Li ser Rêya Heq (Ra Heq) çend gotin

 

 

Çima ev mijar Rêya Heqî? Di van salên dawiyê de gelek komale û federasyonên Rêya Heq jî hatin damezrandin, lê mixabin, her çendî ew di axaftinan de rastiyê dipejirînin jî, di piratîk û resmiyetê de di bin siya mîsyona peyva „Elewî“ ya ku Cemyeta Ittahat Teraqî afirandiye de ne, ti gavî berbi rastiyê ve navêjin. Civînên wan jî bi tirkiya rengê Îttahat Teraqî dimeşe. Ango baweriya herî zêde li ser hatiye lîstin, Rêya Heq (Yarsaniyên bakur) e. Herî zêde jî li ser Tirkên afrîndeyên Îttahat Teraqî û kesên bûne Tirkên kemalîst lîstine û hê jî bi dekbaziyên cûda li ser dilîzin. Rêya Heq baweriya bav û kalên me ye, di nava vê tehrîbatê de mayîna wê, me dêşîne, ji wê ev mijar.

Berê mijare vekirinê em çend gotinan bêjin. Her dewlet piştî damezrandina xwe, ji xwe û gelê di bin fermana xwe de re dîrok, çand û baweriyeke di nava çarçoveya bîrdoza (îdeolojî) xwe de diafirîne. Mînak: Berê şerê cihanê yê yekem; ne Tirkiye, ne Iraq, ne Suriye hebû. Ji wê Baasîzim Iraqî û suriyeyî bûn, Kemalîzim û ew nijadperestiya tirkizmê jî tinebûn. Ew têgihîştinên ku di nava çarçoveya bîrdoza dewletê de tê afirandinê jî, ti têkiliya van bi rastiyan û pêşketinên dîrokî re tine. Îddiayên wan tenê li ser bingehên lihevanîn û derewan rûdine. Yan jî li ser tehrîfkirina çandên heyî tên afirandin. Di pêvajoya Salan de wan derew û lihevanînan bi dekbaziyên kone dike rengekî wisa ku hîç nayê naskirin û zanîn. Ji bo vê jî hemû saziyên divê bi zanistiyê re têkiliya xwe hebin, bi awayekî jîraneya dewletî û sextekarî dikin xizmeta xwe û bikartînin. Di vî warî de jî herî zêde dagirkeren Tirk bi rastîyan lîstine. Derewên xwe bi têzên doktorayên zanîngehên xwe, bi rêya endamê gel û baweriyên tê bişaftin, weke rastî bin, bi gel dane pejirandin, kirine rengekî wisa sererastkirina wan jî dijwar e.

Tirk û projeya Tirkiyeyê projeya Cemyeta Îttahat Teraqî ye. Bingehê wê di pirtûka Talat Paşa ya bi navê „Karakapli Kîtap“ de bi berfirehî tê zelalkirin, Dibe pirtuka sor ya qanûna bingehîn jî ev be. Ev mijarana di pirtûka bi navê „Anadolu Türkiye Olacak mi?“ û Pirtûka „Îskanî Muhacîrîn“ de bê kêmasî tê vekirin. Di ven pirtûkan de ev projeya „Tirkiye“ bi kurtî wiha tê şirovekirin: Divê neteweyeke sûnî henifî û yan jî bi baweriya navenda Asya (şamanizm) were afirandin. Peyva „Kizil Elma“ yanê sêva sor jî ji wê demê ve maye. Pişti meşrutiyeta II. di sala 1913 an de li gor raporên hatine civandin, biryara derbiderkirna „gayrî muslimînan!“ tê dayîn. Ev biryar bi taybetî di pirtûka „Iskan-î Muhacirîn“ de bi berfirehî hatiye vekirin. Naverok ev e. Ermenî û Rûm dê bi zorê werin îskankirin, li cihên wan mihacirên Balkan û Kafkasyayê werin bi cîhkirin. Ji bo helandina Kurdan jî, Ew eşir in, hê negîhîştine pêvajoya miletbûnê, divê beşekê ji werin derbiderkirin (sirgun) û li cihên wan mihacîrên Tirk werin bi cîhkirin. Mînak; hîna jî li parêzgeha Muşê, Erzîncan Heta Wanî û yên din Çerkez, Terekeme, Gagawiz, mihacirên Balkanan, Kirimiyên wê demê ji nava Dewletên Sovyetê anîbûn, hatine bicihkirin hene. Di 1914 ande şênîyên (Nüfus) li Anatolyayê tên hêjmartin. Hem jî hêjmara gelan jî di nav de tê destnîşankirin. Bes di resmiyetê de navê Tirkan û Kurdan nayê deyîn di cihê wan de peyva „misliman“ tê bikaranîn. Lê ew jî bi awayekî veşartî û xêzên taybet tên kirin. (Zanîngeha Mamarayê, Türkler ve Ermenîler) Ev jî rasterast amadekariyeke Komkujiyê ye.

Ji bo vê mijara me jî, xwerû Erzincan pir girîng e. Her kes wê rapora Îsmet Înunu ya bi nav û deng dizane. Naveroka wê raporê di vê hevoka bi nav û deng de têgîhîştina xwe dibîne: „Eger em demografiya Erzîncanê neguherînin, dêrsimî têkevin wir, Kurdistan avadibe!“ Dema mirov li dîroka beşek gelê me yê Rêya Heq ên li Çorim, Yozgat, Çankiri, Amasyayê hatine bicihkirin dinêre, dibîne ku pirê wan di wê demê de bi zorê hatine îskankirin.

Her wiha her kesên ku karektera xwe ya Rêya Heq wendakirî, bi rengê Elewîtiya li gor wê projeya tirkiyebûnê dijî jî, ji mezheba henifî tê pejirandin. Her çendî hemû rêberên Rêya Heq di pêvajoyên cûda û Qizilbaşbûnê de bi destê Henifiyan hatibin kuştin jî, ne henifî, şafîî wek dijminê Raya Heq dane pijirandin.

Ji bo porkirina van fend û fûtan jî, bi dehan kes di bin navê Nivîskar, lêkolîner, zanyar, Profesor de dane xebitandin. Xwerû bi gelekan jî, têza doktorayê li ser porkirina van dek û dolabên xwe dane nivîsandin. Heta bi navên veşartî xebitîne ku van kirinên xwe yên hovane por bikin û tewanên xwe bavêjin ser gorî, yan jî rêberên goriyan. Minak: Di hemû belgeyên ku me navê wan dane de bi aşîkarî ji dêrsimiyan re „Çiban Başi, Hovên divê werin kedîkirin“ tê gotin. Li Dêrsimê li ser Rapora Îsmet Înunu komkujî pêkanîn, lê çîrokên li ser derewan weke, Sebeba Komkujiyê kesên wekî Nûrî Dêrsimî, Seyîd Riza, Alîşêr bûn ûûûû! Na nizanim Abdullah Alpdogan bi serê xwe kiriye. Ferman Celal Bayar daye û û. Lê li gor belgeyan bi aşîkarî tê zanîn ku ev di nava çarçoveya teslîmgirtin û tirkîzekirinê de bi îmzaya Mistefa kemal pêkanîn. Her wisa Palû, Sason, Amed, Agirî ... jî!“ Piştê komkujiye jî, ji bo ku bikane bi xwe ve girêdin, nakokiyên baweriyên cûda afirandin Mînak: „Na nizanim peyayên Şêyx Seîd goştê detkoja dêrsimiyan nexwarine!“ Yan jî gotinên weke „Eger şafîî werin ser kar Elewiyan tev de serjêdikin!...  Ji ber van rastiyan jî vê mijarê piçek jî be vekirin pir giring bû.

1 - Îdîayên Tirkan û peyva Elewî

Tirkan herî zêde li ser baweriya Rêya Heq û xwerû jî eşîrên Dêrsimê lîstine. Bi tonan nivîsên bingeh û belgeyên wan vik û vala ne, tenê li ser derew û dibekuyan rûniştine, bi dekbazî afirandine, hem jî bi hostatiyek jirane. Bi destên hin Kurdan û têzên doktorayên di zanîngehên xwe de ev hê şêlûtir kirine. Yekê mejî lê zelal nebe, haya xwe ji rastiyên dîrokê tinebe, di nava wan derew û sextekariyên wan de wenda dibe.

a) Tirkan Rêya Heq birine bi şamanîzmê ve girêdane.

Divê em berê vê bêjin: Her gelê cihanê di pêvajoyeke dişibe jiyana şamanîstan re derbas bûye. Yanê şamanîzîm ne tenê diyardeyeke li Asyayê ye! Li Amêrîka, Afrîka û Avûstralyayê, heta li Rojhilata Navin jî hebû û li Afrîqa û Amêrîqayê hê jî heye. Li Asyaye xwerû li ba Yaqutan heye, lê ti têkiliya Tirkan bi şamanîstan re tine, wan bi bav û kalên xwe û bi talanê bawer dikirin. Bes Ay Dede yên wan hebû, lewra dema bi şev diçûn talanê, „Ay dede“ (Kalê Hîv“ riya wan dizan ronî dikir. Her wiha têkiliya Rêya Heq jî bi şamanîzmê re zêde tine. Çend mînakên balkêş: Li ba şamanîstan hêjmarên 12 û 40 ne pîroz in. Ev şehadeta Rêya Heq (Humata Huxta Huvarîşta) jî li ba şamanîstan tine. Her wiha şamanê şamanîstan bi stûna çadirê ve hildikişin ku derkevin ezman û bigihîjîn Xwedê, Yanê ew li ezman li Xwedê digerin. Bawermendên Rêya Heq dibêjin: Xwedê di dilê min de ye; (Haq bende dîr bende).

b) Peyva „Elewî“ peyveke nû ye, berhemeke Cemyeta Îttahati Teraqî ye. Lêkolîner Mehmet Bayrak li ser vê mijarê wiha dibêje, „Ev peyv di dema Ittahat Teraqî de ji peyva erebî „Aliyum“ hatiye çêkirin.“ Îsmîl Beşikçî dibêje: „Ez bawer nakim ku ev peyv berê Îttahat Teraqî hatibe bikaranîn.“ Bê van herdu payeberzan, gelek lêkolînerên din jî gihîştine ve encamê. Ya baş ji bo zelalkirinê em çend Mînakên din jî bidin:

Yalçin Çakmak wiha dinivîse: „Ev derdorên ji sedsala 16. pêve weke „Rafizî û Qizilbaş“ hatine binavkirin, xwedanê baweriya şîî- Batinî bûn...“ Li pey jî wiha dinivîse: „Peyva „Alevî“ bi taybet berê di nava belegeyên fermî yên di dema Abulhamît II. hatiye bikaranîn, dû re jî ji bo Qizilbaşan hatiye bikaranîn. Ev li pey wê bi aliyê dewletê ve jî hatiye bikaranîn...“

Dresslere (2013: 11-12) wiha dibêje: „...Peyva Elewi peyveke nû ye, ji bo baweriya li Anatoliya yê pêkhatiye tê bikaranîn.

Ji ber ku êdî her kes vê rastiya peyva „Elewî“ dizane, hin kes jî hewl didin ku bi şiroveyên din vê peyva „Elewî“ wek peyveke qedîm nîşan bidin, yan jî hewl didin ku wê eyba Cemyeta Îttahat Teraqi veşêrin û vê re jî vê peyvê biparêzin.

Mînak: Erdogan Çinar di berhema xwe ya bi navê „Alevîligin Gîzlî Tarîhî“ de, ji bo ku ve kirina Ittahat Teraqî veşêre, hewl dide ku bi peyva „Alav“ û paşgîn  „Γ bi giştî bi Farsî ve girê de, daku bikane bingehek jê re bibîne, lê rastî şilf tazî ye, nayê veşartin. Ne di helbestên Pîr Sultan Abdal de, ne di yên Dadaloglu, Yunus Emre û ne jî di yên din de peyva „Elewî“ hîç derbas nabe. Her wiha di nivîsên berê Cemiyeta Îttahat Teraqi de jî, ev peyv derbas nabe. Serkarên Tirk ji bo bi hêsanî tirkize û îslamîzekirinê ev peyva elewitiyê derxistin pêş. Mîna vê gotinê: „Dînekî kevirek davêje bîrê, sed baqil nikanin derxînin!“ Bi vê gotinê mejî wisa tevlihev kirine, nayê paqijkirin.

Wek encam; Peyva „Elwî berhemeke Cemyeta Îttahat Teraqi ye.

c) Peyva „Qizilbaştî“ Kumsorî (ev navê eşîreke Kurdan e, li gimgim, Dêrsim û Xolxolê hene û ji wê dema şerê Şah Îsmaîl û Yavuz ve maye) ev peyva „Qizilbaş“ berhemeke encama Lîstika şerê Şeyx Cuneytê Hewlêrî (Suniyek zir bû û bû serokê şîîyên Sefavî), Kurê wî Heydar (Haydar haydar haydar...) neviyê wî Şah Îsmaîl û padîşahê Osmaniyan ên wek Yavuzê xwînxwar e. Osmaniyan bi vê lîstikan Kurdên sunî /misliman (wek şeyx Îdrîsiyê Betlîsî)  şah Îsmaîl jî Kurdên ne misliman kişand aliyê xwe û Kurd bi hev dan şerkirin. Parçebûna herî mezin wê demê çêbû.

Yalçin Çakmak wiha dinivîse: „Ev derdorên ji sedsala 16. pêve weke „Rafizî û Qizilbaş“ hatine binavkirin, xwedanê baweriya şîî- Batinî bûn...“

Ji têza Doktorayê ya Yalçin Çakmak: „...Tarîqata Erdebîl (Hewlêr)/ Tarîqata Sefeviyye di dema Hoca Ali û Şeyh Cüneyd de, ji Sûnîtîyê derbasê şîîtiyê bû...“

Ew mijarê wiha didomîne: „Pêkhatina civakên Qizilbaşan di şerê navbera Osmanî û Sefaviyan de bi destê halîfe, yan jî „dai“ yên  Şah İsmail şand Anatolyaye bi pêş ket.

Gava dewleta Osmanî ji bo ku bikane Qizilbaşan bike bin kontrola xwe, hewl da ku qizilbaşan bi Dergahên Bektaşiyan ve girê bide, jî gelek serhildanan dest pêkir.“

d) Mijara Ahmet Yesevî. Ehmed Yesevî sûnî yê naxşîbendî ye. Ew ji murîd û xalîfeyê Şeyx Yusuf Hemedanî yê Naxşîbendî yek e. Ti têkiliya wî bi Rêya Heq re tine. Erdogan Çinar di xebata xwe de li ser vê mijarê wiha dinîvîse: „...Xelifeyê bi îcazeta Ahmet Yesevî yê şêyxekî naxşîbendiyê Tirkistanê ye?...“ Tenê lihevanînek serkarên Tirkan e. Ahmet Yesevî di dema Selçûkiyên Asayayî de jiyaye. Êrişên li ser tevgera Hasan Sabah organîze kiriye. Yanê şeyhulislamê yekem yê Tirkan e. Di mizgeftekî de îmamî dike. Serkarên Tirk wisa kone xebitîne, bi wê xebatê kanîne ku keseke wiha wek rêberekî Elewitiya ew têdigihîjin bidin pejirandin.

e) Mijara Xorezmê (Horasanê) Xorezm ne welatê Tirkan e. Di sal 590 Berê Mîladê de eşîrên Kurd yên li Xorazmê (Massekan, Reşî, Reşkotan, Alanan, Sakan, Şadiyan û û) Konfederasyona Massagetan damezrandin. (li Herodot) Hemû navên bajar û cigehên Xorezmê peyvên Arî ne (Samerkent, Buxara, Aşkaabad, Amu Derya, Sur derya. Heta peyva Aral jî ji peyva Arî tê) Di belgeyên Hîndî, Çîn, Rûsan de  jî ev mijar bi zelalî hatiye vekirin. Hê îro jî piraniya gelê Tirkmenîstan, Özbekîstan û Kirgizîstanê, di bingehê xwe de gelê arî ne, di nava wan de helyan e. Ji xwe li gor hemû lêkolîneran peyva Tirkmen, ji peyva farsî: „ Tirk Manend“ tê. Lê bi dîtina min ji peyvên Kurdî „Tirk + man“ tê. Ev peyv di kurdiya me  serhediyan de tê wateya „diz û parsekan.“ Divê mirov li nexşeya zimanê Îndo-German binêre, min bi xwe jî çend caran ew nexşe weşand. Cihê Tirkan devera Taklamakana ku di navbera Mogolîstan û Çînê de  ye, ew jî ji vir 2000 km dûr e. Divê mirov di vî warî de lêkolînên Şoreş Reşî bixwîne.

f) Mijara Secereyan ên di dema Selçûkiyan, xwerû di dema Alladîn Keykubat û li pey wê de hatine dayîn, tenê lîstikeke Selçûkiyan e, sexte ne. Her çendî behsa wan secereyan tên kirin jî, di destê wan de secere tine. Hebin jî sexte ne. Selçukî 600 sal dû destpêka îslamê jiyane, ji ku zanîne ku kê kurê kî ye? Ma wê demê pergala di nifusê de tomarkirinê hebû? Yê piran jî tenê bi devkî ne û ti rastiyeke wan tine. Yanî secere, çi yên Seyîdên suniyan, çi yên kesên di nava Rêya Heq de bêbingeh û vir in.

g) Mijara Haci Bektaş Velî: Peyvên „Haci û Velî“ bi erebî ne, peyva „Bektaş“ peyveke Arî-îranî ye, yanê „beg daş“ hempayê began. Lema çevkaniyên Tirkan, ji vê peyvê re „peyveke Farsî“ dibêjin. Ev mijar Heci Bektaş Velî hê jî baş nehatiye zelalkirin. Em wî ji Vîlayetnmaeya Hici Bektaş Velî dizanin. Ev Vilayetname 150 sal piştî mirina Hecî Bektaş Velî ku ew jî kesekî wisa jiya be! Di sala 1624 de bi aliyê Kalender Çelebî ve tê nivîsandin. Dema mirov dixwine, bi aşîkarî dikane bibêje ku Osmaniyan ev ji bo armancekê bi wî dane nivîsandin, lewra gelek cihên wê weke pesinnameya hêz û serkariya Osmaniyan e.

W. Barthold li ser peyva Çelebî wiha dinivîse: „Osmaniyan hetane sedsala XVII.  jî ev nav ê „Çelebî“ weke şanenavê endamê malbata Osmaniyan, kesîn keyxudatiya (Diyanet) Osmaniyan ve girêdayî, Katîb û nûserê Osmanî bikaranîne. (Ji xebata Saîm Yürek) Ango Vîlayetname bi fermana Osmaniyan hatiye nivîsandin.

Her çendî bê Vilayetnameyê di hin nivîsandinên din de jî navê Bektaş derbas dibe, di bingehê xwe de hê jî nayê zanîn ka kesayetiyeke wisa di rastiye de jiya ye, yan na! Ew navana ji bo kesayetiya wî yan ya keskî din hatine îmakirin.

Iren Melikov: di berhema xwe ya „Ji Efsaneya Haci Bektaş berbi rastiyê ve“ bi kurtî wiha radigîhîne: „Welo di dîrokê de kesayetiyekî wekî Haci Bektaş jiyabe jî, ti têkiliya xwe bi kesayetiya Heci Bektaş ê ku Elewî pê bawerdikin re tine!“ (Yanê xeyalî ye. Ji Xebata Erdogan Çinar)

F. W. Haslich jî di berhema xwe ya bi navê „Christianity and İslam under the Sultans“ ya di sala 1929 de hatî weşandin de wiha dinivîse: „..Ti rastiyeke dîrokî ya Hacî Bektaş tine. Têkiliya wî jî bi tarîqata Bektaşî re tine. Ew serokê ezbetekî bû, tenê navê wi dû re wek marqekî ji bo tarîqatê hatiye bikaranîn (Ev ji xebata Erdogan Çinar hatiye wergirtin)

Bektaşîtî bi Balim Sultanê destpê dike.  Hemû daneyên berdest radigîhîne ku Bazîdê II. Balim Siltan di sala 1501 de wek kayyum dişîne ser Tekke ya Haci Bektaşê, daku bikane tarîqat û baweriyên ne sûnî ne jî, bikişîne aliyê xwe. Bektaşîtî wisa destpêkir û dû re bû baweriya Yênîçeriyan. Piraniya cigehên wan ên pîroz, gorên seroken yênîçeriyan e. Mixabin ku îro gelek endamê Rêya heq gorên wan kesên bav û kalên wan bi hovane kuştine, ziyaret dikin.

Cudahiya Rêya Heq û Bektaşiyan

Li ba Bektaşiyan  Dede û Baba ji nava kesên ku bi rê û rêbazên Bektaşîtiyê hatiye perwerdekirin tê hilbijartin. Li ba Rêya Heq pîrtî ji bav debazê kur dibe.

Her kes ê ku bixweze bibe bektaşî dikane serî li tekeyek bide û bibe. Di Rêya Heq de rêyaheqbûnê ji bav û dê derbasê zarokan dibe. Kesên de û bavên wan ne ji Rêya Heq be nikane bibe endamê Rêya Heq.

Li ba Rêya Heq Dergah û Ocax hene. Li ba bektaşiyan „Meydan evî“ heye.

Li ba Rêya Heq Misahîbî yan jî birayê axretê heye. Ev li ba Bektaşiyan tine. Li ba wan tenê „Mucerred“ (Derwêşê  nezewicî) heye.

Li ba Rêya Heq Kirîvatî saziyeke pîroz e, ev li ba bektaşiyan ne ewqas  girîng e, baş nayê nasîn.

Rêya Heq xwedan çandeke qedîm ya ji kûrahiya dîrokê ye. Bektaşîtî berhema Balim Sultan e.

2 – Rêya Heq û îslam (hemû olên monoteist),

Ji bo zelalkirina vê mijarê, divê em berê çend gotinan li ser navendên baweriyê vekin. Li Rojhilata navîn du navendên baweriyê hene. 1 – Sêkoşeya Qudus, Yêmen û Misir. 2 – Mezopotamya, derya Hezarê û Anatolya, ango navend Kurdistan. Ezê di têgîhîştina sêkoşeya Qudusê de bi giranî Dînê Îslamê bigirim.

Cudahiyê wan Yên bingehîn ev in.

a) Li sêkoşeya Qudusê: Xwedê mirov afirandiye. Şer û xêr ji Xwedê ye. Di sêkoşeya Navend Kurdistanê de jî Xwedê mirov afirandiye, lê xirabî û başî di destê mirov de ye.

b) Ji ber ku li sêkoşeya Qudusê şer û xêr ji Xwedê ye, ji bo pêkanîna fermana Xwedê ferîşteyeke

xirabiyê hatiye afirandin. Li sêkoşeya navend Kurdistanê ji ber ku xirabî û başî di giyana mirov de ye. Ferîşteyê xirabiyê tune. Di Zerdeştiyê de Ehrîman ne ferîşteyê xirabiyê ye, ew tenê perpirsê cihana din /tarî ye û tewakarê Ahûra Mazda ye. Xirabî û başî di giyana mirov de ye. Du aliyên giyana mirov hene. Spenta aliyê başiyê û Angaryu jî aliyê xirabîyê ye  Her wiha di Êzdayetiyê de jî Tawisî Melek tewawkarê Yêzdan e, ne ferîşteyê xirabiyê ye, li jiyan û mirinê dinêre. Ango di rastiyê de di baweriya Rêya Heq de jî ferîşteyê xirabiyê tine, xirabî û başî di giyana mirov de ye.

c)Di baweriya sêkoşeya Qudusê de wekîlê Xwedê hene. Mûsa, Îsa û Muhammed wekîlên Xwedê ne, lema di baweriya Qudusê de şahadet li ser wekîlê xwedê ne. Mînak 1 – Di xiristiyaniyê de, di dema vaftîzkirinê de dibêjin; „Bavê pîroz, diya pîroz û Kurê pîroz!“ 2 - Di îslamiyetê de jî şahadet li ser pêximber e. „Eşhedu la îlaha îllalah, eşhedu enne Muhammeden Resullalah.“ Lê li sêkoşeya navend Kurdistanê, şahadet ne li ser wekîlên xwedê, şahadet felsefîk e. „Humata, Huxta Huvarîşta!“ Baş bifikire, gotinê baş bêje, karê baş bike!“  Ku Tirkan ev kirine „eline, bêlîne, dîlîne sahîp ol.“

d) Di îslamyetê de hêjmarên 12 û 40 ne hêjmarên pîroz in. Ne 12 îmam 1001 îmam hene, hê jî hemû seyidên sûnî, elewî û şîî xwe wek ewladê Resûl dibînin. Heta herin nav Afrîqa û Malezyayê, li wir jî hemû şêyx ewladê Resûl, yan jî ewladê Ehlî Beyt in. Mantiqê vê tine. Di sêkoşeya navend Kurdistanê de „îmam“ tinin, tenê pîr, rêber, koçek, Kuraş (mûrşît) hene.

e) Ew şertên îslamê yek jî li ba Rêya Heq tina, ne Rojî, ne nimêj, ne hec heye,

f) Hele ew 12 xizmetên di dema cemê de, ji cihana îslamê dûr e. Jiyana Elî û ya Rêya Heq dijê hev in. Elî hem ji bingehên îslama sûnî yek e û hem jî xezûrê Omer bin Xatab e. Bi şûrê xwe serê bi sedan mirovan jêkiriye, bi wê rewşê ji têgîhîştina Rêya heq pir dûr e.

g) Di îslamê û hemû baweriyên Monoteîst de mirin heye. Lê li ba baweriya navend Kurdistan, ango Rêya Heq (Êzdî, Yarsanî, Zerdeştî) Kirasguhertin (Rêinkarnatsiyon) heye. Giyan ji jiyanekê derbasê jiyanek din dibe. Heta li ba Yarsaniyan tê gotin ku giyan 1001 carî kiras diguhere, hê digihîje bihuştê. Lema nabêjin „mir“ dibêjin, „kiras guherî, rêya heq de çû, gihîşt heqiyê! Çû ser Heqiyê!“

h) Felsefeya afirandinê jî cuda ye. Li ba Rêya Heq tê bawerkirin ku mirov berê Cihanê jî hebû. Her çendî mijara Qal û Belayê li ba îslamê hebe jî, di îslamê de mirov piştî afirandina cihanê, li ser cihanê hatiye afirandin.

i) Ti têkiliya mijara Muharem, Kerbela û şîngiredana ji bo Husên bi Rêya Heq re tine. Ew tenê û tenê kevneşopî û baweriyeke şîîtiyê ye. Li ba Rêya Heq sê roj rojiya Ameşa Spenta (Xizir) heye. Aşûre jî ananeyek pir kevin a Sêkoşeya Navend Kurdistanê ye.

j) Di Îslamê de cem girêdan, bi saz beyt gotin, semah gerandin tine. Jin nikanin tevê civata mêran bibin. Lê li ba Rêya Heq, xwerû jî di dema cem girêdanê de jin û mêr wekî hev in, ango bi hev re cem girêdidin. Di îslamê de civata jinan û a mêran ji hev cuda ne. Jin di îslamê de tenê alaveke zewqa mêran e.

k) Li ba îslamê şûr sembola serîjêkirin û kuştinê ye. Elî li keleha Heyberê ji sibê hetanî êvarê serê mirovên dîlketîyê bê parastin jêkiriye. Li ba Rêya Heq şûr tine, kuştin û serjêkirin tine, tenê mijara „mirovê ketî“ (Düşkün) heye, ew jî ji civakê tê avêtin.

3 – Aşûre, Kerbela û Rêya Heq (Ra Heq)

Tirk çi peyv tirkî nebe, yan bi erebî, bi farisî yan jî bi Uygurî ve girê dide. Peyva „aşûre“ jî birine bi koka zimanê erebî "aşr" ve gire dane. Dibe di erebî de jî peyveke dişibe vê peyvê hebe, yan jî rasterast  عشور hebe, lê ez ne di wê baweriyê de me ku ev peyveke erebî be û ji çanda wan hatibe! Ji ber ku tiştên xiltiya „aşurê“ pêktîne, bi piranî di nava jiyana Ereban de tine.

Gelek dîrokzan û gelê Asûrî - Suryanî dibêjin: „Ji peyva „Aşşûr“ tê. Aşşûr Xwedawendê Asûran bû, di pîrozbahiyê de ji bo wî xwarineke taybet dihat çêkirin, jêre „Aşşûre“ dihat gotin.

Lê ev peyv ji Asûrî bêtir, dibe Sumerî, Kasîtî, Lulubî jî be. Ji ber ku di Sumarî de „a“ av e, „şur“ di du wateyî de ye, sor û germ. Li gel wê di kurdiya îro de jî tê heman wateyî. Mîtolojiya „Nuh“ ji destana Gilgamêş hatiye girtin. Di destana Gilgamêş de Uta Na Pîştim keştiyekê çêdike, bi wê keştiyê, ji tofanekê difilite. Di baweriya gelê me de jî tê ragihandin ku êdî xwarina wan li ser qedandinê bûye, çi ji ber maye civandine, jê xwarinek çêkirine, Jê re „avşore > aşûre“ gotine. Hişmendiya mirov dikane vê werbigire. Ji xwe piraniya çavkaniyên Îslamê jî mijara aşûreyê bi Nuh ve girê didin.

Kerbela, di bingehê xwe de encama şerê xîlafet bi destxistinê ye. Di navbera Yezd bin Muaviye û Hz . Huseyin  de derbas dibe. Hz. Huseyîn xalîfetiya Yêzd bîn Muavîye napejirîne, teslîm nabe û komkujiyek pêk tê. Alîgirîn Elî şiayî vê berxwedanê û encama wê ya bi êş wek efsaneyekê werdigirin û her sal şîna wî girêdidin. Lê têkiliya wê komkujîyê bi Yarsanî û Rêya Heq re hîç tine. Bi taybetî di dema şerê Yavuz û Ṣah Îsmaîl de bi pêvajoya Qizilbaştiyê re ji bandora şîîtiyê derbasê Rêya Heq û qizilbaştiyê dibe, ango şîna Kerbelayê (Yasî Muharem) jî.

1 – Daneyên dîrokî nîşanê me dide ku Kuroşê kurê Kambîsê Persan ji bo ku bikane xaltîka xwe ya keça Aştiyago Amyatîs (Xormada) ya bi Spîtamayê II. (Neviyê Rozmada /Rojmed) re zewiciye bi dest bixe û vê re bizewice, radigihîne ku, eger ew neyê teslîm nebe, wê Spîtama II. bikuje. Ew jî neçar ji bo rizgarkirina Spîtama II. tê, lê gava dibîhîse ku Spîtamayê II. hatiye kuştin. Bi şerwanî xwe ji destê Kuroş rizgar dike, lê leşkerên Kuroş li ser çilindarekî dor lê dipêçin, ji bo ku cardin nekeve destê Kuroşê kurê Kambîsê dekbaz, Xwe di zinêr de davêje. Ew Pîra hemû jinên li Dêrsim û hemû deverê Kurdistanê xwe di zinaran de avêtine ye. Kuştina Spîtamayê II.  Û ev xwe kiştina Xormada /Xormedya destpêka şîngirêdanê ye.

2 – Dariyus I. Di  nivîse Behistûnê de Bi aşîkarî daye nivîsndin ku wî berê çavên Gaumada, Fravatîş Çîçan Taxma û hevalên wan ên hatî girtin, derdixistine, guhên wan û zimanê wan jêkirine, piştre jî, Serê wan jêkirine û bi dîwarên kelehan ve dar ve kirine (li dora 510 Berê Mîladê). Piştî Spîtama Zerdeşt mirovê li tevahiya xaka Kurd lê dijiyan dihat hezkirin û wek xwedawendekî dihat pêşwazîkirin, Gaumda bû. Hemû dîrokzan jî wî wek pîrekî kamilê Zerdeştî destnişan dikin. Gelê me demeke gelek dirêj şîna wî girêdan.

 2 – Di sala 525 Piştî Mîladê de jî  Înderazor (Mazdak) rêberê baweriya Mîthraîzmê bi fermana Qawatê Sasanî I.  bi zindî bi serserîkî kirin erdê û wisa bi hovane kuştin. Ew Kevneşopiya şîngiredanê bi vê bûyarê re êdî wek genekî mirovên me di giyana gel me de rûnişt. Bawermendên Mitrahî û Zerdeştî li ser kevneşopiya Gaumada şîna Mazdak jî girêdan.

3 – Murşîdê Baba Tahîr Ûryan „Ṣah Hoşengê“ pîroz jî di salên 950 -60 de wekî Gaumada bi hovane hatiye kuştin, Ev kuştinên hovane jî di nava Yarsniyan û Rêya Heq de wek êş û şînê hate pêşwazîkirin. Yanê kevneşopiyeke şînê.  Ev forma kevneşopiya şînê di nava gelêmeyê êzdî de jî bi awayê Fermanan hatiye wergirtin.

4 – Ev kevneşopiya şînê, di komkujiyên Yavuzê Osmanî de jî li giyana gelê me yê bi baweriya Rêya Heq piçikî. Heyeta pîrên Yarsaniyan Pîr Alî Kalender dişîne bakur, Pîr Alî Kalender li ser Dêrsim û Erzîncanê re hetanî Koçgîrî diçe. Raporekê amade dike. Li gor vê raporê Pîr Kalender Yavûz 40 000 hezar endamên Rêya Heq di komkujiyeke hovane re derbas dike. Se çr qatê wan jî derbider dike. Ev belge niha di destê Prof Kadri Yildirim de ye, wî di IMC tv de soz dabû ku wê wergerîne tîpên latînî.

Ev jiyana bi êş di giyana gelê me de bu kevneşopiya şîngirêdanê, lema gelê me yê bi baweriya Rêya heq bi hêsanî kanî şîngirêdana şîîyan jî werbigire. Ji ber van rastiyan şîngirêdan yanî Yasî Muharema ku bi Kerbelayê re têkildar hatibe pejirandin.

Ev peyva  „Ṣah Hoşeng“ li Dêrsimê  bi awayê „Ṣa Oşen“ tê bilêvkirin. Heta navê kesayetiyekî payeberz û pîrozê ku ji Komkujiya Dêrsimê pêve, dest ji jiyanê kişandibû, şîna komkujiyê girêdida jî „Ṣa Oşen“ (Ṣah Hoşeng) e. Ew wek pîrozî di giyana her dêrsimiyê de runiştiye. Weke mînaka  „Ṣah Hoşeng“ ji wî re jî „Ṣa Oşen“ dihat gotin. Çavên kê li wî biketa, êşa komkujiya Dêrsimê dihat bîra wan. Yanê ew li Dêrsimê remzeke taybetî bû. Li Dêrsimê peyva Husêyîn jî wekî „Ûşên /Oşên“ tê bi navkirin. Hetanê komkujiya Dêrsimê jî her kesî peyva „Ṣa Oşen“ di wateya Ṣah Hoşeng de bikardianîn. Lê di pêvajoya salan de, ji ber bandora Elewitiya dewleta Tirk afirandî navê Hz. Huseyîn cihê „Ṣah Hoşeng girt û peyva „Ṣa Oşen“  bû navê Hz. Huseyîn.

Di pêvajoya Cemiyeta Ittahat Teraqî ji bo tirkîze û îslamîzekirina derdorên berê xwe weke Qizilbaş dizanîn û gelê me yê Rêya Heq peyva „Elewîtîyê“ di mejiyan de da rûniştin de, êdî mijara Kerbelayê bû pareke baweriya gelê me. Yanê hewldanê îslamîzekirinê êdî bi ser ketiye. Vêre navê Hz. Huseyîn cihê navê „Ṣah Hoşeng“ girtiye û bûye „Ṣa Oşen“.

Ti têkiliya 12 roj rojî girtinê jî bi îmamên dundeyên Elî re tine.  Eger hebe, wêçaxê divê mirov wiha bipirse: „Ma ji dema Elî hetanê hat gîhîşt dema Mehdî ku 260 – 300 sal derbas dibe, rojî nedihat girtin? Li gel wê  şîna Hz. Huseyîn (Yasî Muharem) nedihat gerandin? Ma rojî girtin bi Mehdî re dest pêkir? Ango têkiliya 12 roj rojî girtinê bi Mehdî re destpê nekiriye, ev rojî pir berê îslamê jî hebû. Rastiya 12 roj rocî girtinê wiha ye: Di dema Sumer û Akadan de li Mezopotamyayê 12 Zîgurat (Schiggorat, Ziqqurrat, Zikkurrat, Ziggurat,) hebûn, Di Tewrat û Încîlê de jî behsa zîgûratan heye. Ev Zîgurat di nava Eleman de jî hebû. Li Zagrosan jî formên wan ê kevn hene. Her zîguratekê ji bo Xwedawendek hatibû lêkirin. Hêjmara 12 Mehan jî ji wir tên. Ji bo her zîgûratekî rojek rojî dihat girtin. Zîgûrat bingehê kelehan e. Lema li Dêrsimê heta li tevahiya Kurdistanê li cihên bilind Zîgûrat (Ziyaret /Jîyare) hene. Weke Mûnzûr Baba, Dizgun Baba, Goşkar Baba, Qolî Baba, Xizir Baba û ziyaretên din. Hê jî kesên ji bo ziyaretan rojî digirin hene.

Encam; „Ṣah Hoşeng“ û rengê wî ye sedsala bîstan „Ṣa Oşen“ Pirê min in! Pîroziyên min in, wê her û her weke zexteke bîranînê di bîra min de bin, lewre ne tenê Dêrsim êşa min e, gelek merivên min jî li Dêrsimê hatin kuştin. Mijara Kerbelayê pirsgirêka Îslamê ye, divê ew di nava xwe de vê mijarê zelal bikin, ne pirsgirêka Rêya Heq e. Mixabin ku komale û federasyonên ne bi navê Rêya Heq, bi navê Elewîtiya ku Cemyeta Îttahat Teraqî daye ber me, hatine damezrandin jî hewl didin ku gelê me bi tevahî ji dilpakiya Rêya Heq biqetînin û bikin Elewiyên bi têgîhîştina Tirk îslam.

4 -  Rêya Heq û Ṣîîtî

Şîîtî jî mezhebeke îslamê ye. Di bingehê xwe de hemû cûdahiyên di navbera mislimanê sunî û Rêya heq de heye, di navbera Ṣîîtî û Rêya Heq de jî heye, lê dîsa jî em çend cudahiyan rêz bikin.

Di şîîtiyê de perestin li mizgeftê ye, azan tê xwendin û îmam heye. Li ba rêya Heq cem girêdan û pîr heye.

Li ba şîtîyê jî  hermlik û selamlik heye, li ba Rêya heq, jin û mêr bi hev re cem girêdide. Berê şiyan li qiblê ye, ya Rêya Heq li dil e. Cem bi beytên tembûrê tê girêdan, şîîtiyê de ev guneh e. Li ba şîîya rojiya îmaman heye. Li ba Rêya heq  rojiya Ameşa Spenta (xizir) heye. Wekî mislimanê sunî şîî jî bi şerîatê didarizîne. Li ba Rêya Heq darezandin li cemê ye, jê re pirsiyariya dara dibêjin. Li ba şîyan marbirîna mûta û zawaca pir jin heye, li ba Rêya Heq tenê zewaca bi jinek re heye.

5 - Rêya Heq û Kurd

Rêya Heq rasterast baweriya ji kûrahiya dîroka gelê Kurd e. Mirov naveroka wê li ba, Sumer, Kasît, Lulubî, Hûrî, Mîtanî, Xaldî (Urartû), Medan û li Komeganê dibîne. Yanê ew baweriyên bingeh Mithraîzm ku di civatê Mehrgedehan (Mala Rojê) de kemilî, hê îro jî di nava Kurdên Êzdîyên Torê û Çêlkan de ev peyv weke „Mîrgeh“ tê bikaranîn. Her wiha Keleha Embarê ya li Pax a Dêrsimê jî kavîlên Mehrgedeheke qedîm e û hê jî dîwar û bircên wê li pê ne. Lê mixabin bi şaşî û ji bandora Bektaşîtîyê, li cihê „Mala Rojê“ peyva „Mala Cemê (Cem evî)“ tê bikaranîn. Ji bo tevahiya civaka me ev girîng e, divê em vî aliyê baweriyê jî piçek vekin.

a) Berê baweriya Kurdan Mîthraîzim bû, yanê baweriya bi rojê. Mînak ji bo dagera Rojê pîrozkirina şeva Yelda, Li Dêrsimê Gaxend, li ba Êzdiya cejna Êzî, li ba Kurdên Misliman Qirdik, Kalopîrê, Kosegelê tev de bi dagera roje re têkildar in.

b) Li ba hemû Kurdan agir û roj pîroz e. Sondên gel hê jî bi rojê ne. Mînak: Li ba Rêya Heq li Dêrsim, „Bi Tîja Heqî“ Agirê li Baxînê (Tê bawerkirin ku agir Heyderê kurê Kurêsû neşewitandiye.)  Sonda Kurdê Sunî, „Bi roja pîroz! Bi wê gurya Agir! Wî destê min li ber rojê vekiriye!“ Yanê roj li ser her tiştî re ye.

c) Termînolojiya Elewîtîyê tev de Kurdî ye. Pîr, rêber, gulbang, dergah, dergewan, post, dost, delîl zakîr, çiralix, koçek, Tembûr /saz, Ana (Anahîta), keya (kahya), Newroz, civat, li dara girtin û û.

d) Mijara eşîrên Dêrsimê ji ku hatine: Eşira Lolan ji mintiqa Lolan (Başûr) hatine û lulubî ne. Balaban û Balçikî ji dora çiyayê Balambo yê li ba Helepçê ye, hatine û navê wan jî ji çiyayê Balambo tê.  Eşîra Alanan li her derê Kurdistanê û bi her baweriyê hene. Oset jî Alan in. Bextiyaran, Hesenan û Heyderan jî li her dere Kurdistanê hene. Çend gotin li ser eşîra Kurêsû: Kurêsû pîrekî Yarsaniyan bû, hat bi keçeke Lolan re zewicî û eşîra wî li pey wî çêbû.  Ti têkiliya çîrokên din yen li ser eşîra Kuresû bi rastiyê re tine.

Çend eşîrên Dêrsimê di bin navê Pezkelan (Karakoyun) ji nava Mîrîtiya Gor ya Xorezma (Horasan) Aryaniyan hatine ku ew jî ji devera Hewreman ji ber êrişên îslamê revîbûn çûbûn Xorezmê û li wir mirîtiya Gor avakiribûn. Yanê Bingehê wan jî Devera Hewreman e.

Di daneyên heyî de tê ragihandin ku Şix Hesenan ji Başûr û Rojava hatine Meletî û ji wir jî çûne Dêrsimê. Li Rojhilat û deverên din jî bi navê Şix Hesenan eşîr hene. Ev konfederasyoneke eşîran e, jiwê gelek eşîrên Dêrsimê di bin vî navî de tên zanîn. Lê mixabin kesên di bin bandora teoruya „Turk dil guneş“  de mane, heta ji wan hatine mijar tevlihev kirine.

Dema mirov li çavkaniyên Ermeniyan jî dinêre, dibîne ku wan jî hemû eşîr wek Ermenî nîşandane. Weke Mînak; em dizanin Balyanên li Stenbolê û Bilikiyan (hin Ermeniyên li dor Gimgim û Mûşê) Kurd in, hê îro jî di nava Kurdên êzidî de eşîra Bilikyan hene. Yanê eşîrên

 piştî xiristiyanî dipejirînin, di nava Ermeniyan de dihelin. Yanê her kesî em ber bi xwe ve kişandine.

Mixabin, em bûnin her kes lê nebûn xwe.

Mijara „Deylem“ jî, hê baş nehatiye zelalkirin. Lê em dizanin ku di dema Medan de ev devera weke Deylem tê binavkirin, bingehê Medan bû, Deylemî jî eşîrên Kurdan e. Di serhildanên li dij Dariyos de rolên mezin wergirtine. Ew û Belûcî li gel hev dijiyan û zimanê wan jî ji hev ne dûr e. Bi destê Darios I. Belûcî ji vê devera Deyleman hatin derbiderkirin, gelek eşîrên din jî koçber bûn.

e) Ziman: Kirmancikiya Dêrsimê, hewremî, feylî, kelhûrî mîna devokên zaravayekê ne. Dema hev baş guhdarî bikin, dikanin bê kêmasî hev têbigîhîjin.

f) Diyarda Kirîvatiyê tenê li ba Kurdan heye û pir pîroz e. Ev sazî li ba îslaman, Tirkan tine. Formeke wê li ba Cihûyan hebe jî, ne di wî rengî de ye. Mînak kirîvatiya di nava gelê me yê Êzdî û gelê me yê Rêya Heq de sedî sed wekî hev in.

g) Elewiyê Dêrsimê, Yarsanî û Ezdayetî di warê baweriyê de hima bigire ji % 99 wekî hev in. Lema min pêdivî bi rûberandinê nedît. Yane yek e. Cudahîyên hene jî tiştên piçûk in, ew jî ji bandora baweriyên monotesîst pêkhatine. Mînak: Li ba Êzdiyan wek „het û seta“ di dema Şêyx Adî de, li ba Rêya Heq jî bandora îslamê ya bi rengê şîîtîyê yanê mijara Elî û Kerbelayê ye. Li ba Rêya Heq jî bi pêvajoya Qizilbaştî û Elewîtiya Cemiyeta Îttahat Teraqî re hin elementê îslamî ketiye nav. Minak li hin deveran li ser goran Quran tê xwendin. Ev jî ne rengên Kurdî ne.

Çavkanî:

1 – Lêkolînên min, yên bi dehan salan,

Gengeşî û pirsên di semineran de, bersiv û lêkolînên min yên li ser wan pirsan.

2 – Erdal Gezik "Alevi Kürtler"

3 – Mehmet  Bayrak

Alevilik-Kürdoloji-Türkoloji Yazıları 2 (1972-2018) .

Kürt ve alevi tarihinde Horasan

4 – Îsmail  Beşîkçî:

Alevîlîk üzenîne çalişmasi ve yazilari.

5 - Nurî Dêrsimî

Hatiratim û Dêrsim Tarîhî

6 - Hasan Hakan Ulutin 

Têza doktorayê. „Di navbera Meşrûtiyeta II. û dema Komarê de Dêrsim.“

7 – Seyitxan Kurij: Hem Zazca Hem Kurmancca Konuşan Bazı Aşiretler

8 - Kemal Süphandag Kürtlerde aşîret olgusu ve Heyderanlar (IMC tv)

9 – Şoreş Reşî: Akkoyunlar, Karakoyunlar,  'Dîroka Kurdên Koçber (Anatoliya Navîn,. Xorasan ... 1061) û gotarên wî yên bi navê „Oguzlar I. II.“

10 – Têza doktorayê ya Yalçin Çakmak

11 – Erdogan Çinar gotara wî ya di „Dergahin Sirri“ de (Li ser Haci Bektaş Velî.)

12 - Saim Yürek: The Journal of International Social Research Cilt: 4 Sayı: 18 Volume: 4 Issue: 18 Yaz 2011 Summer 2011

13 – Dîtinên hin dostên têgîhîştî û Pîrên payeberz.

14 – „Kyropediya“ Xanephon

15 – Innsburger Sumerische Leksîkon

16 – Hevpeyvînên bi hozanê nemir Silê Qiz re 

17 – Bernameyên Namik Kemal Dînc yên Di IMC tv de.

18 – Zanîngeha Mararayê, Türkler ve Ermenîler (Tarih boyunca Türk Ermenî îlîşkîleri)

19 – Niraxadinên Dr. Bahram Varza http://www.zoroaster.net/indexd.htm

20 – Hevpeyvîna Kejê Bermal bi  Felakettin Kakayî re ya li ser Yarsaniyan (Dengê Kurdistan.)

21 – Têbiniyên min yên bi Dr. Yosef Sand re ên di sala 1994 (Bi xwe Yarsanî bû) hatibûn nivîsandin.

22 – Incil  (bi almanî)

23 – Ksitas  Von Kîndos. Herodot

24 – Nivîsên Bestûnê.

25 – Josef Wiesehöfer: Der Aufstand Gaumātas und die

      Anfänge Dareios’ I. Habelt Verlag, Bonn 1978,

      ISBN 3-7749-1477-X (zugl. Dissertation Münster

      1977)  Û Nivîsên cûda yên li ser Dariosê I. .....

26 – Rapora Pîr Alî Kalender