SALNAMEYÊN CİHANÊ

 

Berê pîrozkirina sersalê li her welatî cûda cûda bû. Yekitiyeke cihanî tinebû. Lewra li her welatî zanîn, şirovekirin û têgihîştina salname, kevneşopî û ananeyên cûda hebûn. Li ba bingehên me Kurdan ta di dema Girê Mirazan de û Newal Çolî de jî mijara 12 an, ku anagorê koma stêrkên bûrcan hatibî tespîtkirin, hebû. Ev zanîn di wê demê de zanyariya herî pêşketî ye. Piştê Xirabreşkê li ba Sumeran di rengê 12 Zîguratan de ev hêjmar derdikeve pêş me. Li ba Xaldiyan xwerû jî li kevnebajar û keleha Girêsor (Bostankaya) di parastgeha rojê de 12 relyefên xwerû û dagera rojê derdikeve pêş me.

Weke encam mirov dikane bêje; li ba Kurdan her çendî Şeva Yêlda dihat pîrozkirin jî roja Newrozê ango 21 adara îro weke sersal û destpêka nûvejînê dihat pîrozkirin. Ev pîrozkirin û salname dû re wekî salnameya baweriya Zerdeştî reng girtiye.

Salnameya Medan û Zerdeştî 

Navê mehan:

1 – Fravaşînam (hêza afirandinê 21 adar 20 nîsanê)

2 – Aşa Vahîşta (rastî û pakî 21 Nîsan 20 gulanê)

3 – Xordad (dada rojê /bextewarî 21 gulan 21 pûşperê)

4 – Tîr / tîstriya (Ferîşteya baranê, 22 pûşperê 22 tîrmehê)

5 – Ameradat /Ameşdad (bêmirinî, 23 tîrmeh 22 tebaxê)

6 – Xişatravariya (payeberzî/ bi nirxê serweriya Medî, 23 tebaxê 22 îlonê)

7 – Mithra (Xwedayê Rojê, 23 îlonê 22 cotmehê)

8 – Apem (Xwedawendê avê, 23 cotmehê 21 mijdarê)

9 – Adur (agir, adir, 22 mijdarê 21 kanûnê)

10 – Dîno /Day (afrîner, 22 kanûnê 20 çile)

11 – Vahûman (ramanê baş 21 çile 19 sibatê)

12 – Spendarand (balfireh 20 sibatê 20 adarê)

Salnameya Celalî:

Salnameya Avestayê bûye bingehê salnameya Farisan jî. Ramanwerê farisan Celal ed dewle Malîk Şah di salên 1080 yî de li ser bingehê salnameya Medî – avestayî, Salnameya Celalî amadekiriye, pêşkêşî serkariya demê kiriye û daye pejirandin. Bi guhertinên piçûk navê mehan yê salnameya Avestî yan jî Medî bi giranî wergirtiye.

Alman û Îrlandiyan jî sersala xwe roja 21 Kanûnê ango yekê çila yekem pîroz dikir.  Wan ev roja li pey şeva Yêlda wekî sersala xwe pîrozkirine. Mijara dara Noelê jî di we pêvajoyê de derketiye. Van salên dawiyê li tevahiya cihane belav bûye.

Li Misrê li ser tevgera rojê û diparalêla wê de tevgera çemê Nîl ta berê Mîladê salnameyek jî bo rêvebiriya Fra´unan hatibû afirandin.

Salnameyên  Romayê:

Împaratoriya Roma jî yekê Adarê ku anegorî hin zanyaran rastê hefteya dudyan ya Adara îro dihat, bi agir û govendan weke sersal pîroz dikirin. Wê çaxê tenê 10 mehên sala Romayiyan hebû. Yanê mehên din dirêj bûn. Sala 153 berê Mîladê Romayiyan bi fermana imparator Numa Pompilius sersala xwe anîn yekê çile ya îro. Ev roj roja hilbijartina Konsulan jî bû. Dû re mehekê bi navê Julius Caesar û yek jî bi navê key Augustus lê zêdekirin û kirin 12 meh.

Salnameyên Çînê

Li welatê Çînê berê gelek salnameyên cuda hebûn. Piştî şoreşê çandê ya gulana 1966  wan jî salnameya Gregoryanî wergirtin. Salnama Çînê tenê ji bo pîrozbahî û cejnên netewî weke; Cejna biharê, cejna Qingqing (tê wateya, vekirî û zelel, di 4, 5ê nîsanê de ji bo bîranîna miriyan tê pîrozkirin.) cejna ejderhayan her wiha ji bo astrologiya Çînê tê bikaranîn.

Salnameya Julyanî:

Ji salnameyên rojê yê kevn yek jî ev salnameya Julyanî ye. Li ba me Kurdan wek hesabê Rûmî tê zanîn. Gelek hesabên gundiyên Kurd, xwerû jî pediviyên zivistanê li gor vê salnameyê tên amadekirin. Hetanî radyo derketin jî, piraniya Kurdan ev bikardianîn. Her wiha rojî û cejnên Kurdên Êzdî û rojiya Xizir jî li ser bingehê vê salnameyê dihatin hesapkirin.

Di vê salnameyê de jî 365 û sala zêdek heye. Ev salname sala 45 an berê Miladê bi fermana imparator Julius Caesar li ser bingehe salnameya Misirê hate amadekirin û li tevahiya erdnigariya di bin fermana Romayê de bû, bi aliyê karmendên împaratoriyê ve hate bikaranîn.

Salnameya Gregoryanî:

Ev salaname di sedsala 16. de bi reform û berstinên nû li ser bingehê salnameya Julyanî hate amadekirin. Bi navê papstê bi şanenavê Gregor XIII. Hate binavkirin. Sala 1582 an bi fermana  Vatîkanê li ser bingehê ji çar salan carekê salzêdekê ve di tevahiya kîlîseyên Katolîk û bi Romayê ve girêdayî da rûniştin.

Berê Romayiyan roja yekê çile bi vexwarin û govendan pîroz dikirin.  Kîlîsê xwest pêşî li vê pîroziyê bigirin.  Wan navê roja  mirona Papst Silvesterê 31 meha Kanûnê miribû, li vê rojê kirin ku bikanin, gel ji pîrozkirinan biqetînin û bibin kîlîseyan. Ew roj e, ev roj e, welatên Ewropê ji şeva sersal û roja yekem ya sersalê re Silvester dibejin.

Salnameya Hicrî (Koçkirinê)

Biryara ve salnameyê anagorî daneyên heyî, di dema Xalîfe Omer bin Xatab de li ser pêşniyaza Xelîfe Elî di sala 639 de hatiya pejirandin. Ev salname li ser bingehê salnameya Ereban ya berê îslamê dane rûniştin. Sala pêximberê Îslamê Muhammed koçberê Medînê bûye, wek sala yakem hatiye pejirandin. Salên berê wê jî anegorî ananeyên ereban, wek sala fîlan, sala sala temîra kabeyê, sala şer hatiye binavkirin. Cihana derê Ereban bi tevahî hatiya inkarkirin. Ev salname anagorî gera heyvê ye, salê yazdeh roj pêş ve diçe, 36 salan carê diçerixe. Di vê salnameyê de hemû heyam û tevgera rojê ya di dora rojê re, rojbûn, pêkhatinên dîrokî tevlihev dibin, bi rêya wê dikarin dîrok û pêkhatinên cihanê bi her kesî bidin ji bîrkirin, da ku her tişt bi Erban ve dest pê bike. lê li cihanê, heta di nava cihana îslamê de jî ji bê rojî û heca îslamê bi ser neket. Navê mehan ji berê îslamê maye. Di vê salnameyê de Erebên berê îslamê ji bo tîcaret û hecê; mehên Zîlkade, Zilhice, Muharem û Recebê weke mehên Haram yanê rêzgirtinê hatiya bi navkirin. Ev pêvajoya heca dema cahîlîyê ye ku ev dû re weke şerteke dînê îslamê dane pejirandin.

Pîroziya hêjmara 40

Ev hêjmar hima bigire di hemû baweriyan de  pîroz e. Her wiha di dema Mîthraizmê de jî hêjmara herî pîroz bû. Mînak di mijara Uta Na Pîştîm de 40 roj baran dibare. Li ba misiriyan tê ragihandin ku hin teşeyên asûmanî û gerstêrk 40 rojî di dora xwe re diçerixe. Hin 40 peykên hin gerstêrkan hene. Dîsa tê îdîakirin ku stêrka gelawêjê /Venûs salê du caran, her carê 40 rojî xuya dike. Stoneheng de 40 kevir di nava daîreyekê de hatiye çikandin.

Di çanda me Kurdan de hêjmara 40 roleke bingehîn dilîze. Mînak: Çileya zivistanê, çileya havînê, çilê zarokan derxistin, çilê miriyan derxistin, baweriya bi çil pîrozweran, çilkanî, Di baweriyê de çil pîroz wer. Sonda bi çil mishefî, salê kamiliyê çilsalî. Di çîrokan de çil roj û çilşevî. Di pîvanê de çapek genim çil kîlo ye. Ev di nivîsên Somerî ya pignogiram de ku bere nivîsên mixî hatibû bikaranîn de û her wiha di baweriya Mîthraizmê de jî hebû. Zerdeşt 40 roj di zîndanê de dimîne.

Hêjmara 40 pir dû re di nava baweriyê Samiyan de jî xuya dike. Tufana Nuh 40 rojan dikudîne, Musa dema dibe 40 salî ji Misrê derdikeve, ji bo 10 fermana girtinê 40 rojan li ser çiyê dimîne, 4o rojan di nava çolistanê de digere. Îsa jî 40 rojî di çolê de digere. 40 roj rojî tê girtin.

Di warê zanistî de, dema jinekê ber digire, piştî 40 rojî cenîn xuya dike, zarokekê 40 hefteyî di rahîma dê de dimîne. Jina zîstanî piştî çil rojan xweş dibe.

Çavkanî:

https://www.sat1.de/ratgeber/silvester/silvesterparty/silvester-ursprung-bedeutung-und-geschichte

https://www.heidelberg24.de/region/silvester-mit-blei-und-boellern-ins-neue-jahr-90112356.html

https://www.mamiweb.de/familie/woher-stammen-brauchtum-und-urspruenge-von-silvester/1

^ Forsythe, Gary. (2012). Time in Roman religion : one thousand years of religious history. New York: Routledge. ISBN 978-1-136-31442-1OCLC 796803993.

Michels, A.K. The Calendar of the Roman Republic(Princeton, 1967), s. 97–98.
http://www.ozlenenrehber.com.tr/tr/dergi/58/noel-rsquo-in-tarihcesi-ve-yilbasi-989.html

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/537647

http://esgici.net/021_001/Annemarie%20Schimmel%20%20Sayilarin%20Gizemi.pdf

Jörg Rüpke: Kalender und Öffentlichkeit: Die Geschichte der Repräsentation und religiösen Qualifikation von Zeit in Rom. de Gruyter, Berlin 1995, ISBN 3-11-014514-6.

Hans Kiewning: Lippische Geschichte. Hrsg.: Adolf Gregorius. 1. Auflage. Detmold 1942, S. 161–163.

Laut Historisch-Biographischem Lexikon der Schweiz, Artikel »Zeitrechnung«, in reformiert Glarus erst 1798.  

Bozorg Alavi  und Manfred LorenzLehrbuch der persischen Sprache. Langenscheidt, Leipzig usw. 1967, 7. Aufl. ebenda 1994, ISBN 3-324-00253-2, S. 79–82.

Nivîseke girîng: http://www.rzuser.uni-heidelberg.de/~hb3/HA/babel.pdf

https://vorteilhaftwebsite.com/die-bedeutung-der-zahl-40-numerologie-und-zahlenmystik/

Manfred Claus; Mithras kult und mysterien

Hicri Takvim Nedir?". 13 Eylül 2016 tarihinde kaynağından arşivlendi. Erişim tarihi: 1 Eylül 2016.