Mijara Îbrahîm / Abram /אֲבִירָם / אַבְרָהָם / Avraham / Berhîm

 

 

 

Bawerî bi giranî li ser avzûna razên mîtolojiyan rûdine. Pîroziya xwe ji wan derhozên (mucîze) ji têgîhîştina mirovî der digirin. Dema bi şûr, kuştin û sotinan bû tirs jî, êdî xwe digîhîne hêzeke derê xwezayê. Bi hêza wê, psikolojiyeke ji tirsê pêk tê, di giyanan de dide rûniştin. Ev têgîhiştina bi raz dibe tirs û hêzeke xwedayî. Dema bawerî gihîşt vê pîleyê, rastiya wê kirina ber pirsiyayrîyê dikane bibe egera kuştina mirovan jî. Vê hêza tirsa mîtolojiyan bi milyonan mirov kuştiye, serjêkiriye û şewitandiye. Heta destdirêjahî jî helalkiriye. Lê emê dîsa jî vê mijarê vekin.

Kurte Çîroka Îbrahîm

A - Li gor Tewratê Avrahamê kurê Terach ji ber zulma Akadan tê Haranê. Du jinên wî hene, yek Hacer e, yek jî Sara ye. Ji Hacerê  Ismael û ji Sarayê jî Îshaq tê dunê, Sara dema ji Îshaq hemîle dimîne li ser şêstî re ye. Îbrahîm soz daye xwedê ku kurê xwe têke qurban. Kêliya dixwaze Îshaq serjêbike, şûr stuyê Îshaq nabire, kêliya li kevir dixe kevir parçe dike. Dû re Xwedê beranekî dişîne. Avraham wî dike qurban.

B – Di Qurane de jî mijar hima bigire wekî ya Tewratê ye. Bes, di Quranê de tê ragihandin ku Îbrahîm dixwaze Îsmaîl bike qurban. (Cüz 13, Rûpel 258, Sûreyê İbrahim "Elîf Lam Ra",  Ayet: 25-33)

Çima ev navên cuda? Ji ber ku Cihû bawer dikin ku ew zarokên Îshaq in. Di îslamiyetê de jî tê bawerkirin ku Muhammed ji neslê Îsmaîl e. Di hin hedîsan de tê ragihandin ku Hz. Muhammed gotiye ez di 25 bavan de digihîjim Îsmaîl. Lê li gor mîtolojiyê Îbrahîm /Îsmaîl teqrîben 3000 sal berê Muhammed jiyaye. Eger her bavek 150 sal jiya be, dibe.

C – Gelê me jî bawer dike ku avzûnkarekî ji qral Nemrût re dibêje, wê îsal zarokek were dinê û hemû peykerên te biruxîne. Ew berê hemû mêran ji bajêr derdixe, tenê bi Nobedarê pûta bawer e, wî dişîne. Ew têkilî bi jina xwe re datîne. Jina wî hemîle dimîne û di şikefta Ruhayê de Îbrahîm tîne dunê. Hetanî ew dibe şazdeh salî jî di şikeftê de dimîne, Dû re bi şev derdikeve, gava hîvê dibîne; dibêje; „Xweda ev e!“ Piştra bi derketina rojê re dibêje; „na Xweda roj e.“ Di encamê de jî ji Xwedayê di hînavê xwe de bawer dike. Pûta dişkîne. Nemrut jî wî davêje agir, agir xwe diguhezîne gola avê û kizot jî dibin masî û û û.

Nerî

Wateya ji bo qurbanê hatina beran çi ye?

Berê li Mezopotamyayê jî ji bo xwedawendan mirov, bi giranî kole, yan jî kesên dîl hatî girtin dikirin gorî. Piştî demekê êdî di cihên mirovan de Conega û beran ji bo xwedawendan kirine gorî. Zanyar di wê baweriyê de ne ku ev mîtolojiya Îbrahîm û xwasteka kurê xwe gorîkirinê mîtolojiyeke pevajoya rakirina mirovgorîkirinê ye.

Îbrahîm kî ye kesek wisa di dîrokê de jiyaye?

Ev mîtolojî ji vegotinên Cihuyan bela bûye. Lê dibe ku Cihûyan ev çîroka ji Mytolojiya Brahma û Saraswatî ya Sankirîstan wergirtibin.

Angaşt :

1 – Çîroka Abraham /Îbrahîm ji mîtolojiya Sankirîstan „Brahma (Brahmanan) û Saraswatî“ hatiye wergirtin, lewra çîroka Sankirîstan ji ya Îbrahîm bi kêmasî hezar sal kevintir e. Navê pexemberê Samiyan Abram /Braham /Îbrahîm û navê hevjîna wî Sara ye. Li ba Sankirîstan jî mîtolojiya Brama / Abrahman û Saraswatî heye. Gelo ewqas tesadûf dibe? Tenê cudahiyek di navberê de heye. Di mîtolojiya Sankirîstan de xwîn rijandin tune. Mêwe û kulîlk pêşkêşkirin heye. Samî birçiyên xwînê ne. Ji ber ku heman çîrok in. Dibe ku tucarên Cihûyan ev ji Hîndîstanê anîbin û ji xwe re kiribin mal. Ma wan gelek mîtolojiyên Mezopotamyaye jî ji xwe re kirine mal.

Çavkanî: Aus Vollmer's Mythologie aller Völker, Stuttgart 1874

Ev angaşta Vollmars Mythologîe agnaşta herî zêde nêzîkê rastiyê ye. Çima? 1 - Di ti belgeyên arkolojîk de kesekî, yan jî çîroka kesekî bi navê Îbrahîm û Nemrût derneketine û di ti tableteke nivîsandî de jî tune. Ji ber vê egerê jî Îbrahîm ne keseke dîrokî tenê keseke mîtolojîk e û çîroka wî jî her wisa. Bes di dema Salmanasar I. û kurê wî Tukultî- Nînurta I de û li gor daneyan berê wan jî wek ceza mirov avêtine firinan. Lê di ferzên Tewratê yên 12 û 25an de radigîhîne ku Îbrahîm  2000 - 2500 sal Berê Mîladê jiyaye. Salmansar û kurê xwe Nînurta I di navbera 1280 – 1200 jiyane. Ango hima hima di dema Musa de.

Çavkanî: Navîgator Algemeinewissen

2 – Mijara Îbrahîm (bi çi navê dibe bila bibe) bi Ruha û Antîoxozê (Antiochos I, II, III.) re keyê Komeganê yanê bi peykerên çiyayê Nemrûtê ve girêdan jî ne rast e, heta bê mantiqi ye. Lewra ev serkariya Komeganê di navbera 100 sal Berê Mîladê û 100 sal jî piştî Mîladê de hebû û berê wê tinebû. Hima Mijara Musa û Fraonan 1000 Bere Mîladê bû. Li gor mîtolojiyê Îbrahîm herî kêm 1000 sal berê Musa jiyaye.

3 – Ew keleha Ruhayê û herdu stûnên di nava kelehê de 2500 sal piştî çîroka Îbrahîm bi destê mîrîtiya Osrehoana li Edessayê (Ruha) ku bi Romayiyan ve girêdayî bû ve hatiye lêkirin û ti têkiliya wê bi mijara Îbrahîm û Nemrût re tune, tenê di bîra gelê me de wisa rûniştiye.

4 – Gola Masiyan,  

Di nava parqa bajêr de du gol hene, yek gola Masiyan e û bi berahiya 150 × 25 mêtre ye. Yek jî gola  Ayn-î Zeliha ye ew jî bi berahiya 30 × 50 metreyî ye. Herdu gol jî di bin ve bi hev ve girêdayîne û golên çêkirî ne, ne golên xwezayî ne. Berê şeteka çemoka ku di nava Ruhayê re derbas dibe, di vir re diçû. Lê di dema Eyubiyan de ew tê qutkirin. Ti têkiliya wê jî bi Îbrahîm re tine.

Cejna gorîkirinê yan jî Eydiya Heciyan:

Gorîkirin pir berê dînê îslamê jî di nava piraniya gelan de hebû. Heta li Girêmirazan /Xirabreşkê ku 11000 sal berê îslamê wek parastgehekê hatiye avakirin jî nîşaneyên gorîkirinê derketine. Bê wê ta ji Înkayên Amêrîkaya Latînî bigire, hetanî digîhîje Çîn û Japonyayê yê jî gorîkirin hebû û heye. Mînak: li Mezopotamyayê tê ragihandin ku canega ji bo Xwedawendan hatiye gorî kirin. Li Misira Fra´unan canegayê ji bo gorîkirinê hatî hilbijartin, dibirin ber destê keyxwidayên baweriyan, wan ew di ber çavan re derbas dikirin. Eger baş bidîtana mohrekê lê didan, hê dikanîbû bihata gorîkirin.

 

Brahim

Kabeya kevin

Tu lêkolînên arkolojîk û teknîka demjiyanan li ser Kabeyê pêk nehatiye. Ji xwe destûra lêkolîn û zanyariyên arkolojîk jî nadin. Dema bidin wê rastî derkeve. Tiştên ji zanyariyê hatibin qetandin jî tenê di nava çarçoveya dazanînên baweriyê de dimînin û dibin mîtolojî. Dema diyardeyekê bû mîtolojî jî, her gel dikane di nava çarçoveya baweriya xwe de teşe û rengeke yan jî wateyeke wê mîtolojiyê di nava têgîhîştina xwe de pêşkêşê nivşên li pey xwe bike. Îslamiyet jî di nava vê çarçoveyê de nêzîkî Kabeyê dibe û wê şirove dike. Heta agahiyên dema cahîlîyeyê jî weke fermaneke di nava çarçoveya bîrdoza xwe de dide, pirsên li ser jî hîç napejirine, pirsiyariyê weke gunehkariyê dibîne û dinirxîne.

Kabe bû

Kabeya nû

Di baweriya îslaman de Îbrahîmê mîtolojîk û kurê wî yê mîtolojîk Îsmaîl hetanî Mekkeyê hatine û ev Kabe avakirine, lê divê mirov nepirse, nebêje „Çima, ji bo çi ew avakirine û çima li vira? Ma cihekî din tinebû? Çima li Heranê yan jî li Qudusê ava nekirine? Li gor dîn mirov bi pirsên wiha daxwaziya rastiyê dike, gunehkar dibe! Dibe cudexwaz! Ne gotina min e, Ereb wer dibêjin! Mîlyarek mirov jî bawer dikin.

Li gor îslamê berê bawermendên Îsmaîl û Îbrahîm di dema hecê de hatine, ev der ziyaret kirine û bûne hecî (ti belge tune, tenê bi gotina wan), pişt re mirovan ew ji bîr kirine û Pûtên xwe yên bi navên cûda, wek „El îllah“ û wekî din kirine Kabeyê û tê de parastine, di dema hecê de jî hatine, pûtên xwe derxistine, qurban ji bo pûtên xwe ser jêkirine. Îslamê jî ev kevneşopî wergirtiye û kiriye şerteke îslamê!

Li gor daneyên dîrokî yên heyî, tê zanîn ku ta di dema împaratoriya Saba de jî her eşîreke Ereban bi Xwedawendekî bawer dikir. Wek sembola wî xwedawendî peykerek çêkiribûn. Lê ji ber ku koçer bûn, li çêregehan digeriyan, nedikanîn sembolên xwedawendên xwe bi xwe re bigerandana. Ji ber ku Mekke wek navendeke tîcaret, têkiliyan bû. Li wir ji bo parastin û bicihkirina peykerên sembola xwedawendên xwe parastine avahiyekê ji bo wan lêkirine û di wir de parastine. Heta tê zanîn ku wek nobedar kesek jî ji bo parastinê dane ser wir. A ew avahî bûye Kabe. Çîrok ev e.

kevir

Ew kevirê „Hacer - ûl Eswet“ kevirekî Meteroît e. Meteroît li ser reşahiyê ne. Li dor gelek çiyayên agirî û deren Meteroit lê ketine, tên dîtin. Meteroitên spî tunene.