Tendûr

 

Bingeha peyvê: 

Tendûr peyveke xas Arî ye.

  1. Parên peyvê; ji du peyvan pêk tê „Ten /tîn“ û „dûr /kûr“  peyva „ten“ di pehlewî de jî di wateya germahiya zêde de ye. Sumerî „dun /dub /dinu“ ev weke tunu /tunî ji sumerî derbasê akadî buye. Bi Sankirîstî „tîpn /tinp“ Peyava „dûr“ dibe di bingeha xwe de kûr jî be. Yan jî ji peyva sumerî  „şamûr /çamûr“ jî hatibe. Ji ber ku peyva çamûr îro jî bê guhertin di zimanê me de zindî tê bikaranîn.
  2. Peyva Tendûr: Avestayî; „tenûra“  Sankiristî; „tandur“, Pehlewî; „tanura“  Sumerî /Akadî; „tînûrû /danuru“ ev derbasî zimanên samî jî bûye.
  3. Di zaravayên Arî yên îroyîn de tendûr: Kurdî „tendûr/tenûr, farsî „tanur“, hîndî „tandur“ , urdû „tendûr“, darî „Tendûr.“

Dîroka Tendûr ê

Li Heskîf ji ber bendavê lekolînên arkeolojîk hê jî didomin. Serokê koma lêkolînên arkeolojîk Prof. Dr. Abdusselam Uluçam ragihand ku wan tendûr û teşta hevîr (ji kevir û heriya pijandî) ya 3000 sal berê li heskifê dîtine. Ev tê wateya 1000 sal berê Mîladê ku ev jî rastê serdema Mîtaniyan tê. Wê demê ev dever di destê Mîtaniyan de bû.

Li gel wê tê zanîn ku li Mezopotamyayê di dema Sumeran de jî bi navê tinurû, ku „dun ş-mur u“ jî hatiye gotin, hatiye bikaranîn. Dema mirov genimê li Girê Mirazan dibîne, bi vê lêkolîna nû ya li Heskîfê hatiye dîtin, temam dike, rastî zelal dibe.

Mirov dikane vê jî lê zêde bike. Arkeolog  û mîmar Rudolf  Naumann ê Alman piştî lêkolînên xwe yên li Anatolya û Kurdistanê, cihên wekî Çatalhuyuk, girê Norşînê, Kanîş Karûmê li ser vê mijarê wiha dinivîse: „Di dema Neolitîk de li Anatolya û Mezopotamyayê bi armanca xwe germkirin û nan pijandinê tendûrên bi teşeyên cûda çêkirine û paşmayiyên wan hê jî hene.“

Dîrokzan û Arkeolog di wê baweriyê de ne ku hin formên dişibin tendûra îro ta ji vir 3000 sal berê Mîladê jî hatiye bikaranîn. Ji wê mirov bi hêsanî dikane bibêje; „Tendûr rasterast afirandineke gelê Kurdistanê ye. Dîroka tendûrê li Kurdistanê destpêkiriye û li cihanê belav bûye. Navê wê jî navekî Kurdiya qedîm e.

Li gundê Norşînê /Bilis Kotnî çiyayê Kotnî heye. Xweliya vî çiyayî ji bo çêkirina berhemên ferfurî gelek destdayî ye. Li vî çiyayî jî nîşaneyên bikaranîna berê mîladî heye. Li gundê Kotnî dû malbat hene ku bi sedan salan e tendûr tasên ferfûr çê dikin. Li ser pirsîna rojnamegeran, Wan hetanî bavê nehan jî jimartine ku di wan malbatan de tim tendûr, kûz, cêr, fera û fol hatine çêkirin. Ji haletên kevn yên ji kalên wan ve maye û yên ku ew niha bikartînin, her wiha ji parçeyên alavên çêkirine, yên li herêmê hatine dîtin, tê fêmkirin ku ev hunera Kotnî xwedan dîrokeke gelek qedîm e. Û hê jî li herêmê bi nav û deng e.

tendur

Çêkirina Tendûrê

Ji bo tendûrê bi giranî kîl, li hin cihan xweliyeke gewr, li hin cihan jî xweliyeke sor tê bikaranîn. Wê xweliye tînin berê li ser ciheke betonkirî, li ser salekî mezin, yan jî çerm di seradê re derbas dikin. Piştê wê avê berdidin ser û bi lingan baş distirên, dema bû wekî benîşt, mîna ku wek hevîr tirş bikin, 24 saetan disa di siyê de dihêlin, piştê 24 saetan cardin baş distrên. Dû re, hin cih mû û hin cih kaya hûr tevê dikin, cardin baş distirên û dikin wekî benîşt. Piştî çamûra wê baş hat amadekirin. Vê carê ya salekî mezin, yan jî ji bo transportê li ser textên wekî palet hatiye amadekirin giloveriyeke tê xwestin tê çêkirin bi giştî pîvana mezinahiya tendûran ev e:

  1. dev bi pîvana :60-70cm, bin:110-130cm, kûrahî 130 , 140 cm. ye. 
  2. dev bi pîvana 45, 55, bin, 90-100cm, kûrahî 110 – 130 cm.     
  3. dev bi pîvana 30-35cm bin bi pîvana 50-60cm, kûrahî 60-75cm.tê çêkirin.

Dema çêkirinê berê bi awayê masûrên bi qase qevdeke qalind tê amadekirin. Di bin de destpê dikin û mîna werîsek li serhev bigerîne, didin serhev. Bi kevirekî gilover hundurê wê tê sererastkirin û sîqal kirin. Devê jor jî wekî binî bi baloreke bi du qevdan didin ser û wê jî baş serrast dikin. Dema Hişkirinê tim bi kevirê gilover tê dewisandin û sîqalkirin, hetanî baş hişk bû.

Hîjayê gotinêye ku mirov bêje; di van salên dawiyê de bi parçeyên kîremîtan jî tendûr tê çêkirin, bi çamûra hatî stran sêwax dikin û devê wê çêdikin. Di vir de jî kulfik yanê di bin de qulikeke bi mezinahiya hewagirtinê vedikin. Her wiha bi çamura hatî stran devê wê jî fireh dikin.

Hin peyv û têgînên tendûrê

kulfik: Qulika hewayê ya di keviya binî de tê vekirin.

Kolek: Ew qula ku di arîgê ser Tendûrê de ji bi kişîn û derketina dû tê amadekirin.

Heskîf: Ew hesinê seriyekê wê wekî maşa pahn û dîj e, seriyekê wê bi çangil e.

Refik: Ew textê serê wê wekî belîfekê bi cawekî hatiye girtin, doxa wê ya girtinê heye, mirov hevîrê vekirî dide ser û bi dîwarê tendûrê ve dizeliqîne.

Derxûn: Derxuna devê Tendûrê girtinê.

Nanê tendûrê:

Nanê loş: Yanê nanê vekirî weke nanê sêlê.

Nanê topik: nanê giloverê qalind.

Pornîg: Somûn, nanê davêjin bin tendûrê

Kût: Nanê dikeve tendûrê û hinek li hev dipiçike û dişewite.

Çavkanî:

http://www.acarindex.com/dosyalar/makale/acarindex-1423869711.pdf

http://www.kulturvarliklari.gov.tr/sempozyum_pdf/arastirmalar/28_arastirma_2.pdf

https://www.hurriyet.com.tr/gundem/hasankeyfte-3-bin-yillik-tandir-ve-ekmek-teknesi-bulundu-6870449

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1209620

10 Bottero, Eski Yakındoğu Sümer’den Kutsal Kitap’a, 70.

Rudolf Naumann; Architektur Kleinasiens von ihren Anfängen bis zum Ende der hethitischen Zeit