Rastîya faravharê ya jibîrbûyî

 

Hima bigire di destpêka her nivîsê de mijara belovajîkirin û rastiyên xwe wek rastiyên me bin, bi me dane ezberkirinê, ez tînim rojevê. Mixabin ku rastî ev e, lema serê we xwînêran bi van gotinan diêşînim. Ev belovajîkirin di mijara faravaharê de hê bi awayekî konetir hatiye bikaranîn. Em îro hinek vê mijarê ravekin.

 

Faravahar îro remza baweriya Zerdeştî ya herî girîng û bi wate ye. Hemû rêbaz û bingehên baweriya Zerdeştî sembolîze dike. Faravahar bi awayê Farohar, Forouhar, Firavarti, Fravahar û Farvahar jî tê zanîn. Lê rastiya wê “Fira – vartî” ye. “fara/fira” tê wateya firînê, yan jî yê difire. “Vahar /Vartî” jî tê wateya hilbijartina başiyê û giyana azad.

Zedeştiyên îro Faravaharê wiha şirove dikin: Li ser perê Faravaharê sê rêz hene, ev rêzana ramana baş, gotina baş û karê baş sembolîze dikin. Perên jêr yên boçikê jî sê rêz in, ew jî remzên ramana xirab, gotina xirab û karê xirab in. Herdu kulabeyên li aliyê rast û çepê çembara rojê hene jî; yek Spenta Manyû (giyana baş) yê din jî Ankara Manyû (giyana xirab) vedinivîsine. Kulabê li aliyê pêşiyê dinêre başî ye, yê li aliyê paşiyê dinêre xirabiyê destnîşan dike. Ew koveya gilover jî bêdawîbûn û di nava çerx û felekê de gerîna giyanê, yanê kirasguhertina zindiyan vedinivisîne.

Di dîrokê de Faravahar

Em di dîrokê de cara yekem li ser mohra padîşahê Mîtaniyan Şuttarna I. (1600) Sembola roja bi per û bask dibînin, ango ev sembola li ser mohrê, forma faravaharê ya herî kevn e. Li gor daneyan Şuttarna I, yekem kes e ku zimanê hemû ajalên cihanê dizanî. Di nav wê çembera sîmbola roja bi per de; remzên roj û stêrkan hene. Di bin vê dara roja bi per de jî; du şêr û li ser pişta wan çivîkên dişibin eyloyan hene. Eylo li ezman çivîka herî bi hêz û şêr jî li erdê ajala herî bi hêz tê zanîn. Ev remza li ser mohrê xwedawendiya hemû ajal û çivîkan vedinivîsîne. Ango di vê mohrê de roj û stêrkên bi per hêza xwedawendî temsîl dikin.

Nehsed sal piştî Şuttarna I. qiralê Assur Shalmaneser I jî vê roja bi per wekî sîmbola Xwedawendî di navbera salên 859 – 824 Berê Mîladê de li perestgeha Nabu bi kar tîne. Li ser perên vê roja bi per jî şeş rêz hene. Li ser boçikê jî berejêr şeş xal li gel hev in. Her rêz û her xal jî xwedanê hin wateyan e. Lê wateyên wan hê baş nehatine zelalkirin.

Li gor nivîsên Herodot li ti derê wêneyê Ahûra Mazda ya bi sîlueta mêrekî hatî venivîsandin, tine. Zerdeştiyan ew tenê wek tîrêj, wek roj û agir sîmbolîze kirine. Her wiha agirê di Hurmizganan de tê dadan jî sîmbola Ahûra Mazda ye ku vê nêrînê bi zelalî piştrast dike. Faravahar tenê wek remza ji bo destnîşankirina hêzên li dij hev ên ku bandorê li hev dikin, hatiye amadekirin û ev remz pêvajoya kemilandina gîyana mirov vedinivîsîne.

Li ser gelek kêlikên gorên dema Medan, roj hene. Hê îro jî li ser gorên Kurdên Êzdî roj tê kolan, her wiha piraniya sondên gelê kurd jî li ser roj û agir e. Wek: “Bi roja xwedê! Wîî, jixwe destên min li ber rojê vekirî bûn!” Û her wiha bi agir jî ev sond hene. Mînak, “Bi wê gurya Agir!” Yanê roj wekî remza baweriyê hê îro jî di baweriya me Kurdan de serdest e.

Bi xebata rêzdar Ezîzê Cewo, ya bi navê “Zerdeşt Pêxember” (Rupelên dîroka wendabûyî) êdî baş tê zanîn ku baweriya Zerdeştî di nava Medan de derdikeve, yê di belavbûna vê baweriya pîroz û bi wate de rola bingehîn dilîze jî, keyê Medan Keyaxares (Kavî Vîştaspa) bi xwe ye. Em di ti çavkaniyên vê dema Medan de rastê Faravahara bi wêneyên mirovekî nayên. Ti dîrokzan jî behsa mijareyeke wiha nake.

Farvahara yekem. Şûttarna I  1600 berê mîladê

Farvahara yekem. Şûttarna I  1600 berê mîladê

Ya orjîn a dema Medan û ya darios

Ya orjîn a dema Medan û ya darios

Di nava serwerên Axamenişan de hetanî tê digîhîje Kambîs II jî em rastê formeke faravaharê yan jî Faravahara bi wêneyên mêrekî nayên. Mînak; di qesra li Pasar Gedehê de ti nîşaneyên ku remz yan sîmboleke bişibe Faravaharê tine. Ev jî baş tê zanîn ku hetanê dema Darios Persan hê baweriya Zerdeştî wernegirtibûn. Xwedan baweriyên xwe yên berê bûn. Cara yekem Darios I (Dara Yawuş Arşama) baweriya Zerdeştî bi fermî wek baweriya şahînşahiya Persan dipejirîne. Bi pejirandina wê re Darios I Berê li ser rolyefê Behistûnê (Bestûn) di cihê rojê de wêneyê xwe di nava Faravaharê de dide kolan. Piştê wê jî li ser dîwarê Qesra li Persepolîsê dide lêkirin û wek sembola şahînşahiya Pers wê faravahare bi wêneyê xwe dide teraştin. Ew gustîl û şiva di destê vî kesî de ku dû re li Faravaharê hatî zêdekirin, yanê di destê Darios de serwerî, hêz û giyana serdestiyê destnîşan dike ku ev têgîhîştineke dij felsefa baweriya Zerdeştî ya dema Medan e. Ev gustîl û şiv di rolyefan de di destê giyanên xirab de jî hene. Mînak di destê Lîlith de. Kurt û Kurmancî, Darios I di pêvajoya salan de wê sîmbola şahînşahiya Pers wekî sîmbola Zerdeştî be, di nava Zerdeştiyê Rojhilatê Zagrosan de yên bi xwe ve girêdayî, dide pejirandin. Lê Zerdeştiyên Zagrosan û Rojavayê Zagrosan vê napejirînin. Ev wek parçebûnekê di nava Zerdeştiyan de xuya dike. Rastiya vê nepejirandin û parçebûnê, hê îro jî di nava Yarsaniyên bakur (Elewiyên Kurd), Yarsanî û Êzdiyan de heye. Remzên baweriyên wan roj, agir û tirîjên roja pîroz in, her wiha rêya gihîştina warê Aşa destnîşan dikin. Temsîla xwedê ya di şeklên mirov de nayê pejirandin û guneh e.

Ya Salmaneser 860 berê mîladê

Ya orjîn a dema Medan û ya darios