Peyva çamûr ne tirkî ye. Peyveke xas Arî ye.

 

Di zarava Kurmancî de ji bo tevlihevbûna ax, xulav, gemar û avê peyvên weke „çamûr, herî, gîle û peyva celb“ jî tê bikaranîn. Di zarava Kirmanckî/Kirdkî de bi giranî „çamûr“ lê cih bi cîh „mûle“ (mîl) jî tê bilêvkirîn. Di Farsi de „gel“ û Tacikî de „lox“ bi Hîndî „keeçad“  Ûrdu „kîçare /keçare“ Sankirîst „kça“ tê bikaranîn. Em li vir ceribandinek çêkin. Dema mirov kîteya „çada“ „keeçada“Hîndî, yan jî „kça“ sankirîsti bigire û paşgîna „mûr“ pêve dayne, dibe „çadmur“ > „çamûr“ çima na?

Her çendî gelek kesên bi kurdî dinivîsînin, bi piranî di wê baweriyê de ne ku peyva „çamûr“ ne peyveke kurdî, peyveke tirkî ye jî, rastî tiştek din e, belovajiyê vê dîtinê ye. Ango çawa li jor jî xuya dibe, peyva „çamur“ ne peyveke koma zimanê tirkî ye. Ji bo baş zelalkirinê, ez ê hewl bidim ku vê mijarê hinek din vebikim. Di kurdî de ji bo wê têkliheviya ku ji av û ax /gemarê pêk tê, anegorî têklihevîyê nav digire, yanê bi wateyên cuda, lê nêzê hev tên bikaranîn. "Herî" bi giranî ji têkliheviya ax û avê re tê gotin. Peyva "celb" a li hin deveran tê bikaranîn, ne şaş bim, peyveke erebî ye, dû re ketiye zimanê me. Peyva "çamûr" bi giranî ji bo tevliheviya herî, gend , gemar û avê tê bikaranîn. Yanê peyva „çamûr“ li gel wateya xwe ya bingehîn, qirêjiye jî werdigire.

Em hinek jî li zimanên ku bi aliyê hin derdoran ve weke koma zimanên tirkî tên binavkirin binêrin, ka ew ji bo peyva „çamûr“ çi dibêjin. Kirgizî „îlay“, Ozbekî „loy“, Kazaxî „balşiq“,  Moxolî „şavar“ Azerî „pîs“ dibêjin. Bala xwe bidinê peyva „çamûr“ bê tirkî di ti zimanên qaşo nêzîkê zimanê tirkî ne, yan jî wek koma zimanê tirkî tên binavkirin de ku etîmologên Tirk tim hin peyvên xwe bi wan zimanan ve girê didin de ev peyva „çamûr“ tune.

Etîmologên Tirk vê peyva „çamûr“ bi nivisên Ebû Hayam ve girê didin. Mîna ku Ebû Hayam kesayetekî Tirk be, dibêjin cara yekem di nivîsên Ebû Hayam de hatiye bikaranîn. Baş e, em dizanin ku Ebû Hayam Faris e, wî ne bi zimanê tirkî, bi zimanê farsî nivîsiye û fîlozofekî Faris e. Ev rasterast tê wê wateyê ku eger peyveke Arî neba, wê Hayam ew bikarneanîya, yan jî eger Ebû Hayam bi kar anîbe, peyveke Arî ye. Tirk vê rastiyê dizanin, lê tênê hewl didin ku bi şêlûkirina rastiyê, vê peyva „çamûr“ ji xwe re têkin mal. Anegorî rêzimanê tirkî ti peyvên xas tirkî bi tîpa "ç" dest pê nake (ev îdiaya zimazanên Tirk e). Peyvên bi vê tîpa „ç“ dest pêkiribin di bingehê xwe de ne tirkî ne.

Kîteya "ça" di piraniya zimane Arî de heye, her wiha di Sankristî de çawa li jor jî hate vekirin xwerû di peyva ku ji bo çamûrê tê bikaranînê de kîteya bingehîn e. Di Kurmancî de çend peyvên bi kîteya „ça“ dest pê dikin; „çawa, çalak, çale, çare, çakûç...“ Kîteya "mûr" li hev qelibî, têklihev, tirş, Mînak: Rûçikê wî wisa mûr e. Di Somerî /Şomerî de, peyva „mu uş“ tê wateya xetê rû, „Mu ûr“ jî xetê kûr yên rû û xetên awirên tirş e (Innsburger Sumerische Wörterbuch). Ev tê wê wanteyê ku dibe ev peyva „mûr“ encama peresena vê peyva Somerî be. Yanî bi zelalî xuya dike ku bingeheke wê ya zimanê kurdî heye.

Ji bo ku em bikanin mijarê hineke din zelal bikin, em hinek jî li peyvên tirkî yên bi paşgîna „mûr“ diqedin binêrin, ka ew peyvên tirkî ne, yan na! Di tirkî de kîteya "mûr" tine. Peyva "hamûr" li ser tîpen erebî "XMR" çêkirine, anagorî Murad Belge bi giranî Ziya Gökalp peyvên bi vî rengî çêkirine. "Peyva "samûr" jî bi farisi ye. Peyva "yumurta" jî anegorî etîmologên Tirk ji peyva farsî "xaye" girtine û çêkirine. Peyva „mamûr“ jixwe erebî ye. Em mînakeke balkêş bigirin. Etîmologên wan, peyva „yagmur“ wiha  şirove dikin: „Ev ji kîteya „yaĝ“ û „mûr“ pêktê, „mûr“ dibe ji peyva „mîr“ were, ji kerema xwe re li peyva „yaĝ“ binêrin!“

Di ti zimanên koma ku wek tirkî tê binavkirin de paşgîna „mûr“ nayê bikaranîn. Mînak baran (tirkî =Yagmûr) Kazakî =yanbir, Kirgizî = yamgir, Ozbekî = yomgir, Azerbeycanî = Yaxiş. Yanî gelek zelal e ku paşgîna „Mûr“ ne paşgîneke tirkî ye. Em dizanin ku piraniya paşgînên di tirkî de tê bikaranîn, ne tirkî ne. (ev jî îdîa etîmologên Tirkan e.

Hin etîmologên wan jî li ser paşgîna „mûr“ wiha dinivîsînin: „Di tirkiya kevin de (li ku dihat axaftin? Kes nizane) „mûr“  carna ji bo peyv çêkirinê hatibe bikaranîn jî, ti peyveke wateya wê û hebûna we zelal bike di tirkî de tune. Peyva „Temûr“ a ku di Moxolî de tê bikaranîn jî dibe; ji tirkî hatibe girtin“ (https://www.etimolojiturkce.com/kelime/demir)

Ji ber hin çavkaniyan baş tê zanîn, piştî di dema Sovyetê de hin komarên ku wek tirk tên binavkirin hatin damezrandin, gelek peyv ji Tirkiya li Enqerê di fabrîqaya sextekariyê de dihat afirandin, werdigirtin. Etîmologên Tirk yên niha jî wan peyvên ku wan komaran ji fabrîqa sextekariya tirkiya Enqerê wergirtine wek bingehê peyvên tirkî nîşan didin. Wek mînaka „Min li serê taxê derewek li hev anî, hatim binê taxê bawerî pê anî!“  (Sextekariyeke jîrane nee?) Yan jî  wekî vê gotina gel „şehedê rovî dêlya rovî ye!“

Bi dîtina min peyva „demîr“ jî ne tirkî ye ji peyva Erebî „demîr hîndî“ hatiye girtin. Peyv û paşgîna „mîr“ jî sedî sed ji „emîra“ Erebî hatiye wergirtin.

Weke encam: Min hewl da ku di hin çarçoveyan de mijarê zelal bikim. Mirov ji kîjan aliyî ve lê dinêre binêre, dibîne ku ev peyveke zimanê Ari ye. Yanê peyva „çamûr“ peyveke Kurdî ye.

Çavkanî

1 – Lêkolînên min û gotarên min ên di malperên cuda de hatine weşandin.

2 – Kurdizan rûberîna zaravayên Kurdî (Fêrgîn Melîk Aykoç) weşanê Înstîtuta Kurdî

3 - https://www.etimolojiturkce.com

4 – Ferhengên almanî û zimanên koma Tirkî li ser înternetê (Kasachisch, kirgisisch, Usbekisch, Mongolisch)

5 – Ferhengapersî Almanî Farsî (Universal wörterbuch Persisch Langenscheid)

6 – Innsburger Sumerische Wörterbuch.

7 – Ji malpera „aykiridogrular.com“ Serenivîsa „Türk dili yoktur“  Wergera ji tirkî: Mahabad Felat (amidakurd.net)

8 – Türk Edebiyati. Org

9 – Gotara Murat Belge ya di kovara Birikim de.

10 – Deutsch -Sanskrit Wörterbuch (https://de.glosbe.com/de/sa)

11 – Ferhenga Kirmancki-Kurmancî Çeko Kocadag (Weşanên Komkar)