Dijber, Dijberê derew û virên dîrokî

 

Pirs 1: „Xanedaniya Osmaniyan û Axamenîtên kalên Darios I. çikê hev in? Yan li bajaroka Hazarancat a Afganîtanê pişta kalikên wan li hev ketiye!“

Di cihanê de serdestî di destê derew û daneyên dirokî belovajîkirinê de ye. Rastî ji qada jiyanê hatiye qewitandin. Divê her kes bi zelalî bizane ku dîrokên nivîsandî bi piranî derew, spekulasiyon, lihevanîn û rastiyên bi konetî hatine bincilkirinan, dagirtîne. Ne tenê dîroka dîn /olan ku derewên herî mezin di wan de veşartîne, tevahiya dîrokê wisa ye. Bes carna hin delodîn û mejîxwariyên wekî min radibin xilç di bin van rûpelên derewan re dikin û hewldidin ku rastiyê li rûçikê virkerên ku wek kesên xwedayî di her warê jiyanê de hatine pejirandin dixe û çîroka wan ser û bin dike. Ez ê di vê mijarê de jî hin rûpelên rastiyan vekim. Bila qet jî çend kesên din ji min biqehirin, serê xwe li zinaran bixin û bêjin; çi ji te re!....

Ez jî bêjim: Ma çi ji we re!

Kê vê nivîsê nexwîne, wê her û her di bin barana derewan de bimîne.......

Yê bixwîne û vê lêkolînê xwirt bike, dibe derbasê nava rûpelên dîrokî bibe.....

Kî ji ber rastiyan gotineke ne çê ji min re bêje, bila yê wan be!......

Pirs 2: Erdogan û Talîban tên zanîn, lê Erdogan û Xomeynî /Ayetullahan çikê hev in? Yan tenê li Bursayê di mala serhengê Îstîxbaratê Alî Çetîner de serê wan li hev ketiye!...

Ji ber van pirsan, em îro jî wek bingeh farisan bigirin:

Faris /Persan kengê baweriya Zereştî pejirandine?

Dema serkarî, têgîhîştin û dînekê /olekê bi hêzeke leşkerî êrişê herêmekê, yan jî welatekê dikin, ne tenê wê herêmê dagir dikin, talan dikin û komkujiyan pêktînin, gelek caran têgîhîştin, bawerî û ananeyên cigehên dagirkirî jî werdigirin, wan dejenere dikin û dikin xizmeta xwe. Her wiha bawerî û têgîhîştinên wê serdemê yê belovajîkirî jî wekî çekeke bêkêr li dij xwediyê wan û gelên din bikar tînin. Ha! Ne tenê vê dikin, bi hemû hêz û derfetên xwe ve hewl didin ku tîran, kujêr û wehşên xwe wekî pîrozwer, rizgarkar, gernas, li gel wê rêber û baweriyên cigehî jî weke gunehkar, têgîhîştinê serdemê hêritiyê (Ne kedî, hov) di mejiyan de bidin rûniştin. Tevahiya dîrokê bi van bûyareyên zîşt dagirtiye. Mînak li Amêrîqa latînî, li Afrîka û li ser xaka me jî kesên wek Xalit bîn Velîd, Bektaşiyê xeyalî, tîranên weke Yavûz, Şah Îsmaîl û bavê wî Heyder, Evdilhemît, M. Kemal û û wekî qehreman û pîrozwerên dîrokî danîne ber gel, Yên gelê Kurd jî reş û gunehkar kirine. Mînaka herî balkêş jî mijara Darios I. (Dara Hystaspa – Yawuş – Arşama) ye. Mixabin ku hin Kurdên ku ew xwînxwarê dijminê Kurdan wek Kurd û kesekî pîroz nîşan didin jî hene. Lê rastî tişteke din e.

Ji bo vê em berê mijara farisan vekin, faris kî ne û ji ku hatine? Mixabin dîrok gelek şêlû ye li ser hin mijare û bingehan tenê angaşt hene. Li ser rîçal û bingehê farisan jî ji daneyên arkeolojîk û nivîsandî bêtir hin angaştên cuda hene.

Angaşt 1. Pers ji Arattî ku anegorî hin iddiayan eşîreke gelê Arî bûne tên, Arattî ji nava Hazaranê Dariyan (Afganîstan) hatine li eyaleta Fars ya îro bi cih bûne. (Di hin belgeyan de tê ragihandin ku Medan cih dane wan) Wan li Pasar Gedehê mîrîtiyeke avakirine, bi awayê strapiyekê (Mêtîngeh) bi Medan ve girêdayî bûne. Piştî îxaneta Herpago û hin eşîrên Medan wek eşîra xayînê mezin Taxmas Pada, Pers li hember Medan bi ser ketine û bi wê re navê wan belavbûye. Eger ev serketin tineba wê navê Axamenîtan jî li cihanê hîç neba.

Angaşt; 2 – Tê îdîakirin ku eşîreke ji nava welatê Rûs û Ukrayna tê, demekê li Daxistanê dimînin, ezbeta wan ya nav Tete li Daxistanê bi cih dibe, piraniya wan hetanî Afganîstan diçin, li wê derê di nava Dariyan xwerû Hazaran de bi cih dibin, zimanê dariyan werdigirin, ji wir bi destûra Medan tên li Pasargedehê bi cîh dibin, piştî ruxandina serweriya Med jî, peyv û têgînên rêvebirî, leşkerî ji Medan û Elaman werdigirin û bi wan û zimanê dariyan persiya kevn pêk tînin. Lew re persî û zimanî Tatî (tete) ya li Daxistanê tê axaftin û anatomiya mirovên wan herdu gelan sedîsed hev digirin. Karekterên wan jî nêzîkê hev in.

Angaşt 3 – Tê gotin ku Pers eşîreke Hîndiyan bûye, hatine nav sînorên Afganîstan û Pakîstana îro, li wir ji wan re „Hazaran“ dihat gotin. Ev Hazaran îro jî li Afganîstan û Pakîstanê hene, ji ber ku eşîreke Moxolan di nava wan de helyaye, yên wan weke moxol yan jî çîn nîşan didin jî hene. Dîsa tê gotin ku ezbeta eşîra Hazaran ya bi navê Axtî, (Arattî, Artî) ji wan qetyane, hatine eyaleta Fars ya îro danîne. Îdiaya navê Axamenît, ji axtî /Arattî tê, kesek wisa nejiyaye, yan jî Axtî axayê wan bûye, heye. Bes tê zanîn ku di dema mîrê wan Teipê de rengê mîrîtiyeke piçûk werdigirin, Kuroş I. ê kalikê Kuroşê II. (mezin) ê lawê Kambîs I. hineke din reng didiyê. Piştî Kuroşê mezin li hember Medan bi ser dikeve jî, nav û dengê wan tê bihîstin. Her tiştên Medan û Eleman ji xwe re dikin mal. Dîroka wan ya hetanî Kuroşê Mezin li ser derewan e. Mînak; Dîrokzanê Alaman Hans Wagner wiha dinivîse: „... Pers/ Fars hatine derbider kirin, eşîrên wan li Hîndîstanê geryane, bi sedan salan pey re hê cardin vegeryane...“

Têbinî: Padîşahên Osmaniyan jî ne tirk in, ji nava vê eşîra Arattî (Hazaran) hatine, wer xuyaye ku bingehê wan û serwerên farisan yek e. Yanê em bi du dagirkerên bingehê wan û têgihîştina wan yek in, re rû bi rû ne. Divê ev rastiya were dîtin.

Mijara wan û baweriya Zerdeştî

Di nava serwerên Axamenişan yan jî eşîra Axtî de hetanî tê digîhîje Kuroş II. û kurê wî Kambîs II. jî Faris baweriya Zerdeştî wernagirin, mîna faris û Med yek gelekî bin û tenê serkarî ketibe destê wan tevdigerin. Li gel wê em di nava belge û daneyên wan de jî rastê ananeyeke zerdeştî, yan jî baweriya Persan ya berê zerdeştîyê nayên. Her wiha em li ba persan rastê formeke Faravaharê yan jî Faravahara bi wêneyên mêrekî nayên. Mînak; di nav kavîlên qesra li Pasar Gedehê de ti nîşaneyên ku remz yan jî sîmboleke bişibe Faravaharê yan jî têgîhîştina zerdeştî /medî tine. Bi gotineke kurt baş tê zanîn ku hetanê dema Darios I. jî serkariya Persan hê baweriya Zerdeştî wernegirtibûn. Xwedan baweriyên xwe yên berê bûn, bi gotineke vekirî, evîndarê bav û kalê xwe bûn, bi xwişkên xwe re dizewicîn. Cara yekem Darios I (Dara Yawuş Arşama) yanê kurê wî xwînxwarê nav Hystaspa /Goştaspa berê rêber û giyanwerên Medî dikujin, li pey jî baweriya Zerdeştî revîze dike û hê bi fermî wek baweriya şahînşahiya Persan dipejirîne. Bi pejirandina wê re Darios I. berê li ser rolyefê Behistûnê (Bestûn)-Kirmanşan di cihê rojê de wêneyê xwe di nava Faravaharê de dide kolandin. Piştê wê jî, li ser dîwarê qesra li Persepolîsê dide lêkirin û wek sembola şahînşahiya Pers wê faravahare bi wêneyê xwe dide teraştin û wê faravaharê bi darê zorê bi bawermendan dide pejirandin. Bes bawermendên Med li dij derdikevin.

Ew gustîl û şiva di destê vî kesî de ku dû re li Faravaharê hatîye zêdekirin, yanê di destê Darios I. de serwerî, hêz û giyana serdestiyê destnîşan dike. Ev têgîhîştineke dij felsefa baweriya Zerdeştî ya serdema Medan e. Ev gustîl û şiv di rolyefên berê Pers û Medan de di destê giyanên xirab de jî hene. Mînak di destê Lîlith de. Kurt û Kurmancî, Darios I di pêvajoya salan de wê sîmbola şahînşahiya Persan wekî sîmbola Zerdeştî be, di nava Zerdeştiyên Rojhilatê Zagrosan yên ku wî bi xwe ve girêdayî û fermiyeteke Persî dayiyê de, dide pejirandin.

Bes Zerdeştiyên nava Zagrosan û rojavayê Zagrosan vê faravahara bi wêneyê Darios I. û têgîştina zedeştî ya dejenerekirî ti car napejirînin. Ev mijara faravaharê û revîzekirina Zerdeştiyê weke parçebûnekê yekem di nava Zerdeştiyan de xuya dike. Rastiya vê nepejirandin û parçebûnê, hê îro jî di nava Yarsaniyên bakur (Rêya Heq /Elewiyên Kurd), Yarsanî û Êzdiyan de weke bertekeke /reaksiyoneke tund ya li dij wê zerdeştiya Darios I. heye. Remzên baweriyên Medan û serdema şiroveya Zerdeştî ya destpêkê; roj, agir û tirîjên roja pîroz in, her wiha ev sembola rojê rêya gihîştina warê Aşa destnîşan dikin. Di baweiya pêşiyê Kurdan de weke Med, Mîtanî û yên din de jî temsîla xwedê roj e, sembolên di şeklên mirov de nayê pejirandin û guneh e. Ji bo cudahiyê em gotina Herodot yê di vê derbarî de derxin pêş, ew radigîhîne ku di nava Medan û baweriya wan de tenê roj heye, teşeyê mirovan tine (Hystoria).

Favahara

Ev mijara nivîsên mixî yên li Bestûnê (Behistun) di mijara hebûn, sînor û serweriya Med û serhildanên Mediyan de belgeya herî bingehîn e, ti kes nikane tersê wê bêje. Her wiha belgeya xwînxwarî, dijminahî, dîrok û baweriya Zerdeştî serûbinkirina bi dest û fermana Dara Yawuş Arşama (Darios I) û bavê wî Hystaspa /Goştaspayê xwînxwar e jî.

Cara yekem di bin serweriya Darios I. de Belocî û êlên Med yên din ji devera Raga (Tehran) û cihê niha jê re Azerbeycan tê gotin, bi darê zorê hatin koçberkirin û hin êlên Hazaran anîn û demografiya heremê hinek dan guhertin. Yên niha li wir ji xwe re azerî dibêjin, beşekî wan ew ezbetên Hazaran in. Berê Persek (farisek) nediwêrî di Tehranê re derbas be, lê niha Kurd newerin.

Darios I. bi xwe li ser zinarên Bestûnê daye nivisandin ku bavê wî Hystaspayê /Goştaspayê hovê xwînxwar 10 serhildanên Medan di nava xwînê de fetisandiye. (Yên bixwazin dikanin li ser înternetê bi îngîlîzî û zimanê ewropiyên din wergerên wan nivîsên mixî bibînin û bixwînin. Her wiha bi fermana Dariyos I. li Bajarên Raga (Tahran), Maruş (Meşta nêzê Mahabad ê), Ardabîl (Hewlêr), li dora Gola wanê û bajarê Kundur (Dibe Qaswîn be) bi sedhezaran Medî hatine kuştinê. Navê van serwerên serhildanan ku piraniya wan pîrên Zerdeştiya Med in jî, di nava nivîsê Mixî yê Bestunê de xwerû di bin rolyefan de yek bi yek daye nivîsandin, wêneyên wan rolyef belgeyên zindî ne. ew rêberên gorbihuşt ev in: Pîr Gaumada, fermandêr Fravartîş, Pîr Vahiyaz Data, Pîr Stran Taxma, Pîr Araha, Pîr Frada, Açîna, Skunxa û Nindîtu Bel (Babîlî), Pîr Çîçan Taxma (Med). Tev de rêberên Medan e, berê bi aliyê Darîos I. ve dîl hatine girtin, li pey bi êşkencê hatine kuştin, serê wan hatine jêkirin, bi keleh û cihê bilind ve hatine darvekirin, ji bo serî çemandin dayînê eşîrên Med bi darê zorê di ber wan seriyên rêberên darvekirî re hatine derbaskirin û tirsandin. Dewleta tirk jî di sînoran de ev dikir. Heta ev bûye mijara fîlmên wan jî. (ev ne tesaduf in)

Hystaspa /Goştaspayê bavê Darios I. ê xwînxwar yê di ser dibîstanên zerdeştiyên Med de girtiye û zarok jî kuştine. (Ev ne îddiaya min e, Darios I. bi xwe daye nivîsandin.) A Fîrdewsî ew xwînxwar wekî Kavî Vîştaspa nîşan daye. Nivîskarekî Faris jî ev kiriye roman, mixabin hin kesan jî bi navê rewşenbîrî bi wî virkerî bawer dikin. Li gel wê Darîos I. wek Kurd destnîşan didin.

Pirsa herî mezin ev e: „Gelo çima rewşenbîrên me û dirokzanên me yên li ser dîrokê xebitine, hin berhem weşandine, ev mijara rolyefên Bestûnê (Katîbî Wate) nedîne, nenirxandine, pêşkêşê siyaset û rewşenbîrîya Kurd nekirine? Yan jî rewşenbirîya Kurd di vî warî de neketiye nava hewldanan?

Pers û îslam

Îslamîzebûna persan di navbera sedsala 7 -11 an de pêk hat. Bes ew giyana ku Darios I. bi kotek û komkujiyan (li nivîsên mixî yên li Bestûnê binêrin) zerdeştî revîze kiribû û anegorî têgîhîştina farisan ji nû ve birêkxistibû, hê kiribû xizmetê xwe, îro weke bingehê zerdeştî tê fêmkirin, a felaketa ji bo zerdeştî ev e. Dema hatina îslamê de, a ev giyan û azmûna farisan hê jî zindî bû. Dibe ji wê be; wan ew baweriya îslamî ne bi rengê ereban û ketina xizmeta ereban, çawa ku Darios I. Zerdeştî anegorî têgîhîştina persan revîzekiribû û kiribû xizmeta xwe, ne tenê ew, ji kê çi anane û dazanîn bigirta, berê ew dejenere dikir û hê dixist nava bawerî û çanda xwe. Ev anane û têgîhîştina êdî di nava farisan de rengê netewî wergirtibû, her zindî bû û hê jî zindî ye. Vê giyanê xwerû jî, bi rêya serkariya Sefaviyan îslamiyeteke angorî têgîhîştina Persan afirandin û hê ew kir xizmeta serweriya Sefaviyan. Lema ew wekî me Kurdan nebûn kole û dîlên baweriya kesên weke Xalit bîn Velîdê xwînxwar, ji wan kesan re hezret negotin û serî neçemandin.

Farisan çawa kanî ku vê pêk bînin?

Ev mijareyeke gelek berfireh û kûr e, divê bi her aliyê ve baş were lê û hûrkolîn. Ezê vê mijareyê bi kurtî vekim: Di rastiyê de serkariya farisan ne bi Kuroş II. bi darbe û sextekarî serweriya persan bi destxistina Darios I. dest pê dike. Yanê bi serketina xanedana (Dara – Hstaspa – Yawuş - Arşama) Persîbûn reng digire. Di serdema serweriya Kuroş de Kuroş û Kurê xwe tenê li şer bûn, hebûna anane û zerdeştiya bi rengê Medan ewqas cidî nedigirtin. Heta Rengê Medan jî hê nîvanîv serdest bû. Darios I. ê Kurê Hystaspa tenê serfermandarê Kambîs II. yanê fermandarê kurê Kuroş bû. Ew berê bi dek û dolaban Bardiyeyê Kurê Kuroş birê kambîs dide kuştin /dikuje, dû re di sefera Misirê de bawermendên baweriya xwe bi peykerê conegayekî tîne, bi awayekî provoke dike, bi destê wan Kambîsê II. bi şêweyeke tarî ji holê radike, hima li pey jî vedigere paytextê serweriya Kuroş „Pasar Gedehê,“ niha tenê xirbeyên wê hene.

Anegorî ananeyên serweiyê ji bo ku Darios I. bikaniya biba şahê persan, divîbû bi keça Kuroş Atosa re bizewiciya. Anegorî daneyan Atosa nexwastiye, lê ew bi zora dek û dolaban û gefxwarinan bi Atosa re dizewice, bi rêya alîgirên xwe û vê zewacê dibe şahê Persan. Çend sal dû re jî Atosa wenda dibe û hê jî wenda ye. Metoda Darios I.

Mijara „Axamenît“ û çîroka wan ya li ser derewan jî bi Darios I. dest pêdike. Mirov bi hêsanî dikane bibêje mijara Axamenîtê Darios I. û ya Ergenekona tirkan dişibin hev, yanê her du jî dîrok û efsaneyên afirandine. Ti belgeyên dîrokî yên hebûna wan piştrast bike tine. Ji serdema Darîos I. (512 - 480 berê Mîladê) hetanî tê digîhîje şahînşahê Sasaniyan yê herî dawiyê Yêzdangart (sedsala 7. piştê Mîladê) Zerdeştiya Darios I. /ya anegorî têgîhîştina farisan revîzekirî di her warê jiyanê de bûbû bîra bingehîn. Ew baweriya bi koteka Darios I. boyaxkirî di giyan û şaneyên tevahiya farsan de jî rûniştibû û ev êdî bûbû çanda û felsefa jiyanê. Mînak pîrozkirina şeva Yêlda ya wan ji gelê Arî wergirtibû û bi awayekî bi dîroka xwe ve girêdabûn, di serdema îslamê de ti carî qut nebû. Ne tenê ew di dema êrişên artêşa îslamê de wan nehîştin ku Atêşgedeha bingehîn ya li bajarê Yazd were ruxandin ku îro jî wek sembola Darios I. zindî ye. Dîsa Persopolîsa Darios I. dabû lêkirin, dîwarên wê hîn li pê ne û gelek belgeyên din û nivîsarên arşîvên ku hê nehatibû şewitandin, ew li pê girtin. Em vê ji ku dizanin. Di belgeyên dîrokî yên hê jî hene, giyana nivîsên Fîrdewsî ya bi gelek têgîhîştinên farsan dagirtî, helbestên Omer Hayam û Şîrazî de dibînin.

Piştî salan ev giyana Darios I. bi kotekê afirandibû di têgîhîştina Sefaviyan de gihîşt serwerbûnê, wan bi giyana vê têgîhîştinê îslam jî, wekî Zerdeştî revîze kirin û îslameke bi reng farisî ya di xizmeta gelê xwe de afirandin, hê navê îslamê li xwe kirin, lê bi rengê xwe şîî /şîa..... Wan di wê serdemê de nakokiyên îslama ereban ya di rikberiya alîgirên Elî û alîgirên Muavîye de rû dabû, pir baş bikaranîn, bi rêya wê têgîhîştinê îslamiya ereban ya sunî yekber red kirin. Piştî bûn hêzeke serweriyê jî, bi hêza xwe ev dan pejirandin. Bi kurtî ew giyana Darios I. zêde ji hev qutnebû, her zindî bû, lema wan kanî ku li dij îslama ereban bi ser bikevin.

Çima me Kurdan nekanî?

Bingehê vê pirsê di xwînxwarî û hovitiya Hystaspa /Goştaspê Fîrdewsî, kurê wî Darios I. û xwerû bi rêya hin eşîr û xayînên weke Taxmas Pada, her tiştê me tar û mar kiribû de, veşartiye. Kurdên neketin xizmeta wan yan kuştine, yan jî kom bi kom koçberkirine. (Mînak; Belucî di wê serdemê de ji devera Azerbeycanê hatine koçberkirin, Eşîrên Kurdan /Medan yên li Raga (Tahran) jî her wiha bi darê zorê hatin derxistin, di cihê wan de hin ezbetên Hazaran (ji Afgan) tê de bi cih kirin. Bingehên yên ji xwe re Azerî dibêjin ew û çend koçberên bi Atabegan re hatibûne ne.)

Piştî vê guhertina demografyayê û xwînxwariya Darios I. ew baweriya navendî ya bi giyana Med li pê digirt di nava me de nema, hate parçekirin û fetisandin. Eger îro xwerû Kurdên Êzdî bi tundî li dij Zerdeştîbûnê yan jî têkiliyeke bi wê re derdikevin, bingehê wê rastiyê di vê xwînxwarî, Zerdeştî bi tevahî revîzekirin û li xwe anîna Darios I. û farisan de veşartiye. Ji ber ew bawerî û têgîhîştina serdema Medan bi hovitiyeke bêbav ji destê gelê me hatibû derxistin, ji rastiya wê hatibû qetandin. Bi vê darbeya Darios I. re em di her warî de bi taybetî jî di warê baweriyê de parçe parçe bûn. Bi hatina xiristiyaniyê re hin Kurd bûn xiristiyan (Kurdên Mîhranî, Keldanî, hin eşîrên di nava ermeniyan de helyane û yên di nava Bîzansan de.) Ewên ku di nava Farisan de man jî, beşek hetanî redeyekê xwe parastin (Yarsanî), Yên Horasanê û piraniya Lûran jî ji neçariyan baweriya xwe cih hîştin û bûn şîî. Beşeke Kurd bûn mislimanên sûnî, beşek dû re di bin bandora „day /dey ên mîsyonerên Şahîsmaîl û sefaviyan de navê Kumsorî (qizilbaş) li xwekirin. Û Kurdên li ser baweriya qedîm Êzdî jî ji ber kotek û xwînxwariya derdorên misliman (çi Kurt, çi ereb) her çûn kêm bûn. Lema ew giyana Hûrî, Mîtanî Xaldî (Urartû) û Medan û baweriya wan afirandibû di nava me de nema, ku me jî bikaniya bi kêmasî baweriya serdest têkira xizmeta xwe.

Mixabin ku ta niha ti kesî ev felaketa Darios I. aniye serê Kurdan hê bi her aliyê ve venerisandiye û negihandiye bala giştî. Heta navê wî heramî jî weke naveke pîroz li xwe û zarê xwe dikin. Hin kes jî hewl didin ku wî weke Kurd nîşan bidin. Divê ev neyê ji bîrkirin: Hetanî ew darbeya Darios I. baş neyê têgîhîştin, emê nikanibin bigîjin rastiyan.

Têbinî: Divê navê „Dara“ (Darios I. = Dara – Hystaspa /Goştasp – Yawuş – Arşama) di nava Kurdan de weke naveke dijmin were qedexe kirin, ti kes li xwe û zarên xwe neke. Yên vî navî lixweke divê mirov bi guman lê binêre. Ve ji nezanina rastiya dîroka me ya serobinkirî tê.

Ji bo bala giştî

Heta dema dewleta tirk jî bi azîn û metodên Darios I. nêzîkê me bû û dibe. Mînaka balkêş: Dema xafiyeyên serkariya AKPê li Amedê di ser HADEP de girtibû, bi zanistî destên rêveberan kelepçe kirin, mîna bibîranîna rolyefên li ser zinarê Bestûnê ku bi aliyê Darios I. ve hatibû xêzkirindayîn bî bîra me bixe, kirin rêzê û wêneyê wê dan çapemeniyê. Bi gotineke kurt Tirk jî wê kirina Darios I. mînak digirin (birayê hev in). Çawa „Taxmas Padayê“ Darios I. hebû, wisa jî bi sedan Taxmas Padayê AKP û dewleta tirk, faris û ereb ên dizî û aşîkar hene. Ew dijminahiya îro di nava siyaseta Kurd de heye jî bi giranî berhemê vê giyana dijminî ye.

Serkariyên îslam jî ji bo serkeftin û baweriya xwe guhezandina baweriyeke cihanî ew xwînxwarî û bîra Kurdan tar û markirina Persan ya di bin serweriya Darîos I. de mînak girtiye. Dibe Selmanî Faris jî ev aqil dabe wan. Lew re piştî Darios. I. giyana Medan bi tevahî tar û mar kir, hê serkariya persan kanî weke împaratoriyeke cihanî derkeve pêş. Serkariya îslamê jî dixwest dinê xwe bike dînê cihanî, lema ev Mînaka Darios I. mînak girt. Xalîfe Omer bi vê armancê fermandarê xwe yê bi navê „Müsennâ b. Hârise eş-Şeybânî“ (636) dişîne ser Kurdistana başûr û rojhilat, Fermandarê xwe yê bi navê „Hâlid b. Velîd (642)“ jî dişîne ser Kurdistana bakur. Ew kujêrana bi navê îslamê bi dehezaran mirovên bê guneh dikujin û bi hezaran jinan dibin di bazaran de difiroşin, zimanê Kurdan jêdikin û li ser serê Kurdan dibin hezret. Dema mirov vê rastiyê bêje; mêjîkorên bi navê dîn/ol tevdigerin dikanin mirovan bikujin jî. Heta Kurê Xalit bîn Velîd e li Amedê hatîye kuştin, li ser serê me bûye giyanwer. Niha bi navê wî xwînxwarî mizgeftek heyê, jê re mizgefta „Hz. Suleyman“ dibêjin. Wer xuyaye kî me bikuje dibe hezret. Mijgeft û perestgehên wan tên lêkirin.

Belê; dijminahiya Kurdan ku Darios I. afirandibû her û her di têgîhîştina farisan de bi zindîtî domiya. Di serdema Sasaniyan de û di serdema Sefaviyan de jî her ew dijminahî hebû û hem jî weke şiyara serkeftinê bû. Hin kes Sasaniyan weke serkeriyeke nijad Kurd jî destnîşan dikin, ew kî dibin bila bibin, vê rastiyê naguherîne. Serokê îstixbarata tirk yê îro jî Kurd e, lê ew ne tenê gasik e, xwîna Kurdan vexwe têrnabe. Ev pirsana pir girîng in: Xizmet kirin bi navê kê bû û kî ye? Wan zirar dan kî? Wan çand û zimanên kî derxistin pêş? Çima di nava Avestayê de ewqas tehrîfat afirandin? Seferên wan ên li dij mîrîtiyên Kurdan çi bû? Di têgîhîştina Manî de rengên baweriya serdema Med hebû, gelo lema wan ew wisa bi hovane kuştin? Dema mirov li bersiva van pirsan bigere, mirov wê hovitiya Sasaniyan a li dij Kurdan bi hêsanî dibîne. Seferên wan ên li ser erdnîgariya Kurdan vê li ber çavan radixîne.

Mînakeke herî balkêş û girîng jî mijara Mazdak e. Dema mirov mijara Mazdak baş lêbikile, dibîne ku ew bi tevahî xwedanê bawerî û têgîhîştina serdema Med e, yanê giyana Med li Mazdak heye. Mirov bi zelalî dibîne ku şahê sasaniyan Qawat I. ji ber vê rastiya wî, çi aniye serê wî. Heta wan ew bi zindî û ser serî kirin erdê. Bila kes dîrokê bi têgîhîştin û ji bo dilxweşkirina ereb, faris û tirkan nenivîsîne. Divê mirov rastiyên heyî bi her aliyê ve binirxîne, bêtirs bêje. Kesên çîrok, destan, qewl, stran, lorandin û lawjeyên di nava gel de nizanibe, wan baş tênegîhîje, nikaribe birûberîne, divê dest nevêje mijareyên dîrokî.

Şah Îsmaîl jî ji Hewlêrê ye, hin wî dibin digîhîjînin Amedê jî, ev hîç bala min nakişîne, tiştê bala min dikişîne ev e: Wî xizmeta kî û dijminahiya kê kir? Mijar ev e. Hima mînekeke piçûk dema hewldanên serxwebûniya 11 mîrên Kurd dibîne, wan ji kar digire, di cîhê wan de peyayên xwe wek kayum bi cih dike û wan 11 mîran îdam dike. Erdogan jî ew mînak girt, şaredarên Kurd ji serkar girt û qayûm da ser şaredariyan. Na nizanim, Kurde, alîgirê Elîye û qarnaqisî û ziqûm e, mêjiyê fetisî, ev çi diguherîne? Dûvikên wî jî di sala 1639 de bi tevê Osmaniyan li bajaroka Kasrî Şîrîn li hev kirin û ew sînorê parçekirina Kurdistanê mîna fermaneke xwedê be, dane rûniştinê. Heta piştî şerê cihanê yê yekemîn jî, ev sînor nehat guhertin. Îngîlîzan jî ew sînor parast. Yanê ew şerê di navbera Yavuz û Şahîsmail de jî şerê li Kurdistanê serkeftin bidestxistinê bû, lewre ev ji ber wê giyana Darios I. weke deriyê serkeftina li cihanê dihat dîtin.

Mijara nivîsên Bestûnê

Cara yekem arkeologê Îngiliz Major Henry Creswicke Rawlinson nivîsên li ser zinarê Bestûnê dixwîne. Ew zimanzanên farsan bi xwe re dibe wir, lê zimanzanên faris wî zimanê ku li ser zinar hatiye nivîsandinê fêm nakin. H. C. Rawlinson bang şiwanê kelhûr yê 24- 25 saliyê ku li wir pez diçêrîne dike. Ew dixwine şivanê ciwan yê Kurdê kelhûr e jî, jê re werdigerîne farsî. Rawlînson jî dibêje; „ev ne Persî, ev Medî ye.“ Li ser vê gotina wî dadgeha netewî ya Farisan vê wekî heqaretekê li Darios I. û farisan dibîne û wî davêjin girtîgehê. Ji ber vê di navbera dadgeha netewî ya Persan û serkariya Îngiliz de nakokî derkeve, bi vê re Rawlinson û serbazên îngîlîz ji Îranê hatin derxistin sal 1833. de ev erk bi dawî bû. Lê di serdema Rûxandina Komara Mahabatê de îngîlîzan dîsa bi her awayî piştgiriya şahê Îran kir.

Li ser vê mijarê bi îngîlîzî, almanî û fransî jî gelek nivîs hene, dema mirov li pey keve, dibîne. Ji wê mijarê Rawlinson wergera ji çavkaniyeke almanî

Di nava du salan de bi qasê hêza wî gîhîştê, wî nivîsên mixî yê Bestûnê transkirîbe kir. Ev nivîsa bi sê zimanî digihije sedsala 5 û bi Medî û ya şahê Persan Dariusê mezin e. Ji ber vê piştî di navbera dadgeha netewî ya Pesan û serkariya Îngiliz de nakokî derket, Serbazên îngîlîz ji îranê hatin derxistin. Ev erk bi dawî bû....https://www.newworldencyclopedia.org/entry/Henry_Rawlinson

Di rastiyê de her tişt zelal e, Lê mîna ku tirsekê, yan jî bakteriyeke nexweşiyê di bin hişê me de rûniştibe, em ti car naxwazin rastiyên heyî lêbikolin. Gelek caran tiştên qaşo zanyareke (qaşo têrnake, qestîmestî) tirk ereb, fars nivîsî ye ji belgeyên arkeolojîk û dîrokî rastîtir tê dîtîn. Gelo emê kengê bikanin vê nexweşiya xwe tedavî bikin?

Bistûn

Ma ev wêne tesadûf in? Kî wisa bibîne, ya haya xwe ji dîrokê tine, yan jî xwedan têgîhîştineke xwedijmin e, mejî kor e.

Rast Osmanî kî ne?

Hele peyva „tirk mirk“ cih bihêlin, em berê li bingehên osmaniyan binêrin. Rast ev Osmanî yan jî xanedana Osmanî kî ne?

Her lêkolîner, heta yên tirk û îslamên tirk jî dibêje ku Osmanî ne tirk in, ji xwe mijara nijada tirk jî afirandineke Komara Tirk e, di rastiyê de berhemeke ewropiyan e. Eger ew komara sosret nehata damezirandin, wê ev gotina „tirk“ jî, di piyaseyê de nehata bikaranîn. Ew komar bi salan e hewl dide ku vê rengê xwe yê afirandî bi komarên ku piştî ji hev pelişîna yekitiya komarên Sovyetê li Asyayî peyda bûne jî, bide pejirandin. Bala xwe bidinê wan komarên asyayî yên bi aliyê tirkan ve weke komarên tirkî tên binavkirin, zêde vî navê „tirkan“ bikarnaynin, bi zora Tirkiyê ev peyv ketiye nava wan. Peyva Tirkmen jî ji peyvên farsî „turik + manend“ tê. Çima ji ber ku hemû lêkolînerên durist yan jî nêzîkê duristiyê yên Tirkan jî vê rastiya min li vir vekirîye bi aşîkarî dibêjin. Hima çend mînakên piçûk:

Îsmet Berkan ê ku berê kolomnîstekî rojnameya Redîkalê bû, niha di rojnameya Arti de dinivîse, di gotara xwe ya roja 01.03.2007 an a di Yenîozgurpolitikayê de derketibû de, wiha nivisîbû:

Ez gelek caran bi SK Turgut Ozal û S. Demîrel re çûm komarên Tirkî yên Asyayê. Gelek zanyar, dîrokzan, lêkolîner, rojnameger û Prof. Yusuf Halaçoglu jî bi me re hevrêyî dikir. Piştî mê Nivîsen Orhûn û Kul Tîgîn jî ziyaret kir, di navbera me de li ser nijada “Tirk” gengeşiyên bi tîn dest pêdikir. Di encama gengeşiyê de me giştan pejirand ku bi navê Tirk, nijad û gelekî tine, lê zimanê Tirkî heye! Li gel wê me pejirand ku hemû nivîsên mixî (Yazitlar) û dîrokî bi zanistî şaş hatine tercumekirin. Lê me ev ranegihand bala giştî.“

Birêz genolog Binderê zanyarek zanîngeheke Amêrîqayê ye, li ser genên Anatoliya wiha dinivîse:

Piraniya gelên li Anatolyayê dijîn, 40 000 sal berê jî li vir, li ser vê xakê jiyane. Rika bi sala 1071 an re Anatoluya xwe guhezandiye tirkayetiyê, tenê efsane /çîrok e. Komên ku ji Asyayê hatine, tenê li dor rêjeyeke ji % 10, 15 an e. Li gel wê baş nayê zanîn, ka yên ji Asyayê hatine jî, Afagan, Îranî yan jî Tirk in, ji hev derxistin gelek dijwar e. Genên li Tirkiyê ta berê mîladê ev rengê xwe yê îro wergirtiye. Yên hatine jî di nava gelê vir de bi tevahî helyane û wenda bûne.“

Malpera Oda Tv de jî wiha dinivîse: „Ti belgeyek, agahiyeke tirkbûna osmaniyan piştrast bike tine. Lê gelek belgeyên ku osmanî ne tirk in îspat dikin, hene....“

Balê „genên Afgan“ ev hem peyveke zanistî û hem jî bo derketina rastiyê, pir girîng e. Gelek kesayetîyên têgîhîştî bi zelalî radigînin ku xanedana serweriya osamaniyan damezrandine jî, ji herêma Hazaracat a devera Hazaran ya Afganîstanê hatine. Ehhh!!! Em êdî dizanin ku xanedana împaratoriya Persan damezrandine jî ji nava Hazaranên Afganîstanê hatine. Min ev wek angaşt di destpêkê de şirovekiriye. Yanê Axtî û yan jî malbata Axamenît jî ji nava Hazaranên Afganîstanê û bajaroka Hazaracat hatine eyaleta Fars. Pirs: Gelo Osmanî û Pers çikê hev in?!?! Serkariya tirk ya îro di rengê AKP ê de xwe nîşandaye jî, li ser vê bingehî xwe gelek nêzîkê Talîbanan dibînin, yan jî hîs dikin. Gelo giyana Osmanî ya ji Hazarancatê? Bi dîtina min ev ne tişteke tesaduf e, lewre AKP eyî xwe weke berdewamiya serkarê împaratoriya Osmaniyan raber dikin. Ev guman li ser înternetê li ser gelek malperan bi rengê cûda direqise. Bes lêkolîneke her tiştî bê kêmasî bi awayekî zanistî piştrast bike, tine. Mixabin ku bi piranî ji ber manîpulatsiyonên navdewletî mijeke reştarî dagirtiye. Me hinek dirêj kir bibexşînin. Di bingehê xwe de ne sûçê me ye, qirêjiya dîrokê wise li ser hev rokirine, mîna sergoyê bîn vêketî, gaza jehrîn direşîne hawîrdora xwe ye. Piştî me hinek rûpela merivatiya osmaniyan û ya Axamenîtên kalikên Darios vekir, em vê carê jî vegerin ser vê komara Ayetullahan ya li Îranê.

Ev Ayetullahî kî ne?

Em ji Humeynî dest pê bikin. Rast, şaş gelek spekulasyon li ser bingehê bav û kalên Xumeynî hene, yên bavê wî dikin Îngîlî, diya wî dikin Hînt, yên wî dikin faris û bi Darios I. ve girêdidin, yên wî dikin nevîyê Huseyînê kurê Xelîfe Elî jî, hene. Bavê wî û diya wî kî dibe, bila bibe, em wê bidin aliyekê, ev ne mijara me ye, bes wî xwe wekî rêberên şiîyên farisan daye pejirandin. Mirov dikane vê mijarê kûr û hûr vebike, lê ezê hinekê saykî lê binêrim.

Çîroka wî gelek tarî ye. (Ma çîroka Erdogan zelal e?) Hima wisa kurt: Ew ji ber tevgerên xwe yên li dij şahînşahê Îranê şah Riza Pehlewî di 4 mijdar /sermawez a 1964 de tê Enqerê. Piştî demeke kurt dewleta tirk li ser daxwaziya îngîlîzan wî dibe mala serhengê (albay) pisporê îstixbarata tirk Alî Çetîner ê ku li Bursayê dima, Ma va Alî çetîner biryê wî ya murîdê wî ye wî bi salan xwedî dike. Em vir jî tevnedin.(!) Ew di mala Serheng Alî Çetînerê ku farsî pir baş dizanî de berhema xwe ya spekulatîf û guman dagirtî „Tahrîr el-Vesîle“ dinivîse. Ev berhem çiqas gotinên wî çiqas yê Alî Çetîner e û ê 007 e jî, nayê zanîn. Dem hat ew di navbera serkariya Tirk û ya şahê Îranê de bû pirsgirêk. Dewleta tirk li ser têkiliyên bi Saddam re ew şandin Necef a navenda şîîyan e. Piştî têkiliyên Îran û Saddam ket aloziyê Saddam ew 6 ê cotmeha 1978. de ji Iraqê derxist. Ew wek ji malekê xwe derbasê maleke din bibe, hat Parîsê û li berbajaroka Parîsê „Neauphe – el – Chateau“ bi cih bû. Jixwe vegera wî bi aliyê herkesî ve tê zanîn.

Di piraniya belgeyan de tê ragihandin ku bavê Ayetulla Ali Hamaney Azerî yan jî azeriyên ji xwe re tirk dibêjin e. Yanê ne tenê xeftanê Xomeynî bêhna wî û tikan jî li hev geryaye. Gelek qaşo dîrokzanên tirk yên qestîmestî pir pir misliman bi vê tirkbûna wî serbilind in. Êh hele li vê gevolê! Osmanî, Axamenît, Hazaranê Hazarancatê bajarê Afganîstanê, Xumeynî Enqere, Bursa, Hamaneyê bav tirk. Rast ev serkariya Tirkiyê û Îranê çikê hev in?

Di vê mijarê de divê ev rastî were gotin. Çi serkarên Tirk, çi yên faris û ereb, dema dixwazin werin ser kar xwe dost û hevalên Kurdan nîşan didin, ji vê saftiya Kurdan sûd werdigirin, piştî lingê xwe bi cih kirin jî, bi hemû gira hînavê xwe û hêza xwe ve êrişê Kurdan dikin. Tevgera Xomeynî jî wisa bû, berê dost xuyakir, piştî serkarî wergirt jî, devê lûla tivinga xwe kuta ser sîngê Kurdan. Hemû serkariyên Tirkan jî ev kirine.

Encam

Dema mirov dîrokê hûr û kûr lêdikole dibûne ku 1 - Bingehên Osmaniyan û ê şahên Persan yanê malbata Axamenît jî digêje Hazaranê Afganîstanê, xwerû yên li bajaroka Hazarancatê, dibe ku ew kurên yek bavekî yan jî yek eşîrekê bin. 2 - Xomeynî di hemêza îstixbarta tirk de rengê xwe digire, lewre berhema xwe ya yekem bi tevê serhengê (Albay) tirk yê îstixbarata leşkerî dinivîse. 3 - Bavê Hamaney jî Tirkê qaşo Azerî ye. 4 - Ev serkariya Tirkan ya bi rengê AKPê jî xwe bi têgîhîştina Osmaniyan ve girê dide. 5 – Her du jî dîn wekî çekekê bêkêr bikartînin. 6 - Têgîhîştina her du aliyan jî li ser têgîhîştina serdema berê ye. 7 – Her du serkariyan jî li dijê Kurdan azîn û xwînxwariya Darios I. bingeh girtine, êrişên wan bê navber li ser serê Kurdan e. 8 - Her du serkarîyan jî hebûn û berdewamiya xwe weke Darios I. bi dijminî li ser xwînxwariya li dij Kurdan dane rûniştin. 9 – Hê piraniya Kurdan ne di têgîhîştina vê rastiyê de ne. 10 – Her du hêzan jî wekî Darios I. gasik û çahşên xwe afirandine. 11 – Her duyan jî bangaşiya xwe li ser dijberiya Kurdan bi rengê baweriya li herêmê serdest dane rûniştin.

Lê em?

Gelo em bi kê re rû bi rûne û em çiqas di zanistiya vê têgîhîştina van rastiyan de ne? Qaşo pisporên li ser medyayê pifê ezmanan dikin, çima ta niha ev mijare, bi kêmasî bi hin aliyan ve venekirine? Yan ew jî di nava rêbaya vê sewsîbûnê de sergêj in?

Wer xuyaye, divê ji bo rastiyan serhişkên wekî me jî derkevin. Hinak şûşik û seriyan bişkênin, da rastî bikane olan bide.

Emê kengê bikanin vê bêbextiya van dijminên ji yek bavekî wekî pûka zivistanê li serê me pêçan e, bi hemû aliyên wê ve vekin, rastiyan yek bi yek li ber çavan raxînin, da ku em bikanin cardin vegerin ser rastî û hemdê xwe.

Hin çavkani:

Têbiniyên min yên bi salan

Lêkolînên min yên li ser dîrokê

Lêkolînên min yên ji bo romanên „SerwerêMed Aştiyago û Neviyê Aştiyago Gaumada“

https://www.odatv4.com/guncel/osmanli-turk-degil-miydi-1102151200-71447

https://www.degruyter.com/document/doi/10.1515/islm.1950.29.1.63/pdf

https://www.newworldencyclopedia.org/entry/Henry_Rawlinson  

“WHO İS AYATULLAH KHOMEİNİ ” ADLI VE “HTTP:// NOİRİ.BLOGSPOT.COM/”

http://enstituyakurdi.de/kur/columnist/fergin/hun-zimane-tirki-u-etimologen-tirk-cawa-dizanin

https://www.amidakurd.net/ku/tekst/H%C3%BBn_Ziman%C3%AA_Tirk%C3%AE_%C3%BB_Et%C3%AEmolog%C3%AAn_Tirk_%C3%A7awa_dizanin

https://www.amidakurd.net/ku/tekst/Taxmas_Pada_%C3%8Edr%C3%AEs%C3%AE_Betl%C3%AEs%C3%AE_%C3%BB_y%C3%AAn_%C3%AEro