethnic Conflict", Survival (Verg. Bahadır ŞENER Sina İletişim Yay. İstanbul. 1984)

12- R.S. MILNE, Folitics in Ethnicalfy Bipolar States: Guyana, Malaysia, Fiji, (University of British Columbia Press, Vancouvcr, 1981); Publius, Vol. 18, No. 2, 1988 ( Hijmara vê kovarê ji bo mijara "du civakiyê"mhatiye veqetandin. Dicê kuvarê de neh maqaleyê têr û tijeyên li ser vê mijarê hatine weşandin.)

13- Bk: SCHMITT David E., "Bicommunalism in Northern Ireland"

14- UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler heman maqale

15- DUCHACEK Ivo D., "Dyadic Federations and Confederations", Rp. 6 vd. (Ew daneyên Statîstîkî li gor serjimêra nufûsa wanherêm hatiye bi rêkûpêkkirin. Bnr: Encamên Statîstîkên serjimêra sala 1994, Ana Yayıncılık, .stanbul 1994;  Larousseya Mezın, 1994.)

16- TAMKOÇ Metin, The Turkish Cypriot State, (K. Rüstem and Brother, London, 1988)

17- H. KINCADF William. MELNYEZUK Natalie. "Eurasia Letter: Unneighborly Neigbor..", Foreign Policy, No. 94, 1994, Rp. 84-104. LAPYCHAK Chrystyna, "Ukraiııe's Troubled Rebirth", Currerıt Histon; October 1993, Rp. 337-341.

18- RIKER William H , Federalism: Origin, Operation, Significance, (Little, Brown, Boston, 1984) Rp. 25

19- DUCHACEK Ivo D., 77te Temorial Dimension of Politics, (Westview Press, Colorado, 1986) Rp. 10,

20- UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler heman maqale

21- GLEASON Gregory. Federalisin and Nationalisrn: Vie S truffe for Republican Rights in thc USSR (Wesrview Press, London, 1990) Rp. 108 vd

22- Ev statîstîk ji daneyên Welatêb Baltikê ji alî Uygun, O. ve hatine sitendin: Pascal Lorot, Baltık Ülkeleri, (Çev: D.LL. Hüsnü, İletişim Yay., İstanbul, 1991) Büyük Larousse, 1992; Ana Yıllık 1994.

23- BUGAJSK1 Janusz, The Fate of Minorities in Eastern Europe", Journal of Democracy, Vol. 4, No. 4, 1993, Rp. 85-99 û  The Fate of Minorities in Eastern Europe", Rp. 91-94.

24- SOYSAL Ismail, "Günümüzde Balkan¬lar ve Türkiye'nin Tutumu", Balkanlar, (Ortado.u ve Balkan .ncelemeleri Vakfı Yayını, istanbul, 1993) Rp. 179-238. Büyük Laorusse, 1992; Ana Yıllık 1994.

25- UYGUN O. İki Toplumlu Siyasal Sistemler heman maqale