Kurdistan yan Rezervatîstan

 

Ji bo şaş neyê têgîhîştin kurte şiroveyekê:

Dema kurdeke/î têgîhîştî tenê ji bo lêkolînê jî mijareyekê veke, hin kes û derdor mîna ku lêbangî li wan û giyana wan kiribe, yan jî kunêra wan derkiribe, vê weke êrişeke li ser xwe û hişmendiya xwe têdigîhîjin. Lê ku kesekî biyanî, xwerû Tirk, Erebek û û heman mijarê veke, wê weke zanyariyeke herî têr, kûr û rast werdigirin. Ji ber vê sedemê jî divê her kes vê bizane ku ev kurte lêkolîn tenê lêgerîneke rastiyê ye. Ti kesî hedef nagire, bes hewldanên dagirkeran û di siya wê de bê ku hay jê hebe, ketina xizmeta vê armanca dagirkeran werdigire.

Peyva rezerv / rezervat/ion

Bingehê peyvê latînî ye, ji lêkera „lêservâra“ (Di wateya veşartin, ji bo pêdiviyên pêş hilanîn, cih û tiştê amade de ye.) Di Latînî de peyva „rézervatum“ jî ji bo cihê ku ji gelên hatine koçberkirin re hatiye veqetandin, hatiye bikaranîn. Ev têgîn di fransî de weke „rézerver“ pir dû re jî bi awayê „rezervat“ ji bo kêmaran cihekî xwerû veqetandin, kêmaran li wir civandin, tenê li wê cihê hin mafên xwerû ji bo kêmariyan nasîn, tê bikaranîn. Yanê formeke baxçê ajalan yê li cihekê berfireh. Her wiha ji bo herêmên xwezayî yên divê bê parastin jî tê bikaranîn.

Di latînî û fransî de wateyeke wê ya din jî heye û xwerû jî di sedsala 18. de daxistine qada jiyanê. Ew jî gelekî, komekê bi darê zorê ji cih û warê wan kirin, wan di herêmeke di bin çavdêriyê de mecbûrê jiyanê kirinê ye. Dada dewletan ya heyî li vir ango di rezervatê de derbas nabe, li vir yasayên din dikin jiyanê. Ji ber vê egerê jî di ferhengan de peyva „rezervation û deportation“ (bi kotekê li çihekî ji bo wê kêmar û komî hatiye veqetandin bi cihkirin.) bi hev re tên bikaranîn.

Rezervatên niştecihên Amerîkayê (Çermsoran)

Tevahiya erdzemîna Amêrîqayê welatê niştecihan, bi navekî din yê Çermsoran bû, piştî Kolumbus îngîlîz, îspanyol, portekîz û fransiz li vê erdzemînê hêwirîn, dest danîn ser welatên Çermsoran, Komkujiyên mezin pêkanîn, şarestaniya çermsoran pelixandin, dest bi koçberkirina wan kirin.. Li Amêriqayê berê 200 salî li her eyaletî cihên çandinî lê dijwar bûn, çolên zuha bûn, ji bo Çermsoran veqetandin û ji wan cihan re „rezervat“ gotin.  Dor wan herêman yekber bi têlên strî hatin girtin, li ser rêyan qereqolên kontrolê avakirin. Piştî amadekirina rezervatan tevahiya Çermsoran bi darê zorê, bi xwînxwariyeke hovane koçberê wan rezervatan kirin. Di destpêkê de Çermsor nedikanîn bê destûrê ji wan herêman jê re rezervat dihat gotin, biqetin. Nîvê wan ji birçî û belengaziyan mirin.

Lê Çermsoran ne di dema koçberkirinê de, ne jî li Rezervatan li hemberê qaşo çermspîyan serî daneanîn, lema jî koçberkirin bi xwînîn gihîşt serî. Mînak; dema amerîqiyan di sala 1838an de Çermsorên Çerokê (Cherokee) ji Florîdayê koçberê Oklahoma yê kirin, di rê de 14 000 Çermsor hatin kuştin. Hê jî ji vê jenosîdê re „Tirêna Rondikan“ tê gotin. Îro li Amêrîqayê li eyaletên cûda 300 rezervatê ji bo Çermsoran hene. Lê niha têl û qereqolên kontrolê rakirine, kesê bixwazin dikanin biçin bajarên bixebitin. Niha wekî berê di avahiyên jê re Wigwam û Tîpî dihat gotin de najîn, avahiyên nû lêkirine, hinekan jî ji textan baraqa çêkirine.

Koçberkirin û rezervatên Kurdan

Em di dîrokê de berê bi hatina Asûran rastê komkujiyan tên. Asûr di hatinê de ne bi hêjmareke mezin bûn, bes leşker, hov û êrişkar bûn. Pişt re şarestaniya Sumeran werdigirin û dest bi nivîsandinan jî dikin. Em ji nivîsandinên wan têdigîhîjin ku di navbera Xoriyan û Asûran, her wiha Mîtaniyan de tim şer hebûye, li gel komên di nava serkariya Asûran de helyane, komên ji ber êrişên wan koçberê çiyan bûne, komên wan bi darê zorê derbiderkirine, hebûne. Di gelek daneyan de tê ragihandin ku Asûran polîtîkaya bişaftineke tund bikaranîne. Piştî encama salên şer û koçberiyan, îro çiqas Suryaniyên bi nijadî ve Kurd in, her wiha çiqas Kurd bi bingehê xwe ve Asûrî-Sûryanî ne, baş nayê zanîn.

Bi darê zorê koçberkirindayîn û di cihê wan de eşîrên xwe bi cihkirin ya yekem bi daneyên nivîsandî tê zanîn, di dema Darios I. (Darios Arşama Yavûşê) kurê Hîstaspa de pêkhatiye. Berê devera Raga /Rey (Tahran) cih û warê êlên Medan bû, heta di hin daneyan de tê ragihandin ku Serweriya Med cara yekem li Raga yê hetiye damezrandin, dû re Ekbatana (Hamedan) wek paytext avakirine. Piştî Darios I. bi dek û dolaban, bi komployên bêbext herdu kurên Kuroş; Kambîs II. û Bardiya dikuje /dide kuştin û tê ser text ji bo têgîhîştin û giyana Med bi awayê cardin neyê vejînê, ji holê rakirinê du tiştên girîng dike, 1. Baweriya Zerdeştî bi sextekarî û kotekeke xwînîn dike bin fermana xwe û bendekariya xwe (Di  bin rolyefên Bestûnê de bi Medî, Elamî û Akadî hatiye nivîsandin.) 2. Mediyên Bakurrojhilatê Ekbatanê bi awayeke xwînxwarî dide koçberkirin. Beluciyan bi darê zorê koçberê Rojhilat dike, hinekan jî koçberên Rojava dike. Li herêma Raga di cihên êlên Medan de êl u êlatên Fars, Darî û gelên Rojhilat bi cih dike. Lema îro Tahran (Herêma Raga) navenda giyana Faris e.

Dema Ereb bi bîrdoza xwe ya Îslamê berê xwe didin Kurdistanê jî, ne tenê Kurdên bi baweriya bav û kalan, Kurdên bûnin misliman jî ji gelek cigehên bi adan bi kotekê didin derxistin û êlên Ereban tê de bi cih dikin, Ev di pêvajoya sedan salan de her didome. Mînakek ji demên nêz ya herî balkêş ev e; di dema şerê cihanê yê yekem de ji %75 şêniyên bajarê Musile Kurd in, lê îro ji % 80 yê şêniyên Musilê Ereb in, yan jî xwe wek Ereb pênase dikin. Bi vê mînakê jî zelal dibe ku îro li gelek deveran hebûna Ereben berhemê berdewamiya komkujî û dagirkirina wê dema destpêka îslamê ye. Di dema Hafiz Asad de jî bi navê „Kembera Ereben“ Kurd bi darê zorê ji cih û warên wan hatin kirin, koçberê çolên zip û zuha kirin, di cihên wan de Ereb hatin bicihkirin. Dîsa di dema hatina îslamê de beşeke eşîrên Kurd ji ber êrişên îslamê ji devera Hewreman revîn çûn Xorezmê û li wir Mirîtiya Gor avakiribûn, ku dû re vegeriyan û beşeke wan li Dêrsimê bi cih bûn.

Di dema şerê di navbera Yavuz û Şah Îsmaîl de bi deh hezaran Kurd bi darê zorê hatin derbider kirin. Herwiha bi hatina rûsan, piştî komkujiyên li Kurdistanê beşeke mezin Kurd bi darê zorê ji cih û warên wan hatin qetandin û derbiderkirin. Heta, piştî komkujiya Dêrsimê Kurdên Çorimê (Bêşkiz Sungurlu) Sirgûnê Tekîrdagê kirin. Di her demê de Kurdên dihatin derbiderkirin /sirgûnkirin, bê destûr nedikenên ji herêmên dagirkeran ew lê dabûn bicihkirin, biqetiyana. Yanê ev bi darê zorê koçberkirin li hin cihan bi cihkirin, tev de formên cûda yên rezervatan e.

Rezervatên Kurdên Sovyetê

Piştî di bin perê dewleta Sovyetê de dewleta Ermeniyan (li pey komkujiya Ermeniyan bi rengekî navdewletî wek rezervasiyoneke dilxweşkirina Ermeniyan) û dewleta Azarbeycanê ku piraniya şêniyên wê Kurd bûn, lê ji ber têkiliyên Sovyetê yên bi Tirkiye û Îranê re û her wiha şêlavî, fesadî û Sextekariya partiya Kominîst ya Azerbeycanê „Komîseriyata Konseya Gelan“ roja 17 kanûna 1936 di bin biryar bi hêjmara 2123-420 an biryara sirgûna Kurdan da. Piştê wê ev biryar bi aliyê NKVD ê ve roja 8 mijdara sala 1937 de hate erêkirin, li ser bingehê vê biryarê bi sedhezaran Kurd ji cih û warên wan kirin, bi kotek û dijmirovahiyeke hovane di rezervatên li Kazakîstan, Kirgizîstan û Özbekîstane ji bo wan hatibû veqetandin de hatin bi cih kirin. Di rêyan de bi dehhezaran ji nexweşî û birçiyan mirin. Di sala 1944 an de jî Kurdên Gurcistane û yên Naxcivanê hatin koçberkirin. Ew jî di rezervatên welatên asyayî de hatin bi cih kirin.

Rezervata ku niha dixwazin bi Kurdan bidin pejirandin

Hêzên cihanê, piştê berxwedan û xwe bi hêza xwe bi tevahiya cihanê pejirandindayîna Kurdan, hewl didin ku di mijara Kurd û Kurdistanê de anegorî berjewendiyên xwe, bi biryar û dizaynekê rovîyane bigîhîjinin encamekê. Lê ne encameke rizgarî û serxwebûna tevahiya Kurdistana ku bi awayê Kurd dixwazin, bes tenê û tenê dîzayneke li gorî berjewendiyên sedan salên siberojê yên hêzên desthilatdar yên navdewletî bi Kurdan pejirandindayîn bingeh tê girtin. Hima mirov tenê li helwesta serkariya Alman ya bi dijminahiyeke tund nêzîkê rêxistinên, bakur, Rojava û Rojhilat dibe û qaşo dostaniya wê ya ji bo Başûr binirxîne jî, vê rastiyê dibîne.

Wer xuya ye ku li ser mînaka Ermenîstanê radiwestin. Mînaka Ermenîstanê minakeke taybet û xwerû ye, divê em li ser vê mijarê bi kûrahî bifikirin. Ev mînak çi ye, çawa ye? Di peymana Sevrê de, her çendî hêjmara Ermeniyan ya li Kilikyayê (Edene û hawîrdor) ji ya li Kurdistanê pir pir zêdetir jî bû, rewşenbîriya wan li Kilikya û Stenbolê bû, nexşeya Ermenîstaneke beşeke Kurdistanê jî werdigirt hat pêşkêş kirin û pejirandin. Piştê jenosîda 1915, ango komkuijiya Ermeniyên li Anatolya, xwerû li Kilikya û Kurdistanê bi rezervatek di rengê eyaletekê de ku xwedan awa û rengeke dewletî ye hate pejirandin. Bi rêya wê qaşo bi navnetewî birîna gelê Ermenî bi awayekî kewandibin, ev wek dilopek ava li ser kefirî li ber tavê sorbûyî bi Ermeniyan dan pejirandin. Wan ev pejirandibin, nepejirandibin, ev jî rastiyekê ye ku niha li cihanê deng û daxwaziyên gelên Ermenî tenê di fetisandineke navxweyî de maye. Bi êrişên serkariya Azarbecanê yên vê dawiyê di bin çavderiya cihanê de pêk hat, ew hêviyên Ermeniyan hineke din fetisand. Ev rewşa dîzaynkirina mijara Ermeniyan di berjewendiyê dewleta Tirkiye ya ku projeyeke Îngîlîz e û Îranê de jî bû. Divê em vê mijarê hûr bikolin û bi kûrahî li ser rawestin.

Jenosîda li ser Kurdan ne fermî jî be, êdî bi navnetewî tê nasîn. Lê hêjayê gotinê ye ku mirov bêje; hemû hêzên cihanê hima bigire di her dem û pêvajoyî de di nava bêdengiyê de li komkujiyên li dij Kurdan sêr kirine û ti car dengeke gur dernexistine. Gelek pisporên navnetewî di wê baweriyê de ne ku îslamîstên bi navê Daîş jî ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û her wiha bi awayekî tepisandina birîna Kurdistanê projeyeke navdewletî ye. Bi taybetî jî berxwedana hêza gelê Kurd ya li dij îslamîstên di rengê Daîşê de li berjewendiyên hin hêzên cihanê nehatibe jî, bi qehremaniyeke efsanevî li tevahiya cihanê olaneke hê ji jenosîda Ermeniyan mezintir veda. Vê jî ji neçarî di hinek waran de hêzên navdewletî heta radeyekê hejand. Pêşketinên li bazarê li biryarên wan ên li odeyên kozmîk nehat. Lema niha hewldanên bi awayê mînaka Ermenîstanê mijara Kurdan bi çend eyaletên di forma rezervatekê de dizaynkirin heye. Yan jî bi awayekê vê hîs dikin.

Em refleksên dagirkerên Tirk dizanin. Peyva „Kurd û Kurdistan“ wek kodeke veciniqîn û tirsê di bîra wê ya dewletî û netewî de rûniştiye. Dema Amêriqayê li Iraqa Saddam xist, dewleta Tirk ji ber vê refleksê, destûra bikaranîna baregeha Încirlîkê neda. Piştî li piraniya welatan bi fermana NATO yê PKK wek tevgereke terorîst hate nîşandan, dewleta Tirk hetanî Radeyekê hat îknakirin, Ji bo ku bikanin vê têgîhîştinê di bîra dewleta Tirk de baş bidin rûniştin, birêz Abdulah Ocalan girtin û radestê wê kirin, heta Serokwezîrê demê Ecevîtê li hember vê rewşê metal mabû gotibû: „Em nizanin ka ji bo çi Abdullah Ocalan radestî me kirin!“ Lê li pey re ew bi bêdilî jî be, hetanî pîleyekê ji bo cihekî wek sembolîk hatî veqetandin, yan jî rezervat hate îknakirin. Lema her çendî rêberên Başûr hemwelatiyê wan jî nebûn, pasaport jî dan Gorbihuşt Talabanî û birêz Mesut Barzanî. Ango ev di dîroka Tirkan de tişteke nû bû. Ew di mijara Rojava de jî bi destûra dagirkirina hin parêzgehên Rojavaye Kurdistanê weke Efrîn, Carabûlûs, Serêkaniyê dayînê, hate xurt kirin. Her wiha li Başûr destûra hin baregehên leşkerî avakirinê jî dan dagirkerên Tirk, (mîna ku ji wan re bêjin; „di rezervatê me de qereqolek hebû, em di vê rezervata Kurdistanê de destûra baregehê didin we, hûn hê çi dixwazin?) eger Amêriqayê destûr neda giyana dewleta tirk hesin jî ba nedikanî û bi ve re ji bo rezervateke bi navê Kurdan gav bi gav hate razîkirin.

Eger di cihê navê Kurdistan de têgînên weke „Soranîstan,“ yan jî „Behdînanîstan“ bihata bikaranîn, dikanîbû hê zûtir jî bihata razîkirin. Ango dewleta Tirk êdî hetanî radeyekê ji Kurdistaneke yan jî nîv dewleteke derê sînorên xwe yên fermî re amadeye, yan jî ji bo vê hatiye amadekirin. Mirov dikane dijminahiya Tevgera Bakur ya li welatê Ewropayê jî di vê çarçoveyê de binirxîne. Mînaka balkêş: Kuştina Olaf Palme de tewanbarkirina PKK ê, her wiha di komkujiya Parîsê (Sarya, Rojbîn, Ronahî) de Sîxwiriya Tirk, Alman û Fransiz bi hev re tevgeriyan yan jî ji kirinên sîxwiriya Tirk re çav girtin, li gel wê li Parîsê Rêveberiya Rojava ya ji çavkaniyên nêzê tevgera bakur jî di qesrê de pêşwazî kirin, ku ev pêşwazîkirin ji bo dagirkerên Tirk jî nebû pirsgirêkeke mezin, nîşana vê ye. Bi dîtina min, hewldanên lihevanîn ENKSê û Rêvebiriya Rojava jî hetanî radeyekê gaveke girîng a ji bo bi Tirkan pejirandindayîna Rezervatek bi navê Kurdan e. Lewre têkiliyê wan û ENKSê tê zanîn û gelek aşîkar e.

Xuya ye, êdî hemû aliyên dagirkerên Tirk hê di hin waran de bi guman jî bin, ev proje pejirandine, lê ji bo bi tevahî bawer bikin ku ev pirojeya navdewletî tenê bi rezervateke wiha fetisandina Kurd û Kurdistanê ye, bi her awayî hewl didin ku vê pirojeyê di mejiyên Kurdan de jî bidin rûniştin. Dem bi dem vê bi devê kesên di resmiyeta ji der ve xuya dike de, didin bilêvkirin.

Mînak:

R. T. Erdogan ji bo Kurdên bakur yên peyva „Kurdistan“ bikartînin, çend caran bi gefxwarinî wiha gotibû: „Bunlar o kadar Kürdistan meraklısıysa Kürdistan Irak'ta, oraya gitsinler!“ (Eger evana ewqas hewesdarên Kurdistane ne, Kurdistan li Iraqê ye, bila biçin wir!“

R. T. Erdogan çend caran jî bi retorîka xwe ya ji rawîşta erkdarê dewletê bûyînê der, bi awayê gefxwarin û çêrkirinê got: „Kürdistan özlemi olanlar defolsun Kuzey Irak'a gitsinler“ (Kî bi hewesiya Kurdistanê dijî, bila biqeşite, biçe Bakurê Iraqê)

Erdogan û rayedarên dewleta Tirk ên din van gotinên gefxwarinê ne tenê li dij Kurdan, her wiha bi van gefxwarinan tirsa giyana xwe tîne bîra hêzên navdewletî jî. Çawa ku bêje; „Ka Kurdistan tenê Bakurê Iraqê bû ev jî çi ne.?“ Hêzên Navnetewî jî ji bo hokirinê di ber dilê wan re diçe, lewra kedîkirina gur û hirçan ne hêsan e.

Berteka dagirkerên Tirk li hemberê wê pûla ku wêneyê Papa di nava nexşeya Kurdistanê de nîşan dide jî, nîşaneya tirsa vê projeyê dide dest. Wezareta wan a karê derve ji ber tirs û refleksa giyanî ya hê nehatiye melisandin, geflêxwarinnameyeke wiha belakir:

„Hin rayedarên „Rêvebiriya Herêma Bakurê Iraqe (RHBI)“ yên ji çîzê derketine (xetê bihurîne) vê ziyareta Papa ji bo xewnên xwe yên vala yên li ser xaka welatên cîran derbirine. Ev armancên wiha xiniz bi çi ruxandineke têkçûnê gihiştine encamê, yên herî baş dizanin jî dîsa saziyên RHBI ne. Em bi rikî li bendêne ku Berpirsiyarên saziyên RHBI vê tewanê sererast bikin û bi gotinên zelal ragîhînin bala giştî.“

Ayetullahên an jî dewleta Îranê jî li hemberê vê pûla wêneyê Papst ya di nava nexşeya Kurdistanê de bertekek weke berteka Tirkiyê nîşan da û gef li rayedaren başûr xwarin. Eh rayedarên Iraqê jî ji wan wêrekî hilda û çend gotin gotin.

Ev bertekên dagirkeran tê wê wateyî: Heyyy! Rayedarên li Hewlêrê!.. Vê ji bîr nekin; „em dikanin we weke statuyekê xwerû bipejirînin, lê, lê divê ne Kurdistana di xewnên we de, tenê û tenê pêkhatineke wiha ya li Bakurê Iraqê. Bes divê her Kurd vê di mêjiyê xwe de bi cih bike. Hele ev pêkhateya li Bakurê Iraqê ti car nekeve nava hewldan şaş yên bi vî rengî!...“

Bi gotineke kurt û Kurmancî dixwazin vê bi hemû Kurd û saziyên bi navê Kurdan tevdigerin, yan jî ditekoşin, bidin pejirandin. Daku bikanin wê refkesa tirsê ji ser xwe bavêjin.

Hetani çi radeyî ev proja rezervat di mêjiyan de dane rûiştin.

Dema mirov li medya civakî dinêre, nivîsên rayedarên kom û partiyên salên heftêyê dixwîne, heman der û doran bi çaveke lêkolînerî û zanistî guhdarî dike, dibîne ku her kesê ku qaşo behsa Kurdistanê dike, tene behsa Hewlêr û Behdînan dike. Bêguman ew der jî Kurdistan e, lê Kurdistan ne tenê ew der e. Mînak: „Ez îsal çûm Kurdistanê!“ Ezê biçim welêt û ji wir derbasê Kurdistanê bim! Û û!“ Yanê gav bi gav di mêjiyan de dane rûniştin. Em bê ku rasterast navan bidin, tenê tîpên serê navan binivîsin. Ji wan hinan:

Kurdistan li Kuderê ye?

Dema dagirker rê bidin têgihîştina mejî, dibe kareseta herî mezin û têkçûn. Çend Mînak:

Kes I.  (H. B. C)

 – Ez îsal çûm, heftekê li Antalyayê mam, ji wir çûm Amadê, piştî çend rojan, li ser Sîlopiyê re derbasê Kurdistanê bûm.

Kes II. (O. Bavê S.)

 – Ez jî li ser Beyrûtê re çûm Qamişlo, min hefteyek xwe li wir derbas kir, li ser Sêmalkan re derbasê Kurdistanê bûm.

Kes III. (M. K. Xa...)

 – Ez bi balafirê çûm Suleymaniyê, hefteyekê li wir mam, pişt re derbasê Kurdistanê bûm!

Kurt û Kurmancî Dewleta Tirk bi rêya Troleran, Kurdan ji bo rezervatistanekê wek ya çermsoran amade dike.

Çavkanî:

Lêkolînên min yên di derbarê rezervatên Çermsoran de

Cavdêrî û lêkolînên min yên li ser medya civakî

Nirxandinên min yên li ser medya civakî û kovaran de

Lêkolînên min ên ji bo romana „Neviyê Aştiyago Gaumada“

Herodot „Hystoria“

https://welt-der-indianer.de/indianer-heute/reservation/

Bedirxan, Ezîzê Ziyo (2010). Kızıl Kürdistan. Pêrî Yayınları. ISBN 9789759010560.

Can, Hüseyin (2017). Stalin ve Kürtler. İstanbul: Ceylan Yayınları. ISBN 978-975-2416-07-9.

Aegleton, William (1989). Mehabad Kürt Cumhuriyeti 1946. Komkar Yayınları.

Can, Hüseyin (2005). Sosyalist Sovyetler Birliği'nde Kürtler. Pêri Yayınları. ISBN 9789759010249.

Peyrat, Etienne Forestier (2019). "1940'ladan 1980'lere Kürtlere Yönelik Sovyet Dış Politikası ve Sovyet Kürt Aktivizmi" (PDF). Kürt Tarihi38ISSN 2147-2491.

Taels, Herman (1997). Eski Sovyetler Birliği'nde Kürtler (1927-1994). Pêri Yayınları. ISBN 975824552X.