MED /MEDIZIN

 

Hima bigire li pêş navê her doktorî ev kurtkkirin heye: „Dr. Med. ...“ Ev peyv ji ku tê? Gelo em hajî hene ku ev ji zanyarîya pêşiyên me tê? Em îjar jî vê mijarê vekin.

Peyva „Med /Medizin“ (erkê bijîşkî) di ferhengên etîmolojiya Alman de di hevok û paragrafa destpêkê de bi peyvên latînî „medicina, medicus, mederî“ ve tê girêdan. Dema mirov hineke din bi kûr ve diçe, wê peyva „Medic“ bi peyva grêkî  „gr. Μάγοι, piranî; Μάγος“ ve girê didin. Di grêkî de ji wiha dinivîsîne: „Di çavkaniyên grêkiya kevn de ev peyv bi kasta Med „Magan (Magîer)“ ve girê dide û dibêje; „li peyva „Magier“ û li baweriya wan binêrin.

Di piraniya malper û çavkaniyan de ev mijar heye. Mînak di malpera „Zeno.org“ (1) ev mijara Magier wiha tê vekirin: „Kasta ruhaniyên Med, ya pir pêşde di rêveberiya ruhaniyan de bû. Hemû çavkaniyên zanînê li ber destê wan bû, wan bi wê zanînê bandor li hemû civakê dikir. Zerdeşt di nava wan de reformek pêk anî... Anegorî zanîn û azmûna wan paye da wan: 1 – Herbeds (şagirt, yê nû dest bi fêrbûnê dike.) 2 – Mobeds (hosta, pêşketî) 3 – „Destûr“ yên kamil û xwedan herî zanînê û dikanîn destûr yanê îcazet bidin.

Magî /Sehr: „Ev peyv ji peyva arî „magu /magus“ tê û di wateya, yê dinase, yê dizane de ye. Ev ji navê eşireke Med Magan / Magoi ye. Ev peyv bi kurtî tê wateya derûniya xwe û mirovan nasînê, li ser wê bingehî alîkarbûnê..“ (2)

Di pirtûka „Historia philos. crit. T. I. p. 160“ jî mijarê wiha tê vekirin: „Magiusiah, Madschusie“ di destpêkê de tê wateya saziya ruhaniyan ya Medan. Ev jî dû re bû „Mag, Magius, Magiusi, bi salan dû re jî Magi, Magier“

Pirtûkên Etîmolojiya Alman: Magier peyveke zimanê Ariya /Îraniya kevn e. Bingehê xwe digîhîje rîçala Îndogerman „magh“ ev tê wateya „kanîn, zanîn û alîkariyê.“ Peyvên wek „Mögen, macht û makînê jî digihîjin wê bingehî.

Kurt Hennig di "Jerusalemer Bibellexikon" de piştî agahiyên li ser Magier, li ser Medan û cihê Medan wiha dinivîse: „Med li rojhilatê Mezopotamyayê dîjîyan. Med bi giranî di nava peyva Persîyan de tê nasandin. Diokes federasyona Med damezrand di nava vê federasyonê de jî eşira herî baş tê nasîn Magoi ne.“ (3) Belê lema her tişt bi peyva „Îran“ ve tê girêdan.

Ji kûrahiya dîrokê vir ve sembola bijîşkiyê /Medizin şiv û mar e.(4)

Divê em li vir bi bîr bixin. 1- Li Girê Mirazan sembola herî pêş rolyefê mar e. Marê reş di nava kurdan de pîroz e. Li ser perestgeha Lalişê jî heye. Mijara panjehrê jî divê mirov lê zêde bike. Ev dû re derbasê hin mîtolojiyên grêkî û roma bûye. Ev bi tena serê xwe bingehê wê zelal dike.

Malper: Jurnalismus von links wiha dest bi vekirina mijara Med dike: „Madea“ ev peyva tê wateya hişmend, pîroz navê xwedawenda dayîk ya Medan. Ew peyv „Medusa /Metis“ dibe ji biwêja Sankrist „Medha“ „dehaya jin“ hatibe wergirtin....“ (5)

Bandor û rêşanîdana „Koma zanayên Magan /magier“ di avakarina Medan û serdema keyên Medan Faraortes (647-625) û Keyaxares (Kavî Vîstaspa 625- 585) de gelek çalak bûn. Keyaxares bi alîkarî û dazanîna wan Skit ji welatê xwe derxist. Bandora van Magan ta di wê serdemê de li çanda helenîst (Grêkan) bûye. (6)

Di vî warî de gelek belge hene, lê bawer dikim ku ev belgeyên min dane ji bo vê mijarêya „Med (bijîşkî) zelalkirinê bes in. Kurt û kurmancî ev peyv ji nav û dazanîna bav û kalên me tê. Lê em niha li ku ne? Bi hêvîya têgîhîştina rastiyan.

Hin çavkanî:

http://www.zeno.org/Vollmer-1874/A/Magier (1)

https://www.lostlegends.de/was-ist-magie/ (2)

http://www.lexikus.de/bibliothek/Geschichte-der-Magie-01/046-Name-und-Begriff-der-Magie

 https://www.jesus.ch/information/feiertage/weihnachten/magazin/history_special/108426-die_magoi_von_ekbatana.html (3)

https://www.planet – wissen.de/gesellschaft/medizin/beruf_arzt_die_geschichte_des_heilens/index.html (4)

https://www.nd-aktuell.de/artikel/599088.medea.html (5)

https://homepage.ruhr-uni-bochum.de/michael.luetge/Himmelfahrtspraktiken.pdf (6)