Rewşen / Ronak + bîr

 

Kurte şirove

Ez dizanim, çêr û kuç herî zêde li sere vê diyardeya di bin têgîna „rewşenbîr“ de barîne!....

Her kesî ew ber bi xwe û berjewendiyê xwe ve kişandiye.....

Kirasê wê yê giyanî zîtolzîtolî kirine.....

Bi gotineke kurt û tehl cilqa wê derxistine.

Lê ez ê kuça lê wernekim, gotinên tehl jî jê re nebêjim, tenê hewl bidin ku hinek rengê wê yê rast derxim pêş, da em bizanin ka kî dikeve wê kategoriyê.

Herî zêde gelên bindest vê mijara rewşenbîrî derdixin pêş û gengeşe dikin. Ji ber ku pêvajoya ronakbûna gelên bindest dereng ketiye, dagirkeran li ser gel û ronakbûna gel bi dekbaziyan lîstîne, yan jî bi qedexe û sextekariyan pêşî lê girtine, gel bê mecal hîştine. Di nava gelên bindest de yê herî zêde rastê hovitiyan hatiye Gelê Kurd e, Lewre dagirkerên hêrî hov û bêbav, herî dekbaz û sextkar, dagirkerên ku Kurdistan di nava xwe de parçe kirine, ne. Ne tenê çewisandine, her hewldane me di nava xwe de bihelinin, bişibînin xwe, kesên xwende ya rasterast yan jî bi navê Kurdan di xizmeta xwe de bi kar bîne. Bê hêjmar mînak hene. Ev lîste ji Îdrîsî Betlîsî bigire, ta derûdorên îro jî bi navê dîn, mezheb û kurdewarî di xizmeta dagirkeran de ne, dirêj dibe.

Gelên xwedan serxwebûn û rêvebiriyên xwe yên azad in, pêvajoya ronakbûnê bi rengekî din dimeşe, bi gotineke kurt di nava wan de pergala perwerdeya neteweyî û derfetên gengeşî û vekişînê heye, ev mijara ronakbûna neteweyê bi awayekî xweber bi pêş ketiye. Lê ev nayê wê wateyê ku bi sedan kesên xwenda yên xwedan şiyanên ronakbîrîyê ne, ji nava xwenda û kesayetiyên wan ên bi paye derdikevin, dijê wê, her kes di bêdengiyê û di siya dewleta xwe de dijî. Mînak: Îro li Tirkiyê kesên xwadanê payeyên akademîk ji % 99 di xizmeta serkariya bêdad û xwînxwar de ne. Heta piraniya wan teoriyên înkara Kurd û kêmarên din diafirînin.

Di şiroveya pêş de jî zelal dibe ku hin peyv û têgîn di nava çand û gelên cûda de dikanin rengê nerênî jî werbigirin. Ev di warê têgîna rewşenbîrî de jî wisa ye. Minak; li Almanyayê peyv yan jî têgîna „entellektuel“ bi giranî di rengekî nerênî de ye. Lewre, entellektûelên Alaman di dema Naziyan de roleke gelek nerênî lîstibûn. Niha jî li Tirkiyeyê piraniya qaşo akademîkerên bi nave „aydın“ rolên nerênî wergirtine, ji faşîstên nijadperest zêdetir dijminahiya Kurd û Kurdistanê û kêmarên din dikin.

Ev peyva Rewşenbîr îro herê zêde di nava me Kurdan de aktûel e. Kê metneke nivîsîbe, yan jî çend sal çûbe dibistanê xwe wekî ronakbîr difiroşe. Gelek caran jî kesên armancqirêj, her wiha yên bêhay wan wisa pêşkêş dikin. Her wiha gelek kesan di vî warî de ango li ser ronakbîriyê gotarên dirêj nivîsîne. Mixabin giştan ev mijar tenê di çarçoveya têgîhîştin û bîrdoziya siyaseta xwe de bi armanc nirxandine, mînak jî angorî venivîsandina di mêjiyê xwe de sewirandine, dane. Ez ê jî vê mijarê vekim, lê li ser rastî û hêmanên wê yên bingehîn bidim rûniştin.

Rewşenbîr û kurte dîroka wê ya ewropî

Gengeşî û wek têgîneke zanistî di nava çandan de bikaranîn wê, diçe, digihîje dawiya salên 1890. Di sala 1894an de sîtven (yüzbaşi) Dreyfusê nijadcihû wek tewanbarê şer tê girtin, bi dek û dolaban tê darizandin, malbata wî û parêzerên wî bi her awayî hewl didin ku vê bêdadiya ku li ser dek û dolaban dane rûniştin, zelal bikin, lê dada dewletê biryara cezakirina wî dide. Di encamê de zelal dibe ku tewanbar Serheng (albay /Major) Ersterhazy ye, lê dadgeha dewletê vê bêdadiyê sererast nake. Li ser vê mijarê nivîskar û ronakbîrê bi nav û dang Emîlé Zola di sala 1895an de bi nameya „Ez dawekar im / Ez gilî dikim“ nameyekê dinivîse û dixwaze ku ev bêdadî were sererastkirin. Li Parîsê 2000 nivîskar, akademîker, hunermend, şêwekar û kesayetiyên serbixwe piştgiriya nameya Emilé Zole dikin, li ser vê helwesta entellektuelî ev bêdadî tê sererastkirin. Bi vê çalakiyê re ev dij dada dewletê derketin wekî helwesta „entellektuelan“ ket nava lîteratûra siyasî û wêjeyê. Ji wê rojê û vir ve ev peyva Rewşenbîr (Entellektûel) di nava siyasetê de tê bikaranîn. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, ev bûyera Dreyfus wekî „ Affaire Dreyfus“ (Bûyara Dreyfus) derbasê dîrokê bûye.

Peyva „Întellektuel“ ji lêkera latînî „intellegera“ tê. Ev lêker tê wateya; „rast wergirtin, têgîhîştin, rastiyê dîtin, dahûrandin.“ Weke têgîn jî wiha tê bikaranin „Intellectus“

Yanê rewşenbîr ew kes in ku li dij nedadiya serkarên welatê xwe derdikevin.

Rewşenbîrîya xwezayî:

Her çendî payeyê perwerdeya dibistanî di diyardeya „Rewşenbîrî“ de roleke bingehîn bilîze jî, rewşenbîrî ne bi dîplome û payeyên cuda weke Profesorî, Dr., Mele û leletiyê ve girêdayî ye. Kî erkên rewşenbîrî pêk bîne, tenê ew dikane têkeve nava vê kategoriyê. Di dîroka me û mirovahiyê de tim kesên rêberîya gel kirine, bi karên xwe ji civakan re xizmet kirine, pêşiya wan ronak kirine, li dij neheqiyan derketine, her û her rola rewşenbîriya demê wergirtine. Em di ronahiya vê şiroveyê de berê xwe bidin dîroka Kurdistanê û çend mînakan bidin, lewre bingehê ronakbîriyê li welatê me roj vedaye û ronahî daye tevahiya cihanê, bes em bêpar mane. Em niha vê dîrokê bi çend mînakên balkêş xal bi xal nîşan bidin.

  1. Di diroka mirovahiyê de, yê li dij ajalên dirinde de berê kuç û ço bikaraniye, bi wê rê nîşanê civaka serdema xwe daye, li gel wî yê di parvekirina xwarinê de dadwer tevgeriyaye, ew rewşenbîrên yekem in.
  2. Yê cara yekem agir bi kar aniye, agir kiriye xizmeta gelê xwe û hewl daye ku her endamê civaka demê sûd jê werbigire, ew rewşenbîrê duyem e.
  3. Yê plana perestgeha Girê Mirazan amadekiriye û têgîhîştina dema xwe bi rêya wê perestgehê gihandiye dema me, rewşenbîrê herî mezin e.
  4. Mamoste û nivîskarê Somerî „Ludingirra“ yekem rewşenbîr e ku navê xwe û zanyariya xwe, her wiha têgîhîştina demê diyariya gelê xwe û mirovahiyê kiriye. Piraniya nivîsên mixî yê dema someriyan ji destê wî derketiye, rewşenbîrekî gewre ye.
  5. Kîkkulî zanîna Mîtaniyan gihandiye Hîtîtan/Hatî, li gel wî Hîksosê ku zanyariya Mîtaniyan gihandiye Misira Fra´unan navê rewşenbîrê pêşiyê yê Kurdan e.
  6. Dengbêjê Kal yê Keyaxares (Kavî Viştaspa) û Aştiyago „Angares“ û şagirtê wî (Min di romana xwe de wek Pîr Zero bikaraniye, dibe ku destana Memê Alan ji wî mabe) herdu Ronakbîrên serdema Med in.
  7. Rêzdar Zerdeştê roştî bi şiyara xwe ya „Ramana baş, gotina baş û karê baş“ mora xwe ya rewşenbîrî li têgihîştina tevahiya mirovahiyê xistiye. Rewşenbîrekî gerdûnî ye.
  8. Fîlosofiya Grêk ya di bin bandora felsefeya Kurdistanî de rengê vê têgîhîştina ronakbûna welatê me gihandiye Ewropayê. Bi taybetî jî ev aforîzma Sokrates „Ez dizanim ku ez ti tiştekî nizanim!“ Rengekî din daye rewşenbirîya xwezayî.
  9. Spartakus bi rêberiya serhildana koleyan û bi aforîzma xwe ya navdar „Her tim rêyek heye!“ rewşenbîrê guhertina serdemekê ye.
  10. Di sedsala sisyan piştî Mîladê „Manî“ yê Kurê Patîk û ji Mêrdînê şîyarî û rê di ronahî û tîrejê de dît û hewl da ku wan weke rê û rengê rastiyê dayne ber rizgariya giyanê.
  11. Di salên 780 -789 de li Bexdayê hunermend û zanyar Ziryab ê ku wek zanyarê gerdûnî tê binavkirin, li Bexdayê li dij neheqiya serokê koma muzîkê derket û bi fesdiya wî jî, ew derbiderê Andelûsa Spanyayê kirin, Rewşenbîrekî navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandiye.
  12. Li pey wî ji Pîrşalyar, Babek, Baba Tahîrê Uryan, Sultan Sahag, Halaci Mansur, Ebûl Vefa bi têgîhîştin û felsefeya dîroka Kurd li dij pêla erebkirinê serî hildane, li ber darê mirinê jî serî neçemandine. Bandora wan gihîşt vê roja me, ronahiya ronakbîrên vê dema me ne.
  13. Di sedsalên despêka Îslamê de bi sedhezaran Kurd di medreseyên mejî û giyan erebkirinê de xistin xizmeta Ereban, di nava wan de bi hêjmareke tiliyên destan rewşenbîrên bi êşa çand, ziman û Kurdistanê di qada nivîsandinê de derketin pêş. Ji wan hin navên payeberz; Eliyê Herêrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û û... Bi taybetî jî ev şiyara Ehmedê Xanî: „...Eger me jî hebe Xwedanek...!“ Rêya rizgariyê nîşan daye.
  14. Rewşenbîrên rêberiya Serhildanên Rojhilat, Başûr û Bakur kirin jî, dikeve nava vê kategoriyê. Xwerû li hemberê bi destê dagirkeran parçekirina Kurd û Kurdistanê jî ev şiyara serokê nemir Qazi Muhammed ji bo Mustafa Barzanî gotibû: „... Ew di mala xwe de ji odeyekê derbasê odeyeke din bûye...“ Rastiyeke hê îro jî hin derdor di bin bandora dagirkeran de bikartînin, wek rastiyekê li ber çavan radixîne:
  15. Gelek rewşenbîrên Bakûr derbasê binê xetê bûn, li wir di warê ziman û çandê de, avakirina Hoybûnê de rolê bingehîn lîstin. Xwerû jî kesayetiyên wekî Mir Celadet Bedirxan, Apo Sebrî, Nurî Dêrsimî, Nûretîn Zaza, Qadrî Can û yên din ji bingehên rokakbîrîya me ne.

Xwenda û jîrên di xizmeta serdest û dagirkeran de.

Di piraniya wan pêvajoyên ku  min li jor wek nimûne xal bi xal li pey hev rêzkirine, de bi hezaran xwendeyên dikanîbûn rola rewşenbîrî werbigirtana û rêberiya gelê xwe bikirana hebûn, lê ketine xizmeta dagirkeran: Yên ketine xizmeta dagirkerên Pers, Yên di xizmeta tûraniyan de, yên bûnin koleyên bîrdôza Ereban û tenê ji bawerî û çanda Ereban re xizmet kirine, her wiha yên ketine xizmeta Sefaviyan bê hêjmar in. Çend mînak: Tê gotin ku şeyx Cuneytê kalikê Şahîsmaîl jî Kurdekî ji Hewlerê bûye, lê rastiya xwe û gelê xwe li cih hîştiye û rêberiya farisan û mezheba şîîtiyê kiriye. Dîsa baş tê zanîn ku Mola Guraniyê mamosteyê siltanê Osmanî Fatîh Siltan Mehmet jî Kurd bûye. Li gel wan weke Idrîsê Bîtlîsî Xeta hevkarên dagirkeran jî rûyê xwe yê bêbextiyê nîşan dane, lê ew ji rewşenbîriyê zêdetir kurtêlxwirên dagirkeran in. Ku mirov navên wan kesên di xizmeta dagirkeran de li pey hev rêz bike, bi dehan rûpelan dadigire. Niha jî bi deh hezaran di xizmeta dagirkeran de ne, hem jî hinek bi navê Kurdan.

Bi sedan medrese li Kurdistanê hebûn, temenê hinekan li dor hezar salî ye. Bi sedhezaran kesî ji wan medrseyan îcazet wergirtine. Lê yên li ziman, çand û doza Kurd û Kurdistanê vegeryane, bi qasê hêjmara tiliyên destan e. Li hember medreseyan di van 70 salên dawiyê de xortên Kurdan yên di dibistanên dagirkeran de xwendin, bi sedhezaran li doza xwe vegeriyan. Jiwê divê mirov rola medreseyan ewqas mezin neke. Rastiyên berçavî hene.

Dengbêjî

Eger mirov mijarê di nava rastiyên diroka Kurdistan û çanda Kurdistanê de binirxîne, di vî warî de rastiyeke din derdikeve pêş me, Ew jî Dengbêjî ye. Mînaka Herî balkêş Dengbêjê Keyaxares û Aştiyago Angares û şagirtê wî ye, wî û şagirtên wî yên bi afirandina destanan, gelek rastiyên demê gihandine vê serdema me. Rast e, dengbejên ti dibistan nexwendine, ji kesên medrese xwendine û hin alavên mûzîka Kurd u Kurdistanî heram kirine bêtir xizmeta çand û dîroka Kurd û Kurdistanê kirine. Gelek destanên ku rastiyên dîroka me di xwe de werdigirin, gihandine vê serdema me û bi wê hunera xwe em li pê hîştine. Her wiha gelek stranên rexne dagirtî jî sitran e. Mirov bi aşîkarî dikane bêje; di rastiyê de rewşenbîrîya Kurd di deng û sewaneyên wan dengbêjan de veşartî ne.

Pêvajoya Ronakbûna gelan

Di bingehê xwe de pêvajoya şiyarbûn, xwe birêxistinkirin û saziyên neteweyî afirandinê, pêvajoya ronakbûna civak û neteweyê ne. Li ba me Kurdan bi taybetî di sedsala 19. û 20an de ev hewldan hene. Li Rojhilat damezrandina Komara Kurdistan (Mahabat) destpêkek herî bingehîn ya ronakbûnê ye. Hewldanên 49an ya li bakur jî, destpêkeke bi wate ye. Bi taybetî jî li ser pirsa: „We tiştek nekir!“ bersiva Apo Musa wek aforîzmayeke bi wate ya vê pêvajoyê ye. Wî gorbihuştî wek bersiv gotibû: „Me ji binê sifrê anî sifrê!“ Nivşê Apo Musa çi kiribe nekiribe, gengeşeya wê tiştek din e, lê ev aforîzma destnîşankirineke rewşenbîrî ye.

Li bakur pêvajoya ronakbûnê bi taybetî di navbera salên 1970-1980 de gelek berz bû, weke dema zarokatiyê jî be, gelek kom û komik hatin damezrandin. Gengeşiyên mijareyên ronakbûnê bi „erênî - nerênî“ hetanî gundan belav bû. Ev şiyarbûn û destpêkirina ronakbûnê dewleta dagirker tirsand, Ji wê di 1980yî de bi darbeya leşkerî xwest pêşî li vê ronakbûn û şiyarbûna Kurdistaniyan bigire. Piraniya kom û komikan ev hovitiya dijmin ranegirtin û têkçûn, beşeke endamên wan di nava bêdengî û xwe kamuflekirinê de li karê rojane, têkiliyên xwe bi hin aliyên dewleta dagirker re başkirinê re mijûl bûn, beşekî jî pal avêtin Ewropayê. Barê ronakbûna neteweya Kurd tenê li ser milê şerê çekdarî, ango li ser milê Tevgera Azadiyê ma. Bi berzbûna şerê çekdarî re li bakur jî, hin rê û dirbên di warê legalî de vebûn. Partiyên legal hatin damezrandin, vê rewşê wêrekî afirand, ji gelek rengan di nava vê derfeta ku şerê çekdarî afirandibû, de cih girtin.

Li dervayî welêt Ronakbûn berfirehtir bû. Li Ewropayê xwerû li dora Tevgera Azadî di bin perê YRWK (Yekitiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê) de ji reng û têgîhîştinên cûda kesên xwedan payeyên dîplome civiyan. Mînak; di civîna li bajarê Fuldayê de 200 kes hatin ba hev, piraniya wan ji têgîhîştinên cûda bûn, heta kesekî jê re kezeb hatibû dîtin, me ji wir birêkiribû, lê dû re bû dijminê Tevgera Azadî.

Me di sala 1993 bi sala 1994 an ve girê dida de, ji bajarê Bonnê hetanê Brukselê meşeke ronakbîran jî li darxistibû. Li Brukselê bi êrişkirina faşîstan re li aliyekê Brûksel bû qada şer, li aliyekê jî cara yekem hemû televîzyonên cihanê bi vê bûyarê re li ser ekranên xwe mijare û doza Kurdistanê wek nûçeya yekem ragihandin temaşewanên xwe, her wiha li her welatî gengeşiya Kurdistanê gur bû. Ev tevgera rewşenbîrîyê li cihanê bû bingeha dîplomasiyê û danasîna Kurdistanê. Dû re anegorî pergala cihanê û Ewropayê saziyên pîşeyî wek YMK, Yekitiya Parêzeran, Hunermend ji vê tevgerê qetiyan. YRWK  bi navê „Rewşen“ kovarek derxist. Piştî hêjmara 10. an li Stenbolê derfet çê bû. Rewşen êdî li Stenbolê derket ku niha komek xwe wekî Ekola Rewşenê (ya Stenbol û welat) didin nasîn, lê yên berê xwe li Ewropayê nabînin.

Piraniya qadroyên kom û komikên salên heftêyî li Stockholm û derdora wê civiyan, wan koman di cihê alternatîfekê afirandinê de li ser bingehê dijberiya Tevgera Azadî gelek caran yekîtî avakirin, lê ji hev ketin. Bes li Swêdê hin derfetên dewleta Swêdê afirandibû hebûn, hetan ji ber vê yên li welatên din jî berê xwe dan wir. Ji ber van derfetan piraniya kovar û berhemên Kurdî li wir, ango li Swêdê derketin.

Dewleta dagirker bi navbênkariya kesên weke Bulent Arinc û derdorên nepenî bi paşmayiyên wan kom û komikan re têkilî danîn, bi pêvajoya hewldanên aşitiyê re, dewleta dagirker TRT6 vekir û ew derdorana kişandin wir. Dema Amêrîkayê li Sadam da rewşeke dêfakto li Başûr çêbû, li wir jî hin derfetên çandî derketin pêş, bi derketina derfetên li Hewlêr û Silêmaniyê re, vê carê jî peyayên wan koman berê xwe dan wir. Yanê têkiliyên berjewendîparêzî serdest bû.

Di ronakbîna neteweya Kurd de û xwe bi cihanê pejirandindayîna doza Kurd, bi berxwedana Kobaniyê re gihîşt pîleyeke berz. Heta nivîskareke Rojnameya Bîld (Almanya) ya rastgir, bi vê serenavê nivîsek nivîsî bû; „Ey Kurd tu kî yi?“ Yanê di nasîn û ronakbûna gelêkurd û ew bi cihanê nasandinê de rola bingehîn şerê çekdarî û Tevgera Azadiyê lîst.

Lê mixabin niha hin derdor hewl didin kû bi rolên xwe yên nerênî vê keda berxwedanê bidizin û hin derû doran re bikin mal, bes rastî wek rojê vekiriye.

Di nava vê ronakbûnê de Rewşenbîrî

Çew di konteksta mijare de jî tê fêmkirin. Rewşenbîrên vê serdemê bi giranî di nava pêvajoya ronakbûna civakan de derdikevin pêş. Rengê wan jî bi xwedanê şiyana rewşenbîrîyê bûyînê re xuya dike. Xerû jî bi bêtirs û gûmanên kesî bi şiyan û dadweriyeke mînak nêzîkê bûyare û rûdanan bûyina wan, dikane vî rengê rewşenbîrî derbixe pêş. Yanê ti kes bi dijminahîya PKKê yan jî partiyeke din kirinê nabe rewşenbîr.

Dive rewşenbîr xwedanê van şiyanan bin:

  1. Xwedan şiyana /cemkê darezandina dadwer be
  2. Egeran li ser bingeha daneyên zanistî bide rûniştin,
  3. Bi giyanî ne di bin siya îdeolojiyekê de be,
  4. Xwedanê exlaqeke /sinceke paqij be,
  5. Ji hestên dijminahiya hînav û bîrdozî dûr bisekine,
  6. Ti berjewendîyê kesî û siyasî bingeh negire,
  7. Bikane bi awayekî bêlayan pêkhatin û mijareyan binirxîne.
  8. Ji hemû sî û karlêka dijmin dûr be.
  9. Ji parastina bîr û boçûnên dîn / baweriyê dûrbe
  10. Divê tirsa wendakirina çepikan u eferiman li mirovan tinebe.
  11. Di azînên nirxandina dijberan de serwext be.
  12. Xwedan vîneke pola be.

Îmzayên bi nasnavê Rewşenbîran.

Kesên bi salan e, di nava şovenîzm û nijadperestiya Tirkan de jiyane, bixwaze nexwaze gelek aliyên xwe yên giyanî ji wan wergirtine. Li gel wê polîtîka nijadperest divê bê zanîn ku her ziman bi serê xwe nirxandin û têgihîştineke cihanî ye. Xwerû jî zimanên dû re hatine afirandin; kodên nijadperestî û şovenîzma serkariyên ku ew ziman afirandine, werdigirin. Ev kesen ji nava dilê Tirkan carna bi navê rewşenbîrîya Kurd li ser mijarên Kurd û Kurdistanê dinivîsînin, çiqas dikanin ji siya fesadiya giyana Tirk dûr bi paqijî nêzîkê mijareyan bibin? Li aliyê din kesên ji bo berjewendiyên kesî, rûçikên xwe yên qirêj veşartinê, li ser ked û rastiyên kesên din rûnin, çiqas dikanin weke rewşenbîr werin pejirandin? Împaratoriya Romayê bi sedan salan hewl da ku berxwedana Spartakus bincil bikin, ma bi ser ketin?

Di van demê dawiyê de mirov hew dibîne ku nivîs /belavokek bi navê rewşenbîran derket. Dema mirov li yên ew organîzekirine û yên ew îmzakirine, dinêre û rewşa wan dinirxîne, metalmayî dimîne. Li aliyekî jî ji ber ku di nava Kurdan de tiştên wiha derdikeve, şerm dike. Mînak yekî bi salan mamostetiya zimanê tirkî kiriye, her roj li balyozxaneya Tirkan e, yê din di qehwehaneyên tirkan de ji ser oçkûn ranabe, yê sisyan textê „okey“ dike bin çengê xwe li malan digere, yê çaran di rêvebiriya mizgefteke dîyanetê de ye. Bi dehan kes jî haya xwe ji belavokê tine. Yê ev Organîzekiri di her qulikire dikeve Tirkiyê derdikeve, di dozgeriya faşîst de gilî dike, li cihê wezîrê karê hundir amadekirî xuya dike û û û ....

De wêda damawino! Hûn li ku rewşenbîrî li ku?

Çavkanî:

Nirxandinên min yên demên cûda û hin nivîsên min ên hatine weşandin.

Têbiniyên min ji çavkaniyên cuda hilbijartine.

https://www.idefix.com/Kitap/Sumerli-Ludingirra/Din-Mitoloji/Mitoloji-Efsane/urunno=0000000057291

http://dirokakurdistan.com/tr/2018/10/19/kikuli/

https://www.academia.edu/11717398/ES%C4%B0_ANADOLUDA_AT_H%C4%B0T%C4%B0T%C3%87E_K%C4%B0KKUL%C4%B0_AT_E%C4%9E%C4%B0T%C4%B0M%C4%B0_MET%C4%B0NLER%C4%B0_VE_TAVLAYA_%C3%87EKMEK_LE_%C4%B0LG%C4%B0L%C4%B0_TEKN%C4%B0K_B%C4%B0R_AYRINTI

https://books.google.de/books?id=MM4wDwAAQBAJ&pg=PT69&lpg=PT69&dq=H%C3%AEksos&source=bl&ots=osHpw6pZGU&sig=ACfU3U1zbCgpt-pGx--XcLOGM4xcXfeSDA&hl=de&sa=X&ved=2ahUKEwjM6qq9gpnuAhVyoXEKHYieAbgQ6AEwAHoECAEQAg#v=onepage&q=H%C3%AEksos&f=false

https://www.schule-bw.de/faecher-und-schularten/gesellschaftswissenschaftliche-und-philosophische-faecher/geschichte/unterricht/7-8/3-2.6/affaire-dreyfus

https://books.google.de/books?id=KbRTMZTnDBoC&pg=PT1309&lpg=PT1309&dq=angares+s%C3%A4nger+von+astyages&source=bl&ots=xOX9s9OpLk&sig=ACfU3U1tbXPdyUTN1UkxsNvwudcGVvOWTQ&hl=de&sa=X&ved=2ahUKEwiXpb-rg5nuAhXUSxUIHdteB0YQ6AEwBnoECAkQAg#v=onepage&q=angares%20s%C3%A4nger%20von%20astyages&f=false